Deriyê qotiya pandorayê hat vekirin
Nalîn Dicle
Di 8’ê Kanûnê de bi rûxandina dasthilatdariya 53 salan a Baas’ê sûriyê kete qonaxeke nû ya nediyar.
Dewleta TirkDewleta Tirk iyê û komên girêdayî wê, her çend xwe weke serkeftiyên vê demê nîşan bidin jî, lê belê rewşa heyî serkeftineke sexte ye. Pir eşkereye ku fetha Şamê û rûxandina rejîma Baas’ê ne bi şer bû. Heta ji ber ku li hevkirinek hebû berxwedanek dijber çênebû û di nava çend rojan de rejim hilweşiya. Rastiya li holê ewe ku di konjektora ku hatî avakirin de, bi taybetî piştî ku di şerê Xeza, Lubnanê de hêzên Îranî derbeyek giran xwarin û heza wê lewaz bû. Di heman demê de jî bi şerê Rûsya-Ûkraynayê de hêzên Rûsyayê giraniya xwe dane Ukranya, lewra serweriya wê ya li Suriyê lewaz bû, lewra bi vê rewşê rûxandina Rejîma Baas’ê di tepsiya zêrîn de ji komên cîhadîst-tundraw ên selefî re hate pêşkêş kirin. Heman hêzên ku ev konjektor ava kirin, di nava çend rojan da Colanî peresendî (evrim) derbas kir û bi biriqandina medyayê jî mîna leheng ê fetihkerê Şam’ê dane nîşandan. Ji bo bidin pejirandin, Colaniyê rih dirêj ê cîhadîst ji nû de afirandin. Rihê dirêj ku sembola hişmendiya selefiyên tundraw e kin kirin, bi taxim û qirewata ku lê kirin, bi sekin û tevgera xwe ji xwediyên projeya nû ya Sûriyê re êdî digot; ez di xizmeta we de me ezbenî!.
Ji ber gelek tiştên şaşwaz ku diviya nebûna dibin û têne normalîze kirin, lewra êdî kesek ji tiştekî şaşwaz nabe. Ji ber êdî çêbûna her tiştekî gengaz e. Di esas de ji ber her tişt bûye sexte û sanal, lewra êdî ji mirovan re tiştek pir seyr û ecêb nayê. Ji ber vê yekê aqilmendên projeya ‘Sûriya nû’ di nava çend rojan de ji selefiyek cîhadîst, serokek li gorî pîvanên Ewrûpiyan bi taxim û kiravatê derxistin. Di Colanî de peresendiya bi leza ronahiyê çêkirin, bê ku mejî bihebîne, mîna kompîtorekî format bikin, dixwazin hafizeya civakan, raya giştî jî wiha format bikin, bi vê formatê jî hemû kiryarên kirêt ên Colanî û kiryarên hemû komên cîhadîst ên selefî bidin jibîr kirin. Şeklê Colanî guhertin, lê hişmendiya wî ya tundraw çiqas karîn bidin guhertin, ev meçhûle. Her çend hişmendiya karekterîstîk ku nayê guhertin ji nedîtî ve bêne jî, wê rojekî mîna gurê har gezî xwediyê xwe jî bike. Ya herî esasî hişmendiya selefî ne li gorî rastiya pirrengiya Sûriyê ye. Jixwe hîna ji niha ve dest bi komkujiya pêkhateyên cuda kirine. Li aliyekî komên bi navê SMO ku çeteyên Tirkiyê ne, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî êrîş dikin, li aliyê din bi hinceta li ser bermayên rejîma Baas’ê operasyon dikin, dest bi komkujiya elewiyan kirine. Li herêmên elewiyan kiryarên kirêt, sucên şer ên têne kirin, îşkence û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînin her diçe zêdetir dibin. Hişmendiya cîhadîst a selefî herçend şeklê xwe guhertibe jî, lê ji ber hişmendî zehmete bê guhertin, lewra hîna ji destpêkê de êrişên tund û kirêt li hember nirxên civak, ol û baweriyan kirin. Li gel infazên bê daraz, komkujî, îşkence û kiryarên tecawuzkariyê, herî dawî dîmenên şewitandina mezargeha ‘Ebû Abdullah El Hisên El Xesîbî’ li devera Meyselûn a Helebê ye û qetilkirina 5 xizmetkarên mezargehê derkete holê. Li gel zext û komkujiyan, ev bêrêzî ya li hember nirxên olî û civakî bû sedema xwepêşandanan. Bi taybetî kiryarên komên selefî yên cîhadîst li hember elewiyên bê parastinin dikin, li gelek bajarên Sûriyê hate protesto kirin. Hêzên çekdar ên giradayî HTŞ’ê û SMO vê carê li himber xwepêşanderên ku bertekên xwe bi rêbazên demokratîk îfade dikirin, çek bikar anîn. Hêjmar tam neyê zanîn jî, lê di encama êrişa li ser xwepêşanderan de, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Bi qedexekirina derketina derve, bi rêbazên cur be cur ên tirsandinê, dixwazin bertekên hene biçewisînin.
Ya sosret kiryarên kirêt ên van komên selefî ji aliyê hêzên cîhanî ve nayê dîtin. Tevî terora ku dimeşînin jî, hêzên ku her tim demogojiya demokrasiyê dikin, bi rêzê têne bi Colanî re hevdîtin dikin. Mîna siyasetmedarên heftrû, çapemenî jî ji bo bi Colanî re hevpeyvîn çêbikin, bi hev re ketine nava pêşbirkekî mezin. Êdî pîvana jêhatîbûna dîplomasiyê bûye hevdîtina bi Colanî re, pîvana rojnamevantiya serkeftî jî bûye hevpeyvîn kirina bi Colanî re.
Di konjoktora heyî de bi desxistina Şamê hêsan bû, lê diyare ku wê rêvebirina wê ne hêsan be. Ji ber Sûriye pirreng e, gelek netew, ol, mezheb û çandên cuda lê hene, lewra bi hişmendiyeke tundraw a selefî bi rêvebirin ne gengaz e. Bi taybetî kiryarên li hember elewiyan têne kirin, ku firset bibînin wê çi bi serê pêkhateyên din bikin nîşan dide. Bêguman bi van kiryarên kirêt û komkujiyên li ser pêkhate û baweriyan, qelîştok û derzên di navbera ol, mezhep, pêkhateyan de firehtir dikin. Xwepêşandanên ku çêbûne her çend weke provakasyon, yan jî weke tehrîka hinek hêzan nîşan bidin jî, lê di esasê xwe de li hember rêveberiya HTŞ’ê pirsgirêka baweriyê ya heye nîşan dide. Ji derveyî hişmendiya cîhadîst û selefî, hemû mezhep, bawerî û pêkhateyên din yên Sûriyê, bi taybetî jin xwe di bin ewlehiyê de hîs nakin.
Bi hişmendiya çaxa navîn, gelo avakirina suriyek demomratîk çiqas gengaze? Suriya nû dixwazin bi kîjan hişmendiyê ava bikin, ji kabîneya hikûmeta Demkî ya Colanî diyar e. Kabîneya Colanî nîşan dide ku ti niyeteke HTŞ’ê ya avakirina hikûmeteke berfireh ku hemû rengên civakî hemêz bike nîne. Profîla kabîneyê piştrast dike ku di Sûriya nû de Al Kaîde û DAIŞ bûye deshilat. Ji xwe ji hişmendiyek wiha rêveberiyek demokratîk hêvîkirin, bi gotina herî mahsûmane saftî ye. Her çend hêzên herêmî û cîhanî ji bo Colanî bidin pejirandin bixemilînin û şirîn bikin jî, heta bixwazin di hinek aliyan de kontrol bikin jî, lê hişmendiya selefî ya tundraw bi komkujiyî, binpêkirin û kiryarên kirêt ku di nava 20 rojan de kirine, Sûriyê ber bi şerekê taîfî û mezhebî yê kûr ve dibe. Di esas de bi vê hişmendiyê deriyê qotîka pantorayê hate vekirin, êdî xerabî li hemû herêmê belav dibe. Ango ji aliyê HTŞ ve fetihkirina Şam’ê, bi temamî pêvajo neqediyaye, di esas de hîna pêvajoya şerê mezin û rewşa kaotîk hîna nû destpê dike.
[1]