Şankuş[çavkanî pêwîst e] an jî Çinguş[2] (1928: جونكوز / Tchuneguch (Çunguş)[3], 1946: Cüngüş/Çüngüş[4], bi tirkî: Çüngüş) navçeyeke #Amed#ê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. 117 km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489 km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2.200 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji kurdan pêk tê.
Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Qereqeyayê (Karakaya) di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KWh hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran[çavkanî pêwîst e]. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,530 جار بینراوە