پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,932
وێنە 104,267
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Xemsariya dîrokê li hember qurbaniyên xwe… “Fate Reş” wek mînak
ئامانجمان ئەوەیە وەک هەر نەتەوەیەکی تر خاوەنی داتابەیسێکی نەتەوەییی خۆمان بین..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xemsariya dîrokê li hember qurbaniyên xwe… “Fate Reş” wek mînak

Xemsariya dîrokê li hember qurbaniyên xwe… “Fate Reş” wek mînak
Bi dirêjiya dîrokê li tevahiya navçeyên Kurdistanê, me bi hezaran caran nav û medhên cor bi cor ê jinên wêrek û serkirdeyên aza bihîstiye. Jina dahêner, cengawera wiha ku di hemû êş û zehmetiyên milletê xwe de mil bi mil û hinek caran jî zêdetir ji mêran erk û berpirsyariyên xwe hilgirtine û tevî daykayetî û birêvebirina malbatê, erkê avedankirin û avakirin û serkirdatiya mezin li stu girtine. Ji nivîsîn, wêje û çalakiyên rewşenbîrî heta digihe şer û…, tilîmora wan xuya bûye, lê belê mixabin piraniya wan veşartî mane, yan bi awayekê ji awayan kar ji bo nehiştina wan û windakirina wan hatiye kirin.
Çendîn navên xuya yên jinên Kurd hene ku nifşek bi şanazî ve ji bo nifşê piştî xwe vedigêre. Kê ji me çîroka Xanzad a Mîra Soranê, Adîle Xanim, Hepsexana Neqîb û çendîn jinên din ên pêşeng nebihîştiye? Eger em bi hûrî li hemû wan çavkaniyên gerîdeyên biyanî binihêrin ku li ser rewşa siyasî, doz û dîroka Kurd nivîsandine û serdana Kurdistanê kirine, bi zelalî em vê dibînin ku bi çi awayî jina Kurd bala wan kişandiye û bi sedan çavkaniyên giring û xuya hene ku amaje bi netirsî û wêrekî û serkirdatiya jina Kurd dikin ku tevî hebûna wan hemû milmilanî û astengên siyasî, çandî û olî ku li pêşiya jinan hebûye, lê belê ti yek ji wana nebûne rêgir ku navên wan jinan ji bo heta hetayê di dîrokê de bi nemirî bimînin. Li vir em behsa çend mînakan ji wan jinan dikin:
=KTML_Bold=Dewlet Xanima Loristanî:=KTML_End=
Dewlet Xanim hevjîna Izeddîn Mihemed Loristanî bûye. Piştî koça dawî ya hevjînê xwe di sala 716 koçî de desthilata navçeyê girtiye destê xwe û bo demekê serkirdatiya welat kiriye û piştre ji ber dijatîkirina wê ji aliyê çend hoz û tayifeyên navçeyê ve, hatiye neçarkirin ku berpirsyariya xwe radestî birayê xwe yê bi navê Izeddîn Husên bike.
=KTML_Bold=Heyran Xanim:=KTML_End=
Heyran keça Kerîm Xanê Dibinlî ye. Li bajarê Nexciwanê li Qefqazê ji dayik bûye û yek ji xanimên rewşenbîr û helbestvaneka Kurd bûye ku helbestên xwe bi zimanê Farsî nivîsandine, mînakek ji helebsteke Heyran Xanimê;
=KTML_Bold=Sirî Xanim:=KTML_End=
Sala 1814a zayînî û 1230ê koçî, li Amedê ji dayik bûye û yek ji helbestvanên jin ên navdar ên Kurd bûye ku helbestên xwe bi herdu zimanên Farsî û Tirkî nivîsandine.
=KTML_Bold=Şaxatûn:=KTML_End=
Jineke wêrek û serkirdeyeka xwedan şiyan bûye li Bedlîsê ku piştî koça hevjînê xwe (Şemsedîn Hakimê Bedlîsê) desthilata navçeyê girtiye dest. Wek di Şerfnameyê de hatiye, Şaxatûnê roleke erênî û gelek giring di birêvebirina karên dewletê de hebûye, heta wê dema ku kurê wê Emîr Îbrahîm mezin dibe û desthilatên xwe radestî wî dike.
=KTML_Bold=Şehde Dînewerî:=KTML_End=
Weke Şanaza Jinan (Fexrel Nîsa) hatiye naskirin. Li bajarê Bexdayê ji dayik bûye û yek ji jinên rewşenbîr û xwedan helwêst û pênûs ên xuya di serdema xwe de bûye. Nivîskarên navdar ên weke Ebî Xetab Nasir, Neabî û Telhe bin Mihemed şahidiyê li ser zîrekî û şiyanên wê jinê didin. Şehde Xanim di sala 574ê koçî de koça dawî kiriye.
=KTML_Bold=Mestûre Xanima Erdelanî:=KTML_End=
Mestûreya Erdelan ku navê wê yê temam (Mahşeref Xanim Hesen Mihemed) helbestvan û dîrokzana Kurd, sala 1803an li bajarê Sine li binemala Qadiriyan jidayîk bû. Bavê Mestûre Xanimê yek ji kesên resen ên bajarê Sine bû û hewl daye keça xwe bide xwendin, her bi hevkariya bavê xwe şarezayiyeke temam di zimanê Kurdî û Farisî de peyda kiriye.
Nimûneyeke din a jina zana, helbestvan, nivîskar, dîrokzan û serkirde bû di serdema desthilata mîrnîşîniya Erdelanê de ku dîroka desthilata Erdelaniyan nivîsandiye û helbestvan û serkirdeyeke diyar bû bo mirnîşînê. Roja 09/12/1847, di 44 saliya xwe de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir û li Girê Seywan bi axê hat spartin.
=KTML_Bold=Meyan Xatûn:=KTML_End=
Meyan Xatûn sala 1874an li Şingalê jidayîk bû. Keça Ebdî Begê Êzidî ye ku heyamekê mîrê Êzidiyan bû. Dayika keça Mîr Casim Begê xanedana Êzidiyan e. Meyan Xatûn li nav malbateke xanedana Êzidiyan jidayîk bû. Di 18 saliya xwe de li gel Elî Beg ku paşê bû Mîrê Êzidiyan, zewicî. Ji sala 1892an ta 1893an Meyan Xatûn û Elî Beg, rûbirûyê êrişên Osmaniyan bûn û ji aliyê Omer Wehbî, Paşayê Osmaniyan ve hatin desteserkirin û dawa lê wan hat kirin ku dînê xwe bo Îslamê biguherin.
John Gust, nivîskarê kitêba Kurdên Êzidî, di kitêba xwe de behsa karakterê Meyan Xatûn û Elî Beg û bûyerên wê demê dike û dibêje, “Li gel hemû zordarî, çewisandin û îşkencekirinê, Elî Beg û Meyan Xatûn razî nebûn ola xwe biguherin, ji ber wê yekê bo bakurê Anatolyayê hatin dûrxistin.” Meyan Xatûn piştî mirina hevjînê xwe, desthilat girte dest û bû yekem Mîra Jin a karîger û diyar a Êzidiyan. Her wek dîrokzan (Sidîq Demlucî) dinivîse: Jineke bihêz, karîger, xwedî gotin û peyama karîger li nav Êzidiyan, desthilateke ewqas diyar hebû, wek ku bêjî ti hêzek nîne rûbirû bibe. (4)
Ev û bi sedan jinên din, nimûneyên diyar ên karîgeriya jinên Kurd in ku ne tenê di nivîs, huner, serkirdayetî û cengawerî de serkeftî bûn. Lê di belavkirina ayînên xwe de jî pêşeng bûn û bi heman şêwe xwediyên kesayetiyên diyar bûn di her yek di ayînên Îslam, Krîstiyan, Yarsanî, Êzidî û Cihûtiyê de nimûneyeke wan a diyar (Esînat Barzanî) ye ku di sedsala 17 a zayînî de jiyaye, 1590-1670, yekem bangxwaza jin bû di dîroka tevgerê de û karîgeriyeke diyar li ser ola Cihû û jinên Kurd jî hebû. (5)
Jina azad û bicerg, serkirde û çavnetirs (Fate Reş) yek e din e ji jinên aza û nav windayî di dîroka Kurdan de, ewa li vir mebesta me ye, vekolîna dîroka (Fate Reş) e. Jineke tijî enerjî çavnetirs, serkirde û serkêş. Jinek ku mixabin me Kurdan kêmtirîn zanyarî li ser heye. Piraniya me dibe ku nas nakin an jî navekî wiha bi ber guhê me neketiye, ev jî ji ber nebûna çavkanî û kêmiya lêkolînan li ser vê xatûnê ku hevşêweyê çendîn navên din bi sedemên cuda û li jêr hinceta perçebûna me, hatine îhmalkirin.
$Fate Reş an Fate Nêr û Gare Fatim Xatûn (Qere Fatim) kî ye?$
Ya cihê pirsê ye û heta niha bersiva wê ne zelal maye, ew pirs e ku gelo Qere Fatim kî bûye? Navê rast ê vê şêrejinê çi bûye? Û keça kê bû? Bi rêya ger û lêkolînên dîjîtalî ew a bi ber dest dikeve, tewawî dîrokeke ciyawaz û xwestxwazî ya meqaleyan e, ku her kesî bi xwesta xwe ji bo berjewendiya netewî ya xwe babetek an du tehrîf kirine, lê ya giring ji bo me tiştek girîng bibînin derbarê (Fate Reş) a Kurdan e ne (Qere Fatim) a Tirkan e. Lêbelê dema ku li peyva (Qere Fatim, Kara Fatma) digerî, bi piştrastî wêne û dîroka kesekê nîşan dide ku bi temamî ciyawaz e û dûr û nêzîk ne peywendî bi Fate Reş a Kurdan heye û ne bi dîroka qehremaniya Fate Reşê ve. Tenê hewleke faşîstane ya tirkan e bo windakirina navê Fate Reş a Kurdan û tehrîfkirina wê bi jineke tirk. Erka me li vê derê ew e, ew a ku bi dest me ketiye bi zimanê ciyawaz li gel tevahiya wan nivîsên li ser Fate Reş a Kurdan hatine tomarkirin, ji demargîriyê pêşkêş bikin.
Me hewleke zêde da bo ku çavkaniyek rast bi dest me bikeve derbarê Fate Reşê de. Mixabin hemû hewlên me bêencam man û çend caran zêdetir me peywendî kir bi Enstîtuya bajarê Meraşê (9). Wê jî ti tiştek lê şîn nebû, piştî demekê bersiva me dan û gotin, tenê ewqas zanyariya me li ser Fate Reş heye ku me li malpera Meraş nivîsiye. Ya rastî zanyariyên wan jî ne ku cihê dilxweşiyê nebûn, lê cihê destxweşiyê jî nebûn, ew a hinelê dilê me xweş kir malpera dîrokî ya Bulgaryayê bû, bi taybetî malpera kovara (Liternet) ku di wê de bi vî şêweyî Fate Reş Kurdan hat nasandin û dibêje, “Qere Fatim kî ye? Fate Reş bi zimanê Kurdî (Fate Reş) bi zimanê Îngîlîzî jê re dibêjin (Black Fatima), ew girîng bû bo me ku bi Kurdî amaje bo wî navî dike û bi tîpên latînî dinivîse: Fate Reş, keça Hacî Osman Beg e û navê wê yê rast Fate Reş (Asiye) ye.
Her çiqas Fate Reş ji Fatimê hatibe kurtkirin bo Fate, bi xwe wek ew amaje bi navê rasteqîn dikin, dûr nîne (Ayşe) nebe û navê Ayşê lê kiribin. Ji ber ku di nav Kurdan de Ayşe her bi Ayşê hatiye bangkirin, jibilî wê li cihê jidayîkbûnê, li gundê Tokmakli her bi (Gara Fatim Xatûn) hatiye binavkirin ne Qere Fatim. Herwiha ji bo roja jidaybûnê jî heman pirsgirêk bo me çê dibe û di tevahiya çavkaniyan de ti kes girîngî bi sal û roja jidayîkbûnê û navê rasteqîn ê Fate Reş nade û ew bi ber dest dikeve ku Fate Reş sala 1820, li çiyayên Kurdistanê, li bajarê Meraşê ji dayîk bûye. Piraniya wan tomarên li ser Fate Reş hatine nivîsîn nekarîne bi dirustî temenê wê diyar bikin û hinek wek 40 sal û hinek wek nêzîk li 50 sal temenê Fate Reşê nivîsandine. Lewma dibe em sala 1820 wek nêzîktirîn sana jidayîkbûna wê destnîşan bikin.
Wek ku me ji destpêkê ve amaje pê kir, nav û sala jidayîkbûna Fate Reş li ti cihekî nehatiye dîtin û nayê zanîn, dibe di belgenameyên Împaratoya Osmanî de tiştek bi dest me bikeve. Ev jî karekî diran û dijwar e. Her çiqas çend belgename bi dest me ketin ku amaje bi Fate Reş dikin û bi alfabeya aramî hatine nivîsîn û me ji yek du ji wan Kurdên Tirknas pirs kir da ku bo me wergerînin Kurdî, bi hincetên cor e cor berhev nekirin, lê em dikarin bi texmîn û pîvana wan rojnameyên Ewropî li ser Fate Reş nivîsandine, li gel hinek grafîk û wêneyan bigihijin wê biryarê ku Fate Reş di destpêka sedsela 19an di navbera 1800 ta 1820 li çiyayên Kurdistanê, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ev a nihan li ber dest e em dê bixin ber dîtina xwîner, ew erkê din ku maye, em bi hêvî ne, xwedekarên zanîngeh û kesên şareza mil bidin ber saxkirina vê dîroka qûtkirî ya Kurd û vegerînin bo netewa wê.
Li navenda edebî (Bernamegeh) tê gotin: Fate Reş ji Kurdên Başûr e û li bajarê Riwandiz ji dayîk bûye, paşê hatine çiyayên Meraşê. Dibe ku ev boçûn jî rast be. Eger ji dema Mîr Mihemedê Soran ve bi yaweriya wan hatine Meraş û di dema serdana Mîr Mihemed (Paşa Kor) bo Stenbolê di sala 1837an de temenê Fate Reş tenê 17 sal bûne, li gel vê be di 33 saliya xwe de, sala 1853an beşdarî şerê Qirimê bûye.
Di piraniya rojname û kovarên Ewropî û Amerîkiyan de behsa navê Fate Reş hatiye kirin û amaje bi wê hatiye kirin. Lêbelê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bo yekem car Kamuran Bedirxan di pirtûka (Der Adler von Kurdistan) ku li gel nivîskarê Almanî Herbert Ortel nivîsandine (9), amaje bi navê Fate Reş kiriye. Piştî wê jî Mihemed Emîn Zekî Beg di pirtûka (مشاهیر الکراد و کوردستان), di berga duyem (شهیرات النساء) rûpela 471an de bi dinyayek xeletî amaje bi wê kiriye. Ew jî bi rastî di pirtûkeke dîrokî wiha بەپێزدا karesat e, jibilî wê ku hinek nivîskarên Kurd hema li ser pê behsa navê wê kirine, lê bêyî ti bingeh û çavkaniyek rast.
167 sal berî niha jineke Kurd beşdarî şerekî xwînavî bûye, cihê dax e ku di nav Kurdan de nivîs û tomarên bûyerê nebûne û nehatiye nivîsîn. Her ji ber wê, saxkirin û gihîştina bi zanyariyên rast karê me gelek dijwartir dike. Em bi xwe dîroka xwe tomar nekin û netewekî din bo me vehûne weke Kurd dibêjin, parsek bê û ji xwe re kilaşê (corek pêlava Kurdî) vehûne, divê çawa vehûne! Bi taybetî ji aliyê Tirkan ve, eger ew rojnameyên Fransî û Îngîlîzî nebûna, ew a niha tu dixwînî, ew jî nedibû. Ji ber ku her wê serdemê jî kîn û nefreta Tirkan li beramber wê jina Kurd derdikeve û bi dehan derew û propaganda bi navê Fate Reş vehûnîne û hewleke zêde dane ku ji beha û qehremaniya wê jinê kêm bikin. Di cihekê de wan ew ji ola Îslamê der kirine û wek Êzidî binav kirine! Di cihekî din de jî dibêjin: Beşdarî şer nebûye, di demekê de yek ji birayên Fate Reş di wî şerî de hatiye kuştin! Eger tenê navek be û beşdarî wî şerî nebûye, bo çi birayê wê tê kuştin! Yan çima ew qurbanî hatine dayîn! Eger ev jin bi rastî ewqas qehreman nebûye, gelo $çima hemû ew rojnameyên biyanî û Ewropî girîngî bi wê dane?$
Kaptan (Somerset Calthorpe) dibêje: Ev jina caduger zehmet e ji çavên wê derbas bibî, kes ji fermana wê dernakeve û kes jî nikare ferman bide wê. Gelek serkêş û gelek caduger e. Bi dehan grafîk û wêneyên Fate Reş hene ku li meydana di nav şer de hatine girtin, ne ku xeyal be. Em dê hewl bidin piraniya wan wêneyên ku bi destê me ketine nîşanî xwîneran bidin.
(Wêneyê Fate Reş di rojnameyeke biyanî de
$Warê jidayikbûna Fatereşê:$
Mereş an Gurgum, parêzgehek e Bakurê Kurdistanê ye, ku ji 10 qeza, 64 bajarokan û 476 gundan pêk tê. Niha 1 milyon û 37 hezar kes lê dijîn, rûberê wê nêzîkî 14 hezar û 400 kîlometre çargoşe ye, dîroka vî bajarî vedigere bo sala 1200 heta 1400 ê serdema Hîtiyan. Ev bajar weke Markaş (Marqas) naskirî ye, paşê di serdema Aşûriyan de û di navbera 660 heta 612 Berî Zayînê weke Gurgum û paşê di serdema Medîyan de di navbera 612 heta 550 Berî Zayînê de heta serdema Romaniyan dikin Gîmenîk. Di serdema hatina îslamê û desthilata Osmaniyan de navê wê hat guherandin û kirin Mereş, herî dawî jî tirkan navê wê guherandin û kirin Kahramanmaraş. Maraş tekane herêm bû ku di jêr desthilata Zulqadiriyan (Dulkadirids) de mabû û împeratoriya osmaniyan nekarî bixe jêr desthilata xwe. Zulqadirî mîrîtiyeke diyar ê navçeyê û xwedan hêz û desthilat bûn. Mîrîtiya wan di 1864-1522 berdewam bû, Ebdulqadirê bav mîr bûye û paşê kur bi kur desthilata mîrektiyê di destê wan de bûye. Mîr Elî Beg mîrê herî dawî yê mîrektiya Zulqadiriyan bûye. Sala 1821an Osmaniyan hewla dagirkirina bajarê Mereşê (Gurgumê) dan, piştî du salan ji rikeberiyê, di sala 1822an de dawî li desthilata Elî Beg hat. Sala 1830an Osmaniyan hewl dan bajarê Mereşê li navçeyên bin desthilata xwe zêde bikin û heta sala 1864an milmilanî û şer û pevçûn di navbera Zulqadiriyan û Osmaniyan de berdewam bû, piştî wê rojê Mereş tevî Diyarbekir û Helebê bi hev ve hatin girêdan û bûne herêmeke yekgirtî.
=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:right;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2021/390693/0002.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Fatereş di belgenameyeke arşîva Osmanî de=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Fatereş di belgenameyeke arşîva Osmanî de=KTML_ImageCaption_End=
Mereş di sala 1879an de
Di 1919-2-22 de heta 1919-10-30 Mereş di jêr desthilata Brîtaniyan de bûye, piştî wan jî Fransiyan dagîr kiriye, ew jî piştî cenosîda Ermeniyan di sala 1918an de. (10)
Di malpera taybet a (cezmyurtsever) de tê gotin, di 9ê Kanûna sala 2007an de rêya min kete gundê Tokmaklî ji bo daweteke jinxwastinê, ez rastî kesekî hatim, navê wî Hemze bû, behsa gora Fate Reşê kirk u niha bûye taxek navê Beylik lê ye, me li hev kir ku sibe Hemze min bibe ser gora Fate Reşê, tevî ku xelkê wê navçeyê digotin, (Gara Fatim Xatûn), roja paşê çûme xizmeta Hemze, bi pirskirinê min mala wan dît, di wê demê de çend kes jî li wê derê bûn, yek ji wan kesan Emine Barîn jineke bitemen a gund bû. Wê got: Gora Fate Reş li aliyê din ê çem li cem darên sinewberê ye, li Beylikê dema xwe me gora wê vekir û me ev xencer dît û niha di mala min de ye. Hin çavkaniyên din behsa wê yekê dikin, ku kesekî Rûsî li pey zêr û xişlan geriyaye û gora Fatme Reş vedaye û tenê kumeke cengî dîtiye.
$Dillxwazê Fate Reşê û zindana Kandiye û beşdarîkirina di cengê Qirim de:$
Hin xelkê navçeyê sedema çûna Fate Reşê bo şerê Qirimê vedigerînin bo zindanîkirina dilxwazê wê, ew hemû cefaya ji bo wî kişandiye jî her ji bi sedema vefa û hezkirinê bûye, ku ev biryara dijwar û bixof daye û beşdarî di şerê herî xwînbar ê sedsala 19an de kiriye. Fate Reş dema dilxwazê (hevjîn) wê ku Başbozuk bûye, ji ber serkêşî û cîbicînekirina fermanên sultan ji aliyê sultan ve li zindana Kandiye tê zindanîkirin, dema Fate Reş ji Mereşê ve birêdikeve bo Uskudarê, xeber digihe Sultan. Piştî ku sultan wê li koşka xwe dibîne, merca sultan bo azadkirina hevjînê Fate Reşê beşdarîkirina wê di şerê Qirimê de û girtina navçeyekê bûye, ku ji bo wan bûye astengî û bi ti mifteyekê nikarîne vekin. Fate Reş bi merca sultan razî dibe û sultan wê dişîne bajarê Edirneyê û ji wê derê jî diviyabû li bendê be, daku bişînin beravên rûbarê Donau ku di wê demê de Osmanî mijûlî vî şerî bûn.
Wêne Başç Buzuq piştî sala 1883 (12)
Fate Reş û hespsuwarn wê di her bajarekê re ku derbas dibûn, dema didîtin ku jinek rêbertiya wê hêzê dike, matmayî diman! Weke mînak, di tomarekê de bi vî awayî behsa dîmenê Fate Reşê tê kirin, dema digihe bajarê Uskudarê. Destek cilên Kurdî li ber bûye, li gel şaleke spî û cotek pêlavên zer di piyan de bûye, du demançe li nîveka kembera wê de bûne û gorzek jî di destê wê de bûye. Gorza wê bi destmalekê hatibû pêçandin, xavikeke spî di nav çavên xwe de girê daye, ne dişibihiya Terbûşê û ne jî kofiya ereban, taybet ê Kurdan bixwe bûye. Ti core xişlek di dest û gerdena wê de nedihat dîtin. Li tenişta wê û mil bi mile Fate Reşê, birayê wê û du hespsuwarên din jî li pişt Fate Reşê diçûn.
Li vir divê em amaje bidin tiştekî din, ew jî (Bîlalê Reş) ê birayê Fatereşê ye. Her çiqas di gelek jêderan de amaje bi dilxwazê wê dikin ji hêla siltên ve hatibe girtin, hevdem amaje didin birayê wê Bîlal jî û qaşo dilxwazê wê nebû, belku Bîlalê birayê wê bû. Ji bona azadkirina birayê xwe beşdarî Şerê Qirimê bûye. Ev nêrîn pir dûrî rastiyê ye. Çunkî Bîlalê Reş sala 1840 wefat kiriye. Piştî wî Bako Axa serokatiya hoza wan kiriye. Ji ber ku Bako Axa ne xwedî şarezatiyeke tam bû di birêvebirinê de, ew qewitandine û kurê Bîlalê Reş Elî Axa kirine serokeşîr. Elî Axa jî piştî hukmê 5 salan, dimire. Dûre Fatereşê şûna wî digire û serokatiya êla xwe dike. Bêtirî 4 hezar çekdaran li jêr fermana Fatereşê bûn. Ji ber lehengî û jêhatîbûna Fatereşê û beşdariya wê di wê cenga bixwîn de, Siltan Ebdilmecîdê Yekem xelata lehengiyê da Fatereşê û herwisa di 18.09.1863an de biryara bilindkirina mûçeya malnişîniyê ya Fatereşê di artêşa Osmanî de bo sed qirûşan daye.
Xelata lehengiyê ya Cenga Qirimê di serdema Siltan Ebdilmecîdê Yekem de, sala 1855 (Fatereşê jî ev xelat wergirt)
Xelata lehengiyê ya Cenga Qirimê di serdema Siltan Ebdilmecîdê Yekem de, sala 1855 (Fatereşê jî ev xelat wergirt)
$Pêketina Cenga Qirimê:$
Piştî şoreşên nîveka sedsala 19an li Ewropayê, nemaze Fransa û Brîtanya çend gotarên tund li dijî Osmaniyan dan û di eynî demê de jî metirsî bihêz bûn û kişkişandina herdu desthilatên Osmanî û Rûsan li ser bû, ku ew jî li dijî berjewendiyên Ewropayê bû. Piştî ku artêşa Osmanî li bajarê Moldîvya ji aliyê rûsan ve tê şikandin, Siltan Ebdilmecîdê Yekem bi neçarî hevalbendiyê ligel Fransa û Brîtanyayê girêdide. Dema Rûsya bi wê hevalbendiyê hesiya, pir eşkere ji welatên ewropî re ragihand ku ew axa pîroz e û ti kes nikare were nav û dagîr bike. Her çiqas hewl da bi rêya danûstandinên diplomatîk kêşeyê çareser bike, lê bi ser neket. Lewra di 21.07.1853an de artêşa rûsî dest danî ser herdu şarên Walachije û Moldavie li dijî tirkan. Ev ji hêla Osmaniyan ve nedihat qebûlkirin. Dema Siltan Ebdilmecîdê Yekem bi wê nûçeyê serwext kirin, di 16.10.1853an de biryara cengê bi fermî dijî rûsan derxist. Herwisa rûsan jî di 01.11.1853an de biryara cengê dan. Ev jî bû destpêka Cenga Qirimê ku wek cenga herî bixwîn a sedsala 19an tê hejmartin.
Pêşî artêşa Ebdilmecîdê Yekem bi serkirdatiya (Omer Lutfî Paşa) serkeftinên baş li herdu herêmên Oltenitsa û Chetate bi dest xistin. Vê serketinê jî wisa li siltan kir hinekî qurre bibe û wê cengê wek (Cenga Pîroz) bi nav bike û bangewaziya (cîhadê) da û doza alîkariya eskerî û aborî kir. Di vî şerî de sûrî, misrî, ereb, tûnisî, fasî û kurdan beşdarî kir ku dizî û talanî çavkaniya debara wan bûn.
undefined
Di dema cengê de, bajarê Varna yê Bulgaristanê, ji bo komkirina hêzên Tirk û hevpeymanên wan hate hilbijartin. Nemaze Fransa û Brîtanya û xweamadekirina bo şerê Qirimê dawiya meha 5an a sala 1854an gemiyên şer gihane peravên bajarê Varnayê û yekem gemî 30 hezar eskerên fransî, 25 hezar eskerên brîtanî û 10 hezar eskerên Osmanî têde bûn. Hêza Fransayê ji hêla (Saint-Arno) serokatiya wê dihate kirin û hêza Brîtanyayê ji hêla (Lord Raglan). Omer Paşa jî serokatiya hêzên Tirk dikir. Yek ji avahiyên mezin ên bajarê Varnayê bû cihê serkirdatiya artêşa hevpar û biryar li wir dihatin standin. Gava hêzên hevpeyman û tirkan li bajarê Varnayê bûn, Varna bi destê nexweşiyê dinaliya. Her çiqas li başûrê Fransayê vaksîn wergirtibûn, lê germaya tîrmehê hîn bêtir bobelat afirand, rojane sed kes nesax dibûn, bi awayekî cih ji nesaxan re nemabû. Lewma biryar dan di nav leşkergehan de nexweşxaneyên xas vekin û li tenişta her nexweşxaneyekê jî goristanekê çêbikin, çunkî rêjeya mirinê pir zêde bûbû. Di dema kolera û nexweşiyê de, agirekî mezin li yek ji xwaringehên peravên bajarê Varnayê bi navê (Atanas Papazoogl) pêket û bi sedema wî agirî embara hêzên Fransayê ku rêjeyeke zêde ya wine (meyê) û cigare têde bûn, digel vê yekê jî embareke din ku hatibû tijekirin bi ketan û alkolê şewitîn û hîn bêtir agir gur bû û tomeriya embarên xwarin û midbexan şewitîn. Rûsên ortodoks bi derketina wî agirî tawanbar kirin, lê yek ji fransiyên şahidhal peyayekî yewnanî yê serxweş dîtibû ku mûma di destê xwe de nêzîkî alkolê kiriye û bi vê sedemê agir çêbûye. Zêdebarî nexweşiya kolera û agirketinê dubare xwe amade kirin bo şer di 8ê meha îlona sala 1854an de, bêtirî 34 gemiyên şer, 55 keştiyên navîn û 300 keştiyên barhilgir ên cengê bo Qirimê hatin şandin û di 15.03.1856an de dawî li wê cenga bixwîn hat.
Dema gihîştina gemiyên hevpeymanên artêşa Osmanê li bajarê Varnayê
Admîral Adolf Slade, (Mushaver Pasha) di pirtûka (Tirkiyê û Cenga Qirimê) (A Tale of Historical Events), sala 1867an dibêje: Cîhadîst temenê wan di navbera 16-60 salan û mezintir jî bûn. Pir bi tîn û germiya cîhadî beşdarî di wê cengê de dikirin û terka cîwarê xwe kiribûn bo wê cenga ku Siltan Ebdilmecîd navê wê kiribû (Cenga Pîroz), ev cuda bûn bi cilûbergên xwecihî tev li şer dibûn û pir balkêş û taybet bûn, şûr, xencer û demançe bi wan re bûn. Hinekan ji wan aleke rengîn a taybet bi serê rimên xwe xwe ve kiribûn ku bi ti awayekî li wê artêşê nediçûn ku bi cilûbergên fermî yên leşkerî tev li Cenga Viennayê dibûn.
$Jêder û hin mijar û babetên girêdayî Fatereşa Kurdan:$
Admîral Slade dibêje: Fatereş bi cil û bergekî jinan ê rengereng ê kurdî û balkêş bû û pirçek, demançe, şûr û rimeke dirêj di destên wê de bûn. Pêşrewa hemûyan bû. Hespekî resen ê erebî dajot. Li ser destên wê yên çep û rast reqetên mêran li tengala wê bûn. Çekdarên din jî bi dû wê de dimeşiyan. Hin hespsiwar û hin peya. Bi gelemperî cil û kincên balkêş û hinek ji wan jinên wan li pişt wan bûn û bi şanazî di kolanên Stenbolê de derbas dibûn ku wan wek jinên Tirk serçavên xwe nenuximandibûn, ne kefî û ne eba li wan nebûn. Bala rêwiyên ser kolanên Stenbolê kişandibûn ser xwe, çunkî qet jineke misilman nedîtine serçavê wan xuya be, lê wan bi şanazî û hurmet kolanên Stenbolê qut dikirin û serçavên wan jî nehatibûn nixamtinê.
Wêneya Admîral Slade 1804-1877 ku li ba tirkan wek Mişeref Paşa tê nasîn
Marian Young bi şêwazeke pirreng Fatereşê wesf dike û di pirtûka (Our Camp in Turkey and the Way to Reach It 1854) bi vî awayî wê tarîf dike: Ev jina amazon (13) a Kurd, ti tiştekî wê yê jinan ê balkêş mîna jinên Kurd nebû. Temenê wê dor 50 salî xuya bû, bi zelalî ji te re eşkere nedibû temenê wê çend e, bi sedema serkêşiyên jiyana wê, dişibiya peyayekî şerxwaz ê kirêt û dilhişk û esmerokî, ku ji binê pêyên wê heta diranên wê çek, tifing, şûr û xencer bûn. Eynî dişibiya mêrekî. Çavnetirs, bê dudilî biryar dida, daxwaz dikir û ji tiştekî neditirsiya. Vê jina amazon serkirdatiya komek mêr dikir ku bi gelemperî pirr pirr balkêş bûn. Peya dilovan û devliken bûn. Bi rastî hespên wan pirr resen û bedew bûn. Bi nêrîna min, ev ajelên rojhilat û kurdan taybet û resen bûn, wan jî bi şanazî li siwarên xwe mêze dikirin.
Fatereş di dema êrîşkirinê de
Illustrated London News sala 1854an, di hejmara 363an a rojnameyê de wêneya wê kiriye grafîk û sê rapor derbarê (Fatereşa) Kurdan de nivîsîne û dibêje: Fatereş jineke serçav nenixamtî bû ku di wê çaxê de hemû jinan serçavê xwe bi dersokê vedişartin. Ti xişir, zêr û ristikek bi wê ve nebû. Hespekî westiyayî, hîlak û lawaz xuyayî pê re bû. Lê pirr bedew, pirç û dûv dirêj, sîng bilind û stûyê xwe bo zeviyê xûz kiribû. Digel vê yekê jî hespên resen ên kurdî li Kurdistanê wisa perwerde dikin.
Wêneya Fatereşê di yekem rûpela rojnameya (Illustrated) di sala 1854an de
Rojnameya (La Illustration) mijarek li ser (Fatereşa) Kurdan belav kiriye û dibêje: Fatereş amazoneke nû ye (The new Amazon). Rojên me yên dawî li Stenbolê (Constantinopel) me tiştekî nû dît û em şahidiyê didin ku meydanek li kolanên Stenbolê, ya ku me dît li Rojhilata Navîn nehatiye dîtinê! Me dît kolanên Stenbolê coşiyabû ji xelkê û bi meraq sêra jineke bihêz (Orleans) (14) dikin ku ew jî Fatereş bû. Fatereşa bajarê (Maraş) ku bi cil û kincekî pirr taybet û bedew bû bi 500 jinên Kurd re (15) li kolanên Stenbolê pêşbazî dikirin, tomeriya wan çekdar bûn, bi awayekî bûn ku qet tiştekî wisa nehatiye dîtin. Coşa hemû misilmanan gihandibûn lûtkeyê, nemaze jinên misilman. (16)
Kaptin Somerset Calthorpe ku yek ji alîkarên Lord Raglan`s bû (one of Lord Raglan`s assistants) û ji aliyê hikûmeta fransî ve di Cenga Qirimê de (Crimean War) wek şêwekarekî cengê hatibû damezrandin, di nameya xwe de (Letters from Headquarters, or the Realities of the Crimean War 1857) dibêje: Duhî, li Horace Verne, çavê min bi Fatereşê ket ligel 50 ji peyayên wê, ez çiqas sersam bûm bi vê jina cadûger, bawer nakin çiqas bihêz û xwedî desthilat bû, ti yek ji peyayên wê ji jêr fermana wê dernediket, diyar e ev jî têkildarî olê û wê hêza esmanî û jêhatîbûna pêxemberan e ku li ba Fatereşê hebû.
Di tomareke din de, di 27ê adarê de Fatereş ji hêla Wezîrê Cengê (Seresker) Hesen Reza Paşa (Hassan Riza Pasha) pêşwazî lê hate kirin li koşka (Dolmabahce Palace), çavê wê bi Siltan Ebdilmecîdê Yekem ket (Sultan AbdulMajid) piştî çavpêketina wê ligel siltên, ji hêla miftiyê koşkê ve biryar hat dayîn ku Qerefatim ji bo (Donaufront) qada şer bê şandin.
Piştî wê dîdarê, Fatereşê bala hemû ewropî, tirk, rojnamevan, grafîst û eskerên biyanî û Osmanî kişand ser xwe. Her yek ji rojnameyên L`Illustration, Journal Universel a fransî û rojnameya The Illustrated London News a ingilîzî- brîtanî û rojnameya La Ilustracion, periodico univsersal a spanyayî Fatereş bû sermijar û rûpelên yekem ên rojnameyên ewropî dagîr kir.
Di 05.04.1854 de Fatreş û hêza xwe ji Edirne dikevin rê û destpêka heyva 5an a eynî salê digihin (Donaufront) da ku beşdarî şer bibin. Di destpêka heyva 7an a sala 1854an de, li jêr fermana efserên fransî hêzên xwe ji Shumen vediguhêzin Varnayê. Helbet di vê cengê de fransî û ingilîz beşdar bûn û alî artêşa Osmanî li dijî rûsan kirin. Piştî ku hêzan li ser 3 lîwayan dabeş dikin, Fatereş û hêza wê dikevin jêr fermana General Yûsif (Le Gênêral Yusuf), ji hêla fransiyan ve piştgiriya wê tê kirin, ji bo her rojê 5 qirûşan didinê û alif didin ajelên wê.
Marian Young li cihekî ku bi zelalî diyar e ji Fatereşê hez nekiriye, dibêje: Fatereşê hatibû piştguhxistin, çunkî wek pêwîst ferman cîbicî nedikirin. A ku sosret e li ba min, çima general George Brown ev jina kirêt û peyayên qirêj dawetî nanxwarinê kiribûn li kampê çima ewqas sersam vê jina xwîngiran bûn!
A rast divê em amaje pê bidin her ji rêwiyên ser cadeyên Stenbolê heta generalên ingilîzû fransî û çekdar, şêwekar û rojnamevanan hemû sersamê lehengî û çavnetirsiya Fatereşê bûn, ku çawa hêzeke agirîn û jineke serkeş û bişiyan û çavnetirs bû. Bi awayekî sersamî vê jinê bûn, generalên ewropî ku heta digihe wê asta ku qomandanên Tirk dijayetiya Fatereşê bikin û hesûdiya wê bikin, çunkî zêdeyî pêwîst biyaniyan giringî dane Fatereşê.
Eve Marian Young di pirtûka xwe de dibêje: Fatereşê xwe di rêzên artêşê de nedidît, nediçû jêr fermana serpel û generalan, ti cilekî uniform ê eskerî li xwe nedikir, ne wê û ne jî peyayên wê. Jineke yaxî û serkeş bû. Serçavê wê bixof, kirêt û dilkevir bû. Rojnamevanên ewropî bi berevajî qala wê dikin û dibêjin: Fatereş jineke dilovan û serkirdeke bihêz bû. Serkirdatiya hêzeke pirçek dikir. Hêzeke ku em hemû sersam kiribûn. Bi siwarçakî, çek û cil û kincên wan li hin deran, dibêjin: Me eskerên Kurd didîtin, bi hespên xwe, bi awayekî çargavî dikirin ku pirr dînîtî bû, çawa bi wê lezê xwe hildiavêtin xwarê ser erdê û dubare bilind dibûn, diçûn ser hespên xwe! Me ev tenê li ba kurdan dîtiye, me di neteweyên din de nedîtiye.
Wêneya hespsiwarên serkeş ên Kurd ku bala hemû artêşa fransî û brîtanî kişandibûn.
Tomeriya rojnameyên ewropî û amerîkî bi şanazî û sersamî qala Fatereşê dikin û tekez jî dikin ku Fatereş Kurd e û ji Kurdistanê hatiye. Di hemû çavpêketin, dîdar û bangewaziyên ku ji Fatereşê re hatin sazkirin, qala cil û kincên herebaş û rengerengî yên Kurdan dikin. Hemû tomarên li ser Fatereşê (nivîsar û tomarên siltan jî tê de) li wê rastiyê mikur tên ku Fatereşê ji Kurdistanê hatiye. Hinek dibêjin ew û 300 çekdar ji hoza wê pê re bûn. Hin jî dibêjin ku 500 çekdarên peya pê re bûn. Li cihekî tenê qala 500 jinên Kurd dikin ku nimayişa eskerî li Stenbolê kirine.
Wekî din hemû nivîsar qala serkirdatiya jineke Kurd dikin ku pêşrewa 300 çekdarên peya kiriye ku li jêr fermana wê bûn û ji bo xanima xwe amadeyî fidakariyê bûn. Ku ne berê ne niha jinek nebû serkirdatiya hêzeke çekdar a peyayan bike û li jêr fermana wê bin ku serçavê xwe jî nenixumandibe.
Her wek nimûne rojnameya The Illustrated 1854, di hejmara 363 de dibêje: Fatereş serkirdatiya hêzeke pirçek dikir. Pir cuda û balkêş xencera albanî û rima afganî û hinek tifingên brîtanî bi wan re bûn, ku wisa dixuye ji şirketa Birmingham a brîranî ketibe destê wan. Rim, şûr û cilûbergên kurdî yên peya û hespsiwarên jîr ku bi awayekî dimeşiyan tomeriya jin, biçûk û rêwiyên Stenbolê sersam kiribûn, nemaze jinên Tirk ji malên xwe derdiketin derve û li Fatereş û cenagwerên wê temaşe dikirin. Ev dîmen ji wan re pir xerîb bû! Çawa jinek serkirdatiya hêzekê dike ku tomeriya wan peya bin û wê jî serçavê xwe girênedabe û ti pabendbûneke olî têde nebe wek (hîcab û nîqab), bi cilûbergên kurdî û bi serbilindî û bêyî tirs û pirs di cade û kolanan de bimeşe!
$Fatereş li Stenbolê$
Sala 1887an jinûve Fatereş serdana bajarê Stenbolê dike û rojnameya The Pall Mall Gazette ya brîtanî di raporeke xwe de, bi vî rengî behs dike û dibêje: (Kara Fatma – The Amazon) an ku Fatereşa sûper qehreman dubare hate Stenbolê, bi serçav û çermekî hişkbûyî, li ser gupikên wê nîşana birînê li şûn mabû. Destek cil û bergên mêran ên welatê kurdan lê bû. Bi reftar, tevger û bi hêza xwe ne li jineke temen 75 sal, lê belê li jineke 40 salî diçû.
Şûrekî dirêj bi kevirên taybet nexişandî wek şêwaza kazaxan li milê xwe kiribû, herwisa medalyaya lehengiyê li ser sînga wê bû ku ji aliyê siltan ve pê hatibû dayîn. Di şerê Qirimê de şalekî serleşkerê artêşa Osmanî ji milê xwe ta kemera xwe girêdabû, ku ew şal taybet bi serleşker û serhengên artêşê bû. Bi baweriya me bi vî awayî meşa di kolanên Stenbolê de pir balkêş bû, hemû li wê demê difikirîn ku Fatereş tevî çekdarên xwe cara yekem hatin Stenbolê, çûne wê kampa ku general Lespinas lê bû, li devera Dobrogea hatibûn bicihkirin gava general Lespinas ji nişka ve guhê wî li muzîk, stran, teplik, dahol û zirneyê dibe ji çadirgeha xwe hildipeke û dipirse, ew hêz kî ne? Ew ser bi çi neteweyekê ne hatine vê kampê!?
Hemû sersam bûn bi reftar, cilûberg, muzîk û siwarçakiya wê hêzê û kesî nikaribû wê razê veke û koda neteweyî ya wan siwarçakan bibîne. Ji nişka ve hespsiwareke rengîn ku jinek bû, di pey re 300 çekdar wek dîn bi xurtiyeke pir bixof ji hespên xwe peya dibûn û pêyên wan li erdê nediket û bi qelembazekê diçûne ser pişta hespên xwe.
Pêşrewa wan jinek bû, jineke reng genimî, çavên wê zîq û bi hişyariyeke mezin li hêlên xwe yên çep û rast mêze dikir. Mirov di çavên wê de her tişt dixwend, qehreman bû. Li qehremaneke bêhempa diçû. Dema giha pêşber general Lespinas û ji zînê hesp xwe avête xwarê û silaveke eskerî li general kir û bi rêya wergêrê xwe jê re got: Ez hatime şerê rûsan bikim. General Lespinas bi kêfxweşî got: Hemû kamp di xizmeta van kurdên leheng de dibe û ferman da çi pêwîst be bixin xizmeta Fatereşê.
Her wê şevê cihê vehewînê li kampa eskerên fransî li Stenbolê jê re terxan kirin, lê Fatereşê bi wê hevkariyê ne kêfxweş bû, lewra ji general re got: Em li jêr fermana ti kesî nabin û nebûne, kes nikare fermanê bi ser me de bike. Lewma jî sibetirê zû general hemû cengawerên Kurd dîtin li ser zînên hespan bûn ku çûne girekî nêzîkî kampê û li wê derê konên xwe vegirtin û ji dûr ve aşiqî wê muzîka xweş û herebaş bû ku kurdan dinehwirand.
Hatina Fatereşê dubare bo Stenbolê destpêka Cenga Qirimê dianî bîra kesên li ser kolanan, lewra bi meraqdarî li Fatereşê dinerîn û hewl didan bi wê re bipeyivin. (17)
Rojnameya Pall Mall
Dawiya dawî jî di kovara (liternet) a bulgaran de û di jêrenota mijareke dirêj de li ser Fatereşê bi vî awayî hatiye nivîsîn: Fatereş di edeb û dîroka bulgaran de navekî naskirî ye, tenê di cihekî de navê wê hatiye ew jî di pirtûka bîreweriyên Hristo Stambolski, di sa,la 1972an de: 38 Stambolski..ji devê Stambolski Fatereş û çekdarên xwe jineke hêrsok, serkeş, dilbikîn, dilhişk û şeranî bû. Carekê li kampa (Kulbokluk) rahênan dikir li ser tîravêj û nîşangirtin di wê gavê de bapîr (Nenko) ku şêniyê bajarê (Sheynovo) bû Fatereş nîşan bi bapîr Nenko hingavt û ew di nav xwîna wî de gevizand heta mir
Stambolski
Tehrîfkirina navê Fatereşê ji hêla tirkan ve û guherandina wê bi Fatereşa Tirk.
Pirr in ewên ku hewla reşkirina Fatereşa Kurdan didan, nemaze di serdema Mistefa Kemal Ataturk de jinek bi eynî navî çêkirin û ew wek serkirde û qehremana cenê nîşan didan.
Rojname û kovaran pirr li ser dinivîsîn û wêneyên wê di kuçe û kolanan de belav dikirin. Ev kar jî ji bo wê yekê bû da Fatereşa Kurdan tarî û winda bikin û navê wê di bîra xelkê de nehêlin, çunkî piştî wefata Fatereşê bi dehan sal jî di nav tirkan de her qala qehremaniya Fatereşa Kurdan dihate kirin. Her ji bo vê jî Qerefatma anîn meydanê û heta asta pêwîst ne tenê li ba tirkan, lê belê li ba kurdan jî Fatereşê tehrîf û reş kirin.
Mihemed Bayrak di kitêba xwe de bi navê (Jina Kurd) bi zelalî amaje dide wêrekî, lehengî û cudahiya karakterê jina Kurd û Fatereşê wek nimûneya çavnetirsî, dilêrî û serxwebûnê tîne û dibêje: Tirkan hewl dan şiyana vê jina Kurd veşêrin û xwestin wê di nav çanda xwe de winda bikin. Herwisa dibêje: Bi dirêjahiya dîroka împeratoriya Osmanî, ji xêncî Fatereşê, jinek nebû beşdarî cengê bûbe.
Piştî wê navûdengiya ku gihîşte Fatereşa Kurdan wek dotmîra Kurdistanê û amazona nû ya Kurd û renlyo jinek ji zêr û …hwd, ji bilî xelata lehengiyê ji hêla siltên ve û bi sedan gotar û dîdar di serdema xwe de ligel Fatereşê û cudahiya jenderî û mafê jinan û di navbera Tirk û Kurd de bi sedan belgename bi temamî di dîroka împeratoriya Osmanî û dîroka cîhanê de cih girt ku ne jineke Tirk, lê belê jineke Kurd qehremana Cenga Qirimê bû.
Ev ji tirkên faşîst re ne cihê qebûlkirinê bû, lewra zû ketin kêferatê û di serdema Ataturk (Mistefa Kemal) de, Fatereşeke sexte çêkirin û nav û wêneyên wê li hemû Tirkiyeyê belav kirin û gelek destanên derewîn jê re hûnandin da di hizir û bîr û baweriya takekesên Tirkiyê de Fatereşa kurdan bidin jibîrkirin û bi awayekî navê Fatereşê tehrîf kirin ku cihê mixabiniyê ye pirr kêm Kurd bi xwe jî bikarin wê cihê bikin û zanibin kê qehremana rastîn e!
Her bo nimûne muzexaneya kurdî li welatê Swêdê (Kurdish Exile Museum), herwisa malpera dîroka Kurd (saradistribution) ku malpereke dîroka kurdî ye. Di tomareke xwe de wêneya Qerefatima tirkî danîne û wek Kurd dane nasîn, bi awayekî tev li hev kirine û wêneyên fotografî yên Qerefatma tirkan û nîgarên Fatereşa kurdan bi hev re danîne! Di demekê de, serdema Fatereşa kurdan û Qerefatima tirkan 65 sal zêdetir e. Wê çaxê ji te re derdikeve planên tirkan ji bo mihandina dîroka neteweyeke wek Kurd çawa serkeftî bûne. (18)
Fatereşa tirkan navê wê yê rastîn Fatma Seher Erden e, sala 1888 li bajarê dagirkirî yê Bakurê Kurdistanê li Erziromê ji dayik bûye. Piştî hilweşîna Osmanlî û di destpêka cenga cîhanî di sala 1919 de diçe Sêwasê, ew cihê ku Mistefa Kemal kongre lê girê dide û pêwendiyê bi Mistefa Kemal re didane û dibe dosta wî. Piştî vê Mistefa Kemal grûpeke 45 jinî jê re birêk dixe û Fatma Seher dike seroka grûpê. Êdî piştî mezinkirin û reklamên curbicur, bi xwesteka ku di dîroka tirkan de jineke mînanî Fatereşa kurdan hebe, çunkî ew baş dizanin ku hemû rojnameyên ewropî û amerîkî Fatereşê wek jineke Kurd dane nasîn, cîwarê yekem ê Fatereşê Kurdistan û çiyayên Kurdistanê bi nav kirine. Rojnameyek ji wan rojnameyan nîne nebêjin: Fatereş dotmîra Kurdistanê. Lewra jî bi bername Fatma Seher a tirk mezin kirin û li hin deran dibêjin: Beşdarî cenga grekan (yewnanan) bûye, serkirdatiya 700 çekdarên mêr kiriye. Heta karîn Fatma Seher bikin jineke qehreman a sexte ya Tirk. Her çiqas di malpera Betlîsê de, wê jî wek kurda Erziromê didin nasîn. Lê ez bi xwe, tiştekî wisa neketiye ber çavê min, ji bilî ku li bajarekî kurdî wek bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:right;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2021/390693/0001.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Wêneya Qerefatim (Fatime Seher) di du serdemên cuda de=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Wêneya Qerefatim (Fatime Seher) di du serdemên cuda de=KTML_ImageCaption_End=
Ji bextê çê, ti rojnameyeke ewropî û amerîkî navê wê neanîne, bi şêweyeke din ewqas giringî pê nedane. Herwisa di sala 1920an de xelata jina qehreman diyarî wê kirin, hevdem çi ji bo Fatereşê hatiye kirin eynî tişt ji bo Fatimeseher dubare kirine, bi vê jî ranewestiyan û di 27.04.2017an de rêzefîlmek bi navê (Qerefatim) di 25 xelekan de tomar kirin. Bi vê jî hîn bêtir girewa dirûna xwe birin û Fatereşa kurdan û dotmîra Kurdistanê di hizira takekesên Kurd de bêreng kirin, bi awayekî kar li ser kirin zehmet e ku qala Qerefatimê bê kirin û ew rêzefîlm neyê xeyala tirkan.
Li vir ma em bêjin, xwesteka me vegerandina Fatereşê li cîwarê wê yê yekem bû ku Kurdistan e. Kurd e, ji ber ku tirkan hewleke zêde dane da di çanda xwe de wê bikin Tirk û wê asîmîle bikin ku ev kar ji wan re neçûye serî. Paşê hatine û dibêjin: Fatereş ser bi hozeke tirkmen e, bi navê hoza (Sînmîlî) ku (bi dîtin wan hozeke tirkmen e), lewra li gor hemû belgeyên ku me raxistin ber çav, Fatereş dûr an nêzîk dilopek xwîna tirkî yan tirkmenî di laşê wê de nebû, ne ji hozên tirkî û ne tirkmenî ji dayik nebûye. Lê belê li şax û çiyayên Kurdistanê û ji dê û bavekî Kurd li Kurdistanê ji dayik bûye. Belge jî ji bo kurdbûna Fatereşê ewqas bes e ku Siltan Ebdilmecîd jê re dibêje: Tu bi vê hemû dilêriyê çima bi tirkî nizanî!? Bersiva Fatereşê jî, bê tirs dibêje: Heke tu bi kurdî zanibî, hewce nake tu bi tirkî biaxivî. Ne tenê ne tirk û tirkmen bû, lê zimanê tirkî jî nizanibû! Bi berevajî, di pirtûka Kamîran Bedirxan de amaje pê hatiye kirin ku Fatereşê ji bilî ku ji siltanî re gotiye: Heke tu bi kurdî zanibî, hewce nake tu bi tirkî biaxivî. Herwisa dibêje: Heke te tirk nas bikira, tu bi tirkî nediaxivî.
An ku Fatereşa kurdan li gor wan belgenameyan, navê rastîn ê Fatereşê (Asiye) ye, wek ku me li gor amaje pê kir. Di rojnameya (L`ILLUSTRATION 1854 N 581 KARA FATIMA, L` HEROINE DU KURDISTAN) wek Qerefatim qehremana Kurdistanê amaje bi navê wê kiriye. Herwisa di rojnameya (PALL MALL Gazette, November 1887), wek amazon an ku qehreman navê wê hatiye anîn. Li ser hin ji grafîk fotoyan hin ji rojnameyên fransî wek (le princesse kurde) navê wê hatiye anîn an ku dotmîra Kurdistanê.
Li gor temamiya belgename û rojnameyên biyanî, tirkî û cîhanî (Fatereş) Kurd bû, ji çiyayên Maraşê hatiye wek yekem jin di dîroka artêşa Osmanî de beşdarî cenga herî bixwîn bûye, di sedsala 19an de ku ew jî Cenga Qirimê bû.
$Jêrenot û Jêder:$
(1) Meşahîrul Kurd û Kurdistan fîl ehdul îslamî, Mihemed Emîn Zekî Beg. Wergera: Sanîhe Zekî Beg, cilda duyem, çapkirin: 1945 Bexda, weşanger: Çapxaneya el Neqîd el Ehliye, Bexda.
(2) Tarîx Xuy Mihemed Emîn Riyahî, rûpela 275.
(3) Destana Zerî Xanim di pirtûka Dr. Mihemed Hisên Paplê Êzdî de bi navê Şazade Hemam bi zimanê farisî. Û (eldûrul mensûr fî tebeqat rebatul xidûr wel meşahîrul nîsa, danîna Zeyneb Fewaz (bi erebî).
(4) Survival among the kurds, history of the Yezidies, 1993.
(5) Jina Kurd di Dîroka Cihû de, Esînat Barzanî, Ciwan Umer (Awêne).
(6) The.illustrated-news London.12.6.1854
(7) Ev wêne ji aliyê (Neuville) hatiye kişandin, sala 1867 ji aliyê (Le Tour du Monde) li Parîsê hatiye belavkirin.
(8) Der Adler von Kurdistan Kamuran Aali Bedir-Khan, Herbert Oertel Voggenreiter, 1937 - 144 pagina's
(9) Bersiva nameya Enstîtûya Bajarê Maraşê: Maraş Avucumda marasavucumda@gmail.com
Ma 26-10-2020 21:21
Merhaba, Kara Fatma'yla ilgili bildiğim her şeyi, ilgili yazılar altına ekledim. Gerçek kimliğine dair daha fazla bilgim yoktur malesef...
(10) Caroline (2005). Osman`s Dream: The History of the Ottoman Empire.
Bi dirêjahiya dîrokê dijminên kurdan a li berjewendiya wan bû kirine bi navê xwe, berevajî jî tiştên din xistine stûyê me, binere (Siwarên Hemîdî) û komkujiya ermeniyan, hemû hewldan kirin da komkujiya ermeniyan têxin stûyê gelê Kurd, her çiqas pêta wî agirî em jî şewitandin, lê nekarîn wî karê kirêt ê li dijî mirovatiyê li ser kurdan bikin mal. Yekem, em ne dewlet û dewletdar bûn. Duyem jî, tiştê Siwarên Hemîdî li dijî ermeniyan kir, berteka (taşnak)an bû ku destên xwe ji kurdan nediparastin û bi sedan jin, mêr û biçûkên kurdan hetikandin, dawiya dawî dema artêşên Osmaniyan hatin da berevaniya tirkan bikin, careke din Kurd wek hergav bêkes û tenê man, lewra bi bêgavî çend serokhozên Kurd daxwaz ji Siltan Hemîd kirin da alîkariya leşkerî bi wan re bike û ser û malên wan ji çeteyên (Taşnak) biparêzin. Siltên jî ew daxwaz pejirand û ew jî bûne Siwarên Hemîdî, di heyfa wê bobelata ku anîbûn serê jin, keç, pîr û peyayên Kurd, heyfa xwe ji ermeniyan hilanîn. Her çiqas naxwazim bi gotineke tenê jî piştgirî û rewatiyê bidim vî karê ku kirin.
(11) Başibozuk bi zimanê tirkî û di serdema siltanên Osmanî de ji wan kesan re hatiye gotin ku bi awayekî ne leşkerên nîzamî bûn û di artêşa Osmanî de bûn. Pirraniya wan başibozukan Kurd, Alban û Çerkez bûn, bi giştî tî ji wan hemûyan re hatiye gotin ku ne Tirk bûn. Ev başibozuk bi mêrxasî û çavnetirsiyê naskirî bûn û carine ji artêşa Osmanî re jî bela û kêşe bûn bi taybetî jî Kurd, herwisa başibozuk di rastiyêde nasnavekî wan î xerab hebû û pîşe û karê wan çetetî, şêlandin, talankirin, dizî û serkêşî bû.
(12) 19/12/2019 the Kurdish national movement: its origins and development, pg.45.
(13) Li hin cihan peyva Amazon an Amazona Nû (The New Amazon) û (Orleans) ji bo Fatereşê bi kar hatiye, em giring dibînin derbarê herdu peyvan de zelalkirinekê bidin. Amazon tê wateya sûper qehreman, qehremanek nimûneyî (Super Heroes) di eynî demê de jî navçeyek li Brazîlê ye.
(14) Her çiqas navê bajarekî li Fransayê ye, lê jêdera peyvê grekî ye û ji bo navê keçan bi kar hatiye an ku keçek an jinek ji zêr (gold).
(15) Divê em li vir wê yekê rast bikin ku wê rojnameyê zanyariyên xwe yan di dema taypkirinê de li şûna 500 çekdaran amaje bi 500 jinên Kurd kiriye. Hêjayî gotinê ye ku tenê du keçên karguzar bi Fatereşê re bûn. Hin peya jî kulfetên wan bi wan re bûn û li pişt wan, li ser hespan bûn, lê ne 500 jin bûn.
(16) Ev jinên Kurd bi ruhekî fanatîzm çiyayên Kurdistanê li şûn hiştibûn, palner û amadebûna wan tenê ji bo wê yekê bû li jêr ala pêxemberê xwe li çiyayên Kurdistanê ji aştî û aramiyê beşdarî wê cengê bibin (Lallustracion, hejmar 1854a).
(17) Rojnameya Pall Mall, roja sêşemê, 13.10.1887, hejmar 7043).
(18) Ez dixwazim li vir bînim bîra we ku ev ne tenê yekem plana tirkan di serdema Mistefa Ataturk de bû. Belê berê jî eynî kar bi (Simkoyê Şikak) re kirin. Wek nimûne em ê li vir qala wê nameyê bikin ku di bîranînên (Refîq Hilmî), cildê duyem, rûpela 387an de hatiye: Qomandanê cengê (Besrî Beg) serokerkanê cengê bi îmzeya xwe şandiye (Buz Demîr) li Rewandizê (Buz Demîr) li jêr navê (belgeya hejmar 9 di deftera bîranînan de nivîsiye) Sîmtqo helbet merema wî (Simkoyê Şikak e) tirk û îraniyan bi vî awayî navê wî hildane! dinivîse Simkoyê Şikak kesekî hîlevan e, bi saya zîrekiya xwe xencera ku hilgirtiye dê di dema wê de biweşîne. Hizira serxwebûnê di qoqê wî de ye. Herwisa dibêje: Simko di nav hozên kurdan de pile û payeya wî mezin bûye. Desthilat peyda kiriye ku ew jî bo hikûmeta me ya millî an ku (hikûmeta Mistefa Kemal) dest nade. Têkçûna me pê re ji bo me ne qenc e. Niha heke hûn bikarin, merema wî (Buz Demîre) hewldanê bikin û propoganda di nav eşîran de belav bikin û wan tev bidin bibin dijminên Simko (ingilîzan jî eynî rê bi Şêx Mehmûdê Hefîd re meşandibûn) bi rastî bi vê xizmeteke mezin ji hikûmetê re cîbicî dikin, belav bikin ku Simko bi diravên ingilîzan vê şoreşê dike, ji bo qezenca xwe û ingilîzan xwîna kurdan dirijîne. Ev karê berî 100 salî yê tirkan bû.
Bi hêviya ku ev nivîsar derwazeyek be ji bo awirdana bêtir di jiyana vê navdara Kurd de û bi dehan kesayetî û zana û bilîmetên din ku hêj di rûpelên dîrokê de wek pêwîst nehatine tomarkirin û jiyana wan bi nediyarî maye.
=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:left;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2021/390693/0004.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Fatereş di belgenameyeke din de ku bi zimanê tirkî, bi tîpên aramî hatiye nivîsîn. Em vê ji tirkzanên Kurd re dihêlin da wergerînin.=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Fatereş di belgenameyeke din de ku bi zimanê tirkî, bi tîpên aramî hatiye nivîsîn. Em vê ji tirkzanên Kurd re dihêlin da wergerînin.=KTML_ImageCaption_End=
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,637 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
فایلی پەیوەندیدار: 4
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 21-12-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
وڵات - هەرێم: دەرەوە
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا )ەوە لە: 01-01-2021 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 03-01-2021 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 03-01-2021 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,637 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.160 KB 03-01-2021 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ژیاننامە
ژیان عەلادین
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ژیاننامە
مەیان خاتوون
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,932
وێنە 104,267
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ژیاننامە
ژیان عەلادین
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ژیاننامە
مەیان خاتوون
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.219 چرکە!