Bokan
Bokan (bi farisî: بوکان, lat. Bukān), bajarekî Rojhilata Kurdistanê li Îranê ye û navenda şaristana Bokan (şaristan) e.
Bokan ji aliyê bakur ve digel Miyanduaw , başûr Seqiz , rojhilat Şahîndij û rojava jî Mehabad û Serdeştê hev sînor û cîran e.
Li gorî amara fermî ya Îranê Bokan piştî Kirmaşan , Urmiye û Sine mezin tirîn bajêra Rojhilata Kurdistan û 12mîn bajêra mezin a Kurdistanê ye.
Xelkê vî bajarî piranî mijulî xebat û karên hunerî ne lewma Bokan bûye paytexta hunerî ya Kurdistanê û li tewahiya Rojhilata Kurdistan ê ji bo karên hunerî berê xwe didin wê bajarî.
Zimanê gelê Bokanê Soraniya fermî û pêwere. Ola xelkê Bokanê Îslama Sunî ye û li gorî mezhebê jî şafiî ye.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!