پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,877
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,723
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney
بەداخین بۆ قەدەغەکردنی کوردیپێدیا لە باکوور و ڕۆژهەڵاتی وڵات لەلایەن داگیرکەرانی تورک و فارسەوە
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney

Nivîskar û Hûnermendê Kurd Yılmaz Güney
$NİVÎSKAR, RAYEDAR Û HÛNERMENDÊ KURD YILMAZ GÜNEY (1 GULAN 1937- 9 ÎLON 1984)$
Yilmaz Guney, navê wî yê rastî Yilmaz Putun bû û sala 1937ê li gundê Yenice yê Edeneyê ji dayik bû. Guney, nêzîkî 12 salan ket zîndanê û sala 1981ê, reviya Ewropa û li paytexta Fransa Parîsê bû penaber.
Derhêner û lîstikvanê navdarê Kurd Yilmaz Guney, sala 1984ê, li Parîsê, ji ber nexweşînê jiyana xwe jidest da.

Yilmaz Guney hunermend, derhêner,filimsaz û artisteke kurd bu ku li gelek cîyê cîhanê bi başî tê naskirin.Her wisan ku îro jî li Turkîyê hemu kes wî baş nas dike û “sinema û şanoya Turk” pê şanazî dike.Lê di eslê xwe de ew ne Turk jî bu.Her niha jî,gelek kes pênasa Yilmaz Güney inkar dikin û wî “Turk” hesab dikin.
Navê eslî ê Yilmaz Güney, Yilmaz Pütün e.Yilmaz kurê Kurdekîye ji bajarê Rûhayê, ji Sêweregê .Binemala Yilmaz kurdên zaza ne. Ew di wextê xwe de ji Sêweregê koçebar bune û hatine bajarê Edenê bicî bune.Yılmaz roja 9 yê Îlona sala 1937 an li Bajarê Edenê, li qeza YENİCE hatîye dinyayê.
Yilmaz li Zankoya Ankara hiqûq û li zankoya Stenbolê jî,iQtîsqt ( Ekonomî) xwendîye.Dema ku li Stenbolê xwendekar bu mecal peyda kir ku bi derhênerê navdar yê Turk ATİF YİLMAZ re hev nas bikin.Piştêi hevnasîna wan, Yilmaz Güney gavek avête qada sînemayê û dest bi filimsazîyê kir.Di demek kin de Yilmaz bu leyîzbazek berçav.

Guney, mixabin ku di 9 îlona sala 1984an de, di 47 saliya emrê xwe de , li Fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî gelek hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbûha li dû xwe dihêle. Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982 an de, bi fîlma Wenda ya rejîsorê Yunanî Kosta Gavras re, xelata Palmiya Zêr, parvekiribû.
$KAR û BARÊN YİLMAZ GUNEY YÊN NİVİSKARÎYÊ$
Yilmaz Güney, di gel filimbazîyê her weha çîrokan jî dinivîsand.Sala 1956 an sedem çirokeke xwe kete zindanê û salek û nîv me girtî.Yimaz di sala 1972 an de, romanek nivisand ku bi yekcarî li ser jîyana komelî a belengazan bu. Navê romana Yilmaz “ Sitûxwar Mirin” bu, û di wê salê de, ev roman xelata here baş a pêşbirka Orhan Kemal wergirt.
Pirtûkên Yilmaz Gûney evin : “SitûxwarMirin1971” “Hûcreyamin,1975” “Salpa,1975“ “Girtî,1975” ”Nameyên Selimiye,1975;” “Em sobeyek,cama pencereye û dun an dixwazin 1977” “ Çima divê di Hilbijartinan de piştgirîya CHP yê neye kirin.1977” “Li ser Faşizmê 1979” “ Li ser Komîna Parîs 1979” “Jibo Lawê min Çirok 1979”.
$DOSTANİYA YİLMAZ GÜNEY Û DR. EVDİREHMAN QASİMLO$
Yilmaz dema ku li Frensayê bu bi serokê Partya Demokrata Kurdistana İRanê , nemir Dr. QASİMLO re hev nas kiribun û bibun du dostê baş.Lewra rojekî Qasimlo bangi min kir- ez di wan rojan de li cem wan mêvan bum- ji min re ji got:
-Bira ez her tim Yilmaz Güney dibinim. Dostanîya me gelek başe. Yilmaz soz daye ku were vira ( Mahabad) û li ser rewşa Kurdistana İranê filmek çêke.L ê min behsa te kirîye jê re.Ewî jî gotiğe keremke vî filme min di gel xwe bibe Kurdistanê bila ew heval wergerinê zimanê kurdi dublaj bikin û nişan bidin.”
Doktor film diêrêjî min kir. Min temaşe kir ku film “SÜRÜ : KERÎ / REF “ ye. Ez gelek kêfxweş bum.Lerwa haya min ji dema kêşana film jî hebu. Lewra wê deme hemu leyîzbazên film li mala me demeke dirêj bibune mêvan û me gelekî arîkarîya wan kiribu.Lewra min sedem vê alîkarîyê, ji hêzên ewlekarîy3e tedehî jî, ditibu.
Min jî bi dilşahî filmwergerande zimanê kurdi û Kek Teyfur jî dublaja film temam kir. Paşî wextan film li gelek meqerên pêşmerga hate nişandan û her weha gelê hêrêmê jî Yilmaz wekî hevaldostek naskirin.
$YİLMAZ GUNEY YEK Jİ DAMÊZRÊNERÊ ENSTÎTÛYA KURD A PARÎS Ê BU.$
Yilmaz piştî ku li Fransayê ciwar bu bi yekcarî vegerîya ser babet û mijar3e kurdİ.Dixwest ku birin û azarên kurda bi rêya hunera xwe bi dınyayaê bide nasîn.
Yilmaz Li Frense, bi gelek lêkolîner û rayedar û ramyar û sazumankarên kurd re dostanîyek baş dani.Kendal Nezan û Reşo Zilan û Doktor Qasimlo, ji wan kesan bun ku hevnasên Yilmaz bun.
Di meha sibat a sala 1984 de, Yilmaz Güney di gel Necmeddin Kerim, Kamuran Bedirxan, Kendal Nezan,İsmet Şerif Vanli,Nuredin Zaza, Hejar, Cegerxwin û Tewfiq Wehbi, dest bi xebata damezrandina enstûtîyê kirin.
Kendal Nezan Nezan wan rojan weha qal dike:
“Dost û hevalanên me dixwastin alîkariya me bikin û ji me re gotin em dikarin bo kurdan çu bikin û çawa hevkariya we bikin?Û me li meha sibata sala 1984-an bi hevkariya roşinbîrên herçar parçeyên Kurdistanê wek şa’îrê mezin Hejar,Cegerxwîn,Îsmet Şerîf Vanli, Nuredîn Zaza ,çend roşinbîrên kurd ên sovyetê û Yilmaz Gûney ku hê nû Xelata Kanê wergirtibû, Enstîtûya Kurdî li Parîsê damezrand. Li başûrê Kurdistanê jî mamosta Tofîq Wehbî piştgiriya me dikir.”
Yilmaz Guney di jîyana xwe de li ser hev di 114 filman de leyîst;derhênerîya 26 filman kir, mijar û seneryoya 64 filman nivisand. Ev hunermendê kurd ê qedirbilind, di kar û barên filimsazîya xwe de, 22 xelat wergirtin.Ev xelat him ji derva û him jî ji sazîyên navwelêt kestin destê Yilmaz Guney.
$YILMAZ GÜNEY DİLXWAZÊ KURDİSTANA HEVGİRTİ Û SERBİXWE BÛ$
Dîya Yilmaz xelkê Mûşê bu û jî eşîreta Cibran bu. Babê wî jî Zazayek Sîwerekê bu. Du zarukê vê malbatê hebun Fatma û Yılmaz. Yılmaz li Edenê hatibu dinyayê.Sedem siyaseta asîmîlasyonîst ( pişaftkar) Yilmaz bi kurdi nedizanîya lê welatperwerek gelek başbu.Lê dê û babê Yilmaz din av malê de bi hevre bi kurmancî û zazakî dipeyîvyan.Babê yilmaz di sala 1976 an de dema ku ew li Kayserî di girtîgehê de bu miribu.Yilmaz, ji ber girtin, sirgun ufirarîyê mecal û mefer nedît ku gora babê xwe bibine.
Yilmaz Guney xwe sosyalist hesab dikir. Lewra her tim behsa jîyana karker û belengazan dikir û li ser rizgari û xelasîya wan gelek caran peyaman pexş dikir.Pêwendîyên yilmaz bi tevger û rêxistînên çepgîr û sosyalist re jî hebu.
Yilmaz bi bêtirsî û bi dengek bilind hizir û ramanên xwe derheqê gelê Kurd û Kurdistanê de jî beyan dikir.Yilmaz Tu carî kurdbuna xwe înkar nekir.Derheqê kurdi nezanbuna xwe de wiha digot:
“Ez hetanî demek dirêj, bi zanyarî û ramyarî ne diferqa pêmas3e xwe ê netewî de bum. Dema ku raya min a Sîyasî pêşdatir ket ez ketme ferqa kesayetîya xwe. Min zanî ku ez Kurdek ( pişaftî) asimîlekirî me. Di wan dibistanên ku me lê dixwend de, ji mere digotin ku “ hun hemî Turkin” Em li gor raya resmî ( fermî) a dewletê dihatin perwerde kirin.”

Yilmaz di gel rewşenbîr û şoreşgerên hemu beşê Kurdistanê dostanîyek baş peyda kiribu.Sedem vê yeke haya wî ji hemu buyerên beşên Kurdistanê hebu.Wi baş dizanîya ku Kurdistan bere yek bu û niha bêriza buye çar perçe.Lewra miletê kurd li dinyayê jiyanek bindest û reben derbas dike.

Dostên siyasetmedar ên Kurdistanî terefdarê Federasyon yan jî Xweserî ( otonomi) yê bun.Ew wekî piranîya wan merheze nedikir.Lewra Yilmaz raya xwe derheqê dehatuya gele Kurd de gelek bi eşkerehî wiha dianîya ziman:

“ Ew Kurdistana ku min divê, Kurdistanek serbixwe û hevgirtîye.”
$CİHANA WÎ YA PÊŞVERU ÇALAKÎYÊN ÇEPGİR Û SÎYASÎ YÊN YİLMAZ GUNEY$
Yilmaz di sala 1975 an de di nivîsareke xwe de dibêje ku: “ Pêwiste, ku bernameyekî zelal, dûr û dirêj û bê kompromîs yê prolîtariyên şoreşgêr, hebe…Jibo berxwedana dijî koledariyê bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî ve û her wise bidestxistina serkeftina dijê wê, pêwiste ku prolîtariya şoreşgêr di nav hêzeke rêxiszinî de û bi îdyolojiyeke rastteqîn, yekbûna rêzên gel pêkbîne.”
Di Gûlana sala 1971 an de,di gel hezaran ronakbîr û pêşverûyên welat, Yilmaz jî hate binçav kirin.Vê carê yilmaz Guney, sedem kêmanîya delîlan,nehate girtin.Lê, hate nefî kirin( sirgûnkirin) û sê meha bere wî dane bajarê NEWŞEHİRÊ.Her wiha Yilmaz div ê deme de jî, ji şopandin ( taqibat) a polis necat nebu.
Sala 197an,bi bi şika arîkarî kirina rêxistina bi navê THKP-C’yê,( Bereya- Partiya Rizgarîya Gel a Turkîyê ) (B-PRGT) 2 sal ceza xwar û div an du salan de li girtîgehên wekî Selimiye , Bayrampaşa û Toptaşı da ceza kêşand. Kitêbên wî yên bi navê Salpa, Hücre û Sanık berhemên vê demêne.
Yilmaz Güney, hetanî sala 1981 an,li serhev 12 salan ma di zindanê de.Ev diwazde sal di pazdeh girtigehan de kuta bu..
Yilmaz axîrîn filme xwe DÎWAR, li derva, li Frense kêşandîye.Sed heyf û mixabin ku Yilmaz,9 ê İlona sala 1984 an nekarî li himber penceşêra xaîn zêdetir li berxwe bide.Lewra di 47 salîya emre xwe de koça dawî kir û çu ser dilovanîya xwe.Qebra wi li teniş Dr.Qasimlo û Ehmed Kaya ye ku ew hersê mêrxasên Kurd li goristanek Frense wek sê destebirayan li tenişt hev razahîne.
$ÇEND KELAMÊN YILMAZ GUNEY$
* Dostanîya segekî ji dostanîya mirovek seg çêtire.
*Baştire ku mirov bimre wek şervanek azadîyê,neku mirov bijî mina koleyekî.
*Vaye deh sal emin denge xwe nekîr, Êdî dikim biqîrim.
*Girtigeha here mezin ewe ku mirov di mejîyê xwe de di afirînin Ew girtîgeha ku jîyanê dorpêç dike, ji bo mirov dinyayê baştir nas bike, divê bizûyî ew girtîgeh were hilweşandin..
*Min, ne jibona azadî û serfirazîya şexsê xwe,lê sedem ku ez jî bibim neferek tekoşîna azadî û demokrasiyê, min terka welat kir.
*Ew raya ku dixwaze mirovan li pişt dîwarên kevir û şibakên hesin bîne hidayete û pêşî li ramanên wan bigre,wê rojek hilweşe.[1]
*Çîya û zinar û deşt û rûbarên me li benda mene.Me navê ku em hemu temenê xwe bi guhdarîkirina sitranên xerîbîyê, li derveyê welat biborînin.Em miletek wisanin ku bi egîdî û mêrxasîyên xwe destana afirandîye., Bila dost û dijmin baş bizanin ku serkeftin a meye.
*Dur ê li ber me hene û divê ku em yekî ji wan bibjêrin. Yek rêya şoreşgerîyê ku li dawîya wê rê serfirazî heye. Rêya diduyan ji Teslîmîyete ku li dawîya wê rê koletî û mirin heye.
*Min Kurdistanek hevgirtî û serbixwe divê.
$KESAYETA YİMAZ GUNEY A ŞOREŞGERÎ Bİ FİLMÊ ÛMUD/ HÊVÎ XWE DA NÎŞAN$
Min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rasteqîn nîşan daye” (Yilmaz Guney)
“HÊVΔdi navbera du mehan de hatibu amadekirin û di payiza sala 1970’ê yan de, li fêstîvala sînemaya seranserê tirkiyê, li bajarê Edena hate nişandan. Ew di fêstîvalê de, bû bûyera here balkêş.
“Hêvî “ div ê festîvalê de,xelatên sereke wergirtin; ew mîna “ filîmê salê yê here baş” hate qebulkirin. Mijar yanî, sênaryo ya wî jî, wê salê bu seneryo a here serketî. Her wiha Yilmaz Güney bixwe jî,di festîvalê de, xelata baştirîn lîstikvanîyê a rola mêran stand…

Lê sed heyf û mixabin k udi wan rojan de, , bi hiceta ku goya ev filîm: “rastiya civaka Tirkiyê şaş nîşan dide“ desthelatdarên Tirkiyê nîşandana filîm di eywanên sînemayan de ,li seranserê welat bi hemû şîweyî qedexe kirin.
Pêwiste em bêjin, ku di gel zehmet dayîn û taqîbata dewletê ; Yilmaz bi serhişkiya xwe û alîkariya çend hevalên xwe karîbû ku“Hêvî” parçe bi parçe û bi dizî, bişeyne derveyê Tirkiyê!
Yilmaz bi vî karî eşkereye ku li gor qanunên Turkîye tawanbar bibu. Sedem ku wî, zagonên dewletê binpê kir û xwe tawanbar kiribu; Yilmaz Güney derheqê vê yeke de bersiva rojnamevana wiha dabu.:“Heger ev karê ku min kirî, tawanbarî be, ez pê serbilindim.”

Yilmaz GÛNEY dibêje ku : “Derheqa “Hêvî” de ez dikarim bêjim, ku bi hatina nav pîşeya derhênanê û dirustbûna baweriyên min yên siyasî, min bi yekcarî dest ji çêkirina filîmên bazirganî, yên ku babetên wan temaşevan benc dikirin û dûrî rastiyê dixistin, kişand…Min dst bi çêkirina qehremanê rêalîst û erênî kir; herwise jî min hewil da babetên jiyana zindî a rojane nîşan bidim û şirove bikim…Min bi yekcarî xatirê xwe ji kotasiyên (dawiya) xweş û dilşad di filîman de,yên ku sînema Emerîkî a jehirkirî em hîn kiribûn, xwest…Vî filîmî efsana “Qehreman” ê ku dikare hemû tiştî bike, herdem serketî be û qet zora wî naçe, şikand; jibilî wê jî, filîm ramaneke nû pêşkêş kir, naveroka wê ew bû, ku xebata bi tenhayî û hêza bi serê xwe, bê sûde û nagihêje armancan; jibo çareseriya rast, pêwist gel destê xwe bide hev û xebateke siyasî bi rêkxistin û li ser bingeha ramanên pêşverû, bike…Bêgoman ramanên wisa tehlûke ya mezin bixwe re tênin; ez bawerim pir’aniya temaşevanan jî ev mebest (raman,mexsed) wergirtin, lewra ev yek naveroka nama mine di rê ya sînemê de”
$DERHEQÊ YİLMAZ GÛNEY Ê TAZE Û “HÊVΔ DE ÇÎ GOTİN$
Cara here baş di dinyayê de bi filima HÊVÎ Yilmaz nav û deng da.Ev film bala gelek kesa kişand û gelek ramyar û rojnamevan û bi taybetî jî rexnegîrên derve û hûndir,sîemazan û rewşenbîr ji çar alî ve raya xwe di daxûyanî, çapemenî, kovar û rojnameyan , derheqê Yilmaz û filmê wî “HÊVÎ “de beyan kirin.Ji bo ku bi baştir Yilmaz û berhemên wî bêne nas kirin lazime çendek jî wan daxûyanîyên cûre-cûre çendek pêşkêş bikin. Lê pêş hemuyan lazime em guh bidne Yilmaz.
Yilmaz Guney di axaftinek xwe de li ser Yilmaz Guney yê nu wiha dibêje.
” Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew berdewam (timî) li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”.
Niha jî bizanin ka gelo di wan rojan de rexnegîr û rojnamevan û nivîskarên dinyayê çî gotine û çî nivsandine derheqê nemir Yilmaz Guney de:
“Zîrekbûneke kêm-nimune ye ji bo birina temaşevanan ber bi jîbîrkirinê ve.” (Kovara “Le FİGARO” ( Frense):
“Werin temaşe bikin.qehremanê filîm proleterya ( çîna karkeran) bi xwe ye…Qehremanê film, birayê we ye.” Rojnama “LÊ HUMANÎTÊ” ( Frense)
“ Dengekî ecêbe…Karekî hunerî payeberz û belkêşe!Bi rê ya vî filîmî, me sînemeke din naskir, a ku berî niha nenas bû!.” (Rojnama -Frans Suar-)
“ Berhemên sînemayê yên wisa jidil û hunerbilind,ku sînemayê tîne astek wiha, gelek kêmin!.”(L. Le Figaro-)
“Filîmekî pevgirêdayî ye û mirov ber bi xwe ve dikêşe.Dihêle ku temaşevan jî, pêre serîhildin. Bi rastî jî wisa dike, daku mirov di nava xwe de bikele. Ev Filîm rûdaneke giringe!”(Kovara – POZİTİV)

“Vê çîroka hunerî em tevlîhev kirin…Bi pêkanên xwe yên piçûk, û hozanvaniya xwe,me dixe nava sergêjiyê. Tişteke dûr ji aqilan e… Di sînema Tirkî de tiştekî nû hate holê.”(R.Pînayon. Kovara ”L’BUAN” (Frense)
“ ( Y.G. )Bi hozanvaniya xwe, bi rêalîta jiyanê û bi sadebûna xwe, sinema Tirkiyê a nu, ava kir.”(LİS LİTERS (Firense)
“Bêguman, ew (Y.G.) baştrîn aktor û derhênerê here serketî a sînema Tirkiyê ye!”(Pêter Brûk / Tonî Rîçardson)
“Filîmeke, ku pêwiste mirov li ser raweste û lê jibîr neke!”(Rojnama ”Paris Match”

“Ev filîm pir bedewe; ew nûnerê rêalîzma nû ye. Berdewam bala mirovan dikşîne ber bibîrkirnê ve li ser rewşa jiyanê. Filîm rexne li rêjîma desthelatdar dike, a ku bû ye sedemê hêsirbarana xelkê û bindestiya miletê derhêner. Derhênerê filîm dibêje: ”min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rasteqîn nîşan daye”. Ji ber wê ew,kete nav rêza çîna xwe û di hemû jiyana xwe de, xebat jibo rizgariya wê kir!”(Marcel Martan, Kovara EKRAN )
“Li hemberê filîmekî wisa, mirov dikare çi ji rêzlêgirtin û rawestana bêdeng zêdetir bike.Ev e zordestî! Ev e kedxwarî! Ev e belengazî… Ev hemû tişt îro li Tirkiyê henin.”

“Gereke em ji du aliyan ve temaşeyî vî filîmî bikin: Ji aliyekî ve; ew bi şêweyekî rêalîst rewşa jiyana gel nîşan dide. Ji aliyê din ve, ew bi hemû wateyan filîmekî siyasî ye; bûyerên filîm çîroka malbateke belengaze, a ku li devereke jibîrkirî û pir feqîr, li tirkiyê dijî. Xelkên wê deverê êşa bindestiyê bi hemû şêweyên wê dikşênin…Ev filîm hêzeke mezin dide pêşvebirina sînema pêşverû a cîhanê…Bi vî filîmê xwe, derhêner kete pêsîra rêjîma desthelatdar. Babetên ku Yilmaz nîşan dide, dîtina wan di sînema siyasî de bi giştî, pir kêmin.” (Luis Chaufet)

“ Berî derhênana vî filîmî, Yilmaz dizanîbû, ku wê ev yek xeterek jê re bîne, lê tevî wê jî wî filîmekî wisa, ê ku ne tenê li tirkiyê belê li seranserî cîhanê jî deng da, çêkir.
Piştî pîşeya leyizbazîyê wî êdî dest bi derhênana filîman jî, kir. Wî bixwe kamêra xwe hilda ser milên xwe û li hemû deveran geriya, daku filîmên di mêjiyê wî de ma bûn çêbike…”
Di filîm de diyar dibe, ku Yilmaz pirsgirêkan ne bi rê ya lav lav û girî nişan dide, belê ew bi mêranî û zelalî bîr û baweriyên xwe pêşkêşî temaşevanan dike. Ji bûyerên filîm diyar dibe, ku Yilmaz bi yekcarî biryar da ye ku bikeve nav rêzên gel de, ew gelê belengaz, hejar û jibîr kiriî; yê ku di heman demê de jî, ji jiyana xwe dilteng bûye û vîna wî a xebatê jibo azadiyê heye.
Ev raman bi zelalî di rabûn û rûniştina qehremanê filîm de diyar dibe; nexasime ew berdewam dikeve xewin û xeyalên dirav û qesir û qonaxên mezin û xweş de…Cebar (qehremanê filîm) jibo bidestxistina wan xewnan, û gera li zêr û diravên dibin erdê de, hemû tiştî winda dike û bixwe jî dîn (şêt) dibe!.

Güney bi rêya qehremanê xwe, cilikê li ser hemû kêm û kurtiyên civakê radike, bi taybetî paşdemayina baweriyên olî yên pûç û vale; her wise ew zordariya koledaran (kolonyalîstan) jî li ser navçeyên xwe nîşan dide…Gereke em guh bidin filîmê ”Hêvî” û şirove bikin weke berdewamiya rêya rêlaîzma nû a sînemê; lewra ew dikare vê rêyê bi xwirtî ber bi pêş bibe…”(Jean Lup Basik- Kovara CİNEMA)
“Helwesta Yilmaz Güney zelale, ew bi xwe dibêje: ” Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew her tim li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”.

Tiştê ku Yilmaz hetanî vê gavê ji sinema tirkî re pêşkêş kiriye, daxwazên gel têr nake û bersiva hemû pirsên wî yên civakî, siyasî û aborî nade. Di tebaxa sala 1970 î de Yimaz digot: ”Jibo çêkirina filîmekî nû, dibe ku ez werim girtinê; ez dizanim, ku wê ev filîm li welatê min we re qedexekirinê û jibo wî jî, ezê bikevim girtîxanê (zindan, hebis) de, lê ev hemû jî nabe tehlûke û kelem (asteng, rêgir) ji bo xebata min…” Desthelatdar li behanekê digeriyan, da ku Güney bigrin. Bi vî hawî û bi hinceta, ku ew alîkariya “şoreşgeran” dike, 17 adara 1972 an ew girtin. Di dema hazir de ew girtî ye û jibo azadiya wî jî, komîteke navneteweyî ji navdarên sînema cîhanî pêkhatiye.”(Magî Itson)
“Gelo ev filîm belgenameyeke yan jî hêzeke xeyalî ye.Ew rastiya jiyanê wisa nîşan dide, ku ji temaşevanan re pir zehmete ku bikaribin cudabûnê di navbera belgenameyî û lîstkvaniya wî de bibinin.”( Kovara “PARİS DE MATŞ” ( Frense)

“Yilmaz Güney wêneyên rewşa jiyana rojana a gel kişandiye. Ji ber wê, bûyerên filîmên wî bûne belgenameyên zindî li ser belengazî, paşdemayin û zordariya gelê wî yê bindest.”( Dimitris ZANİYAKİS )
“Jiber wê ez dikarim bi dengekî bilind bêjim: Heger Yilmaz Güney bitenê akterê sînemê ba, yan derhêner ba, yan nivîskarê sênariyo ba, yan hostayê romanên edebî ba û yanjî berhemdarê (produktion) filîman bana, ew tenê têr dikir (bes bû) weke xwedêdaneke (mewhîbe) mezin,lê dema ev gurza rengîn ji xwedêdayinê, hemû di mirovekî de bêne ba hev…Eva birastî rûdaneke gelek balkêşe û kêmnemûneye di dîroka huner de.(Dr. Îbrahîm Mehmûd)

“Babeta filîmê Hêvî, naveroka filîmê rêalîzma nû ê giranbuha “ Dizê biskilêtê ” yê derhênerê navdar Vîtoriyo Dê Sîka bi bîra me tîne. Di wî filîmî de, diziya biskilêtekî normal dibe sedemê perîşanî û belengaziya malbatekê bi temamî…Dizî di filîm de simbole; di rastiyê de ne tenê çavkaniya jiyana wê malbata Îtalî a feqîr tê dizîn, belku zêdetir wateya ruhî û civakî a jiyanê tê dizîn û her wiha jî, hêviya pêşerojeke xweş jî namîne…Heman tişt bi serê belengazê Îstenbolî de jî, şofêrê hentûrê di filîmê Hêvî de, hatiye, yê ku hespê wî tê kuştinê! Bêyî hesip, ne tenê pêwistiya civakê bi wî namîne, belku zêdetir ew dibe bar li ser wê civakê…”Derhênerê filîm, akterê herî navdar û hezjêkiriyê, min, û xelkê tevde, Yilmaz Güney bû. Bi rastî ev filîm rûdaneke nû û serketiye…Pêwiste em timî lê vegerin û jê hîn bibin,nexasime em, derhênerên gênc. “(Rexnegirê sînemayê a ÎTALÎ Lîno MEÇÎKA)

“Bêguman, Yilmaz di welatê xwe de, wekî derhêner û lêstikvanê here baş a sînemayê tê qebulkirin.”( Chaerles Hibtu)[1]
“Dengekî ecêbe…Karekî hunerî, payeberz û belkêşe! Bi rêya vî filîmî, me sînemayeke din naskir, sînema ku berî niha nenas bû!” (Kovara FAREETY/ Newyork)[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 5,429 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | kundir
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 7
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 02-06-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: بیبلۆگرافیا
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
شار و شارۆچکەکان: ئورفە
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 02-06-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 03-06-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 01-04-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 5,429 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.118 KB 02-06-2022 سارا کس.ک.
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ژیاننامە
مەیان خاتوون
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,877
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,723
ڤیدیۆ 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.516 چرکە!