Zeynel Abidîn Han
Zeynel Abidîn Han di sala 1961 de li navçêya Qereyazî ya girêdayî bajêrê Erzurmê hatiye dunyayê. Perwerdeya sereta û navencê li vê derê، amedeyî jî li navçêya Gımgım/ Varto ya bajarê Mûşê xwendiye. Di sala 1980 de ji aliyê cûntaya leşkerî ji hinceta bizavên siyasî û Kurdayetiyê ve hatiye hepiskirin û 1981-84 li hepsa Diyarbekrê ya bi navê "Zîndana Jimarê 5" maye û bi tevî bi hezaran Kurd zulm û tedayiyeke mezin ya dewleta dagirker dîtiye.
Piştre derketiye û xwendina xwe berdewam kiriye، li Enqerê Zanîngeha Ziman، Dîrok û Erdjimarî de Beşa Felsefe xwendiye û demekê di amedeyiyên taybet de dersên felsefe daye. Di sala 1995ê de jiber zextên dewletê mecbûr maye ku derkeve derveyî welat. Ji sala 2002 û vir de li Berlîn bajarê Almanya bi kiarê weşangeriyê ve mijûl e. Heta niha heft roman û heft dîwanên wî yên helbestan hatine weşandin. Her wisa berhemên xwe yên li ser felsefe û raman jî hene û ji 2015 û vir de kovara felsefî û rexneyî ya bi navê XWENAS de edîtorî û serperiştî dike. Gelek wergerên wî yên felsefî û her wisa rêzeberhemeke wî ya bi navê "Dîroka Felsefe" ji bo weşanê dihête amadekirin.
Heta niha 7 romanên wî derketine; ya yekem "Binfşên Tariyê" di sala 1999 de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Doz hate weşandin.
Roman:
1. Binefşên Tariyê : 1999 -Stenbol- Weşanên Doz
2. Girava Stêrên Vemirî - 2002- Stenbol، Weşanên Gün
3. Bigrî Heval - 2004- Berlîn - Weşanên EVRA
4. Kela Hawaran - 2010- Berlîn - Weşanên Han
5. Sar - 2011- Berlîn - Weşanên Soran
6. Rêwiyên Dutenêbûnê - 2014- Amed - Weşanên Ronahî
7. Siya Çûyînê - 2014- 2014 - Berlîn - Weşanên Soran
Dîwanên Helbestan:
1. Agir Digrî - 1998 - Almanya - Weşanên Hoybûn-
2. Dûr û bê Qesem - 2001- Almanya - Weşanên Havîbûn
3. Eniya me ji agir - 2009- Berlîn - WEşanên Han
4. Bêriya te dil dihêrîne - 2012- Berlîn - Weşanên Han
5. Qet pireyek qasî me hilneweşiya - 2014- Berlîn Weşanên Soran -
6. Keskeşîn - 2016- Berlîn - Weşanên Soran
7. Dilê min negrî çi dibe - 2004 - Berlîn- Weşanên Evra
Felsefe:
1. Bandura Felsefeya Kurd (Ramana Zeradeşt- Mazdeîzm) li ser Dîroka Felsefê (Weşanên Evra)
2. Felsefe û Rûmeta Xwezayê (Weşanên Han - 2009)
3. Dîroka Felsefe 1 (Felsefeya Serdema Seretayî - Felsefeya Antîk) Li ber çapê ye
Werger:
1. Xweparêziya Sokrates (Platon) : 2003 - Berlîn - Weşanên Havîbûn
2. Memê Zirav (Yaşer Kemal) : 2003 - Berlîn - Weşanên Havîbûn
3. Min jibêriya te paywend kevin kirin (Ehmed Arif) : 2004- Berlîn - Weşanên Evra-
4. Panzêr radibin ser me (Enwer Gokçe) : 2005 - Berlîn - Weşanên Evra
5. Pîr Sultan Evdal im ez bi peyman im (Pîr Sultan) 2005-Berlîn- Weşanên Han
6. Felsefe، Cînayet، Leşkerî û Wêje - Ehmed Altan - 2005- Weşanên Evra
7. Sîmyager - Paulo Coelho - roman - 2003 - Almanya- Weşanên Havîbûn-
CD/Helbest
Çemê Keseran : 2000 - Fîdan Mûzîk - Stenbol
⚠️ Dieser Artikel wurde in (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!