Bayê Aazadiyê pirtûkek kurteçîrrokan ya #Lokman Polat# e.
Çîrrokên pirtûkê:
Bayê Azadiyê ji 15 kurteçîrokan pêkhatî heye ku digel pêþgotina nivîskar, li ser hev 106 rûpel e. Ev kurteçîrok di destpêka salên 1990î de hatine nivîsîn û bi giranî li ser jiyan û xebata þervanên kurd, rewþa gundiyên Kurdistanê û hovîtiya dijmin li welatê me ne. Pirtûk ji aliyê birêz Lokman Polat de hatiye nivîsîn û Weşanxaneya Çanda Nûjen ew weþandiye.
Pêşgotin
Niha, ji ber ku pirtûk êdî ne mîna nanê tenûrê germ û nerm e û çend sal di ser derketina wê re derbas bûne, ez gelekî fikirîm ka vê pirtûkê çawa binirxînim û dîsan jî min zehmetî di nirxandinê de kiþand. Ne ji ber ku min ê nikaribûya tiþtek li ser wê bigota, min ê nexwestibûya wê bipesinînin an jî newêrîbûya kêmasiyên wê bînim ziman û rexne bikim lê ji ber ku diviyabû min ji xwe re perspektîvek bibijartiya. Lê perspektîv di rewþên wiha de zaf bûn, tenak problem ew bû ku yek ji wan jî nikare bi tena serê xwe têr hêjayî û kêmasiyên pirtûkê bîne ber xwendevanan.
Eger bi tenê armanc ev nivîsar bûya, bes bû min bi tenê perspektîva dîrokî, ango di vê delîvê de rewþa kurteçîroknivîsiya kurdî bi taybetî an jî wêje û zimanê kurdî bi giþtî di dema nivîsîna van çîrokan de, li ber çavan bigirta û diyar bikira ku birêz Lokman Polat karek bêwêne hêja kiriye. Bêguman ev yek bi serê xwe jî rast e: herçî ku pirtûkên kurdî niha jî kêm in û hunera çîroknivîsiya nûjen li cem me hê baþ nekemiliye, di destpêka salên 90î de rewþ sedcarî ji niha jî kamax- û wêrantir bû. Li aliyek din, bi dehan þoreþ û serhildan li Kurdistanê hat pêkanîn, di nav wan de bi hezaran mêrxas û çelengên nedîtî û bêmînak rabûn û dîsan jî bi dehan hezaran keç û xortên nestêle giyanê xwe yê pak di vê þopê de gorî roj û tavek geþ kirin daku ew bê û ewrên tikîtarî ji ser esmanê welatê me rabike û tîrêjên azadiyê li çiyayên berz û zozanên hênik, bejiyên beyar û mêrgên têrav bireþîne... Lê piþtî têkçûna yek li pey a din a van serhildan û berxwedanên bêpayan tiþtek ji me re li pey wan nemaye çimkî roman û çîrokên nivîskî li ser wan bûyer û rûdanan nehatine vegotin; serokatiya pirraniya serhildan û þoreþên me girîngî nedaye dokumentkirina þer û pevçûnan, serkeftin û têkçûnan û ji ber ku gelê me hema bi temamî ji arþîvek gelêrî/neteweyî ya başparastî bêpar bûye, hertiþtê me hertim di bin gefa wenda- û jibîrbûnê de maye.
Zimanê pirtûkê
Herçî zimanê çîrokan e, ew asan e û xweþ li wan tiþtan tê ku bas jê tê kirin. Hevok jî sade û baþ kêrî wan kesan jî tên ku ji berî vê pirtûkê gelekî bi zimanê kurdî nexwendibe. Bêguman divê negotî nemîne ku gelek þaþîtiyên rêzimanî û yên çapê hene. Bi taybetî kesandina lêkeran/verban (ango tewandina lêkeran li gor cînavan) mîna tevlihevandina nîsk û savarê dixwiye. Lê dîsan jî divê neyê jibîrkirin ku pirtûkên din jî yên di heman demê de derketî bi heman tevliheviyan rû bi rû ne. Tiþtek din jî a biçûk lê balkêþ bala min kiþand: nivîskar çend caran paþgirtika tirkî -sa/-se bi lêkerên kurdî ve zeliqandiye: bike-se (yapar-sa= ku bike), biçe-se (gider-se= ku biçe). Herwiha carinan ena tirkî jî ji bo superlatîvandina rengdêran (adjektîvan) bi kar aniye: En pirr jî keyfa Zozanê hatibû (Herî pirr ...).