پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,903
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,723
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Eskerê Boyîk
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
پۆل: ژیاننامە | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link1
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eskerê Boyîk

Eskerê Boyîk
Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31ê tebaxa sala 1941ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê.
Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961ê înstîtûta Malhebûna Gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966an bi qîmetên here bilind dawiyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna Gundîtîyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktorîyê).
Sala 1974a têza doktorîyê diparêze û navê doktorê aborîyê distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew wusa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê dide. Di warê zaniyarîya aborîya gundîtîya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey ra berê xwe dide Ewropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, wî derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskarîyê, zanyariyê, civakîyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê wêje, çand û dîroka kurdî da. Her çiqas jî, di warê zanyarîya aborîya malhebûna gundîtîyê da bicîanîna lêkolînên zanîyarîyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû.
Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî wêje ye, jîyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşîya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtîstanê nikaribû tenê bi nivîskarîya kurdî ebûra(debara) xwe û neferên xwe bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwazim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgirêkên aborîya gundîtîya komara Ermenistanê, wusan jî bi serketin rêya kar û barê wêje û çanda kurdî da dimeşya.
Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, wêje û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993a ra gava ewî Ermenistan pişt xwe va hîşt, ji pey gelek zehmetîyan jê ra îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskarîyê, kurdzaniyê, bi taybetî bicîanîna lêkolînên di warê dîrok û dînê kurdên êzdî va mijûl bike.
Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtîya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, alîyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Di wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stranbêjê kurdî bi nav û deng Nizamettin Ariç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqîyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derbarî weşena albûma Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cuda ye. Helbestvanekî girîng e. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kêm e. Meriv dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike stran. Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: Albûma 'Azadî' ji 10 stranan pêk tê. Hemû stran jî li ser helbestên kurdên Kafkasyayê Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin. Navê albomê ji navê helbesta hogirê min Eskerê Boyîke 'Azadî' hatîye hildan. Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdarîya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên te yê nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.
Gava Esker, ji bo standina xwendina bilind sala 1961ê hate paytextê Ermenistanê Yêrêvanê atmosfêra wir bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina wêje, çand, hûner û kurdzaniyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50î mecal û îmkan kurdayetî ra berfire vebûn, îmkanê ji bo nû va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, ku dişibîya Ronêsansa (Ewropa) Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltî yên wêje û çanda kurdî, her wisa jî kurdzanîyê çê bûn: rojnema Rîya Teze ji nû va hate weşandinê, weşanên radyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê her roj bi zemanê dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojihlatzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê ya Zanîyarîyê da beşa kurdzanîyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê da sêksîya nivîskarên kurd hate demezirandinê, weşanxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hate vekirinê. Em êdî derheqê wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civiyabûn. Bi dehan dûhatîyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwendina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşî jî ji wêje û çanda kurdî xerîb girtibû, lê gîyanê kurdîtîyê û kemala helbestvanîya wî ya xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê cîyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt.
Helbestên wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema Riya Teze û bi radyoyê bi zimanê kurdî hatin weşandinê. Lê sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê Şiverê li Yêrêvanê hate weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hûnerê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975a bi sernavekî xweşik: Kulîlkên Çîya hate weşandin. Wê pirtûkê helbesta bi navûdeng da naskirin û çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê belav bû wusa jî ji sînorê wê derve jî di nav helbestvanên genc da belav bû. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hate weşandin.
Heta niha ev pirtûkên wî çap bûne: HELBEST - Şiverê di sala 1966an de weşiya. - Kulîlkên Çiya di sala 1975 - Duaya Serê Sibê di sala 1997 - Oda Çîrokan 1 helbestên zarokan di sala 1997 - Kulîlkên Birîndar di sala 1998 - Govenda Herfan helbestên zarokan - Ez Kilameke Melûlim - Tîrênc
Eskerê Boyîk helbestvanê dewrana me ye. Ji aliyê xwendevanan da hêjayî hizkirinê bûye. Diyarkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li cîyê pêwîst da jî kivş kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye stran. Şedetîke hêjatîya wî ye helbestvanîyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê anîye nava helbestvanîya kurdî, qet misqalekê jî şayîrên berîya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêzîya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifşkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e. Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêzîya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêzîya wî raxin li ber çavan û binirxînin. Helbestê Eskerê Boyîk nazikin, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çîya pêk tên, tije rem, germayî û kela jîyanê ne:
Kulîyê nazik Kulîyê berfê Nerm dibarin Têne erdê.
Usa qerqaş, Usa amin, Mîna têlê Porê dya min.
Tên dipêçin, Çîya, banîyê min Ku ber sermê Necemidin.
Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê bêjî ew bi germayî û hizkirna dilê xwe, heta bi 'porê dayka xwe' dixweze serma zivistanêda cihanê germke. Lê gorî xeysetê xwe yê şermoke ew evîndarîya xwe berbi evîna xwe, ya cinsî, yanê ya himber qismî jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgorîyayê xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin:
Havînê sî xweşe Zivistanê-tav Biharê sî û tav Hemêz dikin hev…
Ez sî me, Tu-tav, Were, domam, bihare Em bigihîjne hev.
Çiqas xweş, çiqas bi hûner û helbestvanîyê ya bilind hatîyê gotinê. Helbestvan xwe wek “sî“ lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê. Felsefa poêzîya Esker gelekî kûr e û bi pêra jî di alîyê moralîyê û pisîkolojîyê da pir tehsîrdare. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan dike, ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn, loma jî bihara jîyanê bi ji hev hizkirinê, evîndarîyê û amintîyê xweşe.
Helbesteke biçûke din:
Ezê hildim îro vê Dara bîêye beyanî, Hubirêda kim dilê xwe ra Nav esmanê şîn-sayî Nemê tera binivîsim Li ser pala vî çîyayî: -Tu jî derê ber dêrî Ku min bibe ronayî.
Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek, ku tenê efrandina Eskere… Helbestvan evîndarê xezayê, çîya û banîya, mêrg-çîmanan, kanîyên avsar û zozanan e. Zarotîya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, ajalan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî dêşe.
Berf barî rê û dirbê Çîyê xitimîn, Mij û dûman hatin serê Rîya kimkimîn. Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî Li çîyê man, Em vegeryan, gelo ça bû Halê wan?
Helbestvan xwendevan jî bi xwe ra dike heyr û motac, evîndarê xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendîyê û hostatîya berhemdayînê, efrandariyê ye, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav xweşikaya jîyanê da tên temam kirinê. Bêy vê faktora jîyanî bi tenê hostatîya helbestvan nikare tesîrê li ser gîyana xwendevanan çê bike. Ev herdu keremên Xwedê jî jî Esker ra hene. Têma evîna berbi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da cîyê xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji wan helbestan dibare.
Gelek helbestvanên kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêzîya welatevîntîyê û miletevîntîyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nine, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya tirajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawarîya min helbesteke vê babetê ya here baş, ya here bi hunura helbestvanîêye bilind, ya naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me Eskerê Boyîk raberî xwendevana kirîye:
Kê nifir kir ku em wa bin, Bê cî-sitar mîna gurê serê çîya bin, Mala xwe da em bêpar û em bê war bin, Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin.
Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin, Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin, Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq, Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin…
Kê nifir kir, ku em awa tîş û par bin, Dora me tev çavê sar û mejûyê har bin, Rê jîyanê me ra ewqas zor û zemet û dijwar bin, Em jî ser rîya, çav li derya, penaber û stûxwar bin.
Weke kifş dibe, li ber rewşa milete girane tirajîk helbestvanê dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike, ku her bi tenê boyî we yekê bala me bikşîne ser kêmanî û şaşîyên nava civaka me kurdan da çêbûyî, ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tel û tûj, ku me kurdan ra dibêje tê bêjî tên “xwerinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî- “fikirînê”. Poyêzîya Eskerê Boyîk ya welatevîntîyê xurte him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê . Em êdî wê yekê nabêjin, ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagerkirên Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntîyê-miletevîntîyê: “Heta kengê ?”, “ Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihare”, “Kurdistan” “Cimeta xwe ra”, ”Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”, “Ewra bare xwe dagirtîye” û gelek gelekê din. Lê evîndarîya wîye weletvanîyê xweşbînî ye. Ew bi şerdarya gelê xwe yê azadarîyê da baware, bi hîvî û gumane ku gelê wîyî mêrxas wê serkeve û ji zulma dagerkiran rizgar be:
Ez zanim Kurdistanê çêbe, Azadî ala wê be, Edlayî tifaqa wê be Ez zanim Kurdistanê çêbe. Tavê qelema wê be, Çavê alemê lê be, Ez zanim Kurdistanê çêbe. Lawê Kurd egîtê wê be, Îro be yanê sibê be, Ez zanim Kurdistanê çê be.
Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeryê jî balkêşin. Kurteçîrok , şano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qimetkirin. Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin, ku roman li ser doza tirajêdîya êl û eşîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê. Şanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”, “Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almanîyayê demên dirêj hatine lîstinê.
Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eşkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karakter (xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat . Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giştî, temamî û sipêsîyalîst (pêşekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beşeke gelê me kurden êzdî da eva êdî cîyê ecêvmayînê ye. Di vî ware zanîyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weşendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.
Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdîyatîya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne menîya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê (civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdarîya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatîya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola misilmantîyê, ku piranîya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandîyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew sîyaset berdewam e. A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtîyê ji alîyê zanyarîyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn.
Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdîyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji alîyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima misilmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatîya di navbera kurdên misilman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” , lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkanîyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretîyê kirine nava vî gelî û cîyê dilêşîyê jî ewe ku her tiştî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtîya wan wêran dikin.
Derheqa wê dutîretîyê ji alîyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe “ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partîyake ermenîya ya desthilatdar ya nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendîyên şexsî u qezenckirina navên erzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan… Pak bû xelkê bi alîkarîya rewşembîrên wure kurd ( li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ Rewşenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdîyan” neçûn “. ( rûp. 6). Piştî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêlîya bicîanîna lêkolînên zanîyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên wisa hebûna ( yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastîya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin (bûyarên birakujîyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdîyên” sexte û miletçîyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtîya xwe înkarkirina…” ( rûp.7). Pêwîste em li vê tangê wê rastîyê kifş bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewşenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêşin da dimeşîya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçîyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd.
Vê tangê da usan jî balkêşin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdîyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuqurîya, “Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestîyê”, analîza hinek qewlên êzdîyan û hvd…
Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û wisa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan (2004 û 2008) hatîye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagirkerên Kurdistanê, cihana misilmanîyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdîyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtîyê mêze dike û tiradêjîya kurdên êzdî wek ya temamîy kurdan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên misilman wek beşeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdîyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkîya Osmanîyê û xulamokên wan kurdên misilman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began.
Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) sêksîya, beşa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûşkî bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan ra bona weşendinê rêkomêndasîya (kefîldarîya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê ra bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye.
Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojîya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt ra “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.
Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asîya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtîya Kurden Qazaxistanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endamê Yekîtîya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê wêjeya Qazaxa- Abay ji rûsî werdigerîne kurdî, bi alîkarîya Ezîzê Zîyo temamîya belgeyên KGB yên li ser sirgûnîya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkazîyayê berbi Asîya navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Prof. Knyazê Îbrahîmî wêjezan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktorîya Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almanîyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdîyan hebû: “Mala Êzdîyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkarîyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.
Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzanîyê-êzdîzanîyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konferans û çalakîyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdîyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdîyan” bi deha pirtûk daye weşandin.
Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. Nîşana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsîyê, dexesyê, çevnebarîyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbirîyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdarîyê ya mezin jî carna carnûsîyê û dexesîyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatîyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêzîya Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan. Di ware îsanetîya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên, heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên welatîyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin sîyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastîyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane.
Eva xên ji hestên berpirsîyarîyê ji dilovanî û dilsozîya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatîyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronakbirekî angorî wî wê peyda bibe û cîyê wî tijeke, dilêşîya xwe bona çêbûna wê zîyanê û kêmasîyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne. Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meşîyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyarîyê, ku ew îro 70 salîya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi şabûn û hêvîya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyarîyê yên nû.
Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtîya Niviskarên walatê sovêtê bû, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd.
Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, şanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da (sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvanîya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Alîyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weşendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkazîyayê sirgûnî wur kiribûn. Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyarîyê-pûblîsîstîye, rêsênzîyayên ser nivîskar û zanîyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her wisa jî pêşgotinên pirtûkên kurdîyê. Bi pêşgotinên wî hatine weşendinê: romana Hecîyê Cindî „Hewarî“ (Weşena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatîyên Wezîrê Eşo „Parîyê Berdamayî“ (Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“ (Weşena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Hecîyê Cindî û Emînê Evdal (Weşena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetîyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).
Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye. Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgîya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adîyan fîlozof û xasê ola Êzdiyatîyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).
Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanîyarîyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojname û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser wêjeya kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2010), „Êzdîtî bawerîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatîya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdîyatî gerekê bibe warê zanyarîyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Rîya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.
Berhem
1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966. 2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975, 3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979. 4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. 5.MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989. 6.TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987. 7.KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990. 8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991. 9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997. 10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998. 12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002. 13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004 14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004 16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, Îstenbol, 2004. 15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006 17. Xezev; roman; beşa dudan, weşena Deng, Îstenbol, 2008 18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009 19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011 20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA , Istenbol, 2011
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 9,328 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 18
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی لەدایکبوون: 31-08-1941 (83 ساڵ)
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): یەکێتیی سۆڤیەتی پێشوو و ڕووسیا
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 92%
92%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 13-03-2013 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 16-12-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە 9,328 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.110 KB 13-03-2013 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
مەیان خاتوون
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,903
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,723
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
مەیان خاتوون
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.25 چرکە!