Kela Zembîlfroş, kela herî kevn a #Farqîn (Silîvan)# ye. Tê gotin ku di dema Tîgranê Mezin de hatiye restorekirin û mezinkirin. Pişt re Marûta (Marûsa) kela mezin avakiriye. Kela Zembîlfiroş navê xwe ji destana Gulxatûn û kurê mîrê Hekarê Zembîlfroş digre. Ji ber vê destanê, yek ji cihên ku herî zêde li Farqînê navdar e û li seranserê Kurdistanê hatiye nasîn û bûye malê hemû gelê kurd jî, ev kele û ev destan e. Lê mixabin ku neha ji wê ezameta kela bi nav û deng zêde tiştek li paş nemaye.[1]