📊 Հոդվածներ 374,195 | Նկարներ 58,996 | Գրքեր 10,982 | Կից փաստաթղթեր 42,520 | 📼 Video 167 | 🗄 Աղբյուրները 14,598
🏠|📧|Օգտվողի մասին!|Գրադարան|📅
🏠 Սկիզբ|📧 Հետադարձ կապ|||💡 Օգտվողի մասին!
|
📅 Այսօր 07-06 պատմության
📅Ժամանակագրություն միջոցառումներ
📅 Օր
📆07-06-2020
📆06-06-2020
📆05-06-2020
📆04-06-2020
📆03-06-2020
📆02-06-2020
📆01-06-2020
📂 ավելի շատ ...
📅07 June
📝 Քրդական փաստաթղթեր
📊 Վիճակագրության եւ Հարցումներ
✌️ Վկայիցն
💚 նահատակներ (Al-Anfal)
☪ ISIS - ի զոհ
😞
👩
📅 Date of Birth
📅 Date of Death
👫 Մուրաթ Քարայըլանը
...
👫 Նեչիրվան Բարզանին
...
👫 Արամ Տիգրան
Արամ Տիգրան (1934 - 2009թ. օգոստոսի 8), ժամանակակից հայազգի երգիչ և երաժիշտ։ Ծնվել է հյուսիսային Սիրիայի Ալ-Քամիշլի բնակավայրում։ Մասնագիտացել է ուդ նվագելու մեջ։ Քսան տարեկան հասակից իրեն նվիրել է երաժշտությանը, երգել է երեք լեզուներով՝ քրդերեն, արաբերեն և հայերեն:
Համարվում է լավագույն քուրդ երգիչներից և երաժիշտներից մեկը: Ձայնագերել է շուրջ 230 երգ քրդերենով, 150՝ արաբերենով, 10՝ ասորերենով, 8՝ հունարենով։
Արամ Տիգրանը եղել է Քրդստանի բանվորական կուսակցության ցմահ առաջնորդ, այժմ` Թուրքիայի
👫 Աբդուլլահ Օջալանը
...
👫 Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê | 🏷️ խումբ: Կենսագրություն | Հոդվածներ լեզու: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr | 👁️‍🗨️
✍️

Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê


Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Di roja 10-10-1950′î de li gundê Dekşûrîyê hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûriyê temam kiriye. A navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnameyan de nivîsiye . Wilo jî di malperan de nivîsiye, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî û Zanîn.
Ji havîna sala 1970′êyî ve dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî, helbesta kevneşop û nûjen nivîsiye, şano di kovaran de belav kiriye, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navên : Dîk-Dîko – Libhinarê – Bavê Hepûn – Şengê û Pengê – Finda Şemal çap kirine. Bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî wergeranine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina her du navan hatine çapkirin.
Ji 1972′an ta 1974′an Endamê komîta berpirsiyariya kovara “Şoreşgêr” bû, ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû.
Di van salan de jî bûye endamê komîteya çapderîn, ku sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
Di sala 1977′an de korsa fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Moskoyê, ji grûpeke xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.
unnamed (1)
Her wiha di heman salê de bûye endamê komcivîna damezrandina “Hevbenda Kawa Bo Wêjeya Kurdî” damezrênerên vê hevbendê : Bavê Nazê; Dr.M.E.Najarî; Dr.S.Mulla û Rezo bûn ku li Moskoyê pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin be dane weşandin.
Ji sala 1978 ta 1980yî bûye endamê “komîta amadekar” bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.12688239_819464754865947_7562123792140595292_n
Ji sala 1980′an ta 1981′ê Berpirsyariya belavoka ” Ronakbîr “, li Sûryayê, kiriye.Ji sala 1982′yan ta 1984′an bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna “Kursên Zimanê Kurdî” li binekova Cizîrê kiriye.
Ji sala 1983′yan ta 1993′yan Berpirsiyariya kovara “Stêr”,bi Bilûrvan re weku damezrêner, paşê bi Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.Di sala 1993′yan de Endamê komîteya berpirsiyar bû di kovara “Pirs” de.
di sala 2002′yan de Endam û yek ji damezrênerên ” Komîteya Xelata Cegerxwîn” bû.
Di sala 2003′an de bûye endamê komîteya şêwirdarên kovara “Pêl” ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê “PENa” Kurd. Her wiha di heman salê de vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir” Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de” pêşkêş kiriye.
Di sala 2004′an de wek endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya “rojên wêjeyê li Amedê” bûye û beşdarî kiriye.
Di 2005an de bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat. Her wiha di heman salê de vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li ser ” Hevoksaziya Kurdî ” . pêşkêş bike . Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,bi tenê lêkolîna xwe rê kir.
Di 2006′an de endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duyemîn li Duhokê bû.
Di sala 2008′an de bûye endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê .Di sala 2008′an de wergêrê xelata yekemîn ya Fablê li Wanê bû
Di 04-03-2010′an de û piştî berxwedaneke mezin li ber nexweşiya Penceşêrê, endeziyar, nivîskar, û torevan Rezoyê Osê serê xwe danî, xatirê dawî ji jiyanê xwest û li gundê Dekşûriyê hat veşartin.
⚠️ Այս տարրը գրվել է (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ Նյութերի գույք
🏳️ Հոդվածներ լեզու: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 Date of Birth: 10-10-1950
💓 : ✔️ Yes
👥 Ազգ: ☀️ Քուրդ
🗺 Երկիր - Նահանգ: ⬅️
🌐 Լեզու - Բարբառ: 🏳️
👫 Մարդիկ մուտքագրել: ✍ Գրող
⚤ Սեռը: 👨 Արական
🏙 Քաղաքներ: ⚪ Qameeshly

⁉️ Technical Metadata
✨ Նյութի Որակի: 86% ✔️
86%
✖️
 30%-39%
Վատ👎
✖️
 40%-49%
Վատ
✖️
 50%-59%
Վատ
✔️
 60%-69%
Միջին
✔️
 70%-79%
Շատ լավ
✔️
 80%-89%
Շատ լավ👍
✔️
 90%-99%
Գերազանց👏
86%
✔️
Ավելացրել է (Manu Berzincî) վրա Jul 4 2017 10:02PM
👌 Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է (Hawrê Baxewan) կողմից Jul 5 2017 9:23AM
✍️ Այս տարրը վերջերս թարմացվել է (System Administrator) վրա: Jul 6 2017 11:22AM
☁️ URL
🔗
🔗
⚠️ Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (📏 Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
👁 Այս տարրը արդեն դիտվել 1,856 անգամ

📚 Attached files - Version
Տիպ Version 💾📖🕒📅 👫 խմբագիր անունը
📷 Լուսանկարը ֆայլ 1.0.118 KB Jul 4 2017 10:04PMManu Berzincî
✍️ Թարմացնել այս նյութը!
☰ ավելի շատ
⭐ Ավելացնել իմ հավաքածուների
💬 Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!

✍️ Նյութերի պատմություն
🏷️ Metadata
RSS

📷 Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
🔎 Փնտրել Google ընտրված տարրը.
⠪ Share
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ Աստիճան Հատ
⭐⭐⭐⭐⭐ Գերազանց
⭐⭐⭐⭐ Շատ լավ
⭐⭐⭐ Միջին
⭐⭐ Վատ
⭐ Վատ

Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê

📚 Կից փաստաթղթեր: 0
🖇 կապված նյութեր: 2
📅 Ժամկետները եւ իրադարձություններ
1.👁️04-03-2010
2.👁️10-10-1950
📂[ ավելի շատ...]

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.06
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| Էջ սերունդ ժամանակ: 0,109 երկրորդ (ներ).
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574