图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,157
图片 106,497
书籍 19,250
相关文件 96,954
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane
小组: 图书馆 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane

Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane
Navê pirtûkê: Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane
Navê nivîskar: Î. A. Orbelî
Navê wergêr: Sinan Hakan
Wergera ji ziman: Rûsî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Nubihar Yayınları
Sala çapê: 2016
[1]
Rohat Alakom, lêkolîner, 02-12-2019
Di dawiya havîna 1911 an de Î.A. Orbelî li ser navê Akademiya Zanyarî ya Peterburgê hatiye wîlayeta Wanê ku bi taybetî li ser çand, huner û zimanê Ermeniyan lêkolînê bike û derbarê pirtûkên destnivîs ên dêran da melûmatan berhev bike. Dema hatîye Wanê, xwestiye ku here herêma Muksê jî. Lê çûyina wî ya Muksê tesîreke mezin li ser wî kiriye. Li Muksê rastî çand û hunera Ermenî û Kurdan hatiye, dîtiye ku çandeke dewlemend li wir heye. Herwisa derfet dîtiye ku Muhtila Begê navdar jî nas bike. Muhtila Beg jî wê demê rêveberê Muksê bûye… **
Ev pirtûka cara pêşîn di sala 1982an de li Moskovayê bi rûsî hatîye weşandin. Qasî nêzkaya sî salan şunda vê carê bi kurdîyeke zelal dighêje destê xwendevanan. Pirtûk ji aliyê Têmûrê Xelîl de hatiye wergerandin. Orbelî tam berî sed salî, di sala 1911an de ser Wanê re çûye vî bajarokê bi navê Muks, li wir bi mehan maye, gelek lêkolînên fîlolojîk pêk anîne. Beşeke van lêkolînan bûye mijara vê pirtûka ko di destê we xwendevanan de ye.
Çawa em dibînin pirtûk sed sal piştî vê gera Orbelî (1911-2011) ronahî dibîne û tê weşandin. Du dem, du bûyerên dîrokî ko li hev diqelibin û li rastî hev tên! Ev pirtûk yek ji wan berhemên Orbelî ye ko bi postum (piştî mirina wî) tên weşandin. Orbelî di vê xebata xwe de bi hin wêneyên xweşik bi hûralî Muksê dide nasîn. Mirov di pirtûkê de rastî gelek encamên folklorîk, ziman, edebî, etnografîk û dîrokê tê.
Di pirtûka “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane” de Orbelî her wisa jî zanyariyên kurt di derbarê xweyê mala ko lê bûye mêvan, Muhtila Begê pêşkêş dike. Di wan salan de Muhtila Beg serekê Muksê bûye, kesekî zane, mirovhez û navdar bûye. Çawa tê zanîn Muhtila Beg wek mîmarê başbûna têkiliyên kurdan û ermenîyan hatiye nasîn, di salên qira ermenîyan de, wî hemû hêza xwe ji vî gelê bêguneh re hembez vekiriye!
Ev pirtûka bi navê “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane” ne tenê ji bo dîroka Muksê, her wisa jî ji bo dîroka bajarê Wanê û Welatê Serhedê çavkaniyeke bêhempa ye. Edîtoriya vê xebata hêja lêkolerê ko ji eynî deverê, ji Muksê tê, birêz Sînan Hakan hildaye ser milên xwe. Ji pirtûkê re him pêşgotinek nivîsiye, him jî bi alîkariya gelek jêrenotan mijara pirtûkê ronî û dewlemend kiriye.
Pirtûk bi paşgotina kurdnasa navdar (kurdolog) M.B. Rudenko diqede ko tê de bala me dikşîne mezinahiya Î.A. Orbelî û lêkolînên wî. Çawa tê zanîn M.B. Rudenko şagirta Î.A. Orbelî bûye. Bi daxwaz û pêşneyara Orbelî, vê rûs-banûyê cara yekem Mem û Zîn kiriye mijara xebateke doktorayê. Rudenkoyê navê Ehmedê Xanî di sala 1962an de bi weşana rûsiya vê destanê, li hemû cîhanê da nasandin. M.B. Rudenko di vê paşgotinê de jî dîyar dike wekî Orbelî yek ji wan dildarên vê berhema Ehmedê Xanî bûye. Amadekar û edîtorê pirtûkê Sînan Hakan di cîhekî vê xebatê de her wisa jî cîh daye çend gotinên min ko ez li jêr pêşkêşî xwendevanan dikim.
Di pratîkê de yek ji wan encamên amadekirina vê xebata Orbelî ya here balkêş ew bû ko bi saya weşandina kurdîya vê xebatê, sê serhediyan (Sînan Hakan, Têmûrê Xelîl û Rohat Alakom) bi kêfxweşî nasiya xwe dane hev û li ser vê tekstê kar kirin: “Di pirtûkxaneya min de hin pirtûk hene ko hin heval û dostan dîyarî min kirine, yan jî min kirîne, wisa bi salan di pirtûkxaneya min de mane. Yek ji van pirtûkan jî lêkolîneke bi navê “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane”ye ko ji aliyê armenolog, rohilatnas û kurdnasê navdar Orbelî de hatiye nivîsîn û piştî mirina wî di sala 1982an de Sovyetê bi zimanê rûsî hatiye weşandin. Kurdekî Sûriyê, heval Kurdox dema di van salan de li Yekitiya Sovyet dixwend, ev pirtûk di sala 1983an de ji min re wek dîyarî şandibû û îmzeya wî hê jî li ser pirûkê ye.
Qasî bîst û pênc salan hebû ko hercar dema ez li pirtûkekê digeriyam, ev pirtûka derdikete pêşiya min, min wê dinêrî û wê li min dinêrî. Di nav rûpelê pirtûkê de gelek agahî û zaniyariyên kardar û giring di derbarê bajarê Muksê de hebûn. Her wisa jî wan wêneyên reş û sipî ko berî sed salî li Muksê hatibûn girtin, hêjabûna pirtûkê nîşan dida. Piştî salan vê carê ev pirtûka li ber dilê min hin jî şirîntir bû. Çima? Gotina pêşiyan e: “Her tişt wextê wê heye!” û van gotinan vê carê jî rastiya xwe digot. Di roja 7/4 2009an de di malpereke kurdî de bi navê “Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê” nivîseke dirêj hate weşandin ko ji aliyê lêkoler Sînan Hakan de hatibû amade kirin. Sînan Hakan ev çend sal in bi dîroka herêma xwe bi dîroka Muksiyê ve mijûl e, çend lêkolînên balkêş bi tirkî û kurdî weşandine. Di dawiya vê nivîsê de ez rastî navê Muhtila Begê hatim û li wir dihate gotin ko Muhtila Beg yek ji wan begên Muksê yê dawî ye. Tavilê ew pirtûka Orbeli hate bîra min. Min rûpelên pirtûkê qulibandin û li wir ez rastî sûretekî Muhtila Begê hatim. Muhtila Beg digel kome hevkarên xwe dihate xuyan. Piştî vê yekê min ji xwe-xwe re got: ”Xwezila ev sûretê Muhtila Begê jî di nav vê nivîsê de hebûye!” û min bi posteya elektronîk ev sûret bi lez û bez ji wê malpera kurdî re şand û ev sûretê dîrokî, digel vê nivîsa Sînan Hakan hat weşandin.
Mirov dikare bêje ko Muhtila Beg piştî sed salî be jî bi sûret gihiştibû nevîçirk, hemwelatî û dildarên xwe. Piştî vê “hevdudîtina dîrokî”, yek ji wan kesên ji Muksê, Sînan Hakan xwest ko vê pirtûka li ser bajarê xwe bide wergerandin û bi zimanê kurdî biweşîne. Havîna sala 2009an de dema ez çûme welat, min ev pirtûk bi xwe re bir û teslîmî Sînan Hakan kir. Lê Tirkiyê kesekî ko rûsî-kurdî bizanibiya peyda nebû. Di dawiyê de min bi nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl re têkilî danî û di nav demeke gelek kurt de wî ev pirtûka hêja wergerande zimanê kurdî. Niha çawa em dibînin wergera pirtûkê temam e. Derketina vê pirtûkê kêfxweşiyeke mezin e! Eger Sînan Hakan ev kara hilneda ser milê xwe, belkî jî wek gelek caran çawa qewimiye, şêniyê bajarê Muksê û ev pirtûka ser Muksê dikaribûn ji hebûna hev bi salan agahdar nebûna! Tenê ez rastî vê pirtûkê nehatim. Her wisa jî di navbera van 25 salan de ez gelek caran di çavkaniyan de rastî navê Muhtila Begê jî dihatim. Hemû van agahiyên piçûk mirov dikare bêje ko mirovheziya wî, di xelaskirina ermeniyan de rola wî dikşandine pêş. Muhtila Beg gelek bala min kişand û min dest pê kir di derbarê kesayetiya wî de hin agahî û zanyariyên din berhev kirin. Di dawiyê de bi navê “Kurdê ko herî zêde ermenî xelas kirine!” nivîsek amade kir û berî demekê weşand.
Kesayetiya Muhtila Begê piştî vê nivîsê tavilê bala xwendevanan kişand, hevalekî ko ev nivîs xwendibû ji Almanyayê telefon vekir, got xwezila jîyana wî bibûya mijara fîlmekî. Hêvî dikim ko Muhtila Begê rojekê ji rojan bibe mijara fîlmekî dokumenter. Wî, ev yeka ji zû de heq kiriye. Ez bawer dikim ko navê Muhtila Begê û kesayetiya wî di rojên pêş de wê zêdetir bên bîr anîn û peyivîn. Çawa em li vir jî dibînin em niha di derbarê dîroka bajarê Muksê de û him jî di derbarê jîyana kesên wek Muhtila Begê de zêdetir xweyê agahî û zanyariyan in. Ez bawer dikim ko piştî weşandina vê pirtûkê, heyranî û dildariya xwendevan û şêniyê Muksê di derbarê dîroka vî bajarê qedîmî de, wê hin jî zêdetir bibe. Ev xebatên bi vî cureyî her wisa jî alîkarîyeke mezin didin ronîkirin û zelalkirina hin pirsên nivîsandina dîroka kurdên Serhedê”.[2]

注:这本书的PDF文件不可用,请帮助得到这个Kurdipedia文件! 发送本书
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,550
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | nubihar.com
[2] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
相关文件: 1
挂钩项目: 9
小组: 图书馆
Original Language: 俄罗斯
Publication Type: No specified T4 1434
书: 文化
城市:
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 19-05-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on19-05-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):19-05-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,550
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,157
图片 106,497
书籍 19,250
相关文件 96,954
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!