图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,636
图片 106,194
书籍 19,172
相关文件 96,649
Video 1,330
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dengbêjek ji dengbêjên bavê min: Tahiro
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dengbêjek ji dengbêjên bavê min: Tahiro

Dengbêjek ji dengbêjên bavê min: Tahiro
Dengbêjek ji dengbêjên bavê min: Tahiro
İkram Oguz

Destpêka salên 70yî, em bi malbatî ji gund koçberî bajêr bibûn.
Bavê min ê 60 salî hemû jîyana xwe li gund, di nav mêrg û zevîyan da, bi cotkarî û ajaldarîyê derbas kiribû. Loma bajar lê teng dihat, ji jîyana xwe ya di nav bajêr da hatibû sînordarkirin eciz, xemgînîya wî jî zêde dibû. Sedema xemgînîya xwe dizanîbû û ji xwe ra dermanê xemrevandinê jî dîtibû. Her roj piştî şîva êvarê, teyîba li dîwar dardakirî digirt, li ser mînderê rûdinişt û teyîp jî dida ber xwe. Kasetek diavêt teyibê, pişta xwe dida balîfê, çavên digirt û bi dengê dengbêjên xwe ra di nav bîranînên xwe da digerîya. Piştî guhdarîkirina her stranekê, ji me ra qala bîranînek xwe yê li gund derbas bibû, dikir. Dûra rûyê wî dikenîya û xemgînîya wî direvîya.
Kasêtên dengbêjan, wê demê tenê di civatên gundan da, bi dizî dihatin qeydkirin û bi rêya nas û dostan di nav civakê da belav dibûn. Ew kasêt di bêrika bavê min da kêm nedibûn û di heftê da carek jî dihatin guhartin. Diçû sûka Serê Taxê, di çayxanekê da nas û dostekî xwe didît, kasêtên xwe bi yê nû ra trampe dikir û bi kêf û kelecan vedigerîya. Dengbêjên ku ew li kasêtên wan digerîya gelek bûn û ji wan dengbêjan yek jî Dengbêj Tahiro bû.
Dengbêj Tahiro kî ye?
Gor vegotina Şerîfê lawê wî, bi navê xwe yê fermî Tahir Karahan, bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Xoyê ye. Navê kalikê wî Telo, navê pîrika wî jî Xezal e. Sê lawên Telo û Xezalê hebûne û ji wan yê navê wî Osman, di sala 1896an da hatîye dinyayê. Osman li gundê xwe yê bajarê Xoyê mezin dibe û li wir dizewice. Malbat ji Aşîreta Celalî ye û Celalî jî li ser herdu alîyên sînor di navbera Îran û Tirkîyê da derbas dibe, dijîn. Osman û jina xwe Xatun, di destpêka salên 1920an da, ji malbatê diqetin û bi komek Celalîyan ra berê xwe dide Bakurê Kurdistanê.
Piştî derbasbûna ji sînor, Osman û Xatun terin li Entabê (Tutax) li gundê Xirbesor bi cîh dibin. Di dawîya salên bîstan da ji wan ra lawek dibe û ew navê wî Tahir lê dikin.
Di nasnameya Tahiro da, bûyîna wî ya fermî, wek ya pirranîya Kurdan 01.01.1935 hatîye qeydkirin. Lêbelê gor gotina ku wî ji lawê xwe ra gotîye, ew piştî têkçûna serhildana Agirîyê ji Xirbêsor koçberî Qeraxlîya Milazgirê bûne. Ew wê demê 4-5 salî bûye û rêwîtîya wan a li ser pişta ereba ga çend roj kudandîye.
Tahiro li Qeraxlîyê bi du xweng û birayek xwe ra mezin dibe. Di 15-16 salîya xwe da xewnek dibîne û di xewna xwe da wek dengbêjek distirê. Sibetirê radibe xewna xwe ji xwengeka xwe ra vedibêje, piştî wê rojê jî dest bi dengbêjîyê dike û heta dawîya jîyana xwe, distirê.
Tahiro, cara yekem bi keçikeka navê wê Sultan ra dizewice, di sala 1955an da dema wî ya leşkerîyê tê û tere du salan li ser sînorê Tirkîyê û Ermenîstanê, li navçeya Aralikê leşkerîyê dike.
Leşkerîya wî diqede û vedigere Qeraxlîyê. Herçiqas kare ku li gund bike, cotkarî û ajaldarî be jî, ew ji kar û barên malbatê dûr disekine. Di nav gundên herêmê da digere û dengbêjîyê dike.
Hevparîyên dengbêjan.
Bêguman hemû dengbêj, xwedî huner û afirînêr in. Xwedîyê deng û avazên taybet û kesên curetkâr in. Lê ne tene di warê huner û hunermedîyê da, dengbêj di hemû xalên jîyana xwe da jî, xwedî hevparîyên taybet in.
Wek mînak:
Dengbêj kesên gerok û kêfdar in. Tu car xwe girêdayî derekê nabînin û gund bi gund, bajar bi jar digerin. Di şîn û şahîyan da cîh digrin, bi tahmgirtina ji reng û dengên jîyanê distirên û li kêfa xwe mêze dikin.
Dengbêj evîndar in. Qasî ku di kilam û stranên xwe da evin û evîndarîyê şayeser dikin û tînin ziman, di jîyana xwe da jî ewqas li evîn û evîndarîyê digerin. Loma pirranîya dengbêjan, kesên pirzewacî ne.
Dengbêj diltenik û hestîyar in. Ji xwezayê, deng û rengînîya ji jîyanê hezdikin, dixwezin ew jî ji alî kesên derdora xwe va werin hezkirin û rûmetê bibînin.
Ev her sê taybetmendîyên dengbêjan di kesayetî û jîyana Tahiro da jî tên dîtin.
Wek mînak, ew di xortanîya xwe da bi Sultanê ra zewicîye û bavê çend zarokane. Mixabin dîsa jî çavê wî li dere û mîna evîna ku di strana wî ya Perîxana Mihê da derbas dibe, li evînek nû digere. Di sala 1973an da li herêma Bazîdê ye û her roj li gundek, di maleka xwedîqonax da dibe mêvan û di civatên şevên dirêj da cîhekî sereke digre û kilam û stranan diştirê. Di nav civatê da guhdarvanên wî mêr û kalemêr, li paş derîyên odeyan da jî jin û pîrejin, bûk û qîzên ezeb in. Di mêvanîya xwe ya li gundekî Bazîdê da, çavê wî li Helîmê dikeve. Ew mirovekî çilûçend salî û zewicî, bavê qîz û lawan, Helîma bejnzirav û narîn jî hê keçikeka hîjde salî ye.
Tahiro, dengbêj e û di hestên xwe da jî evîndar û diltenik e. Dibe xwezgînîyê Helîmê û wê ji xwe ra dixwaze. Bi Helîmê ra zwaca xwe ya duyem dike û wê wek hêwî di ser Sultanê ra tîne.
Ji herdu jinên wî, ji Sultan û Helîmê 26 zarok jê çê dibin. Ji wan 14 heb di zarokatîya xwe da dimirin, 12 zarok diminîn û hê jî dijîn. Ji zarokên wî yên jîyayî, 2 law û 4 qîz ji jina wî ya ewil ji Sultanê, 4 law û du qîz jî ji jina dawîyê, ji Helîmê ne. Zarên wî yên ji jina ewil, nuha li Aydin, Îzmir, Balikesîr û Burdurê, her 4 lawên ji Helîmê jî li Milazgirê dijîn.
Tahiro, heta sala 1994an li gundê Qeraxlîyê dijî, dûra ji gund mala xwe bar dike û li nav Milazgirê bi cîh dibe. Mal li Milazgirê, lêbelê ew dîsa gera xwe ya dengbêjîyê didomîne.
Di sala 2014an da felc lê dixe, çar salan di nav cîh û nivînan da dimîne û di 22yê Tîrmeha sala 2018an da xatir ji guhdarvan û hezkirîyên xwe dixwaze û bêdeng koça xwe ya dawîyê dike.
Dengbêj Tahiro, di warê dengbêjîyê da xwedî tewneke taybet e. Ew di kilam û stranên xwe da, bi kesên derdora xwe ra diaxife, axaftina xwe dixemilîne û bi wan ra parve dike. Peyvên ku ji kurahîya dilê xwe hildibijêre, di qirika xwe da dixulxulîne, bi deng û awazek taybet der tine û bi guhên guhdarvanên xwe va dizeliqîne.
Evîn û evîndarîya xwe ya ji jîyanê digre, di kilam û stranên xwe da tîne ziman. Loma pirranîya stranên wî li ser jîyanê ne. Dîrok û serhildanên kurdan bala wî dikişîne, gelek kilamên wî li ser dîroka kurdan, bi taybetî li ser serhildana Agirîyê ne. Serhildan, mêranî û mêrxasî, xizanî û koçberî mijarên wî yên sereke, ew bi xwe jî di zarokatîya xwe da koçberek ji koçberên şer e…
Tahiro, di jîyana xwe da gav bi gav li seranserê Serhedê digere, di civatên gundan da cîh digre û distirê. Loma li herêma Serhedê, ji zarokên heft salî heta kalemêrên heftê salî kesê ku Tahiro nas neke, tûne.

Hevalekî wî yê ji derdora Sîpanê Xelatê di derbarê dengbêjî û jîyana wî ya dawîyê da wuha dibêje; „Dengbêj Tahiro, dengbêjekî xwedî dengekî zîz û avazeke taybet bû. Kilam û stranên xwe bi tewn û ahengek cuda distira. Ew jî mîna hemû dengbêjên me, di dawîya jîyana xwe da êş û jan dît û koça xwe ya dawîyê kir. Em bi çûyîna wî ra jî carek din dîsa feqîr ketin û ji reng û dengek xwe yên çandî bêpar man.
Ew dengbêjên me yên mîna Tahiro, bi stran û klamên xwe, bi deng û hûnerê xwe zimanê me jîndar kirin û heta roja îro anîn, ji miletek din bana, nuha li kûçe û kolanên bajaran da peykeren wan hatibû tîk kirin.
Lêbelê ew hemû bêxwedî bûn. Bi êş û jan jîyana xwe derbas kirin û li ser axa xwe nesitirîn, koçber bûn, zilm û zordarî dîtin û hatin jibîrkirin.
Di sala 2004an da, min jê ra telefon vekiribû, di telefonê da bi dilek xemgîn ji min ra gotibû, ‚Kî yê me he ye, ku em ji wan gilî û gazinên xwe bikin, derd û kulên xwe ji wan ra bêjin. Berê xisletek Kurdan hebû, îro ew jî nema ye…’
Dûra axînek kûr kişand, strana xwe ya bi navê, ‚Derîyê Dîyarbekirê dîyarê zilmê ye, bêhna xwînê jê tê…’ sitira.
Dema ku mir, mirina wî di tu ajans û rojnameyek Kurdan da wek nûçeyek piçûk jî cîh negirt…“

Dengbêj Tahiro, bi sedan stran ji ber xwe derxistine û gotinê. Lê di nav stranên wî da ya herî bi nav û deng û pê tê naskirin, strana wî ya li ser Perîxana Mihê ye… Dema ku yek qala Tahiro bike, ev stran, qala Perîxana Mihê bike jî, Tahiro tê bîrîya merîyan.
Mixabin îro herçiqas gelek dengbêj stranên wî bistirên jî, yê ku bi tewn û avaza wî kilam û stranên wî ji nû va jîndar dike û distirê, tenê şagirtê wî yê xort, Dengbêj Yavuz e, ku ew ekola Tahiro bi serkeftî didomîne.
Bi beşek ji strana Pêrîxana Mihê nîvîsa xwe diqedînim û dibêjim, Tahiro jî mîna hemû dengbêjên me yên nemir, di saxîya xwe da rûmetek mezin nedît û ji vê dine çav vekirî çû. Divê em bi guhdarîkirina kilam û stranên wan, hemû dengbêjên xwe bibîr bînin û deynê xwe bînin cîh. Jiber ku ew çavkanîyên wêjeya devkî bûn, em jî îro deyndarên wan in.

Perîxana Mihê
Bê hoy yoy li min, hoy yoy li min, hoy yoy li min hey yey hey ye
Koçera min hey yey, gula ber bêhna min hey yey hey hey
Kewa min gozela min hoy yoy, hoy yoy gidî
De gundo bejna Perîxana Mihê, eger sual dikî takrihana yekta ye
Keko min go takrihana yekta ye hoy yoy, hoy yoy li min hey yey
Ezê bêjim gelî derî cînar, bira û pismamno guhê bide
De dibên etegê sîpanê xelatê, keko cîkî ber bi ba ye
Ê de dibên etegê sîpanê xelatê, bêlome be cîki ber bi ba ye
Îsal teze kulîlk da ye, gelî brano gazin û loma ji min nekin îsal teze gûlî day e
Koçera min hay yey kubara min hoy yoy gidî
Min gote şalûl temîya min li tebe, daneyne ser baxê bê gul
Baxê bê gul mîna mirazê bê dil, minanî kirasekî bê mil,
Mînanî zevikek hemûceh bê simbil, mînanî guzeke pûçe bê kakil
Cila şil e, ketiye bin hoy yoy yoy…
Xwazil ezê bûmya kolyek zêr biketama bejna xwe ya kewa gozel,
Minê xwe berda xala serê dil hoy yoy, hoy yoy li min hoy yoy
Koçera min hay lêy, kubara min hey lêy
Lo birano eger hûn suwal dikin, dibê îsal teze kulîlk daye hoy yoy
Gelî cimaata hazir eger suala xwe ji min dikin, haya min jê tune,
Îsal sê sal e, destê min jê qetîyaye hey dil de hay dil gidî hay dil
Gustîla di desta da, guharê di guha da, xizêma poz safî zer e, heqî kuta ye hey yey
Mi di digo xwedê dê û bavê min ra qebûl neke qe hilnede
Çawa ez negirtim nedame lawikê Mihacir,
Ez girtim dame Remoyê qeregêçî
Çiftê berikê min mînanî şemamokê bostana binê cûra da
Qirawa payîzê xwe avêtîyê teze xwîda ye hoy yoy, hoy yoy li min hoy yo
Ê de dibêjin melê muxribê heya kurahîya sibê jê ra destûr daye hay yey hay yey
Ezê bêjim, tu gulî ez rihanim, hay yey hay yey
Min go tu sosinî ez pîltanim, îsal sê sal e, ez li pey te me
Ez çawa ziman û ez navê te nizanim, hoy yoy
Hey dil gidî hey dil hey yey,
Koçera min hey dil, kubara min hoy yoy

Çavkanî:
1.Gotubêja min a bi Şerîf Karahanê lawê Tahiro ra…
2Kanala Dengbêj Tahiro ya li ser Youtube ê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,409
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | navkurd.net
相关文件: 1
挂钩项目: 18
小组: 文章
Publication date: 29-03-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-03-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on16-03-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,409
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,636
图片 106,194
书籍 19,172
相关文件 96,649
Video 1,330
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!