Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe Dîrok, Civak û rojane
Ziman Kurdî
Dîrok 2014
Weşanxane Weşanên Soran
Rûpel 600
ISBN ISBN: 978-3-9816686-7-4
Kobanî Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobanî ya dîrokî [Kobanî Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobaniyê ya dîrokî], pirtûkeke nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Di sala 2014an de derket. Pirtûk bi kurdî ye.
Pirtûk, bi teybetî, berxwedanaka dîrokî a li Kobaniyê tînê ser ziman. Piştî 15ê êlûna 2014an û pê de, bi alikarîya tirkiya, Çeteyên DAÎŞê hêrîşî kantona Kobanê a li rojavayê kurdistanê kir. Hêrîşên çeteyên DAÎŞê ên li kantona Kobanî berê jî hebûn. Lê ji 15ê êlûna 2014an û pê de, asta hêrîşan gihişt asta herî bilind. Bi armanca şikandina kobanê û bi wê re ku derbeyekê li şoreşa rojavayê bixin, DAÎŞ dane hêrîşkirin li ser kobanê. Di pirtûkê de nivîskar Abdusamet Yigit tînê ser ziman ku DAÎŞ´ê dixwezê ku pêşî kobanê bixe û piştre Hesekê û Afrînê jî bixe û bidest bixe.. Di pirtûkê de nivîskar tînê ser ziman ku ev weke planakê hatîya kifşkirin û ev plana sedsalê ya. Pirtûk, rewşên sîyesî, dîplomatîkî û hwd, ji gelek aliyan ve hûr û kûr li ser nêzîkatîyên hêzên navnetewî, yekîtîya ewropa û neteweyên yekbûyî û hwd ên di derbarê kobanê de jî disekinê û tînê ser ziman.
Pirtûk, bi perspektifek dîrokî roja me û bûyarên wê ên ku li rojhilat rû didin jî dahûr dike û tînê ser ziman. Pêvajoya ´çareserîyê´, rewşa statûya kurdan, plan û stretejikên ku li dijî kurdan û li ser serê kurdan hatina pêşxistin, bi perspektifên dîrokî û di çerçoveya bûyarên ku rû didin û hêrîşên demkî ên ku li civate kurd din de tînê ser ziman. Pirtûk, hûr û kûr li ser têkiliyên kurdan ên navxweyî jî dirawastihê. Ew têkiliyên navxweyî ên rêxistin, sazî û partîyên kurdan ku ji gelek aliyan ve dibina lingekî xweza ên wan hêrîşên ku tên ser serê civate kurd de jî dahûr dike. Di roj û sedsale me de, divêt ku kurd bi hevdû re têkiliyek çawa dênin, bi dahûrên demkî û perspektîfên dîrokî di pirtûkê de hatina ser ziman.
Nivîskar, di pirtûkê de hanîya ser ziman ku hêrîşên ku li ser kobanê re li civate kurd û herêmên kurdistanê bûn, bi armanca şikandina kurdan bûn. Lê hêrîşan, gîyanek hevbeş ku navê wê kobanê ya afirand. Bi vê yekê, nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûkê de dibêje ku berxwedana kobanê, bû milad di nava kurdan de. Êdî em divê ku bibêjin ´dema berî berxwedana kobanê´ û ´dema piştî berxwedana kobanê´. Bi gotinên ku di wan rojên ji êgir de ku di çapameniyan de cih digirtin û digotin ku kobanê ket re, nivîskar Abdusamet Yigit şîroveyek balkêş ji wê re hanîya û gotîya kobanê, piştî ku kobanîyan wê berxwedana dîrokî ku bo temenê serhildankirina her çar beşên kurdistanê, ku ketiba jî, wê ancamên wê ên dîrokî ji ya serkevtina wê ne cudatir ba.Pirtûk, ji gelek aliyan ve li ser berxwedana kobanê a dîrokî dinivîsêne. Berxwedana kobanê, weke ku nivîskar jî di pirtûkê de tînê ser ziman, dûnya rakir serpîyan û bi wê re di sedsale 21´ê de bû navê berxwedana kurdistanîya ya bo maf ûa zadîyê. Nivîskar, di ´pêşgotina´ dîrêj ku ji pirtûkê re nivîsandîya, berxwedana kobanê dişibêne ´berxwedana keleha dimdimê´. Pirtûk, di demek dîrokî de hat nivîsandin. Di rojên ku ev berxwedana dîrokî a kobanê dewam dikir de, pirtûk hatîya nivîsandin û bi dawî kirin û piştre bêyî ku ser ve dem were dirêjkirin hatîya weşandin ji aliyê weşanxaneya soran ve.