Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,198
Images
  124,176
Books
  22,100
Related files
  126,067
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,163
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Total 
274,249
Content search
‘Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din were nirxandin’
Group: Articles
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information! We have archivists and collaborators in every part of Kurdistan.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê #Sûriyê# careke din were nirxandin’
Reportaj Summay

Rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri ya di Cotmeha 2014’an de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû, niha jî carek din jî serdana herêmê kir. Ajansa me têkildarî pêşketinên li herêmê hevpeyvînek bi Benedetta re çêkir.
Di hevdîtinê de ajansa me gelek mijar bi rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri re nîqaş kir.
Gelo ji serdana we ya berê ve, we çi guhertin li herêmê de dît?
Di rastiyê de ji serdana me ya destpêkê ve heta niha gelek guhertin çêbûne. Mirov dikare bêje herêm êdî bûye mînakek. Ruxmî wêrabûna binesaziya herêmê di serdama DAIŞ`ê de, rêveberiya herêmê tevî astengiyan karî herêmê bi rêve bibe û deriyên pêşketinê ber bi pêşerojek baştir ve veke.
Gelo dewletan karîn şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, binirxînin û bighêjin wateya wê ya rastîn?
Ev nuqte li ser asta navdewletî hinekî dijwar e. Ji aliyekî din ve çapemeniya ku tê rastiyan bişopîne, tenê dozekê digire dest û dozên din paşguh dike. Ji ber wê bi rêya serdana xwe ez şoreşê dişopînim, dûrahiyê wê û asoyên wê di warên cuda de, dinirxînim. Çapemeniya ku şoreşê dişopîne tenê mijara jina ku çek li hember çeteyan rakir digire dest, beyî ku balê bikşîne ser têkoşîna gelên herêmê û binyata şoreşê ya siyasî. Nirxandina wan ji şoreşê re lawaz ma. Şoreşa Rojava karî ciheke balkêş di dîrokê de bigire. Lê nirxandina şoreşê negihaşt asta ku dikare tevahiya aliyên wê ji pergala hikumî û rêveberiya ku şoreş bi rêve bir bigire dest, bi taybet di vê pêvajoyê de piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê. Di rastiyê de tu daxwazek ji bo naskirina pergala rêveberiyê herêmê, çawa pêk tê û rastiya wê çi ye? tune ye. Bi texmîna min pêwîste ev şoreş bi tevahiya wateya xwe ve were famkirin. Ji ber ku dema YPG, YPJ û QSD`ê herêm rizgar dikirin, li rex wan rêveberiyek balkêş hebû ku herêmê ji tevahiya aliyan ve birêve dibir.
Gelo çapemeniyê karî rastiya têkoşîna jinê ragihîne?
Çapemenî tenê girîngî da rola jina ku çek li hember çeteyan rakiriye, beyî ku behsa pêşketina îdeolojîk û fikrî ya jinê bike (di vir de ez şehîda YPJ`ê bi bîr dixim, a ku di tevahiya rojnameyên cîhanê de bû manşet. Lê mixabin negihaştin rastiya şoreşa jinê).
Şoreşa jinê ya li Rojava û pêşengiya wê ji şerên dijwar li dijî terorê, ji bo pargalên paşverû bû metirsiyek. Ji ber ku ew pergal hîna karê jinê di xwedîkirina zarokan, karê malê de dibînin û hîna dixwazin rola jinê di vê çarçoveyê de bihêlin. Têkoşîna jinê li herêmê isbat kir ku girîngiya wê ji ya mêr ne kêmtir e.
Ji aliyekî din ve ez dibînim ku jinê li Rojava bi rêya têkoşîna xwe karî bawerî li cem jinan çêbike û vînek xurt di dilê jinên tevahiya cîhanê de biafrîne. Di rastiyê de ev têkoşîn guhertinek mezin di mêjiya min de çêkir. Ev tişt min ji rojnamegerek ajansa Firatê re parve kir. Tişta taybet li vir, giyana hevkarî û piştgiriyê di navbera jinan de ye. Ev tişt di civakên cîhanê de tune ye. Ji wê zêdetir di civakên rojavayî de di van demên dawîn de hewldnên ji bo rizgarkirina jinê ji aliyê cinsî ve çêbûn. Destpêkê tenê di çarçoveya tunediya li dijî jinê û cinsperestî de bû. Mixabin gotina jin ji bo îhanetê yan jî kêmkirina qîmeta kesan tê bi karanîn li şûna ku xwedî wateyek ji wê bilintir be.
Di nêrîna we de rêxistinên jinan di cîhanê de ketine ferqa rastiya şoreşa jinê ya li herêmê? Gelo nirxandiineke rast ji şoreşa jinê re heye?
Bi texmîna min erê ew wisa dikin. Ev jî ji gelek aliyan ve hêviyê çêdike. Dikarim bêjim ku ti jinek anjî desteyek anjî tevgerek jinan di cîhanê de nikare cewher û rastiya şoreşa jinê li Rojava înkar bike. Ji ber ku ew ketin ferqa wateya vê şoreşê û bandor li wan kiriye. Pêşengiya jinê di eniyên şer de û ketine ferqa wateya vê şoreşê mirov dikare di warên din de bîne cih ne tenê warê leşkerî. Heta di warê têkiliya di navbera jin û mêr de û rola wan di civakê de. Ev hemû encamên şoreşa Rojava ne bi taybet têkoşîna jina Kurd a ku bandorek kûr li tevahiya tevgerên jinan di cîhanê de kir. Di rastiyê de ev têkoşîn ji Kobanê destpê nekir, ev têkoşîn kevnar e û ne tenê ji Rojava destpê kir. Lê belê pêşket û gihaşt asta têkoşîna şoreşgerî.
Çima dewletên têkildar aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî girêdayî Sûriyê bi hejmar 2245 çareser nake?
Texmîn dikim yek ji sedeman, aloziya siyasî ya NY`ê ye. Tu dewletek ji dewletên nakokiyê, biryarên NY`î nayne cih. Ji ber ku tevî kedên ku ji 2012`an ve têne dayîn, NY`î bê tesîr e. Ev jî vedigere tunebûna aliyên ku bi awayekî mezin bandor dikin da ku alozî çareser bibe. Mîna herêmên Rêveberiya Xweser û Kurdan ên ku ji Astana û civînên din hatin bidûrxistin. Ji lew re aloziya Sûriyê girêktir bû.
Gelo hûn destwerdana Tirkiyê di aloziya Sûriyê de û desteka wê ya eşkere ji terorê re di nav de Cebhet El-Nusra tevî ku endama NATO`yê ye, çawa dinirxînin?
Di rastiyê de têkiliyên Tirkiyê bi dewletên mezin re mîna Rûsya, Amerîka û Almanya cuda ne. Ew jî dibin sedema nakokiyên dîplomasî. Weke mînak me dît çawa James Jeffrey berdewamkirina DYE`yê piştgiriya QSD`ê di kongreyek çapemenî de tekez kir, lê ev daxuyanî timayên Tirkiyê di herêmê de bi dawî nekirin. Ji bo dewletên Yekitiya Ewropayê jî, wan dewletan reftariyên Tirkiyê di herêmê de tewanbar kirin. Lê Tirkiyê kaxiza penaberên Sûriyê bi kar anî. Karî zextê li wan dewletan bike û metirsiyên wan ji vekirina sînorana li hember penaberan ber bi dewletên Ewropayê ve çêkir. Ew jî bandorek siyasî li ser biryarên wan dewletan û têkiliya wan bi Tirkiyê re kir. Lewra nikarin zextê li Tirkiyê bikin da ku siyasetên xwe di herêmê de biguhere.
Li gorî rastiyên ku we bi bîr xistine, gelo vedîtina çareseriya siyasî ji herêmê re bi giştî pêkane?
Piştî derbasbûna 7 salan li ser şerê xwîndar, wêranî, kuştin û koçberkirina gelê herêmê, çareseriya siyasî ya herî guncew e. Lê di rastiyê de piraniya aliyên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine, li hember dazgehên çapemeniyê û di civînan de îdia dikin ku ew bi pêkanîna çareseriya siyasî re ne. Lê li ser erdê nakokiyên çekdarî zêde dibin. Ev jî çareseriya siyasî bi dûr dixe û herêm ber bi nakokiyek daîm ve dibe, bi taybet di sê salên dawîn de. Mînaka herî berbiçav dagirkirina Tirkiyê herêma Efrînê ye. Hemû îdia dikirin ku aştiyê ji herêmê re dixwaze, lê gelo çawa hiştin Efrîn dagir bike?
Eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike gelo encamên vê êrîşê çi ne?
Ji ber hebûna gelek aliyan di aloziya Sûriyê de û hebûna hîmên bi bandor, gelek dijwar e mirov encamên wê êrîşê texmîn bike. Lê helbet encamên vê êrîşê li ser herêmê dê keraset bin û dê herêmê ber bi nakokiyek giştî ve bibe. Ev jî dê azara sivîlan bi taybet gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêktir bike.
Di dawiyê de rojnameger û derhênera Îtalî Benedetta got ew hewl bide wêneya rastîn a şoreşê û têkoşîna jinê di Rojava de ji tevahiya aliyan ve ragihîne. Ji ber ku ew têkoşîn taybet a jinê ye. Benedetta diyar kir ku wê fîlmek bi navê `Ez şoreş im` derxistiye û di Mihrîcana Amed de li Bakurê Kuyrdistanê hatiye pêşendan. Benedetta di fîlmê de behsa şoreşa jinê di Rojava de ya ku ji tevahiya jinan cîhanê re bûye mînak û jêdera hêviyê kir. Fîlm bandor li tevahiya jinên ku têkoşîna jinê li Rojava ecibandine, kir.[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 592 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Linked items: 10
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 08-08-2019 (7 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Content category: Investigation
Country - Province: Syria
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 98%
98%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 14-04-2025
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 18-04-2025
This item recently updated by ( ئەڤین تەیفوور ) on: 28-06-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 592 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.172 second(s)!