KAMAL SULEIMANI
JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY
Destpêk
Di vê nivîsê de, ez li ser çendîn nivîsên nekişifkirî yên rewşenbîrên kurd di rojnameya osmanî
Tecüman-ı Hakikatê ya sala 1880 disekinim. Nivîsên rewşenbîrên kurd ên dawiya sedsala 19mîn
resmekî îstisnaî yê tirs û hêviyên wan pêşkêşî me dike û her wiha pencereyekê vedike bo
têgihiştina hişmendiya kurdên misilman. Ev nivîs hewldanên rewşenbîrên kurd ên bo dawa
hebûna xwe ya esasî (primordial) ya wek neteweyek cuda bin xêz dikin. Ev nivîsên nadir wek
çavkaniyeke yekta xizmetê dikin bo têgihiştina şert û mercên siyasî yên dewra serhildana Şêx
Ubeydulah de.
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,502