图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,626
书籍 19,283
相关文件 97,254
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo

Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo
Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo
Îkram Oguz

Gelo Radyoya Rewanê neba, em ji hebûna Sûsîka Simo hayîdar dibûn?
Kilam û stranên ku wê bi dengê xwe yê zêrîn distira, dê me bibihîsta?
Ya jî dengê bilûra ku Egîdê Cimo li quntarên Çîyayê Elegezê rûdinişt û lêdixist, wê çawa di ser Çemê Erez ra derbas biba û bihata guhên me?
Na, bêyî Radyoya Rewanê ne em ji Sûsîka Simo û ji dengbêjîya wê hayîdar dibûn, ne jî me dengê bilûra Egîdê Cimo dibihîst.
Jiber ku, Radyoya Rewanê neba ew dengê zêrîn jî, dengê bilûra bi hostayî derdiket jî, dibin mij û dûmana Çîyayê Elegezê da diman û bi demê ra wenda dibûn.
Loma, divê em xwe wek deyndarê damêzraner û rêvebirên radyoyê û hemû hunermendên ku di wê radyoyê da strane, bihesibînin û hergav bi qedr û qîmet wan bibîr bînin.
Jibo ku deynê xwe bidim, qasî ku li deng û sewta wan guhdarî dikim, dixwazim wan ji nêzîk va nas bikim û bi nifşên nû bidim nasîn.
Îro jî dor dora dengbêja dengzêrîn Sûsîka Simo ye…
Sûsîka Simo, di sala 1925an da li Ermenîstanê li gundê Mîrekê ya li etega Çîyayê Elegezê û di nav malbatek kurdên Êzidî da çavê xwe li dinyayê vedike.
Piştî bûyîna wê, malbat ji gundê Mîrekê bar dike û tere li bajarê Gumrîyê bi cîh dibe. Sûsîk jî li bajarê Gumrîyê mezin dibe û li wir dest bi dibistanê dike. Dûra li Zanîngeha Erîvanê beşa tendurustîyê dixwîne û bi serkeftî diqedîne.
Di dema xwendekarîya xwe ya li zanîngehê li ser pirsgirêkên jinan û ji bo hişyarbûna jinan kar û xebatê dike.
Di kesayetîya xwe da keçikeke îsyankar e û sînoran nas nake.
Dest bi karê hûnerî dike û îsyankarîya xwe bi kilam û stranên kurdî va dixemilîne.
Jiber ku, ji dema zarokatîya xwe da mêla wê li ser dengbêjîyê heye. Loma piştî xebata çar salan, dest ji karê bijîşktîyê berdide û perr û baskên xwe ber bi çand û hunera kurd diçirpîne. Êdî rêwîtîya wê ya hunerî û dengbêjîya wê dest pê dike…
Lê di dema wê rêwîtîyê da, di nav kurdên Ermenîstanê da jî dengbêjî karek ji karê mêran tê dîtin û hemû dengbêjên ji wê herêmê jî mêr in. Sûsîka Simo di rewşek wisa da û wek keçikek xama derdikeve serê rê û bi deng û hunera xwe meşa xwe didomîne.
Kilam û stranên kurdî berhev dike û di sala 1946an da li Sovyeta berê weke yekemîn dengbêja kurd û bi cil û bergên xwe yên kurdî derdikeve ser dîkê, kilam û stranên bi kurdî û ermenkî distirê.
Qasî mûzîkê reqs û govendên kurdan jî bala Sûsîka Simo dikişîne. Ew di wan salan da komên govendê saz dike, dilîze û dersa lîstikê dide.
Sûsîka Simo di wan salan da Kolya Neftalyanê Ermenî nas dike. Naftalyan werzişyar, Sûsîk jî hunermend e. Hevaltîya wan a ku bi hevnasînê ra dest pê dike, di demeke kin da vediguhese evîndarîyê. Ew ji hev hezdikin, dibin evîndarê hev û bi hev ra dizewicin…
Lê Sûsîka Simo keçikeke Êzidî, Kolya Neftalyan jî Ermenî ye. Li gorî bîr û baweriyên Êzdiyatîyê jî nedihat ecibandin ku Êzidîyek bi Ermenîyek ra mêr bike.
Loma civak li hemberî zewaca wan derdikeve. Lê Sûsîka Simo, çawa ku xwe bi zanebûn û hûnera xwe, bi civaka kurd va xwe dabe qebûlkirin, di warê zewaca xwe da jî bi ser dikeve.
Sûsîk û Naftalyan bi hev ra li welatên Sovyetê digerin û bi hev ra dixebitin. Jiber wê yekê Sûsîk, ne tenê di nav kurdan da û li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û li Kafkasyayê jî tê nasîn, bi kilama û stranên xwe va tê hezkirin.
Di sala 1955an da, Radyoya Erîvanê ku di nav kurdan da wek Radyo ya Rewanê tê binavkirin, dest weşana kurdî dike. Piştî weşanê Sûsîka Simo wek yekemîn dengbêja jin a kurd di radyoyê da distirê.
Li dika Fîlharmonîya navdar a li Ermenîstanê pir caran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Di sala 1965an da li Meydana Sor a Moskovayê wek hunermenda kurd, bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi kofîya xwe derdikeve ser dikê û bi kurdî distirê. Di wê konserê da deng û sewta wê bi ahenga bilûra Egîdê Cimo va olan dide û li hemû erdnîgarîya Sovyetê belav dibe.
Berî konsera wê ya ku cara ewil li Meydana Sor lidar bixe, Wezîrê Eşo, di rojnameya Rya teze da nivîsek diweşîne û di wê nivîsê da ji bo Sûsîka Simo wiha dibêje:
Sûsîka me wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe ra heyrantiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî jî ji hêla muzîkê da pirr baş e û dema ku perçeyên bijare hildibijêre û bi performanseke semyan ra digihîne hev. Sûsîk ne tenê li Rewanê, di demek kin da li Qefqasan jî bi nav û deng bû. Ji xwe Sûsîka Simo beriya Radyoya Rewanê jî hebû…
Wek gotina Wezîrê Eşo Sûsîka Simo berî Radyoya Rewanê jî hebû, li Ermenîstan û Gurcsitanê, li hemû welatên Sovyetê jî dihat nasîn. Lêbelê deng û sewta wê bi Radoya Rewanê va di ser sînoran ra derbasî çarnikalên Kurdistanê bû, ji alî hemû kurdan va hat naskirin û hezkirin.
Sûsîka Simo qasî ku bi deng û hunera xwe dihat hezkirin, ewqas di nava jinên kurd ên Sovyetê da rêya dengbêjî û hunermendîyê jî vekir, bi kar û xebata xwe ya hunerî hêz û cesaret da jinan.
Hemû jîyana wê bi kar û xebata hunerî derbas bûye, lê dîsa jî gor şert û mercên wê demê, tu kasêtek wê derneketiye.
Di arşîva Radyoya Rewanê da gelek klamên ku wê straye hatine qeydkirin, ku ji wan hinek ev in: Evdalê Zeynikê, Zilfanî, Vî Peyayî, Xerîb, Memê Alan, Hey Cane û Lênîn rabû em rizgar bûn. Lê ew herî zêde jî bi kilama xwe ya li ser Lênin gotîye tê naskirin.
Weke hemû kilamên wê, ev kilama wê ya bi navê „Hey Canê“ li ser xortekî xwendekar hatîye derxistin û bi meqam û gotinên xwe jî kilamek xweş û watedar e.

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Hezar cahil dixwînin, hey canê,
Nava wan da lawikê min, hey canê.

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Lawikê min î çavşîn e, hey canê,
Mi ra nema dişîne, hey canê.

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,773
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
相关文件: 1
挂钩项目: 23
小组: 文章
Publication date: 22-09-2021 (3 年份的)
书: 艺术
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-03-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on16-03-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):16-03-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,773
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.113 KB 16-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,626
书籍 19,283
相关文件 97,254
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!