图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,794
图片 106,069
书籍 19,349
相关文件 97,383
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Emerîkê Serdar
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Emerîkê Serdar

Emerîkê Serdar
Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.
Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endamê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).
Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhranê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.
Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.
Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.
Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.
Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.
Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.
Hetanî nha 10 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana hevt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn Nûrê tenê wergerandye.
Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.
Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.
Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.
Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.
Em dikarin bêjin, wekî nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.
Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.
E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêşin ew janr da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”).
Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.
Nivîskar Yêrêvanêda dijî û diefirîne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览9,597
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurd.amarikesardar.com/ 15-02-2024
相关文件: 1
挂钩项目: 23
小组: 传记
Date of Birth: 08-02-1935
Date of Death: 19-02-2018 (83 年份的)
No specified T3 85: 亚美尼亚
人键: 记者
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( هاوڕێ باخەوان 13-09-2014
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):15-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览9,597
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.184 KB 13-09-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,794
图片 106,069
书籍 19,349
相关文件 97,383
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!