Elezîz Mezra an jî Xarpêt
Navê bajarê kevn di çavkaniyên Urartiyan de wek Karberd (Kela Kevir) û yên Bîzansiyan de jî wek Xarpet dihat naskirin. Navê bajar di çavkaniyên Ermenî û Ereban de wek Hinzit derbas dibe. Hisn-ê Ziyat (kela Hisn) navê bajar yê kevn bi farisî bû. Piştre nav wek Mezra hatiye guhertin. Navê bajar dema Sultanê Osmanî Abdulezîz de wek Mamuret ul-Ezîz (bajarê ku Ezîz çêkirî ye) hatiye guhertin. Nav sala 1937 wek Elazığ ji alî tirkan ve hatiye guhertin.
Ciyê coxrafî û hudûdên bajêrbiguherîne
Bajar di nav paralelên 38° 17´ û 39° 11´ bakûr û merîdyenên 40° 21´ û 38° 30´ rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakur bi Dêrsimê ve، li rojava bi Meletiyê ve، li başûr bi Amedê ve û li rojhilat jî bi Çewlîgê ve tê girêdan.
.....
Taybetiyên erda bajêr biguherîne
Pîvana erda bajar 9.151 km² ye. Ji vî erdî % 57،2 wî çiyan، % 14،9 wî deştan، % 1،1 wî zozan û % 26،8 wî jî ji platoyan pêk tê. Erda herêmê ji bo çandina tene، kixsên şekir، pembo û fêkî pir musaîd e.
....
Çiyayên herêmê biguherîne
Çiyayê bilindtir yê herêmê çiyayê Sipî (Akdax) e (2.620 m). Çiyayê Hezar (2.347 m)، Mastar (2.171 m) û Hesan (1.864 m) jî çiyayên bilind yên herêmê ne.
......
Deşt، zozan û gelî biguherîne
Deşta Xarpût Bajarê Elezîzê li wê deştê hatiye avakirin. Mezinbûna deştê 36 km² ye.
Deşta Palo: Li navça Palo li ciyê ku Çemê Muradê diherêke gola Kebanê ye. Deştên Behramaz û Melekendê jî deştên din yê girîng in.
Geliya çemê Firatê û geliya çemê Muradê، geliyên girîng yê herêmê ne.
....
Çem û gol biguherîne
Çemê Murad، dirêjbûna wî 600 km ye. Çavkaniya çemê li çiyayê Aldaxê (Wan) ye. Çem şaxek çemê Firatê ye û diherêke gola Kebanê.
Ava Heringet û Ava pêrê jî، şaxên çemê Mýradê ne.
Çemê Firatê، çemê herî dirêj yê Kurdistanê ye ku di erda herêmê de jî diherêke.
Gola Hezarê (bi tirkî، Gölcik)، dirêjbûn 15-16 km û firehbûna wê jî 5 km ye. Li bashûrê bajar e.
Gola bendava Kebanê، mezinbûna golê 687 km² ye. Bi ava çemê Murad، Firat û çemên dora Elezizê tije dibe.
Tevahîya sermijar herêmê (tevlî gundan) 568.239 e.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!