הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,252
תמונות 106,497
ספרים 19,255
קבצים הקשורים 96,947
Video 1,385
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXV
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXV

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXV
SEPANÊN ŞERÊ TAYBET Ê AKP
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpêşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

Kesayeta hevkar a ku AKP bi sepanên şerê taybet daye avakirin;
Dema ku sifeta hevkariyê hildigre çi Kurd be, çi Tirk ango ji welat û civakên cûda be, profîl û karê ku ew kes dike nayê guhartin. Di demên berê de faşîzma Tirkê Sipî û Gladyoya wî çi rîstê dabe hevkariya Kurd, Gladyoya Kesk ê AKP jî heman rîstê nexêr daye. Ferqa AKP ew e ku bi qasî ku bi pêvajoya kevin re neyê qiyeskirin li ser vê qadê pere razandiye û hevkariyê kiriye weke nîşaneya dewlemendiyê. Li beşên kardaran mêyze bikin, hûnê bi pêydebûnên ku bi îhaleyên ku di demekî kin de digrin kamran dibin û bi awayekê dêwasa mezin dibin re rû bi rû bimînin. Li beşa hûnermendan mêyze bikin, tu alîkariya ku ji Wezareta Çandê nagrin namîne, tu fonê ku naşxulînin nîne, li ser vê pêymanên rêzefîlm û konseran jî zêde dikin. Li kesên ku rojnamevantiyê, nivîskariyê weke çêrkirinê dibînin û tu kalîteya wan nîne mêyze bikin, bi peymanên milyon dolarî qûncikan, bernameyên nîqaşan parvekirine. Li ser her kêsê vê didin ferzkirin ku ‘an tê bi me re bî an jî tê li dijberî me bî’. Di beşên ku helandina nirxên civakî dijîn, heqîqeta xwe wenda kirine de ev ferzkirin û teklîfa madî bi vê awayê pêk tê.
Li hemberî xeta hevkariya Kurd nêzîkatiya AKP jî di vê wateyê de berfireh bûye. Di vê mijarê de alîyekî ve olê dike amûr, ji aliyekî din ve jî bi bikaranîna sermaye û Kurdîtiya PDK’ê, hewl daye li Kurdistanê qada xwe ya bandorê firehtir bike û berhevkirin û niqandinên nû ava bike. Qenalên weşanê yên mîna TRT-6 û Rudaw’ê, weke çavkaniyên xwedîkirina xeta hevkariya Kurd rolekî girîng hilgirtine. Di nav avahîbûna desthilatdariyê de hevkarên mîna Mehmet Şîmşek, Cevdet Yilmaz û Mehdî Eker di asta wezîrtiyê de hatine girtin, bi vê awayê hatiye xwestin ku Kurdan bandor bikin û li ser vê bingehê têgihekî erenî bidin avakirin. Herî dawiyê hat xwestin ku bi taqwiyeya Metîner, Mîroglu û Kizilkaya ev ekîb were temamkirin. Tê xwestin ku Kurdê hevkar li hemberî Kurdê azad weke modelekî were pêşkeşkirin. Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de vîtrîna vê her tim hat guhartin, hîn kes demekî hatin şixulandin û piştre hatin avêtin, siyaseta ku cewhera wê hevkarkirin e her tim di meriyetê de hat girtin. Di rewşa heyî de Kurdên hevkar xwedî derfetê li ser navê hemû Kurdan axiftinê nîn in, lê weke devên Kurd ên êriş dibe ser azadiya Kurdan, bikar anîna wan mijara gotinê ye. Kurdê AKP ew e ku, Kurdê qirêj ê ku beşdarî sûcên şerê taybet ê li ser Kurdistanê bûye, beşdarî karên fihûş, dizî, madeyên hişbir bûye. Di rewşa niha de AKP ne partiyekî siyasî ye, rêxistinekê sûc û terorê ye. Weke ku gelek caran hatiye destnîşankirin, Kurdên ku ewqas beşdarî karên qirêj bûne weke çeperê AKP’ê rîst diliyzin û bê guman sûcdar in û divê bedelê vê yekê hebe. Raya xwe dayîna partiyekê bi vê awayê jî, ji van sepanan re hevkarbûn e. Divê bedelê raya xwe dayîna AKP hebe. Avahiyên hevkar ên bi salan e dewletê, dijminên Kurd, dijminên azadiya jinan li ser pişta xwe hildigrin, astengiyên herî mezin ên Kurdistanê ne, amûrên sepanên şerê taybet in. Mînak li gel hemu diziyên AKP, pereyê ku ji bo şerê li Kurdistanê tê herckirin pir gewre ye. Gelên li Tirkiyê di bin sînorê birçîbûnê de dijî.
Aloziya aborî ya ku bi salan e berdewam dike li holê ye û dewlet hîna li ser piya ye; ji ber PDK petrola ku ji Başûrê Kurdistanê didize bi rêyên ne zagonî dide dewleta Tirk. Milyonan dolarê PDK li gel dewleta Tirk e. Bi heman awayê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye navendekî ku perê reş lê pak dibe. Li Başûrê Kurdistanê piraniya şirîkeyên aborî bi armnaca vê rîstê li wê derê ne. Ev şirîkeyên girêdayî MIT û artêşê ne. Başûrê Kurdistanê di warê aborî de hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk dixwaze Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li ser rêxistinên mîna PDK paş de bikşîne. Di encamê de ENKS rêxistinbûna PDK ya li Rojava ye, di dagirkeriya Efrînê de pêşmergeyên girêdayî wan bi çeteyên Tirk re tevgeriyan. PDK bi dijminan re rûdinê, operasyonên ku li hemberî qadên gerîla hatine pêşxistin, di warê leşkerî de ji bo dagirkeriyê vekirina Başûrê Kurdistanê, derdixe holê ku hevkarî çi ye û encamên wî çi ne.
Dema ku em van hemuyan digrin ber çavan, têkoşîna azadiyê ya li Bakûrê Kurdistanê dimeşe û li hemberî vê sepanên şerê taybet ê ku hêzên desthilatdar bigeh digre, pêşketinên ku bi awayekî rasterast tevahiya Kurdistanê bandor dike jî derdixe holê. Ji ber ku dewleta Tirk ji aliyê netew-dewletên heremî ve li pêy bûyîna modelê ye û ji ber ku dema mijar dibe Kurdbûyîn neçariya tîfaqa bi van hêzan re derdikeve holê, polîtîqayên ku li hemberî Kurdistanê hatine pêşxistin jî bi giştî bûye. Têkoşîna azadiyê ya ku çil salan zêdetir e tê meşandin, van hemu êrişan vala derxistiye û bi mezinbûna berxwedaniyê tevgera me kiriye hêzekî heremî. Komploya Navnetewî ya ku pengava herî mezin ê şerê taybet e û heta dîlgirtina Rêbertiya me jî, bi berxwedaniya mezin ê Rêbertiya me û pêşengtiya wî ya muezem vala hatiye derxistin. Di çariya destpêkê ya sedsala 21’emîn de derketina paradîgmal a Rêbertiya me, formula netewa demokratîk û modela rêxistinbûna konfederal, alternatîfa pêşeroja sedsalê ye. Armancên bê hêvîkirin, wendakirin û bi binkeftinê bi encamkirina serhildana 29’emîn a bi dîlgirtinê hatibû armanckirin, bê encam maye. Lê ji meriyetê derneketiye. Di vê wateyê de rast penasekirina şerê taybet û li ser vê axê bi pêşengtiya jinê vala derxistina şerê taybet armanca me ya sereke û bingehîn e. Di beşa têkoşîna li dijî şerê taybet de, hîn bi awayekê şênber nirxandina têkoşîna li dijî van girîng e.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 980
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
פריטים המקושרים: 38
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-12-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( سارا ک ) על 18-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 19-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 18-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 980
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,252
תמונות 106,497
ספרים 19,255
קבצים הקשורים 96,947
Video 1,385
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.359 2!