Cîhangîr Axa
Cîhangîr Axa, Cangîr Axa, Changîr Axa (z. 1874 - m. 1943) yek ji serhildêrên navdar ên êzdî ye.
Li gundê Çibûxlîyê, navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê jidayîk bûye. Wekî malbat axa bûne û him ji aliyê êzdiyan, him jî ji yên misilmanan gelek rêzgirtina wan hebûye. Cîhangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî û ramanên nûjen tê naskirin. Li Soveta berê kasa siyan (ser textê şayiyan) ser navê Cangîr Axa vedixwarin. Ji ber ku qadirê wî ewqas habû cem milet.
Di pêvajoya Komkujiya Ermeniyan de bi hest û ramanên êzdîtî li yekîtiya gelên êzdî û ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma tirkan û kurdên misilman biparêzin. Yekîtiya gelê êzdî û ermenî bi gelek xurtî çênabe û bi bikaranîna hin peyayê ji hêzên cerdevan (Alayên Hemîdiye) dewleta tirkan a ku hatibû belavkirin, komkujiya ermeniyan tê kirin. Di heman demê de komkujiya êzdiyan jî dest pê dike, lê Cîhangîr Axa zûtirê peşa qirkirina êzdiyan digire.
Cîhangîr Axa wekî serokê êzdiyan li dijî tirkan têkoşîneke navdar li dar dixe. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên tirk. Piştî dawîhatina komkujiyê û sazûmaniya nû ya YKSSê êzdiyên ji ber komkujiyê reviyane xwe digihînin Ermenistanê. Li ser wesiyeta Lenin li wan xwedî tê derketin.
Bi destpêka desthilatiya Josef Stalin tunekirina kurdan li wir jî dest pê dike. Stalîn Cîhangîr Axa dîl digire û dişîne Sîbîryayê û li wir li ser daxwaza Komara Tirkiyê tê kuştin û ji ber ku goristana wî kivşe nebe laşê wî tê şewitandin[çavkanî hewce ye]. Hin kes dibêjin Stalîn ew teslîmê dewleta tirk kiriye.
Li ser wî bi dehan stran ên dengbêjiyê hene.
.Eskerê BOYÎK, CHANGR AXA, bi zimanê ermenî, GIRAKAN TÊRT (Rojnema Edebî); N 9 (2361); 23-ê Sibatê,1990.[1]