图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,985
图片 106,396
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji rewşenbîriya Kurdî Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji rewşenbîriya Kurdî Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî

Ji rewşenbîriya Kurdî Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî
Ji rewşenbîriya Kurdî Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî
Di rewşenbiriya Kurdî de biqasî Kurdan carna ji wan zêdetir jî ne Kurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên biyanî çi Mesihiyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe carna jî bi kilamên xwe kelopora Kurdî dewlemend kirine. Di vê nivîsê de ez ê jî berê xwe bidim Ermenekî Kurdîziman, Nûrî Hîzanî(1) an jî bi navê xwe yî Ermenîkî, Hovakim Margaryan(2). Nûrî Hîzanî, şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îroroj mirov dikare ji bo wî bêje kesekî jibîrçûyî ye. Em ê jî hewl bidin agahî, dane û belgeyên di destê xwe de her wiha li gorî zanîn û kanîna xwe ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî berbiheve binivîsin.
Nûrî Hîzanî sala 1896’an li qeza Hîzanê gundê Xakêvê tê dinê. Di Qirkirina Ermenan de ew jî berê xwe dide Ermenistanê. Xwendina xwe ya bilind li Êrêvanê kuta dike. Wê sala 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye'(3) nû teşkîl dibe, ew jî tê de wekî dersdar kar dike û gelek kitêban bo Kurdî tercume dike. Di pêşgotina kitêba wî ya Kurdî 'Hub û Xebat' de Ê. Bekoyev ji bo wî dibêje, ''Nûrî bi dil û eşq emrê cimaetê kurdara girêdaîye. Xwendevanêd kurdara Nûrî usa jî eyane çawa nivîskar û şaîr.''
Berhevoka serpêhatiyên wî bi navê 'Şebeqa sibê' di sala 1935’an de çap dibe. Paşê kitêba wî ya diduyan ku helbestên Kurmancî ne, 'Hub û Xebat' di 1962’an de li Êrêvanê ronayî dibîne. Gava ew kitêba wî derdikeve, Emerîkê Serdar derheqa wê de heman salê ji Riya Teze re dinivîse. Emerîkê Serdar li gel rexneyên xwe şabûna xwe ji Nûrî Hîzanî û kitêba wî 'Hub û Xebat' wiha nîşan dide: ''Nûrî Hîzanî hîmlî bi zaravê kurmancî dinivîse, bi kîjanî piranya kurda xeber didin. Vê derecêda ew tiştekî teze, xeberêd teqle baş lîtêratûra meye tezera tîne. Eva yeka, bêftya, tiştekî pesnandinêye.'' Ji ber ku em ê paşê behsa vê kitêbê bikin, çêtir e em vegerin ser jiyana Nûrî Hîzanî.
Nûrî Hîzanî an jî Hovakim Margaryan li gel karê xwe dersdariyê ji Riya Teze re jî gelek helbest û meqale nivîsîne. Ew dilxwazekî çak ê rejîma Sovyetê bû.
Di sala 1966’an de bi minasebeta 70 saliya wî li Êrêvanê ji alî Kurdan ve jê re şahiyeke qedigirtinê tê çêkirin. Hingî Emerîkê Serdar ku li gel niviskariya xwe rojnamavenek bû, xebera vê şahiyê ji Riya Teze re nivisiye. Em ê xebera Emerîkê Serdar ku zêde ne dirêj e, yekser neqil bikin:

''Êvarîya qedirgirtinê
Çendekî pêşda sera mala nvîsk’arêd Ermenîstanêda gelek merî berev bibûn. Ewana hatibûn bona bi hizkirin û qedirgirtin 70-salîa bûyîna şayîr, pêdagog Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margeryan) bidne k’ifşê.
Nûrî Hîzanî şayîr û dersdarekî h’izkirîye. Paşî t’estîqbûna qeydê sovêtîê li Ermenîstanê, îlajî salêd 30-sa ewî xebateke hêle kirîe bona pêşdabirin û gulvedana lîtêratûra k’urdaye sovêtîê, hazirkirina dersdarêd k’urd. Xênjî e’frandinêd bedewetîê, ku h’etanî nha bi çend berevokêd başqe neşirbûne, Nûrî Hîzanî usa jî gelek xebatêd başqe-başqe û k’t’êbêd dersa t’erxmeyî zimanê k’urdî kirine, wextêda texnîkûma k’urdaye pêdagogîêda dersdar xebitîye.
Derheqa e’mr û şuxulkirina Nûrî Hîzanîye lîtêratûrîê û pêdagogîêda E’lîê Evdilr’eh’man daklad da.
H’ecîê Cndî, Mîroê Esed, Aramê Çaçan, Tîtal Mûradov derheqa wê komekdarîya dostîê û pizmamtîêda xeberdan, ku wekîlêd cmae’ta emenîaye bra dane bona pêşdabirina lîtêratûra û kûltûra k’urdaye sovêtîê. Wana nlahî derheqa emekê Nûrî Hîzanîda bi dilovanî xeberdan û jêr’a e’mrekî drêj xwestin. Lê şayîr Fêrîkê Ûsiv ew şiêra xwe xwend, ku p’êşk’êşî 70-salîa Nûrî Hîzanî kirîe.
K’utasîê Hobêlîar xeberda û r’azîbûna xweye bi alavî da hazira. Ewî usa jî çend kerî ji şuxulêd xweye bedewetîêye t’ezenvîsî xwend.’’ (R’ya TEZE, 24ê Fêvralê Sala 1966-a)
Ew xebera hanê dide kifşê ku Nûrî Hîzanî di nav civata Kurdan de kesekî hezkirî bûye, û Kurdan kar û xebatên wî yên bi û bo Kurdî şikirandine. Di Riya Teze de nivîsek 'Qewmandina Kûltûrîêye Meşûr’ de (R’ya Teze, 9-ê yanvarê sala 1966-a) bi hûrgilî qala -bi şiklê nivîsara Kurdên Sovyetê- 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye' tê kirin. Di vê nivîsêde jî navê Nûrî Hîzanî - di nivîsê de wekî Nûrî Margaryan hatiye nivîsîn- heye. Ew yek ji dersdarên pêşî ê 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye' bûye ku wê hingê dersdarên Kurdî jî pirr kêm in. Di vê mektebê de li gel Ereb Şamîlov, Emînê Evdal û Hecîyê Cindî û çend kesên dîtir dersdariyê dike. Ew mekteba ku li vir em nikarin bi hûrgilî qala wê bikin, Kurdan jê gelek sûd wergirtiye.

Hub û Xebat
Di kitêba wî 'Hub û Xebat’ de 16 helbest hene ku giş bi Kurmancî ne. Helbestên wî li eşq, hezkirina welat, pêşketina endîsturiyê, zilma Tirkan, şerê Kurdan û portreyên Kurdan e. Divê mirov vê jî bêje; di warê edebî de helbestên wî zêde ne xurt in, lê temayên helbestên wî balkêş in. Mînak helbesta wî 'Kerîk ji poêma Dêrsim' yek ji wan helbestên wî ye ku hêja ye mirov qala wê bike. Di helbestê de behs dike ka çawa û çima li Dêrsimê Kurd li dijî dewleta Tırk şer dikin, her wiha pesnê qehremaniya xort û qîzên Dêrsîmê dide. Di helbestê de du nav hene ku têra xwe balkêş in. Nexasim di helbestên Kurdî ên dîtir de ên ku li Sovyetan hatine nivîsin mirov rastî wan navan nayê:
'Roj û sal pey hev diçin, şeveq vebû ser Mûnzûr-Dag,
Qîz û xort evîndar bûn, kulîlkvedan parêz û bag.
Koçer derketin zozanan, eşq kete nav war û bêrî,
Bûk û xort û bêrîvan dikin henek û laqirdî.
Ew cotê law bûne xwendî bi serbestî vegeryan mal,
Yek doxtirê veterînar, yek bû şaîrê Mircan-Dag.’
Di helbesta wî de Nûrî Dersimî
Wekî xwendevanan jî texmîn kirî, ’doxtirê veterînar’ Nûrî Dersimî, 'şaîrê Mircan-Dag’ jî Elîşêr e. Jixwe piştî çend ristan em pêrgî navê Elîşer tên, lê wekî nav 'Nûrî Dersîmî' tê de tine.
''Geryane li gund û zozanan, bi serbestî eşq xeberdan,
Ku eyankin kêye dijmin, çiqas xweşin erd û wetan.
Ew Elîşêr bi sazê zêrîn stra halê hemû kurdan.
Got: - Dêrsim, tu dilê zazî feta nabî sal û zeman.

Li ax û erd û sîngê te hatin û çûn fars û hûnan,
Ereb, aîsor, hat û mongol, ew Îskender û Têmûrlan. ''
Di dewama helbestê de şair jî êdî xwe nagire û dibêje: ’Dêrsim gerek tim serbestbe’
''Hatin welat kirin bindest, lê Dêrsim bi çem û zozan,
Mane dilşa mane serbest, ew welatê wan merxasan
Lê tirk dikin zor û zulmê, qebûlnakin qanûnê wan,
Dêrsim gerek tim serbestbe, bi gund û mal çem û zozan.’’
Şerê Dersimê li dijî dewleta Tirk di salên 1937 û 1938’ê de gurr dibe bes em nizanin Nûrî Hîzanî ew helbesta hanê kengî nivîsiye. Dibe ku gava şer hebû nivîsîbe lê mumkin e paşê jî nivîsîbe. Çend helbestên dîtir de tarîxa lêkirina helbestê heye lê di binê vê helbestê de ti tarîx tine. Ji vê helbestê em fêhm dikin ku Nûrî Hîzanî, ji şer û peşengên Kurdan ên hingî têra xwe haydar e û li gorî şairên Kurd ên li Sovyetan serbesttir qala şerê Kurdan kiriye.

Nûrî Hîzanî û Wezîrê Nadir
Navê helbesteke wî jî 'Wezîrra' ye, wekî ji navê helbestê xuyaye qala Wezîrê Nadir dike. Pesnê dostanî û welatparêziya Wezîrê Nadir dide û wiha behsa Wezîrê Nadir dike:
''Tu geryayî li Kurdistana Îran, Cizîr,
Te dît zulmê Rom, cendirme, aga û mîr.
Zelûl mane gundî kurmancêd wan deran,
Nîvî koçer, heta niha, mane çîyan.’’

Biqasî em dizanin Wezîrê Nadir, dîplomatekî Sovyetê bû û ji bo vî karî jî çûye Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha behsa hezkirina Wezîrê Nadir ji zimanê Kurdî, dike:
''Te digot: -Nûrî, zimanê kurdî pir şîrîne,
Mîna kilamê wan şaîran reng zêrîne,
Mîna kanyêd Bîngol, Sîpan, deng bilbile,
Mîna kilamêd yar û dostan, xweş tê ji dile.
Ew zimanê Feqyê Teyran û Cizîrî,
Zimanê Xanî û yê Wezîrê Nadirî’’

Desxetê Feqî
Helbesteke wî a din jî 'Feqîyê Teyranra’ ye. Ji helbestê kifş e Nûrî Hîzanî gelek ji helbestvaniya Feqiyê Teyran hez dike, lê bi ya min ew helbest têra xwe balkêş e:
''Destxetê te, dur û mircan,
Ma nav kunc û gozê xanyan,
Ew çend qurnê zelûlî bûn,
Hatin û çûn ser Kurdistan.’’

Bi 'Destxetê te' behsa destnivîsên Feqî dike, dibe ku Nûrî Hîzanî pêrgî destnivîsên Feqî hatibe, helbestên wî ji vir xwendibe. Gava dibêje, 'Ma nav kunc û gozê xanyan', dilê xwe bi wendabûna vê destnivîsê dişewitîne. Jixwe me di serî de got, Nûrî Hîzanî jî ji ber dewleta Osmanî derbasî alî Ûris dibe. Bes ez baş nizanim kîjan tarîxê derbas bûye mumkin e gava fermana qirrkirina Ermeniyan hatibû dayîn, yanî di navbera salên 1915-1917’an de çûbe Êrîvanê û dîsa mumkin e di dema vê êrîşa dewleta Osmanî de destnivîsên Feqî jî wenda bûbin, û ew jî bûbe şahidê vê wendabûnê.
Derheqa jiyana Nûrî Hîzanî de zêde agahî bi dest min neketin, nexasim min çer kir jî bi ser agahiya ka kîjan salê miriye, venebûm. Belkî piştî vê nivîsê derheqa jiyana wî de hin xalên ku me behsa wan nekir, ronî bibin. Her wiha kitêba Nûrî Hîzanî 'Hub û Xebat' li gorî min vekolaye, mirov dikare bêje yekem kitêba bi temamî Kurdî ye ku ji alî kesekî ne Kurd ve hatiye nivîsîn.
Armanca vê nivîsê ew bû ku dêhna xwendavanên Kurdî bide ser Ermenekî Kurdîziman û Serhedî ku jiyana wî bi Kurdan re û bi Kurdî re bihuriye. Kitêba wî bi herfên Latînî ji bo çapeke nû hazir e, ger li hev were wê çap bibe. Mirov qîmeta wê a edebî deyne alikî, qîmeteke xwe ya tarîxî û her wiha manewî jî heye loma jî bi ya min hêja ye ji nû ve çap bibe.
1.Navê wî yê Kurdî li hin ciha wekî 'Nûrîyê Hîzanî' jî derbas dibe.
2.Li hin cihan jî navê wî yê Ermenîkî wekî 'Hovakim Markaryan' hatiye nivîsîn.
3. Sala 1930’an li Ermenistanê ji bo perwerdekirina kadroyên dersdar li gundên Komarên Pişkafkasyayê hatiye vekirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,019
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurmanci.ozgurpolitika.com
相关文件: 1
挂钩项目: 17
小组: 文章
Publication date: 16-04-2020 (4 年份的)
书: 文化
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 27-05-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on27-05-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):27-05-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,019
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.134 KB 27-05-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,985
图片 106,396
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!