Damaw Husênê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (12’ê îlona 1883'an, li mehabadêê - 20’ê îlona 1948'an, li Bexdadê) dîrokzan û rojnamevanekî kurd e. Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Pişt ra,12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva (Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd) geriya.
Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.
Wî berhemên wêjeyî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.
Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand
Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara #Zarî Kurmancî# derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.
Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.
Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir
Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.
Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdadê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veşartin.
Berhem
Gevherê Yekane Heleb 1914
Mêrgeya Dilan Heleb 1920
Xunçeyî Biharistan Heleb 1925
Pêşkevtin Revandiz 1927
Avirekî Paşev Revandiz
Mêjûyî hukimdaranî Baban Revandiz 1931
Navdaranî kurd Revandiz 1931
Mîranî Soran Revandiz 1935
Şahenşahanî kurdî Zend 1936
Kurd û Nadirşahî Hevşar 1936
Kurdistanî Mokriyan Revandiz 1938
Be kurtî hekayetî dîrokî rojnamekan da 1947
Dîsa jî pirtûkên Mamoste Seyid Hosên Hoznî wekû:
Eilamî Kurd
Tarîxî Baramî Çûbîn
Tarîxî Kurdistan III
Mêjûyî Koyê
Sablax (Mehabad) û Şêx Obeydollahê Nehriyê
Selaheddînê Eyûbî li mêjû da
Neteveyê kurd
Elmiretolakise li tarîx Şarezor û Meşahîroha
Mêjûyî Aşoriyekan
Caf û Dizlî li mêjû da
Simko û Seyid Tahayê Şemzînan
Mêjûyî Hewlêr
Mêjûyî Şarî Kerkûk
Mîranî kurd le Îraq da
Îmadiyê. Behdînan,Êzidî û Baban
Kurd û serfirazî
Kurdistan le şerekanî cengî cihanî yekom da