Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,179
Images
  124,151
Books
  22,100
Related files
  126,016
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,163
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Total 
274,249
Content search
Murat Karayilan: Divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin
Group: Articles
We summarize and classify information in both thematic and linguistic terms and present it in a modern way!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Murat Karayilan: Divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin
Articles

Murat Karayilan: Divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin
Articles

Murat Karayilan: Divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin
Murat Karayilan destnîşan kir ku divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin û got Çekdanîn li ser vê bingehê dikare pêk were. Karayilan her wiha got, pêvajo ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye.
Murat Karayilan: Divê mafên nasnameyî yên Kurdan bêne naskirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ji televîzyona Channel 8 re axivî.
Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got, cihê ku lê êriş hebe wê PKK nikaribe kongreya xwe li dar bixe, ji bo vê jî divê demildest êriş rawestin.
Karayilan bal kişand ser bangawaziya guhertin û veguhertinê ya Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku van hewldan û lêgerînan di salên 1990’î de dest pê kirine, lê ji ber hin destwerdanên komên veşartî yên di nav dewletê de ev guhertin li gorî dihat xwestin bi encam nebû.

Karayilan der barê mijarê û rola Celal Talebanî ya wê qonaxê de jî wiha got: “Wek tê zanîn di sala 1993’yan de di navbera Turgut Ozal û Rêber Apo de hin peywendî çêbûn. Mam Celal Talabanî jî navbeynakarî dikir. Ez bi vê mebestê Mam Celal Talabanî bi minnetdarî bi bîr tînim. Divê bê zanîn ku têkoşîna wî wê tu carî neyê ji bîrkirin. Wek tê zanîn wê demê pêvajo bi pêş neket. Ji nav dewletê destwerdan çêbûn. Turgut Ozal bi awayek ne eşkere hate kuştin. Dîsa Eşref Bîtlîs bi heman şêwazê hat kuştin. Ji ber wê jî pêvajoyê dewam nekir. Di sala 1998’an de jî pêvajoyek hebû, lê li hember vê jî komploya navneteweyî hate kirin. Di salên 2002’yan de Rêber Apo li Îmraliyê PKK fesih kir. Şer rawestiya. Lê wê demê jî hin kom ji hundir û derve derketin û xwestin tevgera me tasfiye bikin. Dema ku tiştên wisa çêbûn ji nû ve avakirina PKK'ê hat rojevê.”

Karayilan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û got, piştî şerê deh salên dawî ku dewleta Tirk bi hemû derfetan xwest tevgera wan têk bibe, dema ku nekarî têk bibe, bi pêşengiya Devlet Bahçelî xwest pêvajoyek wisa bide destpêkirin.

Karayilan der barê mijarê de wiha axivî: “10 sal bi her rêbazî li hember me şer kirin û her cûre çek bi kar anîn. Ji NATO’yê piştevanî girtin, çekên herî modern bi dest xistin û şer kirin. Belê rast e me di vî şerî de windahî dan, lê em bin neketin û nekarîn me tesfiye bikin. Vê carê Devlet Bahçelî li parlementê çû silav da DEM Partiyê. Piştre di peyamê de got, ku ew ji bo aştiyê re amade ne. Got, Kurd û Tirk dikarin li hev bên. Herî dawî Rêber Apo bangawazî kir, diyar kir ku eger ku dewlet tiştek wiha dixwaze em jî amade ne ku pêvajoya guhertin û veguhertinê despê bikin.”

Karayilan ji bo ku ji vir û şûn ve jî pêvajo bi pêş bikeve got: “Divê Rêber Apo bikare yekser beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ger ne Rêber Apo be, dibe ku hin komên gêrîla çekdanînê qebûl nekin û ez bi xwe jî bangek bi wî şeklî li gerîla nakim. Pêwîste komên gerîla bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.

Karayilan di axaftina xwe de got ku ji bo Rêber Apo di vê qonaxê de rola xwe bilîze divê azad be û wiha dewam kir: “Em nabêjin bila were Qendîlê, Behdinanê, lê divê azad be û şande biçin hevdîtin bikin. Dikare li ser teknîk jî xebatên xwe bike, civînan çêbike. Dema pêwîst bû divê komên gêrîla biçin werin. Eger ne wisa be wê pêvajo li pêş nekeve. Eger ku Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bi rêve nebe hin fermandar û şervanên me wê qebûl nekin ku çek berdin, tenê Rêber Apo dikare bi wan çek bide berdan. Ji bo wê jî divê azad be.”

Karayilan di hevpeyvaîna xwe de got ku ji bo ku kongra PKK’ê kom bibe divê dewleta Tirk êrişan rawestîne, Hakan Fîdan û Yaşar Gûler roleke xirab dilîzin. Karayilan bal kişand ser axaftin û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Gûler û got ku ev herdû wezîr jî dixwazin pêvajo li pêş nekeve.

Karayilan da zanîn ku bi taybet Yaşar Gûler rastiyan berovajî dike û şerê psîkolojîk dimeşîne û wiha pêde çû: “Yaşar Guler bi axaftinên xwe pêvajoyê sabote dike. Agahiyên şaş dide raya giştî. Dibe ku heman agahiyan dide rayedarên dewletê jî. Dibêje ku me PKK’ê ji hêz de xistiye, heta tûne kiriye. Ya rast heqîqet berovajiyê van gotinane.

Karayilan got ku hêzên wan heya niha 24 balefirên keşfê yên bi çek û bê mirov xistine û got: “Me dîmenên wan jî bi raya giştî re parve kir. Gel çû li ser parçeyên wan foto kîşandin, eger hûn kêmek rast bi axivin hûnê dîmenên wan balefiran bi raya giştî re parve bikin. Hûn çima derewan dikin. Em gihiştine wê astê ku dikarin heya Enqerê çalakiyên hewayî pêkbînin.”

Karayilan di derbarê hêza gêrîla de jî got ku ger ku dewlet bi şer ser gêrîla de biçin wê gêrîla şer bike û bi ser bikeve. Karayilan heman demê de got ku gerîla hem ser erd, hem bin erd û hem jî di hewayî de êdî xwedî hêza şerkirinê ye.

Karayilan di hevpeyvîna xwe de cara yekem behsa civîna konseya leşkerî ya HPG ku di meha Çileyê de çêkirine û got: “Me di meha Çileyê de civîna xwe ya konseya leşkerî çêkir. Em gihiştin wê encamê ku em li her derî li gorî doktrîna şer a nû şer bikin. Lê ev berî banga Rêber Apo bû. Lê em bi xeta Rêber Apo ve girêdayîne. Rêber Apo xetekî li pêş dixe, ev xet ne tenê ji bo me ye, ji bo hemû gelê Kurd û herêmê ye û em bi vê ve girêdayîne. Lê ger ku dewleta tirk bi çek bi ser me de were, emê jî li gorî doktrîna şer li berxwe bidin û em bawerin emê bi vê doktrînê jî bi ser bikevin.”

Karayilan got: “Em dixwazin aştieyke rasteqîn pêk were. Divê mafên nasnameyê yên gelê Kurd bêne naskirin. Eger bi vî rengî bibe wê dostaniya bi Kurdan re pêk were. Niha ji hin derdorên Kurd re dibêjin dost in, lê belê ev dostaniyeke taktîkî ye, bila kes xwe nexapîne. Ji bo Kurdan li hemberî hev bi kar bînin taktîkan dikin. Ji bo dostaniyeke rasteqîn divê mafên nasnameyê yên Kurdên li nava xwe nas bikin. Çekdanîn li ser vê bingehê dibe. Bi vî rengî nebe nabe. Em têkoşîneke bi vî rengî dimeşînin. Rêber Apo vê pêvajoyê weke pêvajoya têkoşînê dinirxîne. Wê demê divê aliyên Kurd jî vê rastiyê bibînin û piştgiriyê bidin. Eger li Tirkiyeyê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin, li ser vê bingehê destûra bingehîn bê amadekirin, aştî bi vî rengî bê, hingî Tiriye wê qezenç bike û li herêmê bi Kurdan re dostaniyê dîne. Bi vî rengî nebe wê dewleta Tirk her tim ji bo Kurdan xetere be.”

Karayilan herî dawî bal kişand ser giringiya xwedî derketina li pêvajoyê û got ku divê herkes li vê pêvajoyê xwedî derbikeve û erkên xwe bi cih bîne û got: “Ev pêvajo ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir giringe, Rêber Apo vê pêvajoyê pir baldarî digre dest, hemû hewldanên xwe bi vê baldariyê dest digire. Em wek tevger, wek gelê Kurd divê bên gel hev û destê Rêber Apo xurt bikin. Ji bo ku dewleta Tirk serî li fêlbazî û rêbazên xapandinê neke divê em baldarbin. Ev pêvajo ji bo Kurdan xwedî qerekterek netewî, mîliye. Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin.”[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 253 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Linked items: 50
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 21-03-2025 (0 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Content category: Investigation
Content category: Kurdish Issue
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 98%
98%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 27-04-2025
This article has been reviewed and released by ( Ziryan Serchinari ) on 29-04-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 253 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.188 second(s)!