Ayla Akat Ata (* 16'ê reşemiyê 1976'a li #Amed#ê) siyasetmedareka kurd e û niha parlamentera Batmanê ye.
Ayla Akad Ata li Zanîngeha Dicleyê li Amedê beşa huquqê xwendiye û parêzer e. Demekê di Komeleya Mafên Mirovan (IHD) de xebat kir û di nav damezrênerê Platforma jina ya Amedê de cih girt. Ayla Akad Ata endama DTP'ê ye û niha parlamentera Batmanê ya DTP'ê ye.