Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,482
Bilder 106,554
Böcker 19,263
Relaterade filer 97,081
Video 1,384
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXII
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXII

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXII
#ROJAVAYÊ KURDISTAN#
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

Li gorî pêwîstiya peymana Sykes-Pîcot a (1916)’an, di pêvajoya perçe kirina Împaratoriya Osmaniyan de hat îmze kirin; di bin mêtîngeriya Fransayê de rejîma mêtînger a Sûrî pêk anîne. Li gorî vê sînor hatin xêz kirin, xeta trenê wek sînorê nû yê dewleta Tirk û dewleta Sûriyê hat hesibandin. Rejîma Sûriyê ya ku di sala 1946’an de di bin mêtîngeriya Fransayê de ava bû, di sala 1963’an de bi hatina ser erkê ya Partiya Beasê re ket merheleyek nû. Bi polîtîkaya Kembera Ereban a ku di sala 1962’an de xistin mêrîyetê re, rêbazên wekî; pişaftin, guhertina nifus, bê nasname hiştin, ji nirxên cewherî qut kirin ve li dijî gel îlana şerê taybet hat pêş xistin. Rêbertî, bi vi awayî xulaseya pêvajoya ku rejîma Beasê derbas bû dike: “Di Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de berjewendiyên Fransaya ku yek jî dewletên dijber ên sêbare li ber çavan hat girtin, hîna di destpêka şerê rizgariya netewî de, di dawiya sala 1920’an de Peymana Enqerê hatiye îmza kirin. Kurdên ku nava sînorên dewleta ku piştre wek Sûriyeyê bê îlan kirin; hatin hiştin, heta bêyî ku hebûna Tirkmenan li ber çavan bê girtin, tenê wek hevsengiya hêza siyasî û leşkerî hatine hesibandin. Li gel vê, hema rewşa Ereban jî bi zagonekî ve nehatiye girêdan. Tenê berjewendiyên dewleta mêtînger (Fransayê) li ber çavan hatiye girtin. Ji vê statukoya destpêkê hat xêz kirin diyar bû ku wê ev rewş, bi serê xwe pêşiya pirsgirikan veke. Bi rastî jî ji 1920’an hetanî niha carekê jî dewleta Sûriyê asayî nebûye. Hîna bi rêveberiya awarte ve fermî tê birêve birin. Xwediyê pergalek zagonî ya ku di li hev kirina civakê de derbas dibe nîn e. Hîna beşek girîng a Kurdan welatî jî nîn in. Ango di hikmê tunebûyînê de (ji aliyê hiquqî ve) tên hesibandin. Mafên kesên jiyan dikin ên; zagonî, çandî, aborî, rêveberî û siyasî tunin. Pêşiyê berjewendiyên Fransaya mêtînger, piştre jî ji ber berjewendiya Erebên Neteweyî; (eynî wekîi pergala dewlet neteweya Tirkparêz), di rewşek ji mêtîngeriyê hê paşdatir de; li ser hebûna wan pêvajoya înkar, tune kirin û qirkirina çandî dan destpê kirin. Hetanî roja me ev statukoya li gorî hesabên hevseng ên desthilatdarên hegemonîk; bi guhertinên neçarî re, lê di encamê de bi zêdebûnê ve dewam kiriye.”
Armanca sereke ya poltîkayên mêtîngeriya spî an jî ya em wek tune kirina spî dikarin binav bikin, wek nasnameyî helandina Kurdan bû. Di encamê de Kurd wek hebûn welatiyê welatê fermî jî ne dihatin hesibandin, ji ber vê sedemê wek fermî asteng dikirin ku nebin xwedî mal û milk. Ev pêk anîn hetanî roja me didome. Bi pênaseya bîyanî ve civaka Rojavayê Kurdistanê hat binav kirin, nikare sûd ji mafên ku di sînorên dewletekî de hatin diyar kirin jî wergire, statukoya duyemîn tenê ne nêzîkatiyeke, wek polîtîkaya fermî dihat ferz kirin. Bi rastî jî xwendina zanîngehê ya Kurdên ku wek welatî nedihatin hesibandin zehmet bû, beşek hindik a malbatên wek welatî tên erê kirin, ên zanîngeh dixwînin jî nikarin li her deverê erk werbigirin. Bi şeş sal xwendina zarokan a mecbûrî û wan şeş salên ku bi cil û bergên leşkerî ve; pêvajoyek tam a pişaftinê ya di bin navê perwerde kirina zarokên bin xizmeta dewletê de dihat şixulandin. Eynî wekî Tirkiyeya 12’ê Îlonê dersa leşkerî bibû mecbûrî, bi dayîna vê dersê ya ji aliyê serbazan ve; zordariya dewletê, arasteyê şikildayîna mejiyê zarokên biçûk dikir. Zarok piştî refa heftemîn ji ciwanên Beasê re wek endam dihatin qebûl kirin, a rastî wek neçariyekê ev dihat ferz kirin. Rojavayê Kurdistanê bi vê polîtîkaya tune hesibandinê ve, bi pênaseya teng a jiyanê û neçarî tevlîbûyîna wan sînoran a jiyanê re, rû bi rû dima. Rêza duyemîn, pêşiya rewşek hûndirîn vedikir. Ev polîtîkayek şerê taybet bû. Ji herêma Kurdistanê re tu razemeniyên aborî nedihat kirin, nefta ku li herêmê derdiket di bin venêrîna dewletê de dihat xebitandin, ji bo paqij kirinê (neftê) jî vediguhêzandin deverên cûda. Tu bajarek Kurdistanê ya ku statuya bajêr bidest xistî tunebû. Ji ber Hesekê ji Kurdistanê re wek sînor dihat qebûl kirin, nifûsa wê ji Ereban pêk anin û hîna navçeyek biçûk bû, statuya bajêr jê re hat dayîn û herêma Cizîra Rojava bi vê derê ve girêdan. Bi heman şêweyî Efrîn û Kobanî wek navçeyên Helebê dihatin hesibandin, ji Kurdan re derfetê rêveberiya xwecihî ne dihate dayîn.
Rojavayê Kurdistanê ya ku aboriya wê lewaz û mecbûrî standardek jiyanê ya ku di nava xwe de hatî helandin, di sînorên berminetiya dewletê de hatibû hiştin. Di wateya pîşesaziyê de derfetê bajarvaniyê nehatibû nas kirin, qadên kar nehatibûn ava kirin, li derveyî Kurdistanê karên wekî karkertî, di avaniyan de xebitandin û karên cûda yên telpik wek qadên Kurdan dihatin dîtin. Taxên qiraxa Şamê; ji Kurdên ku ji ber mecbûriyeta kar, derbasî wê derê bûne ve pêk hatine. Li deverên ku qet ji bicih bûyînê re guncav nebin bicih bûne, bûne xebatkarên karên telpik, her tim biçûk hatine dîtin. Yanê rewşa ku wê demê li Rojava dihat jiyan kirin, dibe ku ji perçeyên din ên Kurdistanê hîna paşdatir bû. Li ser girseya ku penaber bûyî Ereb kirin dihat ferz kirin, axaftina Kurdî dihat qedexe kirin an jî dihat biçûk xistin, bi vî awayî meyla gel a axaftina ziman dihat lewaz kirin. Ji aliyê hizirandinê ve teng kirina sînoran, vegerandina nava xwe ya rejîmên kevneperest dibe sedem ku; avaniya civakî rûxar, di rewşa xwe de bimîne, îradeya xwe ya guhertinê pêş nexîne û bi rejîmê ve girêdayî bimîne. Li Rojavayê Kurdistanê nakokiya ku herî zû zîndî dibe neteweyîye, ji ber ku perçe kirina xetên sînor li ber çavan in. Lê, hetanî demek dirêj dagirkirin wek karê dewletên din dihat dîtin, ango nakokiya wî bi dewleta pê re jiyan dikir, çênedibû. Aliyên berxwedêr ên gelê Kurd ew ji hêla nasnameyê ve parastiye, bişaftin di mijarên wekî ziman de kêm bandora xwe kiriye, aliyên ku di cewher de ji polîtîkayên dewletê bandor dibin mijara gotinê ne. Rejîma Beasê; stratejiya xwe spartibû netewperestiya Ereban a derveyî xwe hemû neteweyan înkar dike. Her çiqas bi hatina malbata Esad a li ser desthilatdariyê, Alewî bûyîna wan; nîşan dabe ku polîtîkaya wan a li hember Kurdan nerm jî bûye, lê bi rastî jî Sûriyeya Esad a ku dewletek îstîxbaratê ye, Kurd dorpêç kiribû.
Di dewletên saloxger de artêşên mezin, araste kirî tunin, hemû feraseta wan a ewlehiyê li ser perçiqandina mixalefetê hatiye saz kirin. Yên ku bertekên herî biçûk jî nîşan didin tên îxbar kirin, bi veşartî tên revandin, dikevin bin lêpirsînê, nebû ji holê tê rakirin. Tu pergala hiqûqekî û zirûfên parastinê di dewreyê de nahêlin. Ji ber vê sedemê dewletên saloxger, ew dewletin ku herî zêde tirs belav dikin. Fikra dewlet li her deverêye pêş dixîne, tîne wê astê ku nekare li malê jî rehet biaxive. Dil tirsî vedigere rewşek civakî; dil tirsiya ku venegere hinceta tekoşînê, ber bi teslîmiyetê ve dibe.
Digel ku Sûriye xwediyê parlamentoyekê ye jî, lê ev parlamento yek partiyî ye, di hilbijartina serokkomariyê de pergala hilbijartinê xwe dispêre namzetekî, kevneşopiyek ku li ser xanedanekê dimeşe heye, di vê wateyê de avaniya dewletek kevin- yekdestariye (monarşiye). Wek şiklî navê komarê digire, jixwe komarparêziya dewletê nabe, lê wek deskeftiyek berxwedana gel demokrasiya nûnerî; li Sûriyê li ser bingeha nerm kirina avaniya dewleta hişk-otorîter, kirine perdeya yekdestariyê. Hilbijartin formalîteyeke, cewherê wî yekperestî ye. Wek dewlet, siyasetek ku li ser piyan digire; ya xwe dispêre nakokiya navbera hêzên mezin meşandiye, her tim di eniya Rûsyayê de cihê xwe girtiye, bi vî awayî hewl daye li hember DYA, YE’ê xwe biparêze. Sûriye di mijara Filîstin-Îsraîlê de jî ji bo pozîsyonek ku Ereban temsîl dike bidest bixe, hewl daye berxwedana Filîstînê bixîne bin venêrîna xwe, bi salan ew berxwedana ku di eniyên pêş de rû didan wek qada xwe hesibandiye, xwestiye ku li ser vê bibe hêzek herêmî. Lê ji ber avaniya dewlet neteweya klasîk û tekoşîn ne spart nirxandinên demokratîk; ne parêzvaniya wî ya Filîstinê encam wergirt ne jî xwe vegerand hêzek ku pirsgirikên xwe çareser bike. Her çiqas pêvajoya ku Rêbertî li Sûriyê dima, xeta wan a siyasî; ji hişmendî û şêwazê siyaseta Rêbertiya me bandor bibe jî, ev asta bandor bûyînê ne bûye sedem ku siyaseta klasîk biguhere, eqlê dewletê taktîkî nêzîk bûye, ji ber vê sedemê şansê pêşî li girtina perçe bûyîna ku niha jiyan dike, winda kiriye.
Dema dewlet; siyaseta pasîf kirina gelê Kurd, xwe ve girêdan, wek beşek ku li ser siyaset bê kirin bibîne û birêve bibe, xalên ku nîşaneyên berxwedanê jî dît; pêk anînên çavtirsandinê, çewisîner û hişk xistiye mêriyetê. Bi rastî jî bi şewitandinê ve qetil kirina kesên di hûndirê Sînemaya Amûdê de jî, ji vê re mînak e. Dîsa ji ber piştî komploya navnetewî peymanên ku bi dewleta Tirk re çêkirî bi taybet jî spart qetlîama Kurdan, zext ji aliyê rejîma Beasê ve hat zêde kirin, di pêvajoyên ku kadroyên PKK’ê radestî dewleta Tirk hatin kirin de jî, ev cûre pêk anîn xistiye mêriyetê. Qetlîama ku 12’ê Adara 2004’an de pêk hat; piştî mirina Hefiz Esad şûnve bûye nîşaneyek şênber a zextên ku desthilatdariya Beasê li ser Kurdan rêkûpêk kirî. Li kêleka zextên ku li ser gel dihatin meşandin, pêşiya koçber kirina gel a Ewropa jî di nav de cihên cûrbe cûr jî vekiri bû. Ji aliyekî ve ew koçber kirin; dibû koçber kirina mecbûrî ya wan kesên rastî tundiya dewletê dihatin, derfetên jiyanê tune bûn, ji aliyê din ve jî di eslê xwe de dihatin teşwîq kirin. Ji bo Rojavayê Kurdistanê dikare bê gotin ku pêvajoya herî zêde koçberiya bi armanca siyasî jiyan kir, ew pêvajoye.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,241 gånger
HashTag
Källor
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
Länkade objekt: 37
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-06-2022 (2 År)
Bok: Politic
Dokumenttyp: Språk
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( سارا ک ) på 18-09-2022
Den här artikeln har granskats och släppts av ( ئاراس حسۆ ) på 19-09-2022
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 18-09-2022
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 1,241 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,482
Bilder 106,554
Böcker 19,263
Relaterade filer 97,081
Video 1,384
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.578 sekund(er)!