Mem Mîrxan nivîskarekî kurd e. Mîrxan di sala 1968'an de li gundê #Xidranî#yê ku girêdayî navçeya #Amed#ê ya Erxenîyê hatiye dinê. Dibistana seretayî li heman gundî xwendiye, dibistana navîn li gundê Gîsgîsê ku sê gund ji Xidraniyê wê de bû xwendiye. Dibistana amadehiyê li Erxeniyê xwendiye û piştre jî mafê xwendinê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya zarokan bi dest xistiye û xwendiye. Piştî 13 salên mamostetiyê ku li gundê Başkoy (Dîgor a Qersê), gundekî navçeya Karapinar a Konya, gundê Şukurlî ya navçeya Çinarê ya Amedê û hwd, ji ber ku rêveberê Sendîkaya Mamosteyan (Egitim Sen) surgûnî Osmanelî ya bajarê Bilecîkê bû.
Piştre derbasî Şaredariya Mezin a Amedê bû û bû serokê daîreya karker û karmendan. Piştre jî di sala 2004'an de jî bû serokê daîreya parastina hawirdorê. Niha Serokê Daireya Çand û Turizmê ye.
Mem Mîrxan di kovara qerfî Pîne, rojnameya heftane Welat, Welatê Me, Hîwa û gelek malperên kurdan de bi kurdî nivîsî. Di rojnameya Azadiya Welat de di sala 2003'an de dest bi qunciknîsiya beşa civak û jiyanê kir û piştre jî dest bi qunciknivîsiya aborî û piştre jî ya çand û hunerê kir. Di Gelawêja 2004'an de tevî 11 nivîskarên kurd beşdarî derxistina Kovara W bû û tê de nivîsî.
Her wiha bi tirkî jî di kovara mehane ya Emekçiler, Evrensel û Özgür Gündemê de rêzenivîs, nivîsên lêkolînî û çandî