Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,597
Images
  124,251
Books
  22,111
Related files
  126,163
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,164
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Total 
274,453
Content search
Ji bo jinên Bakur û Rojhilatê asoyên hêviyan xuya dikin
Group: Articles
Kurdipedia and its colleagues will always help university and higher education students to obtain the necessary resources!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Ji bo #jinên# Bakur û Rojhilatê asoyên hêviyan xuya dikin=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MUSTAFA

Ji destpêka aloziyê ve jinên Sûriyê ji aliyê hemû aliyan ve rastî girtin, revandin, êrişên cinsî, kuştinê, koçberî û penaberiyê hatin. Li rexma van jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe pêşxistin û herêm bi rêve birin. Ji ber wê yekê dijminan jin kirin hedefa xwe.
Di dîroka Sûriyê ya kevin de û heta roja îro, navên gelek jinan derketin pêş. Şahbanoya Tidmurê Zenûbiya jî, mînaka herî ber bi çav a wê yekê ye. Lê belê di serdema dagirkirina Osmaniyan de ku cehalet û kevneşopiyên ku jin di nava çar dîwaran de dihêştin belav kir, ji bo jinên Sûriyê her tişt hat guhertin.
Di dawiya sedsala 19`emîn de û bi qelsbûna dewleta Osmaniyan re, jinên Sûriyê ketin tevgerê û yekemîn xwepêşandanên jinan li dijî Osmaniyan li paytexta Sûriyê Şamê pêk hatin. Di wan xwepêşandanan de jinek birîndar bû.
=KTML_Bold=TEKOŞÎNA JINAN A LI DIJÎ DAGIRKERAN Û BÊ PAR HIŞTINA JI MAFAN=KTML_End=
Piştî peymana Sykes-Picot ya sala 1916`an û ketina hêzên Fransa erdên Sûriyê, navê Nazik El-Abid derket pêş ku wekî yekemîn jina efser di artêşa Sûriyê de hat pejrandin û li kêleka Yûsif El-Ezma şer kir. Di wê demê de her wiha navê keça Ibrahîm Henano Nebaha û xwişka wê û gelek jinên din ku li dijî dagirkirina Fransayê têkoşiyan, derketin pêş.
Piştî bidestxistina Sûriyê ya serxwebûnê sala 1946`an û pêkhatina yekemîn hilbijartinên parlamanê di sala din de, jin ji mafê namzetbûyînê û dengdanê bê par hatin hiştin. Di darbeya Husnî Zeîm ya 1949`an de, mafê dengdanê careke din ji bo jinan hat dayîn bi şertê ku dibistana seretayî xwendibe, her wiha mafê namzetbûyînê jî jinan hate birin.
Sala 1953`an di serdema serok Edîb El-Şîşeklî de, mafê namzetbûyîn û hilbijartinê ji jinan re hat dayîn ku ev yekemîn destûr bû ku mafê namzetbûyînê dide jinan.
=KTML_Bold=LI DERVEYÎ RÊXISTINÊN PARTIYA BAASÊ RÊXISTINBÛYÎN HAT QEDEXEKIRIN=KTML_End=
Di qonaxa yekitiya di navbera Sûriye û Misirê de, di sala 1960`î de 2 jinan endamtiya meclisa neteweyî bi dest xistin. Piştî veqetînê jî tenê mafê hilbijartinê ji bo jinan hat dayîn. Piştî bidestxistina partiya Baasê ya desthilatê sala 1963`an, jin ji bo propagandaya partiyê hatin bi karanîn û tu daxwazên kombûnên jinan ên sererastkirina qanûnên berdan, zewacê û mîrasê, nehatin pêkanîn.
Piştre û nexasim piştî tevgera Sibata 1966`an, bi behaneya damizrandina yekitiya giştî ya jinan partiya Baasê kombûnên jinan kontrol kir û xebatê jinan sînordar kir da ku her jina dixwazê çalakiyeke girêdayî jinan li dar bixe li şûna ku li derve li dar bixe, tev li yekitiyê bibe. Her wiha azadiya derbirandinê, azadiya rojnamegeriyê û ruxsetên gelek rojname û kovaran hatin betalkirin, ku di nav de kovarên jinan ên banga rizgariya jinan û beşdarbûna wan di jiyana civakî û siyasî de dikirin, hebûn.
Da ku enerjiyan jinan vala derxin, partiya Baasê di dawiya sala 1966`an de komîteyên amadekariyan ên jinan ava kir da ku projeya avakirina yekitiyeke giştî ya jinan lêkolîn bike. Piştî çend mehan di dîroka 26-81967`an de biryara zagonsaz ya hejmar 121 derket, ku tê de yekitiya giştî ya jinan wekî rêxisitneke gelêrî ji bo bikaranîn enerjiya gel di xizmeta berjewendiyên neteweyî de, hat pejrandin û Sûad El-Ebdellah wekî seroka yekitiyê hat hilbijartin.
Lê belê piştre ev biryar hat betalkirin û li şûna wê qaûneke din ya biryarên zagonsaz a hejmar 3 di dîroka 5`ê Sibata 1984`an de, hat bejrandin. Her wiha di 16`ê Îlona 1986`an de biryara wezîrê kar û barên civakî ya di sîstema hundirîn ê yekitiya giştî ya jinan de ya hejmar 694 derket û kar û xebatên hemû rêxistinên jinan ên ne di çarçoveya yekitiyê de qedexe kir.
Yekitî wekî rêxistineke jinan a gelêrî hat naskirin, lê belê girêdayî partiya Baasê bû. Her wiha di nava gel de wekî hebûnek fermî ya ku desthilata Baasê di nava jinan de xurt dike, hat naskirin. Di yekitiyê de pirrengiya çandî û etnîkî û nêrînên cuda tune bûn û şertê ku her endameke yekitiyê tev li partiya Baasê bibe, danîbû.
=KTML_Bold=RÊXISTINÊN VEŞARTÎ..=KTML_End=
Partiya Baasê rê nedida tu rêxistinan bi taybetî yên jinan ku xebatên xwe bidin meşandin. Di heman demê de yekitiya jinan ku hatibû avakirin jî, guh nedida doz û mafên jinan.
Di qonûna rewşên şexsî de, temenê 17 saliyê ji bo zewaca jinan hatiye diyarkirin. Her wiha rê da kesên di bin 18 saliyê re( xurtê 15 salî û jina ciwan a 13 salî) ku daxwaza zewacê bikin bi şertê ku dadvan niyeta wan tekez bike û laşê wan amade bin.
Jin her wiha di bin navê sûcên şerefê de dihatin kuştin û cezayên sivik li sûcdaran dihatin birîn. Madeyên (192, 240, 241,242,548) ên destûra Sûriyê, piştgirî dan berdewamkirina sûcên di bin navê şerefê de di nava civakê de.
Her wiha jin ji mîrasê bê par hatin hiştin û gelek qanûnên ku ferq û cudahiyê dixin navbera jin û mêran de li ser esasê zayendê, hatin derxistin.
Ji ber beşdarbûna jinan a yekitiya giştî ya jinan a partiya Baasê de, li Sûriyê tu tevgerên jinan dernediket pêş. Lewra rêxistinên jinan ên veşartî ku têgihiştina jinan û nasandina mafên jinan armanc dikirin, hatin avakirin. Yekitiya Star (Kongreya Star) ku di Sibata 2005`an de ava bû, mînakeke ber bi çav e.
Yekitiya Star (Star nîşana xwendawendên jin e) avakirina civaka azad û bidawîkirina newekheviya di navbera jin û mêran de, armanc kir û çalakiyên xwe di nava jinan de berfireh kir. Her wiha karîbû ku bi hezaran jinan li Rojava û bajarên Sûriyê ku Kurd lê dimînin, bi rêxistin bike.
=KTML_Bold=JINÊN SÛRIYÊ DI ŞOREŞÊ DE..=KTML_End=
Bi destpêkirina şoreşê li Sûriyê di 15`ê Adara 2011`an de, jinan bi awayekî aktîv beşdarî xwepêşandanan bûn û mafên xwe daxwaz kirin. Di 13`ê Gulanê de xwepêşandanên taybet bi jinan hatin bi rêxistinkirin û navê Îna Azadîxwazên Sûriyê lê hate kirin. Lê belê rêveberiya dewleta Sûriyê li dijî xwepêşandêrên jin sekinî û bi sedan ji wan girtin.
Tevî girtinan jî jinên Sûriyê beşarbûna xwe di xwepêşandanan de dewam kirin. Berevajî ku rêveberiya dewleta Sûriyê xwepşandêrên jinên girît serbest berde, hejmareke din ji jinan girt û avêtin girtîgehan. Bi vê yekê girtîgehên deweletê bi jinên çalakvan hatin dagirtin.
Bi derketin komên çekdar re, jin di nava hêzên hikumeta Sûriyê û komên çekdar de man û rastî revadin, girtin, tecawiz, koçberî û xizaniyê hatin.
Di vê der barê de nivîskar û rojnamevana Sûrî Hedîl Uwês, wiha dibêje: Çalakî û tevgerên jinan ji destpêka aloziyê ve hatin qedexekirin. Bi taybetî jî tevgerên siyasî û tevgerên jinan ên eşkere qedexe bûn. Jin ji yekemîn beşên ku di şoreşê de hatine giritn, çalakî li dar xistine û li ser şoreşê nivîsîn e bû. Ji şoreşê û tevgera jinan bêhtir, baweriya me bi çalakiên civaka sivîl heye.
Hedîl wiha dewam kir: Tevgera jin û ciwanan bi bîra civakê dixe ku tevgerek bi navê şoreşa Sûriyê heye, ku bi rêya çîrokên jinên Sûriyê yên qehreman bala ragihandina cîhanî kişand.
=KTML_Bold=JIN Û AZARÊN ŞER...=KTML_End=
Êrişên cinsî, tundiya cinsî di girtîgehan de, îşkenceyên li cihên girtinê yên ne fermî, zewicandina bi zorê û revandin metirsiyên tevahî jinên Sûriyê ne. Her wiha wekî şêwazên tundiyê ku bi taybet jinan hedef digirin ji destpêka aloziyê ve, hatin qeydkirin.
Jin çîna herî zêde ku di aloziya Sûriyê de ji dema destpêkirina aloziyê ve ku bi destê hikumeta Sûriyê, komên çete, DAIŞ, Cebhet El-Nusra, dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê, zerar dîtine ye. Nêrîna wan hemû aliyan ji jinê re yek e ku wê derfet digirin, şerê azadiya wê dikin û destdirêjiyê lê dikin, her wiha weke rêbazeke fişarê ligel kevneşopiyên berê yên di civakê de bi kar tînin.
Li gorî raporên ji rêxistinên cuda deketine, jin herî zêde rastî êrişên cinsî, kuştin, bazirganiyê û revandinê hatine bêyî ku tu rêxistinên mirovî ku parastina wan bikin.
Di vî warî de, endama rêveber a Rêveberiya Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Şems Sîno got herêmên herî zêde ku jin lê rastî tundiyê hatine, herêmên çeteyên DAIŞ’ê ne, nexasim jinên Êzidî. Her wiha li vê dawiyê jî herêmên dewleta Tirk a dagirker mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê ku dagir kirine.
Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY’yê di rapora ku di Hezîrana 2014’an de belav kiriye, hişyar kiribû ku bi deh hezaran jinên Sûriyê da ku hebûna xwe di nava şerê kujer de biparêzin, azaran dikişînin.
Nivîskar û rojnameger Hedîl Uwês got: “Rewşên şer ên Sûriyê ji birçîbûn, xizanî û koçberiyê azarên jinan zêde kirin û êdî jin bûye xwediyê malê ku di rewşên bombebaran, wêran û kuştinê de malê bi rê ve bibe.”
Li kêleka van jî, êş bi rewşên koçberî, jiyana li kampan û bikarnîna wan, zêde bûn. Her wiha di van kampan de bi taybet kampên penaberan ên li Tirkiyê, jin rastî astengî, êrişên cinsî û zewicandina zarokan, hatin.
Têkildarî mijarê Hedîl Uwês wiha da zanîn: Hin jin li kampên dewleta Tirk hene ku bi taybet ên hevjînên xwe ji dest dane, tên bi karanîn. Her wiha zarok bi zorê li beramber hinek pereyan tên zewicandin. Behsa çîrokên bikarnîna jinan li dewletên cîranê yên ne domokratîk, tê kirin.
Hedîl Uwês îşaret pê kir ku ji sedî 80 ji koçberên Idlibê yên di vê dema dawîn de, bi taybet zarok û jinan pir azaran dikişînin.
=KTML_Bold=BI HEJMAR...QURANIYÊN DI DIRÊJAHIYA 9 SALAN DE=KTML_End=
Gelek aliyan hejmara qurbaniyên sivîl ên aloziya Sûriyê ku sala xwe ya 9`emîn bi dawî kir û ket sala 10`emîn, belge kirin. Li Sûriyê tu roj bêyî ku jinek tê de bê kuştin, derbas nabin.
Li gorî rapora sala 2020`an a Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 9 salên aloziya Sûriyê de, 116 hezar û 86 sivîl jiyana xwe ji dest dane (80307 mêr, 22 hezar û 75 zarok ango temenê wan di jêre 18 salî de 13 hezar û 704 jin temenê wan jorî 18 salî).
Her wiha di girtîgehên rêveberiya dewleta Sûriyê de 16 hezar û 163 sivîl şehîd bûne ew jî wiha ne (15 hezar û 974 mêr û ciwan, 125 zarok û 64 jinên temenê wan zêdetirî 18 salî).
Navenda Belgerkirina Binpêkirinan a Sûriyê belav kir ku di dirêjahiya salên borî de 440 jin di girtîgehan de ne. Li aliyekî din jî li gorî raporên dîtir ên nefermî diyar kir ku 13 hezar jin hê jî heta niha di girtîgehên hikumeta Sûriyê de ne.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK A DAGIRKER JINÊN KURD HEDEF DIGIRE=KTML_End=
Li herêmên ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kiriye, Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrîn binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi rêjeya ji sedeî 30 li dijî jinan mîna revandin, tecawîzkirin û kuştinê, belge kirin.
Li gorî daneyan, rêxistinê zêdetirî 50 rewşên kuştina jinan bi rêya û rêbazên cuda, 60 rewşên tecawîzkirinê piştî revandin belge kirin. Ev deta û belgekirin xwe dispêrin şahidên ji şêniyên Efrînê yên ku ji dest dagirkeriyê koçber bûne, ne.
Der barê revandiyan de, rêxistinê zêdetirî hezar jinên ku çeteyên bi navê polîsên leşkerê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker revandine. Her wiha hê jî çarenûsa wan heta roja îro ne diyar e. Li aliyekî din jî piştî dayîna xizmên hin jinan a fîdyeyan, hin ji wan hatin berdan.
Li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî û li gorî belgekirina çavkaniyên ji bajêr, 30 jin di tundiya cinsî re derbas bûn jê jî 5 ji Çeçen, 2 Kurd û 23 jî Ereb in.
=KTML_Bold=HEVRÎN XELEF...DENGÊ JI BO BANGAWAZIYA YEKITIYA SÛRIYÊ HATIYE VEŞARTIN=KTML_End=
Ji dema dagirkirina Tirkiyê ya herêmên Sûriyê ku tê de piranî Kurd dimînin mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi pêkanîna peymanên qirêj bi Rûsya û Amerîkayê re, sûcên şer, dijmirovî, koçberkirina bizorê ya şêniyên resen û guhartina demografiya herêman, pêk tîne.
Dewleta Tirk ev sûc yekser li dijî jinan pêk anî. Lê belê sûca ku li dijî sekreterê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an pêk aniye, sûcê herî xirab bû.
Di vê çarçoveyê de endama rêveber a Buroya Rêxistina Meclisa Jinan a Sûriyê Şems Sîno daxwaz kir ku kesên ev sûc li dijî Hevrîn Xelef pêk aniye divê li gorî qanûnên mafên mirovan û qanûna navdewletî bên cezakirin.
Şems der barê Hevrîn Xelef de got ku wekî kesayeteke siyasî û dîplomasî, rola wê di aşîtiyê de aktîv bû. Her wiha ji bo komkirina pêkhateyên Sûriyê ji bo avakirina Sûriyê û bi dawîkirina aloziyê, kar kir.
=KTML_Bold=JINÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ...NIMÛNEYA ROJHILATA NAVÎN IN=KTML_End=
Bi destpêka aloziya Sûriyê re gelek rêxistinên jinan li Sûriyê hatin avakirin, jê rêxistinên girêdayî derve bûn û hebûna wan li ser erdê tune bûn. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên jinan bi pêş ketin û hejmar zêde bû.
Yekitiya Star ku di 2005’an de hatiye damezrandin, çalakiyên xwe bi awayekî berfireh zêde kirin û hewl da ku bigihîje tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha di kongreya 25’ê Sibata 2016’an de navê xwe kir (Kongeya Star). Di Çileya 2013’an de Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan hat avakirin, Yekitiya Jinên Suryan di 2014’an de û gelek rêxistinên din hatin avakirin.
Jinan di aliyê leşkerî de jî roleke girîng lîstin û di 4’ê Nîsana 2013’an de YPJ’ê wek artêşa taybet a jinan ku parastina wê û mafên wê bike hat damezrandin.
Van hêzan roleke girîng di şerkirina DAIŞ û têkbirina wê li rex şerkirina Cebhet El-Nusra û komên girêdayî dewleta Tirk û artêşa Tirkiyê de lîstin. Ji ber wê yekê bang li şandeyeke ji jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 5’ê Kanûna 2018’an de hat kirin da ku beşdarî forma diyalogê ya li bajarê Bangalore ya Hindistanê ya der barê azadiya jinan de, bibin ku tê de 200 jin ji 16 dewletên cîhanê hene.
Der heqê aliyê siyasî de, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya damezrandina Meclisa Jinan a Sûriyê, rola wê di MSD’ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û rêveberiya wê ya herêmê bi rêya xwespartina modela hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saziyên wê de, gavên dîrokî avêtin.
Têkildarî mijarê, endama rêveber a Buroya Rêxistinê ya Meclisa Jinan a Sûriyê Şems Sîno got: “Rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala cîhanê giştî kişand û bûne nimûneyeke serbilindiyê.”[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 813 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Linked items: 51
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 16-03-2020 (6 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Content category: Investigation
Country - Province: West Kurdistan
Country - Province: Syria
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 27-03-2025
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 28-03-2025
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 28-03-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 813 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.5 second(s)!