图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,044
图片 105,145
书籍 19,081
相关文件 95,588
Video 1,266
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xelîlê Çaçan
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xelîlê Çaçan

Xelîlê Çaçan
$Xelîlê Çaçan Mûradov$ (11-01-1924 - 13-11-1981) rojnamevan û nivîskarekî kurd e.
Xelîlê Çaçan berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê bû. Ji 58 salên jiyana xwe wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû. Bi saya welatparêzî û xerîbdostiya serokê radyoyê, gelek kurdên ji welatên derve û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Xelîlê Çaçan merd-merdane stranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê karekî mezin dida şuxulê propagandakirina hunermendiya kurdî ya dengbêjîyê.
Bermaliya wî #Eznîva Reşîd# ji sala 1955'an ji destpêkê hetanî sala 1982'an peyvkara (spîkêr) radyoya kurdî bûye. Kurê wî Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 sala di rojnamên Riya Teze û Dengê kurd (Golos kurda) û radyoya kurdî ya Yêrîvanê da kar kiriye, endamê Yekîtiya Rojnamevanên Moskowê e. Keça Têmûr Mîdiya, keça kurda ya yekem e, ku fakûlteya rojnamegeriyê ya Ûnîvêrsîteya Moskowê ya dewletê xilas kiriye. Gotarên wê di rojnamên Dengê Azadî, Armanc, Riya Teze, Sûdarûşka (bi rûsî, li Moskowê) û ciyên mayîn da çap bûne. Bi tevayî çar kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonel 80 sala xizmetî çand û edebiyata kurdî kirine, gelek nimûnên folklora me ji windabûnê parastine.
$Gotinên mirovên navdar di derheqê Xelîlê Çaçan de$
Cegerxwîn - Hozanê kurda yê mezin
Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan - wî peyayê payebilind - xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe. De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.
=KTML_Bold=Mistefa Barzanî - Lîderê kurdan=KTML_End=
Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.
Qanatê Kurdo - Profêsor, kurdzanê navdar
Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.
=KTML_Bold=Heciyê Cindî - Profesor, folklorîst=KTML_End=
Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jiya... Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.
=KTML_Bold=Wezîrê Eşo - Nivîskar=KTML_End=
Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê.
=KTML_Bold=Mehmed Emîn Bozarslan - Lêkolîner û nivîskar=KTML_End=
Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin. [çavkanî pêwîst e]
=KTML_Bold=Emerîkê Serdar- Berpirsyarê rojnama Rya teze=KTML_End=
Ji wan 1400 sitiran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî. [çavkanî pêwîst e]
=KTML_Bold=Fêrîkê Ûsiv - Helbestvanê navdar=KTML_End=
Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê. [çavkanî pêwîst e]
Baxçoyê Îsko - Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Gurcistanê.
Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digeriya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket. [çavkanî pêwîst e]
=KTML_Bold=Medoyê Elî - Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê=KTML_End=
Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asiya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgîniya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:
De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,
Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,
Zû-dereng emê bi tera bibin heval,
Bira kevirê gorê ji tera bibe belgiyê berpal.
Çerkezê Reş - nivîskar û helbestvan
Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta Zar-zimanê min nagere nivîsî ji bo stranê û sazbend Xelîlê Evdile jî mûzîka wê çê kir.
Zar-zimanê min nagere...
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo...
Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo...
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,
Tu qarî dijmin ra mêrkîmî cî rabe...
Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,
Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di riya xwedê,
Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî...
Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî...
Ezê pirskim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,
Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,
Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê...
Heta mêrê olimê bihesiya cegera şewatê, şewatê...
Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,
Tilî-pêçiyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,
Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra...
Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêraniya enzel ra, enzel ra...
Recadarim qulingno, hûn zanin riya geliyê Lalişê,
Kaniya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,
Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî...
Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kaniyê duaçî, duaçî...
Hmayak Manûkyan
Hevalê Xelîl yê ermenî Hmayak Manûkyan, ku helbestvanekî navdar e, ev helbesta xwe bi zimanê ermenî li goristanê xwend. Paşê Fêrîkê Ûsiv ew wergerande kurdî.
Me tu dispartî ax-bera, Xelîl,
Pêşberî Elegezê kaw-kubar,
Gişka dikirin şîn-girî, nalîn,
Kerba birîna te ya dilxedar...
Nermebayê wî Elegezê te
Digiriya, ser te dikir lûve-lûv,
Bira û pismam, kes-kinêzên te
Ji siya ser te mabûne miqûf.
Xweliya yêr-misken te ra bû bêşîk,
Elegez dayka, ku dike lûrîn,
Mirina te bû kul, derd û dilêşî,
Xelîlê minî aqilî nûrîn.
Tu çûyî gorê bi rêke kese,
Dilê te ne bir derd û kulê behr,
Tu bûyî xudêdakî terr-teze,
Li dû xwe hîştî zuret û devter.
Qisa min tev te ret nabe tu car,
Dilê min da bûye dimîm û delîl,
Geş û genc bûyî, bi dil û dîndar,
Lema em ser te dinaliyan, Xelîl...
$Berhemên çapkirî:$
Heta niha ev pirtûkên Xelîlê Çaçan çap bûne:
Klamên Cimaeta Kurdan, 1963
Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê), 1965
Qisên Cimaetê (Nimûneyên Zargotinê), 1969
Moriyê Nenê (Kurteçîrok), 1976
Benê Min Qetiya, Weşanxaneya Doz, 2007
Cewahirên Kurdî, (Folklor) Weşanxaneya Lisê, 2010
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,967
HashTag
来源
挂钩项目: 12
小组: 传记
Date of Birth: 11-01-1924
Date of Death: 13-11-1981 (57 年份的)
Cause of death: No specified T4 625
Country of death: 亚美尼亚
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Yerevan
No specified T3 85: 亚美尼亚
Place of Residence: Diaspora
人键: 诗人
人键: 作家
人键: 记者
人键: 行政
性别:
方言: 俄罗斯
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 15-04-2020
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on16-04-2020
此产品最近更新( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ):16-04-2020
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,967
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.147 KB 16-04-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,044
图片 105,145
书籍 19,081
相关文件 95,588
Video 1,266
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!