Mêrdînik an Gole (bi tirkî: Göle) navçeyeke #Erdêxan#ê ye. Mêrdînik di sala 1992'yan de bi Erdêxanê ve hatiye girêdan. Navê wê yê Kurdî di sala 1956'an de hatiye qedexekirin. Li başûrê Mêrdînikê Çiyayê Elahûekber (Kopîl), li bakur Erdêxan, li rojhilat Qers û li rojava jî Erzerom dikeve.
Rûbera vê bajarokê biçûk, 245.000 m² ye. Li başûrê, Qers û Sarîqamîş, li rojavayê bajarokê Ardanuç û li rojhilatê jî, bajarokê Cilawûzê hene. Bajarokê Gole li girê Mêrdînikê hatiye avabûn. Deşta Mêrdînikê li bakurê navçeyê dikeve. Ji ruyê avê 2.050 m bilind e û rûbera tevahiya navçeyê 1.420 km² ye.
Zozanên pir bilind li herêmê hene, li başûrê Mêrdînikê. Girê Kabak 3.050 m û di sînorê Qersê de ye, Samayat 3.047 m ne çiyayên girîng ên navçeyê ne. Pirraniya gundan li derdora bajarokê ne.
Hejmara niştecihên navendê 10.611 û bi tevî gundan jî 44.703 e. 53 gund girêdayî navçeyê ne. Gundê Qoreveng (bi tirkî navê wê kirine Köprülü) xwedî şaredarî ye. Firehiyê wî 1.420 km², bilindahiya wî jî 2.030 m ye. 81% erdê Mêrdînikê bi daristan e. Mêrdînik kaniya darên çam e. Zivistan li herêmê pirr dirêj û sar, havîn jî kurt û ziha ye.
Avûhewa
Ji ber bilindbûna ji rûyê avê, klîmaya vir pirr sar e. Di zivistanê termometre hin caran - 30°C nîşan dide. Meha rezberê (îlon) serma dest pê dike û heta gulanê berdewam e. Stûriya berfê ji metreyekê derbastir dibe. Havînan, germahî di navbera 17°C û 30°C de ye.
Taybetiyeke Goleyê ev e ku, bi zivistanê hawirdor pirr bedew dibe û ax pirr berhemdar e. Axa Mêrdînikê, axa bi giranî çernozyûm e, axeke berdar e. Li herêmê şilîl, genim, ceh, koringa û baçîk gelek tên çandin. Ji aliyê ajalên malî ve herêmeke dewlemend e. Sewze (hêşinahî) jî gelek e. 10% ji axa wê daristan e.
Dîrok
Dîroka herêmê nîşan dide ku ji Hurrî (b.z. 2000) heya îro herêma Kurdan bûye. Hin caran herêm ketiye bin destê Ûrartû (Keyser Sartûr 2, b.z.753), 415 Bîzans, 646 artêşên Ereb-Îslam, 1080 Gurcî, 1414 Mongol, 1512 Osmanî, 1540 Gurcî, 1545 Safewî, 1551 Osmanî, 1878 Ûris, 1915 Fileh. Herêm 30 îlona 1920'an de dikeve bin dagirkeriya Komara Tirkiyê.[1]