Pirtûka Berberoj (Birîndarên ber bi rojê ve diçin) ya
Narîman EvdikêNarîman Evdikê jî qala lehengiya şervanên serêkaniyê yên li hermberî dijiminên hov berxwedane û bi giranî birîndarbûne dike. Qala wan rojan dike ku şervanên rojê bi lehengî berxwedane û parçeyek ji canê xwe diyarî azadiyê kirine, dike. Şervanên ku ling, dest, çav û parçeyên xwe kirine berdêla ku tenê bi xweşî rihetî zarokên kurd di vî welatê azad de bikenin.
Narîman Evdikê serdana leheng xwe birîndarên
SerêkaniyêSerêkaniyê dike û li ser zimanê wan her tiştî bi awayekî wêjeyî vedibêje û bi nav dike. Di pêşgotina pirûtka xwe de vê berhemê diyarî hemû giyanên şehîdên azadiyê, dayîkên azadiyê û zarokên serêkaniyê kiriye, di sala 2019'an de ji nav weşanên Komîteya Wêje ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê
QamişloQamişlo derketiye. Her wiha di pêşgotina berhema xwe de wiha dibêje:
''Min ner şer û ner jî berxwedan û lehengiya miletên serêkniyê dît, ev her yek her dem di dilê min de ma. Dema ez vegeriyam bajarê xwe, min wî azad û rizgarkirî dît, lê qurbaniya wê jî di her malê de bû, divê bû ku ez jî bi erka xwe rabim û bi pênûsa xwe keda zarokên bajarê xwe ji paşerojê re pêşkêş bikim''
''Raste min şer bi çavên xwe nedît, lê di rêya her gotinekê ji van gotinên ku min di vê berhemê de xêz kirine, gav bi gav, kêlî bi kêlî, derbasî dilê min bûn û ronî kirin.''
Narîman Evdikê navê pirtûka kiriye (Berberoj) ji ber ku di naveroka berhemê de diyar dibe ku bi saya lehengiya şervanên ku di ber vî bajarî û vî welatî de şer kirine û parçeyek ji canê xwe dane û di encama vê yekê de zarokên ku ronahiya rojê dibînin û wan jî roj nedîtin, lewma jî ew bixwe ber bi rojê ve teyîsîn. Her wiha wê di vê berhema xwe de (9) leheng hilbijartine û kiriye mijara berhema xwe. Bi kurmanciyeke hêsan û sade û bi awayekî çîrokî, wêjeyî û hunerî bi pênûs û kêla xwe ya rewan çîroka her şervanekî li ser maseya xwe ya nivîskariyê dirûtiye û kiriye kirasek xweşik û bi ser bejna serêkaniyê de berda ye. Her wiha ji tabloyê berhemê ve ku Şêwekar Enterê Şewo xêz kiriye, em dibînin herhemeke ciwan û herikbar teşe girtiye ku ew ê li ber dilê xwînerên xwe bi dermanek.
Berberoj mîna navê xwe, me bi ser çîroka her şervanekî de xwar dike û yek ji wan lehlengên birîndar bi çîroka Seyfo Berazî wisa ji me re vedibêje:
''Her dem çeka min hebû, lê tu carî min fikir nedikir ku ez ê rojekê pê şer bikim.''
''Rojekê em ber bi gunfê Firîsa ve diçûn ku em xwe bighînin hevalên li wir, min erebe dajot. Çeteyan mayîn li ser riya me çandibûn û ew di me de teqiya, hevalê gel min di cih de şehîd ketin, ez jî birîndar bûm. Bierîna min vê carê bi min re ma û dev ji min berneda, çavekî min baş nabîne û guhekî min qet nabihîse, lê dîsa jî piştî çend rojan ez vegeriya şerê xwe û min rizgarkirina Girê Spî bi çavekî dît.
Hevalek minî li Kobanê hebû, navê wî Welat bû, wî li Kobanê şer dikir û min li serêkaniyê şer dikir, lê me soz dabû hev ku em şehîd nekevin û li Girê Spî dest bidin hev û li Girê Spî me dest da hev''
Pirtûka Berberojê çîroka her şervanekî birîndar wiha ji me re qal dikir. Êdî xwarkirina serê Berberojê bi ser her çîrokeke şervanên birîndar de westiya û çîroka şervanan berdewam dikir...
[1]