Salih Akoyî derbarê karê xwe de dibêje, armanca wî ew e ku çanda Kurdî ya berê biparêze. Salih Akoyî dîwanxaneya xwe li nava hewşa mala xwe ava kiriye û her kesê bixwaze, nexasim jî ciwan, dikarin herin bibînin.
Li nav dîwanxaneya Salih Akoyî de sê tiştên gelek kevnar hene, yek ji wan xencereke ji serdema Mîr Mihemed Paşayê Gewre yê #Rewanduz#ê ye, ya din jî rimeke ku serê wê hesin û tûj e bi darek zirav ve hatiye girêdan û dîroka wê zêdetirî du hezar salan e. Berhema din a herî kevin jî mohra qesabxaneya Rewanduzê ye.
Salih Akoyî derbarê parastina kelûporên Kurdî de rexne li hikûmeta Herêmê girtin û got, “Hikûmeta Herêmê giringî bi parastina kelepor, ferheng û çanda Kurdî nade. Ev yek jî bandorê dike li rastiya jiyana siyasî, ferhengî û civakî; wê têk dibe. Ji ber ku her welatek dema çand, huner û resentiya wê nema, wê nasnameya xwe ya resen ji dest bide.”[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,248 times
Write your comment about this item!