图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,478
图片 106,123
书籍 19,170
相关文件 96,504
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dilawerê Zengî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî
Dilawerê Zengî
Jiyana wî
Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalikê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê #Amûdê# bicî dibin.
Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê. Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Lê xwe ji xwendina pirtûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên kurd û civatên wan bêpar nekir.

Di sala 1979an de û li Amûdê bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, di wê salê de dest bi nivîsandina helbestanê dike. Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) akameke bandoreke pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Diya wî Ferîde Elî gelek zarok ji nav agirê sînema Amûdê xelas kiriye û bi navê Diya Pakrewanan tê naskirin. Bandora Şêxê welatparêz û neteweperest Şêx Sedredînê bavê kal pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina kurdî dike.

Du salan li gundê Girê Sor mamosteyî dike. Di sala 1979an de, li ber destê seydayê Tîrêj hînî nivîsandina helbestê dibe, û ji wê rojê de heta roja koçkirina Seyda hevaltiya wan berdewam kiriye. Di sala 1980î de ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zanîngeha Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî karê xwe dikeve. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike. Di sala 1983an de li ber destê Osman Sebrî hînî nivîsandina serbest dibe. Ji wê rojê de, li dora deh salan, têkilî di navbera wan de berdewan dibe ta ku Apê Osman ji nav me koç dike. Li bajarê Şamê gelek kursên fêrkirina zimanê kurdî li nav kurdên Şamê lidar dixe û bi sedan xort û keçên kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike.

Di warê ramyarî de, li dora 35 salan kar kiriye û di vî warî de gelek keda wî heye. Di sala 1987an de Rewşen Bedirxan nas dike. Piştgiriya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pertûkên wê û yên malbata wê de kir. Bîranînên Salih Bedirxan. Name bo Mustafa Kemal Paşa, Mîr Bedirxan û hwd...

Di sala 1991ê de piştî serîhildana kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî girê dide. Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên kurdî de kar dike. Ji bilî nivîsandina lêkolîn û helbestan karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsandiye û dinivisîne. Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên erebî wergerandiye latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye ji wan: Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî; Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan; du dîwanên helbestvan Ebdurehmanê Mizûrî: Ji evîna çirayên kevin û li xelkê tehlê li min şêrînê. Li dora 200 pirtûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê kurdî li Sûriyê daye weşandin.

Di sala 1985an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: Royar, Rodî, Ronî û Rewan.

Di sala1999an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya YNDK li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê Rêzname werdigre. Di 12/7/2000 de, li ser navê Komîta xelata Osman Sebrî diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismail Beşikçî dike. Di sala 2004an li ser navê Komîta xelata Osman Sebrî diçe Almanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danielle Mitterrand. Di sala 2008an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Almanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil. Di sala 2011an de careke din ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya YNDK li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê Rêzname werdigre. Di sala 2012an de, bi destê komela Celadet Bedirxan ya çandeyî li bajarê Qamişlo hat xelatkirin. Di sala 2013an de, ji hêla komela Şawişka ve li bajarê Qamişlo hat xelatkirin.

Gelek caran serdana Kurdistanê kiriye û ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û gelek serkirdayetiyên partî û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî li Başûrê Kurdistanê dihate pêşwazî kirin.

Têkilî, danûstendin û hevaltiya wî bi van navdaran re pir xurt bû: Seydayê Tîrêj, Seydayê Cegerxwîn, helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), ronakbîrê mezin Osman Sebrî, wêjevana gewre Rewşen Bedirxan, dîroknas Hesen Hişyarê Serdî, helbestvan Keleş, helbestvan Hamid Bedirxan, helbestvan Umerê Le'lê, zimannas Ehmedê Palo, helbestvan Hadî Behlewî, zimannas Rezoyê Osê, wêjevan Tewfîq El-Huseynî, helbestvan Mihemed Elî Heso, helbestvanê hêja Ehmedê Şêx Salih.. û htd.

Berhemên wî di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, zargotin û wergerandinê de, li dora 30 pirtûkî weşandiye. Gelek pirtûkên wî yên destnivîs hene.

Ji sala 2013 ta bi 2020 ew serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya bû.

Berhemên Dilawerê Zengî yên çapkirî
Dîwana (Pêdarî), Helbest. Sal:1985.
Gramêra ziman-Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko -wergerandin-1990.
Ji mesela Kurdistanê-Celadet Bedirxan-wergerandin-1990.
Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan1991.
Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li xelkî tehlê li min şirînê)- 1991.
Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E.S. Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.
Alîkariya Rewşen Bedirxan kir di weşandina hin pirtûkan de, ji wan:
-Bîranînên min -Salih Bedirxan-. -Name bo Mistefa kemal paşa. (Celadet Bedirxan). -Bîranînên jinekê (perçê didiwan).

Şerefnameya Menzûm- Cegerxwîn- ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin.1997.
Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî.
Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998.
Stran, berf û baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan.
Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ. 1998.
Berî heyv hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî. Ji weşanên Mîdiya-Erbîl. 2001.
Qedrîcan-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî). Çapxana Aras, Hewlêr 2001.
Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001.Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. Careke din li Stembol, weşanxaneya Pêrî, 2005- hate çapkirin.
Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî.-veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
Qedrîcan -helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana komal, Stembol-2004. Careke din ev pirtûk li çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005an de hate çapkirin
وثن للعشق dîwanek ji helbestan- wegerandina: Şêx Tewfîqê Huseynî. Weşandina Dar -Kîwan-Şam -2005.
Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral. 2006.
Serpêhatiyên Kurdan-Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxana Emîral.2009.
Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat), D. Zengî, Perçê 1-2. Beyrût-Libnan.Çapxana Emîral. 2009.
Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.2009.
Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.
Bîranînên Celadet Bedir-Xan. Komkirin û veguhestin: Dilawerê Zengî. Bi herdû zimanan /Kurdî-Erebî/. Çapxana: Emîral. Beyrût-Libnan. Çapa: didiwan. 2010.
Ji wêjeya dozê. Amadekirin û komkirina Dilawerê Zengî û Ehmed Şihab. Almanya- Berlîn- 2011.
Osman Sebrî. (Jiyan, Tekoşîn û Berhem), Beyrût-Libnan. Çapxana: Emîral.Sal: 2012. Bi zimanê Kurdî-Erebî.
Çîroka alaya Kurdî. Qamişlo. 2013.
Pirtûka Wêjeya Kurdî- Di navbera Rastî û hêviyan de. Qamişlo, 2014-an de çap dike.
Pirtûka Li dirêjahiya dîrokê: Kurd û Kurdistan. Qamişlo, 2015-an de çap dike.
Nivêjên Êzîdiyan- Celadet Bedirxan- Veguhestina tîpan ji erebî bo latînî: D.Zengî- Qamişlo, 2017
Xwendina Kurdî, Kamîran Bedirxan. Wergerandin bo zimanê erebî: D.Zengî. Qamişlo 2017
Rewşen Bedir-Xan, (Jiyan û Berhem). Dilawerê Zengî, Qamişlo 2017
Ji Xunava Bîranînan, (Dîtin û Hevpeyivîn), Qamişlo 2017
Raperîna Çanda Kurdî di Kovara Hawarê de, Daner: Husên Hebeş, Wergerandin ji zimanê Kurdmancî bo zimanê Erebî: Dilawerê Zengî, weşanxana: Dar, Qamişlo, sal:2017.
Rewan, (Gotar û Lêkolîn), pêşgotina Dilovanê Deştê,Qamişlo 2017
Tabloyên Şerefnamê, Ebdulreqîb Yûsiv Zıvıngî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2018.
Destpêka edebiyeta kurdî, Mihemed Uzun, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2019.
Şerên Sasûnê, Osman Sebrî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2019.
Qîrîna Mirinê, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, pêşgotina Dilovanê Deştê, Qamişlo 2019
Dîwana Gulistan, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, Qamişlo 2019
kurdên Çewisandî û Birayên Wan Ên Misilman, Cemal Nebez, wergerandin ji zimanê erebî bo kurdî Dilawerê Zengî, Qamişlo,2021, çapxana Pêla.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览20,442
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | wikipedia.org
相关文件: 1
挂钩项目: 25
小组: 传记
No specified T3 82: Amuda
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( هاوڕێ باخەوان 21-05-2014
此产品最近更新( سارا ک ):20-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览20,442
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.113 KB 21-05-2014 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,478
图片 106,123
书籍 19,170
相关文件 96,504
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!