Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,389
Images
  124,206
Books
  22,105
Related files
  126,121
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,164
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Total 
274,453
Content search
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
Group: Articles
Our information is from and for all times and places!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
Nivîskar: Hisên Cimo
$Nexşeya gelên osmanî û serxwebûna Kurdistanê wekî qonaxeke demkî$
Bi bidawbûna şerê cîhanê re sala 1918an, nûnerên hemû gelên Împaratoriya Osmanî nexşeyên xwe amade kirin. Baştir e, ku li şûna binavkirina “gelan amade kir” em bibêjin ku “nûnerên wan”, ji ber ku ne mentiq e bar an jî xêra “projeyên dewletan” bixin stûyê gelan, ku ev gel ne bandora wê dizanin û ne jî temenê pêkanîna wê dizanin, ji bilî çend kesan, her wiha ev gel ne amade ne bi çavkorî xwe bikin qurbanî. Diyar e ku gelên herêmê jî wekî şêniyên vê erdê, êş kişandine ji ber ku qurbanîkirin li ser wan hat ferzkirin berdêla avakirina dewleteke neteweyî. Heta gelê tirkî yê ku di sala 1918an de têk çû, ku rastî metirsiya hebûnê li beramberî yûnaniyan dihatin, berxwedana niştimanî bi rêveberiya Mustefa Kemal û hevalên wî yên efser û sivîl, li ser beşek mezin ji wan feriz kirin ku qurbanî bidin û beşdarî şer bibin, li gorî ku wezîr Rîda Nûr eşkere dike, ku şahidê şerê serxwebûnê û salên destpêkê yên damezrandina komarê bû.
Ji bilî ku gel -bi wateya siyasî- di pêvajoya beriya damezrandina dewletên nûjen de, ne nîşaneya gelêrî bû, lê belê nîşaneya li ser qaşo rêveberên wan bû. Di bajaran de, gel nûnertiya çîna efendiyan dikir û li gundewaran jî nûnertiya çîna axayan dikir û li herêman jî nûnertiya paşayan dikir. Lewra cotkar nebûn beşek ji neteweyên siyasî yên rojhilatî jî, her wiha ev yek ji bo kurd, ereb û tirkan jî derbasdar bû.
Rîda Nûr, behsa tiştên ku ew dibêje “berjewendiyên” ermen û ortodoksên yûnanî (helenî) dike, ku çawa nexşe amade kirine û ax di navbera xwe de parve kirine. Her wiha, roman jî dixwestin ku dewleteke çerkezî ku li wîlayeta Sêwasê bi cih bûbûn ava bikin, da ku tiştek ji tirkan re namîne!
Nûr bi êrîşa li dij wan di serdema alozî û têkçûnê de sînordar nema, lê belê bi lez berê xwe da planên kurdan ên qutkirina beşek ji Tirkiyayê û wiha di bîranînê xwe de dibêje:
“Kurdan komeleyek ava kirin û navê wê kirin komeleya kurdan û navenda wê Istenbolê bû. Armanca komeleyê avakirina hikumeteke kurdî ku li ser esasê qutkirina beşek ji axa Tirkiyayê bû û li ser wê axê jî avakirina dewleteke kurdî ya neteweyî bû. Dr.Ebdulah Cewdet di nava vê komeleyê de bû ku ji nava komeleya Îtad û Tereqî de bû û gawir bû. Çiqas ev mêr şerm nedikir. Çaxpaneya wî hebû û xelkê bi vê yekê dizanîbû. Ev çapxane ya komeleya Îtad û Tereqî li Cinêvê bû, lê wî ji bo xwe dest danî ser”. (r.161)
Rîda Nûr di çarçoveya komeleyên ku li benda hilweşandina Dewleta Osmanî ne, behsa vê komeleyê dike, ku navê wê komeleya “Tealî Kurdistan” e, ne “Komeleya Kurdî” ye.
$Keleha Osmanî ya dawî$
Nêzikbûna Rîda Nûr beramberî vê komeleyê neyînî û tawanbarker bû, tevî ku hewldanên kurdan ji aliyê rêveberên tirkan ve dihatin fêmkirin -hin caran jî piştgirî didan- ji ber ku kurd “keleha Osmanî ya dawî” bûn li dij projeya ermenan bû. Li ser vî esasî jî, kesayetên bi eslê xwe kurd bûn lê meylên wan neteweyî yên tirkî bû, tevlî vê komeleyê bûn, wekî waliyê Osmanî yê berê û wêjevan Silêman Nedîf, her wiha kesayetên kurdan ku naxwazin dewleteke kurdî hebê, tevlî komeleya “Tealî Kurdistan” bibin, ji ber ku wekî têkoşîna li dij armancên ermenan ên tevlêkirina Kurdistanê, didîtin. Di encamê de, mirov nikare vê xwendina Rîda Nûr di vê çarçoveyê de, kûr bibîne, lê belê li xweşiya hestên toranî tê ku tiştekî ji siyasetê fêm nakin û ne jî siyaset wê dibîne ji bilî nefreta rikberan, ên rastî û xeyalî jî.
Bi her halî, Rîda Nûr di çarçoveya hewldanên parçekirina Tirkiyayê de, her dem kurdan dide kêleka ermen, çerkez û roman û dibêje:
“Înglîzan bi armanca parçekirina Tirkiyayê, her dem di nava tîmê de parçekirin çêdikir û ermen, rom, kurd û çerkezan daxwaza beşek ji Tirkiyayê dikirin, da ku li ser wê dewleteke nîjadperestî ya serbixwe ava bikin. Ji tirkên elewî re yên ku li ser xeta Enqera heta Tebrîzê niştecih in gotin: Hûn ne tirk in. Bi wan re giha astekê ku ji xelkê Konyayê re digotin hûn selcûqî ne!” (r.161)
Her wiha di jêgirtina jorîn de jî, Rîda Nûr şaştiya xwe ya derbarê nirxandina kurdan a dewleteke serbixwe an jî otonomî, rast nekir. Lewra lihevhatinên ku di wê demê de çêbûne, eşkere kirin ku yên dewleta kurdî dixwazin û yên ku dewleteke hevbeş (kurdî-tirkî) dixwazin, hemû bûne endamên komeleya “Tealî Kurdistan” ku ev komele jî kopiyeke neteweyî ya kurdî ji komeleya Îthad û Tereqî bû. Di vê çarçoveyê de, alîgirên komara hevbeş ango yên ku dewleteke kurdî tirkî li gorî Mîsaqa Milî dixwazin, hêviyên xwe xistin “Tealî Kurdistan”, wekî serxwebûnxwazên rasteqîn. Her wiha, beşek ji kurdan “ên ne neteweyî” hêvî kirin ku bangên serbxwebûna kurdan pêvajoyeke demkî be, veguhestin be, heta ku tiştek di hevsengiyên hevalbendên ku paytexta sultaniyetê dagîr kirine, were guhartin.
$Em bêjin ku em kurd in$
Yek ji şahidên ku hîpoteza Rîda Nûr di wê pêvajoyê berovajî dike ango gelek gelan tawanbar kirin ku dixwazin welat parçe bikin, profesor Cahid Tanyol e ku behsa bûyera girêdayî Silêman Nedîf dike û dibêje:
“Dema ku Stenbol di bin dagîrkeriya Birîtaniyayê de bû, Silêman Nedîf hevalê xwe yê helbestvan û nivîskar Yehiya Kemal Bayatlî dibîne û wî dibe quncikekî û bi awayekî henekî jê re dibêje: Min bihîst ku komeleyek bi navê Komeleya “Tealî Kurdistan” ava bûye, ka em tevlê bibin, madem ku qedexe dike ku bêje em tirk in, em ê bibêjin em kurd in, belkî em vî welatî xelas bikin; Yehiya Kemal li ser pêşniyaza wî dikene û di rêya xwe de dewma dike.”
Hestên qedexekirina neteweya tirkî rast e, ne çêkirî ye taybet li Stenbolê. Ji ber vê yekê jî, di navbera xîtaba neteweyî li Stenbolê û Enqerayê de cudabûnek heye. Di vê çarçoveyê de, li paytextê xelkê û û kesên bijare xwe spartin xîtaba îslamî ya giştî, berovajî wê li Enqerayê ku navenda berxwedana çekdarî bû, ku tê de Mustefa Kemal çekdar bi navê “neteweya tirkî” li gund û bajarên Anadolyayê, kom kirin. Bi awayekî giştî, xîtaba siyasî li Enqera û Anadolyayê, li gorî teoriyên toranî û efsaneyên dîrokî guncav bû, ku kesek li Enqerayê tune bû, lê tevahiya cîhanê li Stenbolê bû.
Lê berxwedana çekdarî ya li dij dagîrkeriya Ewropayê jî, ew jî “yekîneyên ku bi xwe hatine avakirin, ji ber rewşa dewletê peyda bûn.. Ne Mustefa Kemal an jî Ismet Înanu tu kedeke wan di wan yekîneyên de tune bû” (r.166). Her wiha, diyar e ku Rîda Nûr di wê baweriyê de ye ku Mustefa Kemal ji aliyê hikûmeta Sultan Wehîduldîn ji Stenbolê hate qewitandin û nehatibû erkdarkirin ji bo rêxistinkirina berxwedanê, her wiha tevlêbûna Kemal piştre di nava tevgera niştimanî de, ji bo ku ji tolê ji sultan hil bide. Di heman demê de, behsa “komployên” Mustefa Kemal di kongreya Erziromê (23ê tîrmehê – 4ê tebaxa 1919an) û Sêwasê (4-11ê îlona 1919an) de dike, da ku xwe bike serok. Her wiha Rîda Nûr rola rezîl a serokê erkanê general Fewzî Çeqmaq di pêkanîna daxwazên Mustefa Kemal de rexne dike û dibêje ku di wê demê de nasnavekî şerm jê re derket ew jî “Qozî Paşa” bû, Rîda peyva “Qozî” bi zimanê tirkî şirove dike û tê wateya “berxê kedî” (r.182). Lê ev navlêkirin nayê bikaranîn û ne ji bo heqaretkirinê li Tirkiyayê tê bikaranîn, lê gengaz e ku ew şirovekirin navlêkirin bi zimanê kurdî ye , ku hejmareke mezin ji parlamenterên kurd û rûsipiyên wan hebû. Qozî bi kurdî tê wateya “organê zayendî yê jinan”, ew navlêkirineke pir bêrûmet e, bi taybet Rîda Nûr dibêje ku dema ku parlementeran ev navlêkirin bi lêv dikir di ber re dikeniyan û naskirî ye ku di kongreya Erziromê de hebûna kurdan lê pir bû.
$Artêşa kesk a tirkî-bolşevîk$
Di destpêkên tevgera berxwedana neteweyî di nîvê sala 1919an de, Mustefa Kemal çavê wî li rejîma bolşevîk a Rûsyayê bû da ku li dij ewropayiyan destekê bidin wî. Lê rejîma bolşevîk soz da ku ew ê artêşekê ji mislimanên Rûsyayê bi navê “Artêşa Kesk” rê bike. Mustefa Kemal û Kazim Qerehbakîr jî ev yek bawer kirin. Di dawiyê de, artêşa Sovyetê di nîsana 1920î de, ketin komara Azrebîcanê. Lê Artêşa Kesk, di çavê Mustefa Kemal de bûne hêzên Edhemê Çerkezî, ku leşkerekî gelêrî bû, lê wekî şerkerekî cesaret di şerên dewleta Osmanî li Balkanê de navûdeng bû, her wiha hêzên ne fermî yên girêdayî Rûsyaya bolşevîl bi rê ve dibir. Diyar e ku pêwîstiya Mustefa Kemal di destpêkên şerê serxwebûnê de gelek bû, ku Mustefa Kemal difikirî ku Tirkiyayê wekî “bolşevîk komunîst” ragihîne (Rîda Nûr-r.231). Di vê çarçoveyê de, Edhem hêzên xwe li dij pêşketina yûnanî bi rê ve bir û navûdengiyeke niştimanî ya berfireh wergirt, lê red kirin ku hêzên xwe yên çerkezî tevlî artêşa niştimanî (artêşa Mustefa Kemal) bike û di encamê de şerek derket û Îsmet Înanu dikarîbû ku Edhem biqewitîne, lewra Edhem berê xwe da hêzên yûnanî û piştre jî derbasî Urdunê bû û di sala 1948an de li Urdunê wefat kir. Piştî bidawîbûna Şerê Serxwebûnê, Edhem û kesên bi wî re, wekî xayînê welat hatin îlankirin.
Bi serpereştiya Îsmet Înanu, derketina Edhem ji Tirkiyayê wekî xîyanet û wek “xayîn” hate nîşandan. Lê Edhem ji bo şerekî navxweyî yên mezin çênebe ji Tirkiyayê derket. Kesê ku nemafxwe be dibîne ku derketina wî ji welat karek ji karên qurbanî ji leşkerekî dilsoz, ev puxteya romanekê ye ku romannivîs Mihyedîn Qndûr bi sernavê “Edhemê Çerkez û Şerên Serxwebûnê” nivîsiye.
Jiholêrakirina Edhemê Çerkezî hişt ku opozîsyona çekdarî a çerkezan li dij Mustefa Kemal xurt bibe û di encamê de, çerkez nêzî hikûmeta sultan bûn. Van çerkezan rêveberiya tevgerên serîhildanê yên bi êş li dij “tevgera niştimanî” li Bolu û Duzceye yên di navbera Enqera û Stenbolê de kirin, ku di wan herdu herêman de çerkez hebûn, tevî ku têkiliyeke wan a xerab bi Edhem re hebûn. Her wiha, di nivîsên Rîda Nûr de, mirov dibîne ku hêzên sultanê Osmanî yên ku berê xwe didane Anadoyayê li dij tevgera niştimanî, bi awayekî sereke ji Arnawut û çerkezan (bi taybetî Abazayî, li gorî Rîda Nûr – r. 233) pêk dihatin, ev hêz jî ku nikarîbû armanca xwe ya têkbirina hewldanên Kemal, pêk bîne.
Awayê birêvebirina wê ya taybet nedihat hezkirin û dengbed bû di nav leşker û xelkê de. Pêşwaziyeke mezin jê re nehat kirin, heta di nava Anadolê bi xwe de jî, ji ber wê tevgerên ­–bandorpiçûk- li dij kesayeta wî derketin, li Sêwas, Adana, Borsa û bajarê piçûk. Mistefa Kemal ev yek dît ku “serîhildan e li dij Tevgera Niştimanî”. (Rîda Nûr-r190)
Rîda Nûr cewherê van tevgeran di vê pêvajoya hestyar de eşkere nekir, ji bilî ku li dij Mustefa Kemal û rêbazên wî ev tevger hatin destpêkirin, lê bêyî ku tiştên ew dibêje zelal bike. Di heman dema van tevgerên li dij Mustefa Kemal de, serîhildana Koçgirî ya kurdan li Dêrsimê dest pê kir. Ev jî helwesteke siyasî û civakî bû ku êdî kurdên li Dêrsimê û kurdên elewî baweriya xwe bi rêveberiya Mustefa Kemal di tevgera niştimanî de nedianîn, gelek herêmên din êdî li Mustefa Kemal temaşe dikirin ku ne layiqî vê role ye.
Her wiha balkêş e ku Rîda Nûr li ser cewherê “xweparastinê” yê destpêkirina berxwedana çekdarî bi israr e, beriya ku Mustefa Kemal li pêla berxwedanê swarê û Stenbol û sultan wekî xayîn bi nav bike, bi hêviya ku ev hikûmet berxwedana li dij ewropayiyan ragihîne û bi hêviya ku hikûmet û sultan li ser destê birîtaniyan ji bo Malatiya werin sirgûnkirin. Li gorî vê senaryoya xeyalî, Mustefa Kemal xwest ku “rewabûna Stenbolê” di siyaset û şerîetê de, qirêj bike.
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 492 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://nlka.net/ 03-07-2024
Linked items: 3
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 22-06-2024 (2 Year)
Cities: Ankara
Cities: Istanbul
Content category: History
Content category: Kurdish Issue
Country - Province: Turkey
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Translation
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Original Language: Arabic
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( Rapar Osman Uzery ) on 03-07-2024
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 03-07-2024
This item recently updated by ( Rozhgar Kerkuki ) on: 03-07-2024
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 492 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.1148 KB 03-07-2024 Rapar Osman UzeryR.O.U.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.265 second(s)!