Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,914
Images
  123,964
Books
  22,086
Related files
  125,778
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,162
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Total 
273,795
Content search
Xeyala konfederalîzmê û kurd
Group: Articles
Our goal is to have our own national database like any other nation.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xeyala konfederalîzmê û kurd
Xeyala konfederalîzmê û kurd
=KTML_Bold=Xeyala konfederalîzmê û kurd=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Tu devê kê vedikî bi xerabî behsa kurdan dike. Bêhtir jî kurd dema ku axivîn û behsa kurdan kirin bi xerabî behs dikin. Ji bilî kurda tenê tirk, ereb û faris behsa xerabiya kurdan dikin. Ermeniyên ku kurdan ew bi hezaran kuştine jî evqasî bi xerabî behsa kurdan nakin.Kurdan bi qasî tu miletî xerabî nekiriye. Negirtiye ser axa kesî û bi sed hezaran kes nekuştine, dest danenîne ser axa wan û bi sedan salan ew nekirine koleyên xwe. Kurdan petrola tu kesî bi sedsalan ji xwe re veneqetandine. Kurdan ji bo rihetiya xwe leşkerên giran neşandine ser serê feqîrên welatên din û serdestî li çarîkek, an jî li nîvê çarîkek dinyayê nekirine.Kurdan jinên xwe yên ku doza azadiyê kirine serjênekirine. Kurdan zanyarên xwe yên ku gotine “dinya dizîvire” neşewitandine. Bi hezaran pêxember li ser bîrên avê serjênekirine. Yûsif neavêtine bîrê, Îsa li xaçê nexistine, dirî neavêtine ser riya Mûhemed û Mûhemed ji ber wan Meke neterikandiye.Çima herkesê “jixwebawer” behsa xerabiya kurdan dikin? Gelo ji bo ku 60 hezar kes bûne cerdevan? Gelo ji bo ku PDK, YNK û PKK'ê bi hezaran kes ji hev kuştin? Gelo ji bo ku filankeso ji eşîra filankes çendek mêr kuşt, jinek revand?Nexêr, li ber xerabiyên cîhanê ev ne mizqalê zere ne! Li ber 200 sal şerên navxweyî yên xelkê, li ber birakujiya xelkê ev ne tu tişt in. Kesên ku dibêjin kurd xerab in, dîrok nexwendine, an jî ew bixwe dilxerab in.Wekî encam kî pir kurdan xerab nîşan didin?Ereb: Ew ji xwe dixwazin kurd xerab bin, ji ber ku dagirkerên kurdan in.Faris: Ew jî dagirker in, kurdan xerab nekin dê çawa dewlemendiya wan bixwin?Tirk: Hela tew qala wan nekin.Kurd: Ey çar heb bi hev re hezar salî bêjin kurd xerab in, mirov jî car caran bawer dike, ne ecêb e.Xerabiyeke kurdan hebe ew jî dewlemendiya wan e. Qeder û siûda wan ew e ku erda wan, erdnîgariya wan û li ser rûyê cîhanê cihê wan cihekî pir girîng e, dewlemend e. Zîn a herkesî li ber çavên wî xweşik e, lê xweşikahiya aşkere jî pêdiviyê ji gûftûgoyê re nahêle. Kurdistan bi dewlemendiya xwe bela serê kurdan e.Bi hezaran salan herkesî xwestiye bibin xwediyê vê axê. Lê kurdan tu caran nekariye ku bi tena serê xwe bibin xwedî. Asûrî, Ermenî, Tirk, Ereb, Faris, Roma, Yewnan, Rûs û Cihûyan tu caran destê xwe jê nekişandine. Herkes bi awayekî, herkes bi girseyekê li ser vê axê jiyaye. Di nav wan de belkî yê herî lawaz kurd bûn. Dîroknasê ku bêje nifûsa kurdan ji berê ve bi qasî ya gelên din hebû dîrokê nizane.Yên din xurt bûn, di xwe re didîtin ku şer bikin, çavên wan tê dibirrî ku zora yên din bibin û şer kirin. Þer nifûsa wan a pir zêde ji holê rakir, kurd man li holê. Kengî şerek derket jî kurdan xwe girt çiyayan.Çiyayan karakterak da kurdan: “Serhişkî”. Ajoya azadiyê bi kurdan re xurtir bû, tu caran koletî û bindestiya zêde nedîtin, çiya li wan xwedî derdiket. Heke di vê rewşê de kurdan dewlet ava bikira jî, nikaribûn kurdan bixin bin desthilatdariya dewleta xwe.Kurdan li serê her çiyayekî dewletek ava bikirina jî, dê li pal û palpişta wan çiyayan kurdên ku nedihatin desthilatdariyê hebûna. Bi qasî hejmara çiyayan dewlet ava bibûna jî ne mimkûn ku kurd bihatina zeftê.Aha Konfederalîzm ev e.Sîstema vê karakterê ye. Ma Ocalan jî ne yek ji van kurdan e? Nayê zeftê û vê karaktera kurdan jî kir sîstem dawiya dawî.Di konfederalîzmê de ji ber ku her ol, bawerî, çîn, çînaye, nijad, zayend û hin wekî din dibin Komel, komel jî li her herêmekê dibin federasyon û federasyon di meclîsekê de digihîjin ser hev û konfederasyona xwe ava dikin. Ji ber vê sedemê kesek nikare ku hemû federasyonan an jî hemû komelan bixe bin destê xwe, serdestiya xwe ava bike. Her yek ji wan çiyayek e. Pir pir ku serokê komelê bikaribe bibe hizb û komik. Lê heke li şûna sîstema serokatiyê sîstema rêveberiya hevpar were bikaranîn ew xetere jî namîne.Welhasilî kelam her milet li gor karaktera xwe sîstema xwe ava dike. Roj dê were hemû milet dê ji şer û kuştinê aciz bibe û dê li sîstemên wiha bigerin. Di dawiya dîrokê de dê kurd qezenc bikin, ji bo ku wan tu carî berê xwe nedane şer û her jiyane, zindî mane. Gelo îhtimaleke din tune? Heye! Belkî gelên cîhanê heta dawî şer bikin û bi şer hevdu bi tevahî ji holê rakin û cîhan bimîne ji komikek ku ji şer û cengê dûr maye, an jî mirov qet nemînin.Wekî encama duyem çi ye xerabiya kurdan:Nayên zeftê: Çêxweş be.Dualî azad in: Xulkê wan têra dagirkeriyê tune, li şûna zilmê bikin û bi bindestiya hinekan re jiyaneke reş derbas bikin, li ser çêyayê xwe bi azadî jiyanekê diborînin.Hevdu Qebûl Nakin: Jixwe hevdu qebûl bikin dê zilma hevdu jî qebûl bikin, ev e azadî.Nabin Yek: Ji bo azadiyê rev têra xwe bes e, yekîtî ji bo êrîşê ye, pêdivî pê nedîtine.Her kurd başiya di hundirê xwe de û xerabiya neyarên xwe  kifş bike dê dinya ji bo kurdan xweştir bibe. 
Ji bo nivîsa têkildar a nivîskar Vir Bitikîne.Kaynak: Xeyala konfederalîzmê û kurd - Amîda Kurd
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 979 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Linked items: 4
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 02-09-2008 (17 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Social
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 18-11-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 21-11-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 979 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 2.454 second(s)!