Kurte: Hesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye.
Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.
Bêjeyên Sereke: Hesenê Metê, Binyad, Hilweşangerî, Postmodernîzm, Vegêran.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,036 mal angesehen