Demokratîkirina Sûriyê û naskirina #Kurdan# di destûrê de xebatên PYD`ê ya dema bê ye`
HESEKÊ-EHMED MIHEMED
Hevserokê berê yê PYD`ê Enwer Muslim got dê partî ji bo misogerkirina naskirina kurdan di destûra Sûriyeya pirreng a nenavendî de kar û xebatan bike û dê li hember hemû lihevkirinên li dijî gelê Kurd û gelên Kurdistanê bisekine.
`Demokratîkirina Sûriyê û naskirina Kurdan di destûrê de xebatên PYD`ê ya dema bê ye`
Rojên 18, 19 û 20'ê Hezîranê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 9`an bi dirûşma “Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin”, li bajarê Hesekê li dar xist.
Li gorî encamnameya kongreyê ya PYD'ê, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ji xebatên pêşîn ên partiyê ne û dê ji bo vê yekê tê bikoşe. Her wiha dê xweparastin, stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û aboriya civakî bi pêş bixe.
NASKIRINA KURDAN DI DESTÛRÊ DE
Der barê girîngiya lidarxistina kongreyê li ser asta Kurdistanê de hevserokê berê yê PYD`ê Enwer Muslim got : “Li gel êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, doza Kurd a ku bi sedan salan hatiye paşguhkirin û piştî lihevkirina Lozanê bi temamî hatiye çewisandin, lidarxistina kongreyê di vê demê de gelek girîng bû.”
Muslim balkişand ser siyasetên qirkirinê yên domdar ên li dijî kurdan û anî ziman ku li dijî vî gelî ku hejmara wî 40 milyon kes derbars dike, çi li Rojava yan jî Bakur yan jî li Başûr yan jî li Rojhilat êrişên qirkirinê têne kirin.
Li ser asta Rojava Muslim got: “Divê mafên kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bên naskirin. Divê mafên kurdan û gelên din di destûra nû ya Sûriyê de bên misogerkirin. Divê rêbazên berxwedana bi hev re û bi pêkhateyên din re heta sîsîtemeke demokratîk li welêt tê avakirin, bê zelalkirin. Divê bang li hikumeta Şamê bê kirin ku bikeve diyalogê, dev ji zihniyeta vegera bo beriya 2011`an a leşkerî û redker berde.”
Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê rêya yekane diyaloga avaker a realist e, teqezkirina pêşxistina hevalbendiyan bi hêzên opozîsyona nîştimanî re ku bi çareseriya demokratîk bawer dike. Di heman demê de di diyaloga bi desthilata li Şamê re vekirî bin da ku hemû dozên nîştimanî di sêrî de doza Kurd weke dozeke nîştimanî ya adil di destûreke demokratîk de bê çaresrkirin, ev ji biryarên kongreyê ne.
Têkildarî vê yekê Muslim got: “Ev peyama me ye ku rejîm dev ji zihniyeta xwe ya neqebûlkirina aliyê din berde. Ji bo sûriyan bi giştî, pergaleke demokratîk a nenavendî di destûreke lihevkirî de ava bike. Ev yek tenê dê bi rêya berxwedana partiya me û aliyên opozîsyona demokratîk pêk were ku ji bo berjewendiya sûriyan kar dikin ne ji bo ajande û berjewendiyên derve.”
`JI BO LOZAN DUBARE NEBE`
Her wiha Enwer Muslim îşaret bi girîngiya kongreyê kir û got: “Girîngiya kongreyê, ji helwesta zelal û diyar a partiyê ji bûyerên li Kurdistanê rû didin tê, di sêrî de êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Kurdistanê, aliyên ku li hember van êrişan bi taybet ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng dimînin, ji bo ku Lozan, Dersîm û Helebçe dubare nebe.”
Di encamnameya dawî ya kongreyê de wiha hate gotin: “Di kongreyê de behsa gelek mijaran hate kirin, jê hedefgirtina hebûna kurdan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji aliyê pergalên zordest ên navendî, dewleta Tirk a faşîst ve bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) û rêgeza îxanetê ku li dijî destkeftiyên Kurdan in, di nav de yên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin.”
Di kongreyê de berxwedana dîrokî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star(YJA-Star) hat silavkirin ku hewl didin, timayên osmaniya nû anku Mîsaqî Millî têk bibin.
Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Muslim got: “Nêrîna partiyê, diyar e, aloziya li Bakurê Kurdistanê her ku diçe girêktir dibe. Li şûna ku parlamenteran û leşkeran digire û sûcên li dijî mafên mirovan pêk tîne, çareserî jî di diyaloga dewleta Tirk li gel kurdan de nixumandiye. Ev helwesta Tirkiyê dê rewşa aloz girêktir bike.”
Her wiha Muslim anî ziman ku partî hemû lihevkirinên li dijî doza kurd, gelên Kurdistanê û mafên wan red dike û wiha pê de çû: “Agahî li ser hebûna lihevkirinan li Başûrê Kurdistanê û pêkanîna gelek hevdîtinan hene. Eger ev lihevkirin li dijî gelê Kurd bin û armanca wê tinekirina kurdan e, em wan şermezar dikin. Ji ber rêgezên partiya me li dijî lihevkirinên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê ye. Ev jî dehf dide me ku em li hemberê bisekinin.”
Muslim eşkere kir ku di dema bê de dê guhertinên girîng di kar û xebatên partiyê de pêk werin û ev agahî parve kirin: “Ji bo destekdayîna Rêveberiya Xweser ku li Sûriyê tecrubeyeke nû ye, dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat bê meşandin. Li ser asta Sûriyê jî, dê partî kar û xebatên xwe li ser bingeha Sûriyeya demokratîk berdewam bike da ku sûrî rolek di birêvebirina Sûriyê û bidawîkirina zihniyeta paşguhkirin û înkarkirinê de bilîzin.”
Enwer Muslim di dawiyê de ev nirxandin kir: “Em her tim hewl didin, ewlehî û aramî bê rûniştandin. Em dixwazin aştî belav bibe. Pêkhate hemû di nav aştiyê de be. Ji ber wê em tê dikoşin. Ji bo diyalogê, em ji hemûyan vekirî ne. Em ji aştiyê û demokratiyê re amade ne. Çi ji me bê xwestin em ê li Rojhilata Navîn û bi dewletên herêmê re bikin.”
[1]