图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,211
图片 105,526
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zinar Soran
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zinar Soran

Zinar Soran
Zinar Soran di 2yê cotmeha 1955 de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Zaroktiya wî di odeya gund û di nav civata eşîrtiyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civata kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û kultura xwe ya kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre.
Berî ku ew dest bi dibistana destpêkê bike li cem Mele Mahmûdê meleyê gund Quranê carî dike. Pênc salî dest di dibistana gund dike. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne.
Pêwendiyên malbata wî û bi taybetî têkiliyên apê wî Hecî Hesen bi hinek meleyên welatparêz yên wê demê re dibe destpêka kurdperweriya wî. Hîna di dema dibistana pêşîn de, apê wî çend helbestên kurdî bi wî dide jiberkirin.
Piştî xwendina xwe ya lîseyê diqedîne, di nîsana 1973an de dihere Almanyaya Rojava. Beşdarî Festîvala Berlîna Rojhilatê ya navneteweyî dibe. Di wê demê de bi Peymana 11ê Adarê di nav Tevgera Kurdistana Iraqê û dewleta Iraqê de, kurdên Başûr mafê otonomîyê bi dest dixin. Ji ber vê yekê jî cara pêşîn bû ku, grûbek kurd li ser navê Kurdistana Iraqê, bi awayekî resmî û bi cil û bergên kurdî beşdarî fesîtvaleke weha navnetewî dibûn.
Zinar Soran û apê wî Hecî Hesen 01-07-1956
Lê piştî demekê, ew qîma xwe bi jiyan û xebata siyasî ya Ewrûpayê nayîne û vedigere welêt. Li Diyarbekirê dest bi xwendina bilind ya mamostetiyê dike. Di wê demê de, ji hilekê de xwendina xwe û ji hêla din de jî xebata xwe ya siyasî didomîne. Lê ji ber ku karbidestên dewletê dibistana Diyarbekirê digrin, ew jî wek gelek xwendekarên dinê xwendina xwe li Ankarayê didomîne û di sala 1979an de xwendina xwe diqedîne.
Piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî dadikeve Binya Xetê. Di dawiya sala 1983an de jî tê Swêdê û niha li vir dijî. Ew zewicî ye û sê keç û kurekî wî heye.
Li welêt di wê dema ku di nav tevgera neteweyî de çi bigre hemû gotûbêjên siyasî bi tirkî bûn, ew yek ji wan kesên pêşî ye ku dixwaze vê adetê bişkîne. Ew hewl dida ku di civîn, semîner û gotûbêjên xwe yên siyasî de bi kurdî biaxive. Lê ji bilî hinek têbinîyên taybetî yên di wan semîner û civînan de hîna dest bi nivîsandina kurdî nekiribû.
Cara pêşîn li Binya Xetê ji bo kovara zarokan Kulîlkê dest bi nivîsandina hinek çîrokên kurdî dike û ew çîrok di wê kovarê de tên weşandin. Ji ber vê yekê jî ew wê kovara zarokan Kulîlkê wek mamostayê xwe yê destpêka bikurdînivîsînê dibîne. Ew çîrok jî pêmayiyên wan şevbihêrkên civata kurdî yên zaroktiya wî bûn.
Piştî ku ew tê Swêdê dest bi mamostetiya kurdî dike. Ew giraniya xwe bêtir dide ser bikurdînivîsînê û wek prensîp êdî bi kurdî dinivîse. Bi taybetî li ser dîroka komele û rêxistên kurdan dixebite. Beşek xebat, lêkolîn û nivîsên wî di hinek kovar û malperên kurdan de hatine weşandin.
Ew demeke dirêj wek redaktorê berpirsiyar kovara zarokan Kulîlkê derdixe. Nivîsandina bi kurdî weke perçakî xebata siyasî ya neteweyî û demokratîk dibîne. Loma jî ji nivîskarekî bêtir xwe dildarê bi kurdînivîsînê dibîne.
Ji havîna 1990î û heta niha beşdarî nav xebata KURMANCîyê dibe. Weke tê zanîn ev xebat li ser zaravê kurmancî tê kirin û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsî ve tê birêvebirin.
Yek ji wan bîst damezrînerên ku di 22-01-1995 de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê damezrandin e. Piştî kongreya damezrandinê heta îro di Komîteya birêvebir ya vê komeleyê de cih girtiye. Herweha ji destpêkê heta dawiyê ew weke endamekî redaksiyona ÇIRAyê xebitiye ku kovara Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bû.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览8,113
HashTag
来源
挂钩项目: 3
图书馆
1. Gurî
日期与活动
小组: 传记
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 80%
80%
添加( هاوڕێ باخەوان 17-11-2013
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):11-09-2014
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览8,113
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.153 KB 17-11-2013 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,211
图片 105,526
书籍 19,120
相关文件 96,177
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!