Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,427
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
DÎROKA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DÎROKA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ

DÎROKA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ
$DÎROKA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ$
Gelek arkeolog vê nêrînê parve dikin ku zimanê yekemîn ê Şoreşa Neolîtîkê, ziman û çanda Kurdî ye, ku li qontara Çiyayên Toros-Zagrosê destpê kiriye.
Bi demê re bingehê hemû zimanên ku koka wan Arî (Hind-Ewrûpî) ne, pêk aniye. Tê hizirîn ku ji salên 9000 BZ û vir ve ne bi fîzîkî, lê bi awayekî çandî li erdnîgariya Hind-Ewrûpayê belav bûye.
Derketina ji çaremîn serdema qeşayê salên 20000-15000 BZ re ziman û çanda Arî li ser xaka Mezopotamyaya Jorîn, ji aliyê civaka Kurd ve hatiye pêşxistin.
Li gorî lêkolînên ku di perestgeha Xirabreşkê (Riha) de hatine kirin, 12000 BZ gelek berhemên binirx ên wê serdemê yên weke; wêneyên lawiran, peyker û nivîsên hiyeroglîf ku li ser dîwarên perestgehê hatine çêkirin, hatine dîtin. Ji ber vê jî, mirov dikare bêje; nivîsa hiyeroglîf ji aliyê civaka Kurd ve hatiye pêşxistin.
Kurd, yekem car li ser dika dîrokê bi navê Hûriyan (navlêkirina Sumeriyan) 3000-2000 BZ têne nasîn.

Kurdî, heya roja îro di van deman re derbaz bûye.
1.Dema Aryenî
2.Dema Sumeriyan
3.Dema Hûriyan
4.Dema Avesta (Med)
5.Kurdiya Kevin
6.Kurdiya Navîn
7.Kurdiya Nû

Li gorî belgeyên ku di dîrokê de derbaz dibin, pêşketinên dîrokî yê zimanê Kurdî, bi vî awayî hatine rêzkirin.
1- Dema Aryenî:
Pergala mûzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî gur û xwedî nirxên hunerî ye. Mirov çanda Kurdan, herî zêde di muzîk û govendên wan de dibîne.
Her wiha, mirov bi heman awayî di çavdêriya li sekna jinê, cil û berg lixwekirin û şêwazê wê, bi nazikî û narîniya rabûn û rûniştina wê de dibîne. Çavkaniya esaleta nifşên Kurdan, ji serdema seretayî digire.
Dema ku em li çîrok û folklora Kurdan dinêrin, dibînin ku zêdetir destanî ne. Bi giranî destanên lehengiyê tînin ziman. Em di Destana Gilgamêş, Semîramîs, Tofana Nebî Nûh, Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdê de van rastiyan dibînin.
Di pêkhatina vê reseniyê de xwezaya çiyayên asê yên KURDISTAN’ê, berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkeriya domdar û zalim, dîrokeke demdirêj bandor dike.
Di demên dawiyê de rastî gelek belgeyên ku bi zimanê Hûrî hatine nivîsîn, tên dîtin. Belgeyên ku di bajarên Orkêş (Amûdê) û Hîtîtan de hatine peydakirin, derbarê Hûriyan de agahiyên berfireh didin.
Tê gotin ku Hûrî, berdewama civakên ku 6000 BZ çanda neolîtîk û şoreşa ziman gihandine sazîbûnê û çanda Til Xelef ava kirine.
Jixwe, ji BZ 3000’î Sumeran navê Hûrî, yanî gelê çiyayî, li Hûriyan kiribûn. Civaka Kurd, di serdemên cuda de bi navên cuda yên weke; Kurtî, Hûrî, Mîtanî, Gotî, Sobarî, Kasîtî, Naîrî û Med hatine binavkirin û heman çand û ziman domandine.
Di belgeyên Sumeran de jî tê vegotin ku dema dîrokê bi awayekî nivîskî destpê kiriye, civakên binyad Kurd in, di dika dîrokê de risteke sereke lîstine.
Sumeran navê weke; Kurtî, Hûrî, Gotî, Naîrî û hwd, li Kurdan kirine.
Kurtî: Kur=cihê bilind, tî=yên xwemal.
Hûrî: Gelê welatên bilind.
Gotî: Gelê ku bi lawirên Ga xwe xwedî dikin. Go=Xuda, gotin, Xudayê herî bilind.
Naîrî: Gelê robaran. Gelê di navbera her du çeman (Dîcle û Firat) de dijîn.
Li vir tê dîtin ku Hûrî, Gotî û Naîrî bi Sumeran re pir di nava hev de ne.
Koka zimanê Hûriyan, Aryenî ye. Tê peyitandin ku gelek gotinên ji koka vî zimanî, derbazî zimanê Sumeran bûne. Bi taybetî, navê dexl û danan, navê amûrên çandiniyê…
Navê keştiya çolê (deve) bi zimanê Semîtîk e. Gelek pêşgir û hêmanên mêtiyê yên di zimanê Sumeran de ji heman çandê hatine dîtin.
Lê anîna destanên Derwêşê Evdê jî, çavkaniya xwe ji nivîsên li ser tablêtên Sumeran ên 2000 BZ digire.
Heman tişt, li herêma Şengalê (Sîncarê) ji aliyê keçek nediyar ku wekî GÎRO tê binavkirin ve jî, li ser navê lehengekî gel tê gotin.
Di navbera helbesta Gîro û nivîsên li ser tablêtên ji 2000 BZ û destana Derwêşê Evdê de hevşibîneke bê hempa heye.
Di navbera ola xwedewanda Înnana-Îştar û Stêrkê de hevşibîn heye. Bi taybetî, destana Nûh û Gilgamîş jî dişibin hev. Ji aliyê mîtolojiyê ve jî Hûriyan bandor li ser Sumeran kirine.
Bi kurtasî, dîroka nivîskî destnîşan kiriye, ku ziman û çanda Kurdî bi yekem şoreşa ziman û cotkariyê re, li ser xaka Mezepotamyayê, ango li ser xaka KURDISTAN’ê weke nasnameyeke cuda awa girtiye û gihiştiye sazîbûnê.
Piştî vê pêvajoyê, di destpêka şaristaniyê de li cih û demên cuda, di bin navên cuda de wekê; Hûrî, Gotî, Kasît, Mîtanî, Naîrî, Medî û hwd. jiyana xwe domandiye.
Her wiha, civaka Kurd, bandoreke sereke li civakên derdora xwe kirine. Di dîroka Heredot de pir zelal e ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kirine, çavkaniya wan Medî ne. Helenî, di 900-400 B.Z. de pir zêde di bin bandora Medan de mane.
Du wateyê peyva Arî hene; ya yekem tê wateya agir, ya duyem jî tê wateya erdê-xakê. Peyva Arî, ji aliyê etîmolojî ve jî, peyveke Kurdî ye. Li gorî lêkolînên dîrokî, ev pêvajo ji 12000 B.Z. ta 4000 B.Z.di pêşengiya gelê Kurd de pêş ketiye. Her wiha, şoreşa ziman a ku bi pêşengiya dayikê pêşketiye, di çanda Aryenan de bi bandoreke herî mezin û bingehîn rist lîstiye. Rêber APO jî, li ser vê pêvajoyê nêrînên xwe wiha dibêje: Koma ziman-wêjeya Aryen; çi di warê ziman de çi jî di avakrina hevsengiya hest û ramanan de xwedî kokek kûr e. Ev yek jî, bi mercên coxrafî û dîrokî ve girêdayî ye. Salên di navbera 12000-4000 BZ. de dema dirêj a bicihbûn û bisazîbûna vê çandê û vî zimanî rave dike. Li nêzîkî vê serdemê; her cure kuzikvanî, ji bo ajotina zeviyan bikaranîna nîr û lawiran, tekelek, tevn, destar, huner û hwd. sazbûye. Her wiha, xelkê herêmê îro jî van amûrên çandê û koma gotinên van amûran ravedikin, bikartînin. Ev jî, nasnameya devera kakil, an jî dendik ronî dike. Di zimanê Ewrûpî de îro jî bi dehan peyvên tên bikaranîn, meseleya çavkaniyê zelal dike. Mirov hinek ji van gotinan, dikare wiha rêz bike: Geo-cih, erd, jin, roj, bira, mur-mirin, sol, neo-nû, ga, gran-gram, meş, xweda-guda-gudea û hwd.
Her wiha, li gorî lêkolînên arkeolojiyê 12000 BZ bingeha nivîsa hiyeroglîfî jî, yekem car di vê serdemê de li Perestgeha Xirabreşkê ya Rihayê, hatiye dîtin

2- Dema Sumeriyan
Gelek nêrînên cûr bi cûr li ser derketina Sumeran hene. Li gorî hin belgeyan dibêjin; Samî ne, hin dibêjin; Arî ne, heta hinek dibêjin; ji nijadekî cuda ne. Avabûna Sumer, êrîşên qebîleyên komên Samî yên dijberî çanda Arî û hem di warê fîzîkî de hem jî di çandinî de belavbûna çanda Arî ya li Mezopotamyaya jêrin, ji senteza herdu çanda nijadan derketiye holê. Şaristanî, bi Sumeran re destpê kiriye. Her çiqas têde bingehê şaristaniyê (bajarvaniyê) dij-civakê pêşketibe jî, lê gelek vedîtinên nû yên çavkaniya xwe ji şoreşa neolîtîkê digirin, pêş xistine. Weke; nivîsa hiyeroglîf û mîxî… Di nava çand û nivîsên mîxî yên Sumeriyan de bandoreke mezin a çand û zimanê Aryenan heye. Weke; peyvên kur=bilind, welatê bilind, çiyayî+ti pêvaka xwedîtiyê (aîdiyet) kurtî+Kurd, Nuh=nû, Gil+ga+miş=Gilgamiş (Gayê mezin) û hwd.
Di vê serdemê de nivîsa mîxî, 36 tîp bûn, pêşiyên Kurdan jî 6 tîpên din li ser zêdekirine û weke 42 tîpan nivîsa mîxî pêşxistine û di warê wêjeyê de bikar anîne.

3- Dema Hûriyan
Vê pêvajoyê, piştî pêvajoya çanda Aryen destpê kiriye û bandora çanda Aryen di vê pêvajoyê de diyarker e. Li gorî arkeolojî, etîmolojî, etnolojî û antropolojiyê; rêvebirina vê pêvajoyê jî, bi pêşengiya Kurdan çêbûye. Weke Rêber Apo jî dibêje: Komên Aryen ên ji proto-Kurd, Fars, Afgan û Belûciyan di vê guftûgoyê de li rêzên pêş cihê girîng digirin. Bi taybetî, rengê zimanê Hûriyan ku proto-Kurd in, diyar bû, aîdiyeta çand-zimanê Aryen ê xwe dispêre gelên otantîk zelal bû. Teza ez bi xwe jî rast dibînim, ew e ku herêma kakil a şoreşa neolîtîkê, tenê bi vî çand û zimanî çêdibe. Herêma kevan jî, ji sîstema Toros-Zagrosan pêk tê û weke Hîlala Bi Bereket jî tê binavkirin… Bi vî awayî, mirov dikare bêje ku Hûriyan (çand û zimanê Aryenî) pêşengî ji koma ziman û çanda Hînd-Ewrûpiyan re kiriye û pirsgirêkên wê yên çavkaniya ku xwe dispêre koka wê, çareser kiriye.
Di serdema Babiliyan de gelek belgeyên Kurdan ên kevnare bi alfebeya Aramî hatine nivîsîn. Ev belge, li şkeftên herêma Rojhilatê Kurdistanê Hewramanê hatine dîtin. Her wiha, ev belgeyên Kurdî yên ku li ser çermên xezalan hatine nivîsîn, hatine dîtin.

4- Dema Kurdiya Avestayê
Ev Kurdî, di serdema Medan de pêşketiye. Bi pêşengtiya Zerdeşt, Avesta li gorî lêkolînan tê gotin ku bi 44, 48 û 60 tîpan ve hatiye nivîsandin. Avesta, her çiqas bi tîpên Pehlewî ve hatibe nivîsîn jî, lê zimanê wê Medî ye. Cara yekem li Rojhilata Navîn, zimanekî ku ji aliyê wêjeyî ve ew qas dewlemend e, derdikeve holê. Bi alîkariya vê wêjeya dewlemend a Kurdî, bingehê wêjeyî bi pêşengtiya Zerdeşt ve di nava Farisan de bi Zendê û di navahindiyan de jî bi Bazendê ve hatiye avêtin. Piştî hilweşandina Medan û wefatkirina Zerdeşt, pêşketina di wêjeya Kurdî ya nivîskî de lewaz ma, lê piştî hatina Îskender (330 BZ) qirkirinek mezin li ser ziman û nivîsa Kurdî pêkhatiye. Di encama vê qirkirinê de li gel 17 bergên Avestayê, gelek nivîsên din jî hatine tunekirin.

5- Dema Kurdiya Kevin
Ev dem, bi hatina Yewnaniyan re destpê kir û ta hatina îslamê didome. Di vê pêvajoyê de her çiqas gelê Kurd bi tîpên Farisî û Romî (Yewnanî) hinek berhemên wêjeyî nivisîbin jî, lê bi awayekî giştî, gelê Kurd wêjeya xwe bi devokî parastiye. Zimanê wî, zêde neketiye bin bandora zimanê biyanî, lê nekariye di nava xwe de jî nûbûn û guhertinan çêke.
Di vê serdemê de ji aliyê Êzidiyan ve 31 tîp hatine bikaranîn. Bi van tîpan ve pirtûkên xwe yên pîroz Mishefa Reş û Kitab’ûl Cilwe nivîsîne. Marfet û Pîr Şalyar nivîsên wan bi awayê helbestî hatiye nivîsîn û pêşxistin. Helbestên wan, bi piranî li ser çerman hatine nivîsîn.

6- Dema Kurdiya Navîn
Di sala 640 PZ de Îslamiyet derbasî Kurdistanê dibe û bi hatina Îslamê re alfebeya Erebî di nava Kurdan de bandoreke nerênî çêdike û serwer dibe. Di vê serdemê de herî zêde di nava civaka Kurd de ji aliyê çand û ziman ve bişavtin pêşdikevin. Weke; navên Erebî li zarokên xwe kirin, guhertina cil û bergan û hwd. Berhemên ola Îslamê, li Kurdistanê bi Erebî hatine xwendin û nivîsandin. Di bin bandora elfabeya Erebî de bi tîpên Erebî, berhemên Kurdî jî hatine derxistin. Her çiqas hizirîn bi Kurdî jî be, ji ber ku bi zimanê Erebî ev berhem hatine nivîsîn, her ku çûye bandora zimanê Erebî zêde bûye. Heya salên 1600’î gelek berhemên nivîskarên Kurd, nîvbinîv bi Erebî derketine. Weke; Diwana Baba Tahirê Hemedanî, Mewlûda Melayê Bateyî, Dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û hwd. Piştî ku Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve dabeşî çar parçeyan dibe, bandorên zimanê Erebî, Farisî û Tirkî, li ser çand, ziman û dîroka civaka Kurd çêbûye. Heya gelek hozanvanên Kurd, helbestên xwe yên Kurdî wergerandine Tirkî, Farisî û Erebî. Gelek zanyarên Kurd jî, berhemên xwe bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî nivîsîne.

7- Dema Kurdiya Nû
Karwanê huner û wêjeya Kurdî; bi destan, çîrok, helbest, stran û cureyên din ên zargotinî, ji kûrahiya dîrokê ve destpê kiriye û ta serdema niha hatiye.
Kesên weke; Celalê Xanima Loristanî, Fatma Lariya Goristanî, Mestûre Kurdistanî Sîne, Nalî Şerezorî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Celadet Elî Bedirxan, Mîthat Mîqdat Elî Bedirxan, Erebê Şemo, Qenadê Kurdo, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mihemed Uzun, Musa Anter, Mihemed Şêxo, Şêrgo Bêkes û hwd. gelek wêjevanên Kurd ên navdar bi berhemên xwe ve ev çand û zimanê Kurdî anîne ta roja me ya îro.
Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd, 28 caran li dijî siyaseta mandêlekirin û tunekirinê ketiye nav serhildan û berxwedanan.
Mirov dikare Kurdiya nûjen, bi Rojnameya Kurdistan (1898), pêşengên wê û Celadet Bedirxan û weke şopdarên wan; Erebê Şemo, Qenadê Kurdo bigire dest. Ev pêvajo, ji aliyê ziman û çanda Kurdî ve jî, pêvajoyeke berxwedanê ye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di van pêvajoyan de ketine nava têkoşîna çand û zimanê Kurdî û ji bo pêşxistinê hewl dane. Heta wan deman, ev xebat ji derveyî welat hatibin meşandin jî, lê bi giranî girêdayî rastiya Kurd û Kurdistanê hatine birêveberin.
Bi pêşketina vê pêvajoyê re ta salên 1970'yî berdewam dike. Lê piştî derketina PKK'ê êdî rewş tê guhertin. Piştî demezirandina PKK'ê û şûnde êdî van xebatan hem li derveyî welat û hem jî li welat hatine meşandin. Di bin pêşengtiya Rêber APO de wêjeya Kurdî ya ku ji aliyê Ereb, Faris û Tirkan ve hatiye talankirin, bişavtin, û qedexekirin, careke din girêdayî xwezaya xwe vejiya û ji nav pencên xwînxwaran hat kişandin. Ji wê dîrokê ta îro, gelek berhemên nivîskî yên dîrokî derketine holê. Gele Kurd ê ku zimanê xwe jibîrkiriye, dest bi afirandina zimanekî hemdem kir û ev pêvajo heya niha berdewam dike.
Weke encam, bi qasî ku dîrokê tomarkiriye, zimanê Kurdî, 10 ta 15 hezar sal in ku li ser xaka Mezopotamyayê weke zimanê herî qedîm û dîrokî dijî. Di vê dîroka qedîm de Hûriyan, Gotiyan, Qasîtan, Mîtaniyan, Naîriyan, Mediyan û hwd. bi vî zimanî civaka xwezayî ava kirine. Çand afirandine. Pirtûkên weke Zend Avesta nivîsîne. Ji wê rojê ta niha, bi vî zimanî jiyane.

Alfabeyên Kurdî
Di zimanê hemû gel û neteweyên Misilman de serdestî û bandora zimanê Erebî berbiçav e. Her wiha, di zimanê gelên Îsewî de jî, mirov rastî hînkarî û bandora zimanê Latînî tê. Ev rewş, ji ber bandora ol e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê Erebî û yê dêrê jî Latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cûr bi cûr, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev standine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê Tirkî, Kurdî û Farisî de rastî peyvên Erebî tê. Her wiha, van her çar zimanan ji hev peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya Farisî, demekê gelên weke; Kurd, Ereb û Tirk ji xwe re hewcedar hiştiye, ji ber vê yekê jî, peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî, tiştekî asayî û xwezayî ye.

Alfabeyên ku heta niha Kurdan bikar anîne, ev in:
Alfabeya Kurdên Êzîdî: Bi sedê salan e ku ev alfabe ji aliyê Kurdan ve tê bikaranîn û ji 31 tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re Alfabeya Sirê (ango, bi Erebî Huruful el-Sır) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a Êzîdiyan Mishefa Reş û Cilwe bi vê alfabeyê ve hatine nivîsandin.
. Alfabeya Kurdî ya Erebî
. Alfabeya Kurdî ya Latînî
. Alfabeya Kurdî ya Kirîlî

Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê çav bi cûreyeke nivîsê hatiye ketin, ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gorî lêkolîneran; ev nivîs, ji sedsala 8. B.Z. maye û ev nivîs aîdê Medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Zaravayên Zimanê Kurdî
Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê Kurdî ji bilî welatên Ewrûpa û yên biyanî, bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe, ango li hemû herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tevlî navçeyîbûyînê, ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava ta rojhilat, li gelek welatan zêde û belav bûne. Ji ber vê yekê ye ku zimanê Kurdî, yê ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.
Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî ya Şerefname, zaravayên Kurdî, eşîret, komên Kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî ve di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

• Kurmancî
• Lor
• Kelhûr
• Goran

Kurmanciya Bakur (Kurmancî) û Kurmanciya Başûr (Soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava, weke zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, tên pejirandin. Di van demên dawî de zaravayê Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Di nava zaravayên Kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin, Kurmancî ye. Kurmancî, li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, pê tê axaftin. Piraniya Kurdên ku bi Kurmancî û Zazakî diaxivin li Bakurê Kurdistanê dijîn. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliyaya Navîn û Qerejdaxê, ku Şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka Soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Ji bo mînak, ji bo Kurmanciya Bakur, li başûr “Behdînî” û li Rojhilat jî “Şikakî” tê gotin. Her wiha, ji bo zaravayê Kurmanciya Jêrîn jî, “Kurmanciya Xwarê”, “Soranî” tê gotin. Heman tevlihevî di warê Dimilkî de jî balê dikişîne. Navên weke; “Kirdkî”, “Kirmanckî”,“Dimilî”, “Dêrsimkî”, “Sobê” hwd. tên bikaranîn. Ji bo Hewramî jî navê “Goranî” tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna Kurdî, Kurmancî, Kirmanckî û Kirdkî ne. Navên din hemû, navên; herêm, êl û eşîran in.
$- Kurmancî$
Kurmancî, yan jî Kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye.
Zaravayê Kurmancî, zaravayê Kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîne. Zaravayê Kurmancî; li beşeke mezin ê Bakurê Kurdistanê, Başûrê Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê), li Bakurê Rojhilatê Kurdistanê, Ermenistan, Xorasan, nav Kurdên Qafqasyayê, Anatoliya Navîn û Diyasporayê (Ewrûpa û Emerîka) pê tê axaftin.
$- Soranî$
Soranî, yan jî Kurmanciya Navendî, zaravayekî zimanê Kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmaniyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê Kurdiya navendî kiriye. Îro devokên Mukrî; Kurdî û yên din; bi navê Soranî tên nasîn. Bi giştî, bi tîpên Kurdî-Erebî tê nivîsandin. Her wiha, gotarên bi tîpên Latînî jî hene. Soranî, zêdetir li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn.
$- Zazakî$
Zazakî (yan jî Dimilî, Kirdkî, Ginî, Kirmanckî) yek ji zaravayên zimanên Kurdî ye.
Li gorî hin fîlologên Rojavayî, Dimilkî ne zarava, lê zimanakî Kurdî ye. Ango li gorî wan, her zaraveyê Kurdî bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û mirov ji bo zimanê Kurdî divê bêje zimanên Kurdî.
$- Goranî$
Goranî, yan jî Hewramî, yek ji zaravayên Kurdî ye. Li herêma Hewreman tê bikaranîn.
$- Kirmaşanî$
Kirmaşanî, li herêmên Kirmanşan, Loristan, Goran û Îlamê tê axaftin. Zaravayeke Kurdî ye, gelek nêzîkê Hewramî û Soranî ye. Bi taybetî, nêzîkî Lekî ye.

Devokên zaravayên Kurdî
Gelek devok û zarava, li gorî navên mezheb, dever, eşîret û ol hatiye danîn. Bi vî awayî, ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan; hem ji aliyê lêkolîneran, hem jî ji aliyê gel ve hatine dayîn. Di encama vê de jî, li zaravayekî carinan çend nav bi hev re hatine danîn. Weke mînak; navê zaravayê Kurmanciya Bakur, li Rojhilatê Kurdistanê wekeşikakî, li Başûrê Kurdistanê de weke Behdînî, li Bakurê Kurdistanê weke Kurmancî, di nava Dimiliyan de jî Kirdasî yan Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr li Rojhilatê Kurdistanê weke Mukrî, li Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Behdînanê; Soranî ye. Di nava zarayan de ya herî zêde tê tevlihevkirin, derbarê Goranî, Lorî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan; weke zimanên bi serê xwe, hinekan jî; weke zarava dîtine.
Kesên ku naxwazin zimanê Kurdî weke zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî weke devok, heta hin caran jî weke zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê Kurdî de jî hene. Em jibîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de nîne. Bêyî destlêwerdan û statuya siyasî, zimanê standart pêk nayê.
Ehmedê Xanê (sedsala 17.), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de zaravayê Kurmancî, li ser sê devokên bingehîn parve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî, bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:

Bohtî û Mihmedî û Silîvî
Hin la’l û hinik ji zêr û zîvî. Mirov dikare vê gotina Ehmedê Xanî ji bo devokê Kurmancî weke bingeh bigire. Bi awayekî giştî lêkolîner, devokên zaravayên din jî wiha rêz dikin:
Kurmanciya naverast (Soranî): Silêmanî, Mukrî, Sineyî. Kirmanckî (Zazakî): devoka Dêrsimê û devoka Siwêregê.

Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya Kurdî xebatên wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan, wisa ji hev cuda dike.[1]
Ev babet 8,264 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | pndk.org
Faylên peywendîdar: 2
Gotarên Girêdayî: 52
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Weşanên
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Welat- Herêm: Rojhelatê Kurdistan
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 19-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 19-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 8,264 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.197 KB 19-03-2022 Burhan SönmezB.S.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
KUBRA XUDO
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Kerim Avşar
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,427
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
KUBRA XUDO
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Kerim Avşar
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!