图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,233
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,692
Video 1,279
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mesud Barzanî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
1 投票 5
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mesud Barzanî

Mesud Barzanî
Mesud Mela Mistefa Barzanî li (16-08-1946) li bajarê Mehabad li Kurdistana Êranê, li jêr alaya Kurdistan û li roja damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan li dayik buye. Li serdema temena kurt ya Komara Kurdistan li Mehabad ku yekem giyana serbixwe ya Kurdî buye.
Piştî rûxana Komara Kurdistan li sala (1947), binemaleya birêz Mesud Barzanî li gel komek li Pêşmergeyan û binemala wan naçar bûn vegerin Kurdistana Êraq û paşê li aliyê rejîma Êraqê ve hemû bo bajarên xwarê Êraq hatin dûrxistin, bi taybetî (Bexda û Besre), lê belê Mela Mistefa Barzanî bavê Mesud Barzanî rêberê şoreşa Kurd li gel hevalên xwe berev Yêkîtiya Sowyetê bi rêketin û heta sala (1958) li wir man.
Mesûd Barzanî bi sedema hokara siyasî û peywendiya bi şoreşa eylul xwendina navendî temam nekir û Bexdayê bi cîh hişt û li temena (16) sal li sala (1962) çek hilgirtiye û çûye rêzê Pêşmergeyê Kurdistanê û rolekî berbiçavî hebûye li şoreşa Kurd ku li yanzdeha eylula (1961) bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkird û heta sala (1975) berdewam bû. Li jêr rênimayî û piştgîriya bavê xwe têkilî xebata siyasî buye.
Birêz Barzanî jiyana xortaniya xwe terxan kiriye ji bo wan armancên ku Partiya Demokrata Kurdistanê bilind kiriye, li sala (1961), Demokrasî ji bo Iraq û otonomî û paşê federalîzm ji bo Kurdistanê li çarçêweya Iraqekî demokratîk da, rêzdar xebatekî mezin ji bo vê çareseriya rasteqîne kiriye.
Birêz Barzanî li temena bîst salî da bi awayekî rêk û pêk têkilî karubarê siyasî bûye û li sala (1970) beşdarî wê tîma Kurdî bûye ku gûftugoyê li gel Hikûmeta Iraqê, li ser rêkeftina otonomî kiriye. Li sala (1971) li dema sazkirina kongreya heşta Partiya Demokrata Kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendiya Partî hatiye hilbijartin û paşê bûye endamê yedegê mekteba siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî girtiye stûyê xwe.
Piştî ruxandina şoreşa eylul li encama rêkkeftinnameya Cezaîr li navbera Şahê Îran û Hikûmeta Îraqê li sala (1975), bi rênimayiya cenabê Mela Mistefayê bavê, Mesûd Barzanî li gel Îdrîs Barzanî birayê wî û jimareyek li hevalên xwe pêkve helsan bi rêxistina rêzên Pêşmerge û damezrandina serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo dakokîkirina li Kurd û Kurdistan û li (26/ Gulana/ 1976) şoreşa Gulan dest pêkiriye.
Li sala (1976 heta 1979) Mesûd Barzanî li gel bavê xwe li Emerîka jiyaye û piştî rûxana rejîma Şahê Îranê, vegeriyaye Îran û heta tertîbata hatina bavê xwe, bo Îran bike lê belê wê roja ku birêz Barzanî ( 01-03-1979 ) gihişte Îran, bavê wî li Washington koça dawî kir. Li meha (11 î 1979), li kongreya nehema Partiya Demokrata Kurdistanê bi awayekî demokrasiyane birêz Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistan hate hilbijartin.
Rola her yek li Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî yê birayê wî, gelek berbiçav bûye li salên (1980 heta wekî 1987) li damezrandina çendîn bereyên siyasî li Iraq û bi taybetî ku bereyên Kurdistanî li çendîn rêxistin û hizbên Kurdistanî damezrand.
Birêz Barzanî û ji malbata xwe gelek qurbanî li ser kêşeya Kurd daye û li dawiya li dayik bûnê heta 12 sal birêz bavê xwe nedîtiye, ku ew li dûrî welat li Yekêtiya Sowyetê dijiya. Sîxurên rejîm sê birayê birêz Barzanî teror kirine (32) kes le endamên malbata birêz li gel wan (8000) Barzanî bûn ku ji aliyê rejîma Bees ve li sala (1983) hatin enfal kirin. Cenabê Mesûd Barzanî xwedî çendîn hewldanên terorê bûye bi taybetî hewlên teror kirina li Viyana paytexta Nemsa li (08-01-1979). Rejîmê Iraq yek li dawiya yekê (16) çar gundê Barzaniyan xera kiriye ku gundê birêze, birêz Barzanî pirtûkekî li ser rola dîroka Mistefa Barzanî bavê xwe li Tevgera Neteweya Kurd li jêr navê (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd) ku li sê bergan pêk hatiye nivîsandiye, li gel çendîn gotar û babetên siyasî ku li rojname û kovarên Kurdistanê hatine belav kirin.
Piştî şerê hevpeymaniyan dijî bi Iraq, birêz Barzanî hem ahengî bereya Kurdistanî kir û serkirdayetiya raperîna adara (1991) ê Kurdan kir ku bûye hoya azad kirina beşekî mezinê Kurdistana Iraqê ji deste rejîma Bexdayê.
Li meha nîsana (1991) gûftugo li gel Bexda destpêkir û birêz Barzanî ji bo çendîn mehan Serokayetiya şanda Kurdî kir ku li hemû hizbên bereya Kurdistanî pêk hatibûn. Li gûftugoyan bi hîç encamek negihiştin bi sedema redkirina daxwaziyên Kurd ku birîtî bûn li otonomî herêmayetî û demokratîze kirina ji aliyên Iraqê ve.
Her wiha li kongreya (12) ê Partiya Demokrata Kurdistanê li sala (1999) birêz Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê careke din hatiye hilbijartin.
Birêz Mesûd Barzanî li salên nohtan û heta weku ji navçûna rejîma Bees, beşdarî çendîn kongre û civînên navdewletî kiriye. Wekî civînên Washington li sala (1992) û paşê li (1993) û li kongreya Selaheddîn (1992) û kongreya London li eylula (2002) û kongreya Selahedîn li şubata (2003).
Birêz Barzanî rolêkî xweyê serekî li sercem pêşhatiyên siyasiyê Iraqa nû da hebûye, paşê li damezrandina Encûmena hukimrana Iraqê li (31ê temmuza 2003), ku têda bûye endam û dawiyê jî bûye Serokê Encûmenê.
Li (12 Hezîrana2005) birêz Mesûd Barzanî wekî yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Nîştimaniya Kurdistana Iraqê ve hate hilbijartin.
Birêz Mesûd Barzanî li hilbijartinên roja 25-07-2009 bi rêjeya % 70 ê dengan bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê Kurdistanê ve duyemîn car wekî Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin û li roja 20-08-2009 li beramber Parlemena Kurdistanê sonda yasayî xwar.
Wekî Serokê Herêm, li çendîn welatan bi seredanên fermî kiriye û çendîn Serokê welat û Serok Wezîrê van welatan dîtiye, li encama van hevdîtinan de li gel Serok Bush Serokê Emerîka li (25-10-2005) û Tony Bileir Serok Wezîrên Britanya li (31-10-2005) û Papayê Vatîkan li (14-11-2005) û Berlusconî Serok Wezîrê Îtalya li (13-11-2005) û Şah Abdulla Melîkê Suudiye li (13-03-2007) û Şah Abdulla Melîkê Urdin li (19-03-2007).
Wekî Serokî Herêmê ji bo geşkirina hevpeymanî li nav hêzên siyasiyên Kurdistanê çend organekî damezrandiye û li herêmê proseya biryardanê baştir kiriye:
A- Li roja (22-01-2007) Encûmena Serokayetiya Kurdistanê hate damezrandin ku têda Serokê Herêm serpereştiya civînan dike, û Cîgirê Serokê Herêm birêz (Kosret Resul) li gel Serokê Parlemena Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Kurdistanê û cîgirên wan û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê.
B - Encûmena bilinda Partiyên siyasiyan, ku kesayetiya yekema partiyên siyasiyan têda endamin, ku ji van hizbên xwarê ve pêk dihêt: Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Komeleya Îslamiya Kurdistanê.
Serok Barzanî şeydayê xwêndinêye bi taybetî jî hez bi xwêndina pirtûkên dîrokî û siyasî û serbazî dike û her wiha gelek hez ji werzîşê dike.
Birêz Mesûd Barzanî sala (1965) dest bi jiyana hevjîniyê kiriye û xwedî heşt zarokane.
Barzanî şarezayî bi temamiya zimanê Kurdî û Erebî û Farisî ye, her wiha şarezayî zimanê Îngilîzî ye û dikare pê biaxive.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览15,819
HashTag
来源
挂钩项目: 18
小组: 传记
No specified T3 85: 南库尔德斯坦
性别:
Technical Metadata
项目质量: 80%
80%
添加( هاوڕێ باخەوان 23-08-2012
此产品最近更新( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ):21-01-2017
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览15,819
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.123 KB 23-08-2012 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,233
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,692
Video 1,279
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!