图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,449
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dikandar Buşra Mihemed Hesen: Ez ne pê re me ku jin tenê li malê bin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dikandar Buşra Mihemed Hesen: Ez ne pê re me ku jin tenê li malê bin

Dikandar Buşra Mihemed Hesen: Ez ne pê re me ku jin tenê li malê bin
Buşra Mihemed Hesen a ji #Kerkûk#ê ye, 30 sal in bi xwe debara xwe dike: Ji bo ku li hemberî rewşa giran a jiyanê bisekinim, 30 sal beriya niha min biryar da ku karekî ji bo xwe peyda bikim, ji bo dabînkirina debara malbata xwe li ser piyan xwe bisekinim.
Buşra Mihemed Hesen ku li taxa Şorce ya bajarê Kerkûk ê #Başûrê Kurdistanê# dimîne, 28 sal beriya niha ango ji sala 1994’an ve li bazara Şorce ya bajêr dikandariyê dike û bi tena xwe 6 zarokan xwedî dike. Buşra ji beriya dikanê veke, çend karên din jî kirine. Heta niha bi dehan pîşe ceribandine û xwedî ezmûneke karkirinê ya 30 salan e. Weke ku Buşra bi xwe jî behsê dike ji zarokatiyê ve eşqa wê ya karkirinê hebûye û kar kiriye.
Jina kedkar û xwebawer Buşra ku li bazara Şorce ya bajarê Kerkûkê yekm jina dikandar e, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re behsa jiyan û ezmûna xwe, her wiha astengiyên ku pêre rû bi rû maye kir.
‘JI BER VÊ MIN BIRYAR DA KU LI SER PIYÊ XWE BISEKINIM’
Buşra di destpêkê wiha behsa sedemê karkirina xwe û bi xwe bawer bûna xwe kir, “Dabînkirina jiyanê pir giran e, lêçûna jiyana rojane jî pir zêde bûye, ji ber wê min biyar da ku ji bo dabînkirina debara jiyanî ya xwe û malbata xwe li ser pê xwe bisekinim. Min di nava vê civakê de karî wek jinekê bi karkirinê îspat bikim ku jin jî dikarin xwe bi xwe xwedî bikin û debara jiyaniya xwe û malbata xwe dabîn bikin.”
‘MIN BI DEHAN PÎŞEYÊN CUDA KIRINE’
Buşra di dewamê de bi van gotinan karên ku di nava 30 salan de kiriye vedibêje; “Di nava 30 salên derbasbûyî de ji bo dabînkirina debara jiyaniya xwe min çend pîşeyên cuda kirine ku wiha dikarim bijmêrim, karê çêkirina avahiyan, li gorî wê min erd yan jî avahiyên ku nîvco mabûn dikirî û temam dikir û wisa difirot, her wiha kel û pelên nava malê jî dikirî û piştre bi taqsît difirot, weke din min karê kirîn û firotina wesayîtan jî kiriye. Ji bilî wana min çend karên dikandariyê yên wek dikana çêkirin û firotina kevçî û firaxan hebû, piştre dikana firotina fêkiyan, dîsa ya firotina şûşeyan hebû. Her wiha market û dikana min a kuaferê hebû û çend karên din kiriye.
Niha nêzî 27 sale ku li vî cihî dikana min heye û li gorî rewşa pêwîstiyên xelkê her çend salê carekê cûreyên kel û pelên dikanê diguherînim; her wiha li vir ji bilî firotina hin pêwîstiyan, temîratên dirûtinê jî dikim, amûrên metbexê jî çêdikim.”
‘DI BAZARÊ DE YEKEM JIN BÛM’
Bûşrayê her wiha têkildarê eşqa xwe ya karkirinê weke jinekê serbixwe di nava civakê de got, “Ji temenê biçûkatiyê ve hezkirina min ya karkirinê hebû û min karên biçûk jî dikirin. Min hez dikir ku her tim li ser pê xwe bisekinim, ji ber ku jiyan tenê çend roj nînin û divê berdewam hewl bideyî. Pêwîste jin li benda destê zilam nebin. Dema ku min li vê bazarê dikan vekir, di vî bazarî de tu jineke dikandar tunebû.”
‘LI BA XELKÊ TIŞTEKÎ BALKÊŞ BÛ DEMA ZANÎN KU JINEK DIKANDAR E’
Jina dikandar Bûşra îşaret bi nêzîkatiyên xelkê ya li hemberî wê ya di dema ku weke yekem jin li vê bazarê kar kiriye kir û wiha pêde çû; “27 sal beriya niha li ba xelkê tiştekî balkêş bû dema zanîn ku jinek dikandar e û di vî bazarî de xwedî karê xwe ye. Berê eger 10 kes ji bo kirîna tiştan bihatibana dikanê, ji wana 5 kesên wan tenê dihatin da ku bibînin bê ka çawa jinekê dikan vekiriye û xwediyê karê xwe ye. Min ti carê guh nedaye gotinên xelkê, dabînkirina pêwîstiyên jiyanê zehmete û pêwîste jin jî kar bikin.”
‘EZ NE PÊ RE ME KU JIN TENÊ LI MALÊ BIN’
Bûşrayê her wiha bang li jinan kir ku kar bikin û ragihand; “Daxwaza min ji jinên bajarê Kerkûkê û hemû jinên beşên din ên Kurdistanê ye ku li ser pê xwe bisekinin û pişta xwe bi xwe ve girêbidin. Ti carê ez ne pêre me ku jin tenê li malê bin, berovajî dikarin di karkirinê de alîkarê hevjînên xwe bin. Pêwîste jin ji gotinên civakê netirsin, ji ber ku eger mirov ji deriyê xwe bê ji derwe, wê gotinan li ser bikin, ji ber wê jî pêwîst nake ji ber gotinên xelkê tu jiyana xwe rawestînî. Ji ber ku tu kes ji rewşa jiyana te fêm nake. Li gorî salên bihorî civak pir guheriye, dema ku min li vî bazarî dikan vekir, ez yeka tabû şkandî bûm û yekane jin bûm. Lê niha çend jin li vî bazarî xwedî dikana xwe ne û bi giştî li Başûrê Kurdistanê ji berê cudatin jin xwedî îrade ne ku karê taybet bi xwe pêş bixin.”
‘GEL BI MIN SERFIRAZE Û PIŞTGIRIYÊ DIDIN MIN’
Di dewamê de Bûşrayê bal kişande ser piştevaniya civaka Kerkûkê ya ji bo karkirina wê weke jineke serbixwe û got, “Gel pir bi min serfiraze û piştgiriyê didin min, her wiha bi dirêjahiya 27 salên ku li vê derê dixebitim cîranên min berdewam di mijara rêvebirina karên min de alîkarî dane min, bi taybetî dema ku nexweş ketime dikana min birêve birine. Her wiha tevahiya bazarê ji ber ku ez di karê xwe de wêrek im û ji bo dabînkirina debara jiyaniya xwe li ser pê xwe disekinim gelek rêzê li min digirin.”
‘DIVÊ WEKE WELATÊN PÊŞKETÎ JIN DI NAVA CIVAKÊ DE ROLEKE BI BANDOR BILÎZIN’
Jina xwebawer û kedkar Bûşra Mihemed Hesen bi vê peyama ku arasteyê civakê kir wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hêvîdarim ku pêşiya jinan negirin ku biçin li bazarê kar bikin, bila mînakên me pir bibin. Em hez dikin weke welatên pêşketî jin di nava civakê de rêleke bi bandor bilîzin. Her wiha daxwaza min ji tevahî jinên her çar beşên Kurdistanê eve ku pişta xwe bidin xwe û daxwaza min ji civakê jî eve ku rê li pêşiya jinan negirin da ku pêwîstiyên xwe pêk bînin û li benda kesê nemînin ku alîkariya wan bike.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,255
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | anfkurdi.com
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 07-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 经济
城市: Kerkuk
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 09-08-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on11-08-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):11-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,255
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.169 KB 09-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,449
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!