Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya Bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Cihê jidayikbûna we nediyar e. Li gor riwayetekî di sala 1904'an li Dêrgola Botanê ser Şirnexê û li gor agahîyên din li gûndê Çêlika Ebdulkerîmê Eliye Remo e giredayî Kerboranê hatiye dinê (Bakurê Kurdistanê). Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hezkirin.
Meryem Xan sala 1949'an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çû rehmetê.
Meryem Xan û civata kurdî
Di demekê de ku di civaka Kurdî de bi şerm dihat dîtin ku jin bibin dengbêj yan muzîkvan û piraniya dengbêjên kurdan zilam bûn, Meryem Xan (1904-1949) xwe da bayê hunera kurdî û ji ber vê yekê gelek zehmetî kişandin. Meryem Xan di nav kurdan de weke yekemîn stranbêja jin tê naskirin.
Stran
Girê Sîra
Ha Wer Delal
Helîm:
=KTML_Link_External_Begin=www.youtube.com/watch?v=tHaxWQisrUw=KTML_Link_External_Between=حەلیمێ=KTML_Link_External_End=
Weyla li min xerîbê:
=KTML_Link_External_Begin=www.youtube.com/watch?v=YujSZaSRMO8=KTML_Link_External_Between=welya li min xerebe=KTML_Link_External_End=
Lorke lorke
Gulê wey nar wey narê
Hey berde berde
Lê lê weso
Gul şênî şênî
Miḧemedê romî
Lê lê êmo
Lê dayê
Lê lê siwaro
Ey delal