Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Biography
Sahar Ali Ahmad
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sakina Parwana
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sarhad Khalifa Younis
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Saeed Aghakhani
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sardar Abdulrahman
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sartip Ali
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sirwan Khasrawi
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sita Hakobian
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Siamand Gawhari
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Library
Yazidi Women as Odalisques
27-04-2024
Rapar Osman Uzery
Statistics
Articles 517,698
Images 106,205
Books 19,173
Related files 96,618
Video 1,329
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Resolution of Turkey’s Kurd...
Library
RETHINKING STATE AND BORDER...
Library
America’s role in nation-bu...
Biography
Talur
Simkoyê Şikak
Kurdipedia is not a court, it prepares data for research and fact finding.
Group: Biography | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak
Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak an jî Simko (z. 1887 Kela Çariyê – m. 30'ê pûşperê, 1930 #Şino#), serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Rêberê Serhildana Simkoyê Şikak bû. ‎ Smayîl Axayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê axatiyê de bû, pêkhat.
$ecerename û nasnameya êla Şikak$
‎Kela Smayîl Xanê Mezin (bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li ‎nêzî çemê Berandizê li herêma Urmiyê ye û ev keleh wek şûnewarekî dîrokî di nava kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin.
Şikak di rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr (li herêma Kirmaşan), ‎mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ye ku di çaxê desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne.
Piştî ku Mihemed Xanê Qacar (damezrînerê silsîleya Qacariyan) bi ji navbirina ‎desthilatdariya Zendiyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, ‎fermandarê kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar ‎zor û sitemkariya xwe gihand radeyekê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê ‎Şikak jî kete liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî ‎hêzeke zêdetir ji 10.000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye ‎tawanbarkirin ku di sala 1797'an de li bajarê Şuşa (Şoş) di nava xîveta xwe de tê ‎kuştin.[1] Sadiq Xanê Şikak yekemîn kes e ku navê wî di serûkaniyên dîrokî de ‎weke fermandarekî kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malbata ‎Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî ‎navekî xuyakirî ye. Ji wan kesayetiyan Smayîl Xanê Mezin, Cazê (jina Smayîl ‎Xanê Mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer ‎Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îraniyan ve ‎hatine kuştin.
$Êla Şikak ji du tîreyan (Kardarî û Ebduyî) pêk tê:$
Tîreya Kardarî ji deh şaxan pêk tê: ‎‎Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan (Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, ‎Gewirik û Xelûfan.
Tîreya Ebduyî jî ji neh şaxan jêre pêk tê: Kizinî, Keçelî, Pisaxa (malbata Simkoyê Şikak), Etmanî, Çerkoyî, Mendolekî, ‎Neimetî, Êverî û Şekerî.
Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya Pisaxayan de bûne ku di çaxê ‎serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona ‎eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Milan, Herkî, Ertûşî, Dirî û hinekên din de hat ‎çêkirin.
Mîna ku mezin û rihspiyên eşîreta Şikak didin diyarkirin, esilê wan ji Cizîra ‎Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe ‎re ji wir ber bi herêma Urmiyê û Soma ya Biradostê koç kirine. Li gorî hevpeyvîneke di sala 1993'an de ‎bi apê Evdî re hatiye çêkirin. (Ew şervanekî çaxê şoreşa Smayîl Xan bû ku ‎heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû.) Apê Evdî li ser koka malbata ‎Smayîl Xanê Şikak wiha dibêje: ‎“Ebdula Veg (Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. ‎Kurekî Evdu Begê yê bi navê Îbrahîm Aẍayê Çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî ‎re kurek çêbû ku jêre Smayîl Aẍayê Mezin digotin. Ango bapîrê mezin (bavê ‎bapîr) ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: ‎Ehmed Aẍa, Mihemed Aẍa (bavê Simko û Cewer Aẍa), Temer Axa, Îbrahîm Aẍa, ‎Hecî Aẍa û Qasim Aẍa. Mihemed Aẍa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer (Ceifer) ‎Aẍa, Smayîl Aẍa ango Simko, Şukir Aẍa, Ehmed Aẍa, Xurşîd Aẍa (di şerê bi nestorîyan ‎re li Dîlemanê hate kuştin) û Elî Xan (di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê ‎dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd ‎bû).”[2]
Di =KTML_Bold=Rojhilatê Kurdistanê=KTML_End= de ji çaxê serhildana Kela Dimdimê heya roja îro, hemû ‎rêberên kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinê, hatine ‎xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê ‎desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin.
Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin (Smayîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê ‎Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê ‎desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê ‎wî (Cewer Axa) çû Stenbolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa ‎hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat ‎girtin û nasnavê Paşa dane wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed ‎Axa negihişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Stenbolê bi ‎komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkiliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û ‎mezinên din yê kurd li Stenbolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî ‎Kurdistanê de wefat kiriye.
‎ $Kuştina Cewer Aẍa:$
Cewer (an jî Ce'fer) Axayê Şikak ku li sala 1905'an de li Tewrêzê hat şehîdkirin[3] di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin. Bi ‎awayekî fermî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê ‎hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, ‎merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejarên herêmê de pir dihat ‎hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, ‎di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên ‎ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek Robin Hoodê Kurdan hatiye binavkirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Sala 1905'an dema ku Muzeferedîn Şahê Qacar, bi seferê çû Ewropayê, li ‎bajarê Tewrêzê kurê xwe Mihemed Eçlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê ‎demê Huseyîn Qulîxan (Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê ‎Azerbaycanê.[4] ‎ Dîroknivîsê azerbayecanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje: “Nizamûl ‎Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tewrêzê û jê ‎dawa kir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta ‎Osmanî bi hevre bişêwirin. Herwiha wan soz da Cefer Axa ku dewlet yê li wî ‎xweş be û daxwazên wî jî yê bên bicîkirin. Lê piştre ferman da Mihemed ‎Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi ‎awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin“. ‎ Havîna sala 1905'an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şêwirî, di gel ‎heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji ‎Kela Çariyê ber bi bajarê Tewrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer ‎Axa re çûn ev bûn: ‎ Mistefa Newrozî (Xalê Mistê), Xalê Mîrzê (xalê Cewer û Simko), Sedo, ‎Hacî (Haco), Caço, Seyîd Mihemed (Seydo) û Qasim (Qaso). ‎ Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê Mihemed Elî Mîrza ve fermana kuştina ‎Cewer Axa bi telegrafekê, gihişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê ‎de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî ‎giran xwe ji bajarê Tewrêzê bigehînin kela Çariyê û xebera bûyerê bigehînin ‎kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê ‎Osmanî çû Stenbolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek ‎hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Stenbolê venegerî ‎Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê (1905 - 1911) de, ‎xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha ‎azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tewrêz û Tehranê jî ev karê dewleta ‎Îranê şermezar kirin. ‎ Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xortekî ciwan bû, li ‎ser daxwaz û şêwra rihspiyên eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin. ‎ Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştimanperwerî û tolhildanê di dil û mejiyê ‎Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn. ‎
$Malbat:$
Simkoyê Şikak li gel xwîşka Şêx Seyîd Tahayê Hekarî zewicî bû [5]. Ji ber vê jî têkiliyên Simko li gel Şêx Seyîd Taha re pir baş bûn.
‎ Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û Sedemên Bingehîn
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak
Simko bi şervanên xwe re, di nîvî de. Herwiha du biyanî jî li cem in
Piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880'an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn.[çavkanî pêwîst e] ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê nasyonalîzma kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike.
Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888'ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.
Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî pêwîst e] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919'an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin, ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.
Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî ‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye. Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi îngilîzan re, ‎têk çûye.
Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.
Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.
Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî îngilîzî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye
Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎
‎ $Destpêka Şerên Giran$
Rojhilatê Kurdistanê
Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pirr mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 ‎kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata ‎xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo ‎nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak ‎de sor bû.[10]
Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewimîne, çend ‎şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, ‎girîng in.
Ji wan şeran ên girîng ev in:
Şerê girtina bajarê Urmiyê
Şerê Gulmanxaneyê (li ‎bakurê rojhilatê gola Urmiyê)
Şerê Miyanduawê - 1922
Şerê Şekeryazî
Şerê Sarî ‎Tacê
Şerê Azadkirina Mehabadê
Şerê Kela Çariyê ev weke mezintirîn şerê serhildanê tê ‎hesibandin.
Piştî ku hêzên kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye ‎wek paytexta desthilatdariya kurdan hat hilbijartin û Têmur Aẍayê Şikak ji ‎aliyê Simko ve weke hakimê bajar hat wezîfedarkirin. Di şerê Gulmanxaneyê de jî ‎hêzên kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tewrêzê ve girê ‎dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed ‎hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) bû ku di ‎seraya xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de kurdan nekarî li hemberî ‎hêzên dewletê li berxwe bidin û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê ‎kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduawê de ‎kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ‎karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ‎ji kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî ‎bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban ‎bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet ‎û Baba Xan karî di nava bizava Cengeliyan de heya pileya komîseriyê jî biçe. Lê ‎piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ‎ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê kurd, bi hevkariya artêşa Îranê ‎karî şoreşa Cengeliyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi ‎xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir koşka Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew ‎bû fermandarekî artêşa Îranê.[11]
Riza Şahê Pehlewî xayinê kurdan Xalo Qûrban şand meydana şerê li dijî ‎serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Miyanduawê de ev bi destê şervanên kurd hat kuştin.
Di şerê azadkirina bajarê Mehabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ‎ku Seyîd Teha Şemzînî (Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket ‎destê kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya parêzgar Melîkzade de ‎bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê Sarî Tacê de jî ku li sala 1922'an li herêma ‎Salmasê (Dîleman) qewimî, hêza kurdan nekarî li hemberî hezên Îraniyan ‎berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela ‎Çariyê hat girtin, Simko û hezar kes ji siwariyên xwe derbasî bakurê ‎Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya ‎şerên kurd û dewleta Îranê bûn. ‎
‎ $Şehîdbûna Simkoyê Şikak li bajarê Şino$
Li ser şehîdbûna Simko ‎goman heye ku hinek axayên kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji ‎bo hevdîtinan xwe bigihîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku ‎hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên kurd kirine, dîsa jî bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têmûr Axa ku ‎demek bû, bi birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin ‎çiyayê Qendîlê û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê ve meşiyan. ‎Li wir fermandarê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎hînceta pêşwazîkirina ji serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê ‎davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30'ê pûşpera 1930'î de hat şehîdkirin. Herçend di ‎şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê ‎wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simko sê rojan li bajarê ‎Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanibin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexriye Êqibalî (azerî ‎bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min ‎Smayîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû.”
Dema ku xebera kuştina Simko gihişt koşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dijminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû.
Şehîdbûna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistanê ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.‎
‎ Xebat û Hewldanên Simko
Şêx Mehmûdê Berzencî
Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkeliyên siyasî ‎pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitiye ku bi dewleta Îngilistan û YKSS'ê re ‎têkiliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka kurd bikişîne. Lê wan ji ber ‎berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa ‎nedane pêşniyarên vî serokê kurdan. Simko bi rêya Seyîd Teha Gîlanîzade pirr xwestiye ku ji ‎bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna dewleteke kurdî bi berpirsyarên îngilîz ên li Îraqê ‎hevdîtinan pêk bîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî ‎bi gilî û gazinc bûye ku baweriya xwe bi dewleta tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê îngilîz ‎û tirkan de wiha dibêje: “Îngilîz û tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya ‎Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Îngilîz dixwaze tevaya kurdan mîna ‎xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna ‎meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî neteweya me ‎şermezar bikin, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakim. Tirk û îngilîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir kurd ji bona xwe xirabin, kurd pişta hev ‎nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”[13]
Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li ‎dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin. ‎ Xaleke girîng a hewldanên Simko ew e ku wî di çaxê desthilatdariya xwe ‎li bajarê Urmiyê de xebatên rewşenbîrî û çandî dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ‎ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Di sala 1912'an de li bajarê Xoy, Ebdulrezaq Bedirxan bi ‎piştgiriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovareke mehane bi navê Kurdistan weşand. Herwiha li ‎bajarê Xoy dibistaneke kurdî jî, ji bo zarokên kurd vekirin. Salên piştî şerê cîhanî yê yekem yanî ji sala 1919'an heya ‎têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê Kurd ku organa fermî ya ‎dewleta wî bûye, hatiye weşandin. Roja Kurd an jî Kurd rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê ‎vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanîzade bû ku karê amadekirina rojnameyê di weşanxana ‎Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehdariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê ‎hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendiyên ‎hemû fermandarên eniyên şer bi kela Çariyê re hebûne.
Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya ‎Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên kurd komelek bi navê Cîhandanî li bajarê Xoyê ‎damezrandibûn, ku komelek rewşenbîrî bû û bêhtir xebatên çandî û rewşenbîrî dimeşandin.
Simko pir xebitiye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rejîma Îranê serî hildane, têkiliyên siyasî ‎deyne. Ew bi şoreşgerê azerbayecanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendiyan de bûye. Herwiha ‎Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa ‎Kurdistan û bakurê Îranê (Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet ‎nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê.
$Hevdîtina Simkoyê Şikak û Riza Şahê Pehlewî$
Riza Mîrpenc ku bi hevkariya îngilîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925'an de ji bo ‎serlêdanekê çû Azerbayacan û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî ‎anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî ‎pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji ‎nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere ‎û yê bi destê Simko bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî ‎bajarê Salmasê dibe, di yekemîn dîtinê de 5000 siwariyên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij ‎pêşwaziyê li şahê Îranê dikin û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî kurd bi kincên ‎kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwaziyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu ‎bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir ‎tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû.[çavkanî pêwîst e] Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan bikin û ‎tevde bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî ‎bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ‎ew ji destê wî filitî.
Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasbî re gotibû: ”Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza Şah nekuşt”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker ‎Tehmasbî dawa kir ku karekî bikin û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi ‎Ûrmiyeyê hereket bikin. Wan bi lîstika textenerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko ‎pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û derfetek zêrîn ji destê xwe daye.[çavkanî pêwîst e]
Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz ‎kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew ‎bi bêbextî hat kuştin. ‎
$‎Navê Simko di nava beyit û stranên Kurdî de$
Li ser jiyan, derd û elemên malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar ‎beyit û stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û zehmetiyên ku vê malbata ‎mezin ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê kişandine, bibîne.
Hunermendê mezin ê kurd Kawîs Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê ‎siyasîbêjê kurd tê hesibandin[çavkanî pêwîst e], di qalibê lawikekê de li ser şehîdbûna lîderê kurd Simkoyê Şikak ‎hestên xwe wiha tîne ziman: ‎
Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezine
‎ Ewro emirê Taranê hatiye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike:
‎ Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyiya, ewro
‎ Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo ciyê mine
‎ Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirariyê rebenê, niwêjê
‎ Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz
‎ Nebû ciwabekê bie eşîreta Herkiya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me
‎ Qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina babê Xusiro
‎ Nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê
— Kawîs Axa
‎ Strana jêr jî, ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuştina Cewahir Xanim a jina ‎Simkoyê Şikak jî bi destê leşkerên dewleta Îranê tê kirin:
Bê de wey lê, wey lê, wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê
‎ Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda
‎ şer xweş kiriye lo ser Îranê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawiliya kawil ketin li vê fêzê
‎ Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
‎ Kete du rêzê
‎ Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
‎ Muhteberê rebenê wezê Şawliya kawil ketim lo dev beyara
‎ Ji sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara
‎ Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta
‎ Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara
‎ De wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
‎ Şawiliya kawil ketim di çe´ilê (çalê) da
‎ Ji sibê da eskerê Heyder Paşa dikişiya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda
‎ Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda, Muhteber xanim kuştin,
‎ Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de
‎ De wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê...
— Birê
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,270 times
HashTag
Sources
Linked items: 14
Group: Biography
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Alive?: No
Country of birth: East Kurdistan
Gender: Male
Language - Dialect: Kurdish - Sorani
Nation: Kurd
People type: The politician
People type: Figure
Place of birth: Shno
Technical Metadata
The copyright of this item has been issued to Kurdipedia by the item's owner!
Item Quality: 98%
98%
Added by ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ) on 17-09-2020
This article has been reviewed and released by ( Hawreh Bakhawan ) on 17-09-2020
This item recently updated by ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ) on: 17-09-2020
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 2,270 times
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.122 KB 17-09-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
The Issue of Kurdish Sovereignty: Why a Kurdish State Developed from the Kurdish Regional Government is Impossible
Biography
Abdullah Zeydan
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Articles
Shadala
Biography
Ayub Nuri
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Biography
Nurcan Baysal
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Articles
ESTABLISHMENT OF THE BRITISH PROTECTORATE IN NORTHERN MESOPOTAMIA DURING THE END OF WORLD WAR I /THE GREAT WAR
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Havin Al-Sindy
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Biography
Shilan Fuad Hussain
Archaeological places
Hassoun Caves
Image and Description
Yezidi boys 1912
Biography
HIWA SALAM KHLID
Library
KURDS OF TURKEY AND THE ARMENIAN GENOCIDE: A MATTER OF HISTORICAL JUSTICE?
Biography
KHAIRY ADAM
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
Library
Yazidi Women as Odalisques
Articles
Western Wall
Biography
Antonio Negri
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective

Actual
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
14-04-2024
Hazhar Kamala
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
Library
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
15-04-2024
Hazhar Kamala
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
17-04-2024
Hazhar Kamala
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
Biography
Talur
21-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Talur
New Item
Biography
Sahar Ali Ahmad
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sakina Parwana
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sarhad Khalifa Younis
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Saeed Aghakhani
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sardar Abdulrahman
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sartip Ali
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sirwan Khasrawi
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Sita Hakobian
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Siamand Gawhari
27-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Library
Yazidi Women as Odalisques
27-04-2024
Rapar Osman Uzery
Statistics
Articles 517,698
Images 106,205
Books 19,173
Related files 96,618
Video 1,329
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
The Issue of Kurdish Sovereignty: Why a Kurdish State Developed from the Kurdish Regional Government is Impossible
Biography
Abdullah Zeydan
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Articles
Shadala
Biography
Ayub Nuri
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Biography
Nurcan Baysal
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Articles
ESTABLISHMENT OF THE BRITISH PROTECTORATE IN NORTHERN MESOPOTAMIA DURING THE END OF WORLD WAR I /THE GREAT WAR
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Havin Al-Sindy
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Biography
Shilan Fuad Hussain
Archaeological places
Hassoun Caves
Image and Description
Yezidi boys 1912
Biography
HIWA SALAM KHLID
Library
KURDS OF TURKEY AND THE ARMENIAN GENOCIDE: A MATTER OF HISTORICAL JUSTICE?
Biography
KHAIRY ADAM
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
Library
Yazidi Women as Odalisques
Articles
Western Wall
Biography
Antonio Negri
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.343 second(s)!