Navê pirtûkê: Zimanê Kurdî (Kürt Dili)
Navê nivîskar: Nurettin Karacadağ
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Doğuş
Sala çapê: 1993
Xebat û lêkolina Nûredîn Qerejdax (Nurettin Karacadağ) li ser zmanê Kurdî, wisa xuay ye ku ji kûr û dûr tê. Jîneke drêj î heftê û heft şalî di vê rê derbasbiye. Zarokatiya wî lı gundekî Qerejdaxe, di nav berf û baravê de, di nav col û keriyên pez de, di nav gıya û kulilkan de dest pê kiriye. Di pey re xortaniya wî li bajarê Amed'ê û di xuendevaniyê de li Stanbol'ê dom kiriye. Paşê, mühendisi li rohilat û roava û li bakurr û başûrê Tirkiyê..
Lê, tim û tim li her derê, evîna zmanê Kurdî, zar û zaravê dayika wî, peyv û gotinên Qerejdaxî, tenik û hênik mina baê stêra sibê, di dil û mejiyê wî de cî girtiye... Mina ava di binê erdê de bixizine, wisa bi dizi, wisa di kûr de li ser zman xebitiye û xebitiye..
Ev pirtûka ku vêga di destê we de ye, bi ked û xwêdana sal û zemana hatiye nvîsandin.[1]
Read the book: Zimanê Kurdî (Kürt Dili)
Total download:
212 times
We kindly ask all writers, translators and publishers to inform us if they are not in agreement to have their books downloaded from Kurdipedia server.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,540 times