图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire'
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire'

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire'
Hevpeyvîn: RÊDÛR DÎJLE / MIHEME PORGEBOL
Li gorî poetîkaya “#Dîwana Hestiyan#” a erd Agron, heta ku hestiyên winda neyên dîtin û şîn neyê girêdan, jiyan ne pêkan e. Lewma erd Agron, bi helbesta xwe hewl dide bide dû hestiyan, hestiyên winda ku nayên zanîn ka di bin axê de ne yan li ser axê ne.
Erd Agron, hewl dide ku kêlîka bindestiyê zeft bike. Maxwene, ew kêlî masiyek e, ew jî masîvanek e ku torê bavêjê û zeft bike? Maxwene ew kêlî xezalek e, ew jî nêçîrvanek e ku tîrê lê bîne xezebê? Na, ew kêlî ne masî, ne jî xezalek e û ew jî ne masîvanek, ne jî nêçîrvanek e. Ew kêlî hestî, ew kêlî goristanek e. Ew kêlî helbest e, ew jî helbestvan: “…konek hat vegirtin / dîsa ji me re pir hat dîtin termên me / û gelek hestiyên me hatin dizîn / gelo em ê çawa li hev werin?”
Me bi helbestvan erd Agron re ku ji havîna 2000´î ve heya niha girtiye, hevpeyvînek kir. Me hevpeyvîna xwe bi rêya telefonê kir. Dema hevpeyvîna me tenê 10 deqîqe bû. Di van deh deqeyan de bi qasî ku me pirsî wî jî bersivand. Piştî ku tîngînî ji telefonê hat, hem pirsên me nîvco man, hem jî me bi xweşikî xatir ji hev nexwest...
Merheba. Malûm e, wextê me pir kêm e. Em yekser ji navê pirtûka te dest pê bikin. Çima ‘Dîwana Hestiyan’?
Hestî, li ber dilê min bingeha gelek tiştan e. Di jiyana min bixwe de jî wisa ye. Me hestiyên apekî xwe nedîtin. Di her malê de hêvî, lêgerîn û bendewariyên dîtina hestiyên xwe hene. Her malbat xwedî derdên bi vî rengî ye. Îca, di vî warî de ez jî dibêjim, heta em hestiyên xwe nebînin, em ê nikaribin şîna xwe jî bikin. Ger mirov şînê neke, nikare dest bi jiyanê jî bike. Ji bo vê, em niha di berxwedanê de ne. Em di pêvajoya têkoşînê de ne. Esas, em dixwazin dest bi jiyanê bikin. Ma heta ku em şîna xwe nekin em ê çawa dest bi jiyanê bikin?
Lewma ez bi vê bawerim; heta ku em şîna xwe nekin, em ê her wekî civakeke trawmatîk bimînin. Em ê xwedî birîn bimînin. Ji bo em birînên xwe bikewînin, pêdivî bi dîtina hestiyên xwe heye. Lewma min xwest ez navekî wisa li berhema xwe bikim. Di têmayê de jî, di naverokê de jî hestî cih cih derdikevin pêşiya me.
Yanî tu dibêjî li vê axê esasek jiyanê jî hestî ye?
Hestî bi heman hawayî bingeha jiyana me ye. Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire. Ji bo vê ez dibêjim, hestî şîn e, daxwaza şîngirêdanê ye. Di warê felsefeyê de mirov dikare gelek tiştan lê zêde bike, lê esas, ez dikarim bi kurtasî van tiştan bibêjim.
Gelek kes dibêjin, êdî qewlê helbestê tije bûye, tesîrek helbestê nemaye. Helbestê pasîfîze dikin. Fikra te ya di vî warî de çi ye?
Ez tevlî vê nêrînê nabim. Ji ber ku mirov dikare gelek tişta li ser helbestê bibêje. Ez dikarim bibêjim, helbest cureyekî gunehbar e.
Çima gunehbar e?
Koledarî jî bi hêza helbestê hatiye bipêşxistin. Însan hatine îqnakirin. Mîtolojî, bi zimanê helbestê hatiye ravekirin. Di vê hêlê de helbest cureyekî gunehbar e. Lê ji bo ku em karibin hin tiştan biguherînin, dîsa pêdiviya me bi hêza helbestê heye. Ne hêza helbestê be, em nikarin şîna xwe girêbidin. Ne hêza helbestê be, em nikarin kêfxweşiya xwe bînin ziman. Ne hêza helbestê be, em nikarin evîna xwe pênase bikin, bi nav bikin. Lewma, ew nêzikatiyên ku tu behsa wan dikî, pirr seresere ne. Ji ber ku helbest huner e. Ma ka serdema hunerê ti carî derbas dibe? Serdema wêneyê derbas nabe, serdema muzîkê derbas nabe, serdema mîmarîyê derbas nabe. Çima ya helbestê derbas bibe? Gerek mirov vêya jî bide ber lêpirsînê. Ez dibêjim, gerek nêzikatiya mirov di vî warî de be. Rast e, helbest ne her tişt e, lê li ber dilê min helbest gelek tişt e.
Li derve têgihek mîna cezaevi edebiyati (wêjeya hepsê) heye. Hin kes jî li ber vê têgihê radibin. Bi rastî em jî nizanin em ê çi bi kar bînin. Hûn dibêjin çi?
Ez bixwe wêjeya zindanê zêde watedar nabînim. Erê zindanî karê wêjeyê dikin, lê ev nabe wêjeya zindanê. Ji ber ku kes ji me tenê bi hestên zindanê nanivîse. Paşeroja me ji me re wekî ronkahiyekê ye. Alegoriya şikeftê ya Platon heye. Zindan jî dişibe wê. Her tişt ji derve ve dikeve hundir. Pergal çi bixwaze wê şanî te dide. Televîzyon bi wan ve girêdayî ne. Ew kîjan kanalê bixwazin, em dikarin li wan temaşe bikin. Ew kîjan rojnameyê bixwazin, em dikarin wan rojnameyan bixwînin. Ew kîjan muzîkê bixwazin, em dikarin li wan muzîkan guhdarî bikin. Radyoyên me kom kirin, filan bêvan. Lê paşeroja me, bîranînên me, rastiyên me yên subjektîf didin pêşiya me. Ew dibin ronkahî ji me re. Bi rêya wan em zanin ku rastî ne wisa ye. Em jî li ser wê rastiyê xwe îfade bikin. Li ser wê rastiyê em dixwazin xwe tevlî nava civakê bikin. Em nahêlin di navbera me û civakê de qutbûyîn çêbe, mesafe têkeve navbera me. Daxwaza me, gihandina civakê ye. Zindan li ber dilê min cihekî derveyî mekan, derveyî zeman e. Zemanê esasî li vê derê ne lê ye. Kî ji me çend salî ketibe zindanê, hê jî xwe wisa hîs dike. Ez bîst salî ketim zindanê, niha jî xwe bîst salî hîs dikim. Halbûkî temenê min ji çilî derbas bû.
Wekî ku wext sekinî be?
Ez niha difikirim, ez dibêjim, hema derkevim derve ez ê ji dera ku lê mame, dewam bikim. Gava ez xwişk û birayên xwe di xewnên xwe de dibînim, wan bi zarokatiya wan dibînim. Nikarim wan bi temenê wan ê mezin di xewnên xwe de bibînim. Di hêla mekan de jî tiştekî wisa ye. Zindan derveyî zeman, derveyî mekan e. Îca ji derveyî mekan, ji derveyî zeman mirov nikare wêjeyekê pênase bike. Ji ber vê jî, li gor min ew pênase, pênaseyeke bi problem e.
Mirov bibêje çi wê tam bikeys bibe?
Mirov dikare bibêje ku ev beşek ji wêjeya şoreşê ye.
Wa dengê tingîniyê tê. 10 deqeyên me temam dibin. Pirsa dawî; li welatê me divê edebiyat xwedî helwesteke çawa be?
Ez nêrîna xwe ya şexsî bibêjim. Hevalên li derve yên bi wêjeyê re eleqedar dibin, çi dibêjin, nizanim. Di vê hêlê de danûstandineke min jî çênebûye, feqet, ez dibêjim, ji ber ku em niha pêvajoya înşayê nîqaş dikin, ger wêje nikaribe xwe tevlî vê pêvajoya înşayê bike, heta ger nikaribe pêşengiya pêvajoya înşayê bike, divê mirov vêya bide ber lêpirsînê. Yanî em dikarin têkevin pey wêjeya xelqê, em dikarin teqlîdên wan bikin, em dikarin xwe bişibînin wan… Lê ev esas bi problem e. Lewma divê huner û wêjeya şoreşê di înşaya civakê de pêşengiyê bike. Divê em karibin ji bo xeyalên xwe, ji bo daxwaz û bendewariyên xwe ku em dixwazin bi pêş bixin, bibin bersiv û rolekî wisa bigirin ser xwe.
Rol û mîsyonek çawa?
Mesela divê em karibin romana civaka komunal binivîsin. Divê em karibin romaneke ekonomî- polîtîkayê binivîsin. Em dibêjin, wê ekonomî-polîtîkaya me li ser kooperatîfan be. Gerek em karibin romana ka kooperatîf çawa tên înşakirin, çawa tên birêvebirin… binivîsin. Em karibin film û rêzefilmên wê çêkin. Em karibin resmê wê çêkin.
Qada hunerê berfireh e. Ev tişt dikarin bên kirin. Mirov dikare vana tê de îfade bike.
Belê, wextê me qediya, pirsên me nîvcoyî man. Me bi xweşikî xatir jî ji hev nexwest. Ev, kêliya bêxatirxwestin, helbesta netewawbûyî “jan-name”yê tîna bîra mirov: “ev helbest ji ber sirgûnê nîvco maye, dê êdî hew temam bibe ev helbest.”
**
erd Agron kî ye?
erd.agron, ji havîna 2000´î ve girtî ye. Niha di Girtîgeha Şakran a Jimare 3 a Tîpa T´yê de ye. Bi navê “Dîwana Hestiyan” dîwaneke wî ya helbestan heye û herî dawî jî wergera wî “Avahiya Kevirî û Ên Din” (çîrokên Aslı Erdoğan) hat çapkirin. erd.agron, di “Dîwana Hestiyan” de wiha behsa çîroka jiyana xwe kiriye: “Li girava bi navê Kosê bi her du xwişkên xwe yên bi navê Byssa û Meropîs re jiyaneke dilperest dijiya. Agron û xwişkên wî ji xwedawenda axê pêştir ji tu xwedayî re rêz nedigirtin. Ji ber vê sekna wan, hemû xweda bûn yek û biryar dan ku Agron û xwişkên wî bên cezakirin. Cezayê wan hat birîn. Xwedayan Meropîs dagerand bûmekî, Byssa dagerandin qaqlîbazek û Agron jî bû tîtirwaskek. Bavê Agron, Eumelos jî kirin qijik. Li gor hin gotinan Agron bi cezayê ku lê hatiye birîn, netebitiye û hîn jî wek berê difikire.”
***
Têbiniya Diyarnameyê: Me hevpeyvin ji Yenî Ozgur Polîtîka girtiye. Sernavê hevpeyvîne me guhart û ev lê kir.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览198
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-01-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):06-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览198
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1101 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!