Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,187
Images
  124,159
Books
  22,100
Related files
  126,050
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,163
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Total 
274,249
Content search
Salih Muslim: Provokasyon hene, divê tu kes bi van lîstokan nexape
Group: Articles
Our goal is to have our own national database like any other nation.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Salih Muslim: Provokasyon hene, divê tu kes bi van lîstokan nexape
Reportaj Summay

Salih Muslim destnîşan kir ku pêkhatina êrişên li Amêdiyê û şewitandina buroyên ENKS’ê bûyerên biguman in û diyar kir ku ev bi giştî di çarçoveya hewldanên derxistina pevçûna di nav #Kurdan# de pêk tên ku reng e ev hewldan berdewam bikin.Salih Muslim têkildarî şewitandina buroyên ENKS’ê û reşkirina sîstema Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê ve di dema xebatên yekitiyê de, got: “Ev yek ji hewldanên pêşîgirtina li yekrêziya Kurdî ye. Divê tu Kurd bi van lîstokên dijmin nexapin. Divê partiyên li herêmê û gelê me hişyar bin.”

Muslim êrişên PDK’ê û ‘Pêşmergeyên Roj’ ên li Amêdiyê wek provokasyon bi nav kirin û wiha got: “Ev êriş nakevin berjewendiyên gelê Kurdistanê. Kesên ku destdirêjî û astengiyê li ser gerîlayan bike dê li cem gelê Kurd îflas bike.”
Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim der barê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de pirsên me bersivandin.
Li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş berdewam dikin. Li hêlekê êriş, li hêla din jî reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK’ê ve heye. Ji reşkirinê re hûn çi dibêjin?
Tevahî gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê di bin êrişên dewleta Tirk a faşîst de ye. AKP-MHP li ser plana hilweşandina tevgerên Kurd û gelê Kurd tev digere. Li Rojava gelek pêşketin hene, gel sîstema xwe çêkiriye û bi pergala xweseriya demokratîk xwe bi rê ve dibe. Dewleta Tirk hilweşandina vê sîstemê ji xwe re erk dibîne. Ji bo hilweşandinê jî bi rayedarên PDK’ê wekî Mesrûr Barzanî kiriye bela serê Kurdan. Bi awayekî dev diavêjin Rojava û dixwazin bandoreke neyînî pêk bînin.

‘REŞKIRINA SÎSTEMA ROJAVA ENCAMA PLANÊN DAGIRKERAN E’
Bi mebesta yekrêziya Kurdî diyalog bi pêş ketine. Di demeke wiha de şewitandina buroyên ENKS’ê li herêmê yek ji hewldanên hilweşandina diyalogê ye. Taybet hewldanên wan li ser pêşîgirtina yekrêziya Kurdî ye, lewra her tiştî dikin. Li pişt vê planê jî bêguman dewleta Tirk a faşîst heye. Ji ber wê divê partî û gelê me hişyar be. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas de dijîn. Divê lîstokên dijmin ku li ser dikin, em têk bibin. Reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê (wekî Mesrûr Barzanî) parçeyek ji vê planê ye ku naxwazin sîstema herêmê bi pêş bikeve.
13’ê vê mehê êrişa hêzên PDK’ê û ‘Pêşmergeyên Roj’ li ser gerîlayên Kurdistanê pêk hat. Di encama êrişê de gerîlayek şehîd ket û 2 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Hûn vê bûyerê çawa dinirxînin?
Dewleta Tirk destê xwe kiriye her cihî. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê hewl didin aloziyê di nava Kurdan û hêzên siyasî de çêkin. Ji bo wê jî cihên gerîla dorpêç kirine, rê girtine. Ev bi giştî çarçoveya hewldana derxistina pevçûna di nav Kurdan de pêk tê û wê berdewam bikin. Li Kurdistanê bi giştî nakokiyên di nava hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdî de zirarek ji bo Rojava ye jî. Rojava wekî encamek ji yekitiya Kurdan e. Me li Kobanê dît ku gelê Kurd bi giştî piştgiriya me dike û li kêleka me disekine. Yekitiya me cara yekem li Kobanê çêbû. Li pakrewangeha Kobanê ji her parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Ev yekitiyeke pîroz e. Ev ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e. Dixwazin nakokiyê di nava Kurdan de derxin û dorpêç bikin. Hişyarbûn jê re pêwîst e.

‘BÛYERA LI AMÊDIYÊ PROVOKASYON BÛ’
Ev hêzên ku dorpêçê dikin, hêzên taybet û Pêşmergeyên Roj in. Di dîroka Pêşmergeyên Roj de ka kê ew perwerde kirine, diyar e. Hêzên ku bandora Tirkan li ser wan heye, van kiryaran dikin. Pêşmerge jî hêzên Kurdî ne, berjewendiyên Kurdan diparêzin. Di pratîkê de jî pêşmerge hatin Kobanê, li kêleka YPG/YPJ’ê şer kir. Tu acizbûna me li ser pêşmergeyan tune ye. Ev hêzên ku wê provokasyona Amêdiyê kirin, hêzên taybet û kesên girêdayî hin deveran in. PDK bi giştî jî vê provokasyonê napejirîne, yên ku di bin bandora Tirkan û berjwendiyên wan bi Tirkan re hene, dipejirînin. Çi dibe bila bibe em naxwazin hêzên Kurdî di nava xwe de pev biçin û nakokiyek di nava xwe de derxin. Ev zirareke mezin dide tevahî gelê Kurd. Bi taybet jî zirarê dide rojavayê Kurdistanê. Pirsgirêkên ku bi diyalogê çareser nebin, tune ne. Ji bo wê jî divê diyalog bên kirin. Gerîla ji bo çar parçeyên Kurdistanê li serê çiya ne. Kesên ku destdirêjî yan jî astengî li ser wan bike dê li gel gelê Kurd îflas bike. Êrişên wiha di nav hêzên Kurdan de wê zirarê bide berjewendiyên tevahî Kurdan. Ev hêzên ku êriş dikin, berjewendiyên Başûr jî dikin bin xetereyê û ne li gorî berjewendiyên Başûr tev digerin. Em bi hêvî ne ku rojek berî rojekê ev pirsgirêk bi rêya diyalogan çareser bibin.

Ji bûyera Zînê Wertê heya bûyera dawîn a Amêdiyê planeke çawa hatiye danîn?
Plana tunekirinê danîne. Ji ber wê jî dorpêç kirin û rêgirtinê dikin ku ev bi xwe gelekî xeter e. Me dît ku li Kerkûkê çawa hemû kom bûn û dagir kirin. Yên ku pêşengtiya parastinê dike hêzên gerîla ne. Hêzên gerîla li Kerkûkê, Şengalê, Hewlêrê şer kirin ku dixwazin vê hêza ku berjewendiyên Kurd diparêzin tune bikin. Dixwazin sîstema Rojava jî bi heman hişmendîyê tune bikin. Dijmin bi awayekî bê ku bixisire di nav Kurdan de lîstokan çêdike ku Kurd bi xwe şerê hev bikin. Divê ti Kurd ji van planên dijmin re nebe alav.
Çend saet piştî êrişên li Amêdiyê şewitandina buroyên ENKS’ê ne bi guman e gelo?
Belê bi guman e. Tiştên li Başûr û Rojava di bin yên li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi hev re girêdayî ne. Dijmin ketiye nav me û bi me dilîze. Dijmin bêpîvan bi ser me de tê. Ji bo hin zêdetir destdirêjiyan bike însanên di nav me de bi rêya peran bixapîne û bihêle ku êriş li ser hêz û buroyan bike. Divê tu kes nekeve lîstokan. Ev provokasyon in.

Çima bi taybet ‘Pêşmergeyên Roj’ tên bikaranîn?
Ev hêza ku taybet hatiye ava kirin ji penaberên Rojava pêk tên. Ev taybet li ser destê Zerevanî û serbazên dewleta Tirk hatine perwerde kirin. Bi rêya bikaranîna ‘Peşmergeyên Roj’ dixwazin nakokiyan di nav Kurdan de çê bikin. Çawa bixwazin wiha wê hêzê bikarbînin. Armancên wan diyar e ku dixwazin dijminatiyek di nav zarokên Rojava û gerîla de derbixînin.
Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî krîza aborî dadikeve xwepêşandanan. Gelo li pişt perdeya van xwepêşandan çi heye?
Li pişt perde gelek tişt hene. Aborî ya ku hişt ev bi teqê. Krîz li Iraqê tevahî he ye. Mesela nebûna demokrasiye, azadiyê, mûçe ketin ser hev û carekê de teqî yan. Em bi aramiya Başûr re ne. Xwestekên gel yê azadî, demokrasi, mûçe hene. Mafê wan heye ku derkevê qadê, xwepêşandan bike û daxwazên xwe bibejê. Lê tu mafên wan tine ye ku cihan bi şewitînin, xirab bikin. Ev zererê dide welatê wan. Her wiha tu mafê kesî jî tine ye çalakvanan gûlebaran bikin û wan bikûjin. Bi van bûyeran re bi rastî jî em bi xemgîn in. Bi awayekî demokratîk rabûn bi awayekî demokratîk jî xwestekên xwe yên rewa bînin ser ziman.
Pênaberên Rojavayê Kurdistanê jî li wir hene. Ev gotinên ku dibejin xwediyê xwepêşandên li Başûr pênaberên Rojava ne propagandayên reş yên dijminê. Pirsgirêkê gelê Rojava hebê wê li Rojava xwepêşandanan bike ne li Başûr. Kesên ku pêçiyên xwe dirêjî Rojava dikin ne rast dibêjin. Ragihandinên ku dijmin re girêdayî ye ne rast dibêjin. Kesên ku berjewendiyên xwe din av nakokiyên Kurdan de dibînin dixwazin hin nakokiyan zêde bikin. Di bingeha vê de planên dijmin yên reşkirina Rojava he ye.
Li dijî van planan ji gelê Kurd û Kurdistanê û partiyên siyasî çi tê xwestin?
Beriya her tiştî divê em dîroka dijminên xwe bizanin û nas bikin. Lîstokên ku niha dike, em bizanin. Şehîd Riza dema dibêjê “Beriya ez bimirim di dilê min de bû hasret ku lîstokên hûn dikin ez nas bikim.” Divê dost û dijminên xwe em nas bikin. Stratejiya me çi ye, bizanin. Di nava Kurdan bi xwe de çi hêz dibin, çi kesayet dibin, divê bê bend bi yekitiyê re bin. Beriya her tiştî jî kongreyeke neteweyî çêbe. Ji her çar parçeyan re lêvegereke Kurdan çêbe.
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 198 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Linked items: 1
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 19-12-2020 (5 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Content category: Investigation
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 98%
98%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 19-04-2025
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 23-04-2025
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 23-04-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 198 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 3.204 second(s)!