=KTML_Bold=Hênê=KTML_End= (bi tirkî: Hani) şaroçka (bajarok-qeza) #Amed#ê ye, dikeve bakurê Amedê. Ji ser riya Licê ve 97 km û ji ser riya Têrkanê ve jî 60 km ji Amedê dûr e. Ji rojhilat ve ji aliyê Licê, rojava ve Pîran, bakur ve Çewlîg û Elezîzê ve tê dorpêç kirin. Şaroçke di nav zincîreçiyayên Torosan de ye. Navenda bajarê Hênê di navbera sê çiyayên paralel de ye. Li navrasteke zirav û dirêj e ku ji Pasûrê û Licê heta Hêne dom dike.
=KTML_Bold=Dîrok=KTML_End=
Hêne wek navend û herêm gelek kevn e û dîroka gelek gundên navçê digihe serdema neolotîk. Li herêmê şopên Hûrî û Mîtaniyan gelek dîyar û zelal in. Hûrî û Mîtanî berî mîladê 3000-1500 li herêmê karbidest bûne. Gundê Hûrê navê xwe ji serdema Hûriyan digre. Şikeftên dema Hûriyan niha jî li vê herêmê pir in û berbiçav in. Asurî, Îskitî, Medî, Persî, Mekedonî, Romayî û Bizansî li herêmê hukumranî kirine û li ser gelek xerabe û zinaran hîn jî şopên nivîs û wêneyên wan hene. Herêm demeke dûr û dirêj ketiye destê Nêrbîyan. Ji Nêrbiyan re ”Nayrî” jî gotine. Bi navê Nêrbê hîn jî navên çend gund, çiya û herêm hene. Padîşahê Asûrî Tîglaper herêmên Licê û Hêne dagîr kiriye û dewleta Nêrbiyan hilweşandiye. Tîglatpîleser-l berî Mîladê di navbera salên 1114 - 1104an û Salmanasar-lll jî berî Mîladê di navbera salên 850-830 î de hukimdar bûne. Du nivîsarên ku ji aliyê Tîglatpîleser ve li ser kevirê şikefta Biriqleynê hatine nivîsîn hîn îro jî hene. Li ser zinarên şikeftên Biriqleynê nivîsên padîşahê Asûriyan Tîglaper hîn îro jî hene. Navên heft gundên wê herêmê hîn îro jî bi ”Nêrbê” dest pê dike. Navê çiya û naverastê jî Nêrbê ye.
Hêne, di zaravaye dimilkî de tê wateya kaniyê. Bi qasî ku hatiye tespît kirin ji salên 1800an ve nehiyeya Licê bûye. Hêne di sala 1878an de statûya şaredariyê (belediye) standiye. Di salnameya Diyarbakirê ya 1873an de dinivîse ku li Licê û Hênê du dibistanên ruştiye hatine vekirin. Dokûmenta nivîskî ya herî pêşîn ev e ku Di sala 1875an de midûrê nehiya Hênê Cafer Axa bûye û li Hênê dibistana ruştiye vebûye û midûrê wê Mustafa Efendî bûye.
Di 1958an de Hênê bûye qeza. Ji Hêne re bi tirkî Hani dibêjin. Li navenda Hêne şeş tax hene. Niha du Hêne hene: Hêneya Nû û Hêneya Kevn. Hêneya Nû piştî erdheja 1975an li navbera Hêneya Kevn û Enqerîsê ji bereqan hatiye avakirin. Niha xelkê mal û avahiyan lê zêde kirine. Navbera Hêne û Enqerîsê hemû bexçe û şînahi ne.
Li gor hejmartina giştî ya sala 2000an şêniya (nifûsa) navendê 10.800 û ya gundan 27.018 ye û hemû navend û gund 27.818 ye. Xelkê navenda Hêne bi zaravayê dimilkî (zazakî) dipeyivin.[1]