图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,511
图片 106,556
书籍 19,263
相关文件 97,083
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Feqî Huseyîn Sagniç
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Feqî Huseyîn Sagniç

Feqî Huseyîn Sagniç
$Feqî Huseyîn Sagniç$ (1926 - 12-03-2003 ) nivîskar û zimannasê kurd bû.
Feqî Hûseyîn Sagniç di 1926'an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê #Xoros#ê navça #Hîzan#ê bajarê #Bedlîs#ê ye. Ew salek piştî bizava Şêx Saîd hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navça Xîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştanda bûm, bavê xwe winda kir û sêwî ma. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bû berxwan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavaniya wa sê sal li pey hev domand. Di wê navê de wî Quran xwend. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çû gundê Oranisê li medresa Seydayê (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir.
Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domand. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî di ciyên wanda wî rencberî kir. Dûre ew çû leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriya, di navça Tetwanêda rûnişt. Wan mala xwe jî anî wir. Ji bo pêkanîna aboriya xwe, dest avête xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrand.
Li ber wan karên xwe yên aborî de, xebatên wî yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna felsefe metafizîk û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşiyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Wî xebatên sîyasî tenê bi medresiyan re dikir. Di wan demanda baweriya bi dibistanan tuneye. Û bi wan ra pêwendî jî çênenedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî re çêdibe. Ev dîtin û pêvendiyên han, piştî dawiya sala 1959an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”e de bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe pêşdixîne.
Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964an dive revoke. Lê piştre xwe radest dike û dikeve zîndana Tatwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derdikeve. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê dadimezrînin. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, bi rêya hevalekî xwe dibe endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî tên girtin. Dûre gelek caran tê girtin û gelek dadgeh lê tên vekirin. Feqî Hûseyîn Sagniç, di navenda Çanda Mezopotamya de dersên zimanê Kurdî dide. Di damezirandina Înstûtiya Kurdî ya Stenbolê de cîh digire. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara Înstûtiyê ye û her wiha di bûltenên Înstûtiyiê de, nivîsan dinivîsîne. Lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derdikevin. Her wiha ew bi giranî bi Kurdî dinivîsîne.
Mamoste Feqî Huseyn, gelek caran jiber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû. Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand. Roja 20 ê çiriya paşîn (sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma. Roja 12 adara 2003 roja çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy çu ser heqî ya xwe. Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamoste pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt. Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin.
$Hesen Kaya derheqê Apê Feqî de dibêje:$
Ji bo Apê Feqî xebat pîroz û ser her tiştê re bû. Ape Feqî jî bo ku pîrtûka xwe yê Dîroka Wêjeya Kurdî biqedîne bi salan li malan xwe li ser kompîtura xwe rojê deh saetan rûdinişt û wî berhem qedand. Piştê ku berhem bi dawî bû Apê Feqî berhemê anî û teslîmê min kir. Da min ku ez wî sererast bikim. Piştê ku berhem ji ber destê min jî derket û ji bo sererastkirina helbestê di berhemê de wî û Aysel Xanim dest bi xebatê kirin. Rojê heşt-neh saetan li avahiya enstûtiyê dixebitîyan. Di çarem roja xebatê de piştê ku civîna çarşemê jî qediya, sed heyf û xebînet seyda dozdehê şevê de li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind xwîn çû mejiyê wî. Seyda çil û çar roj di komayê de dimîne û çil rojê wî yê di komayê de derbas dibe û bijîşkan ji bo ku Apê Feqî dijî an jî najî wî û xezmên wî re hevdîtinek bikartîne. Jina wî, kurê wî û keça wî ji Apê Feqî dipirsin hela dijî an jî najî. Lê ji wan pirsan diyar nabe ku Apê Feqî dijî an jî najî. Hesen Kaya dibêje ez jî di nav xizmên wî de bûm. Min jî ji Apê Feqî re got: Seyda! Pirtûka te çap bûye û li çapxaneyê ye. Çavê wî zîq li min ma. Devê xwe lepitant. Pişt re jî min got: Seyda! li Iraqê dewletan Kurdan avabiye. Soz ku tu rihet bibî emê herin tû yê li Zankoya Hewlerê li ser pirtûka xwe konferansekê li dor bixî. Piştê van gotinan şabûna xwe bi avayekî diyar nîşan da. Apê Feqî ne mirovekê wisaye ku şûna wî were tijîkirin.[1]
$Berhemên Mamoste Feqî Huseyîn yên ku hatine weşandin ev in:$
1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - ( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
2. Çîrokên Kurdî, 1999 - (Fablên Kurdî)
3. Hêmana Rêzimana Kurdî, 1991-
4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1, 1991-
5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, 1992-
6. Portreler, 2000-( Bi Tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jiyanê ne)
7. Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002-(700 rûpel, sed mixabin ku mamosta vê berheme xwe nedî û çû ser dilovaniya xwe. Dema di komayê da bû pirtûk ji çapê derket. Pirtûkê birin ser ciyê wî. Mamoste vê berhema xwe ya giranbûha bi du sterkên çavan silav kir.)
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,087
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | Wikipedia
挂钩项目: 2
小组: 传记
Date of Death: 12-03-2003
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Badlees属性
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 语言
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 04-03-2020
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on04-03-2020
此产品最近更新( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ):04-03-2020
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,087
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.17 KB 04-03-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,511
图片 106,556
书籍 19,263
相关文件 97,083
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!