Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,417
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Nerînek li dîrok û şêwezarên Kurdî
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Osman Ahmed

Osman Ahmed
Pêşgotin
Gelê #Kurdistan#ê ji berbanga dîrokê ve di bin nîrê bindestîyê de êş û azaran dikişîne. Her tiştên Kurdan kevtine ber bayê talan û wêrankirinê. Badev û firtoneya koledariyê serax û binaxa me bi bêbextî dimale. Dujmin, kelepûr û kevnetoreyên me ji bo xwe bi kar tîne. Hebûna me di bin seqem û berfa mêtingeriyê de dilerize û bêçare hêdî hêdî diçilmise û tê pişavtin. Zarê me jî, mîna endamekî bingehîn ji hebûna me ya neteweyî dibe armanca êrişên hovan ne. Ji ber ku zar, desteka jiyan û pêşveçûna bajarvanîyê ye . zar hêlîna gel e. Hêlîna dîrok, çand, tore û hemû nirx û bihayên neteweyî ye. Ji lew re bûye armanca yekemîn ji lêdanên mêtingeran re. Ji bo ku dujmin gelê me ji holê rake, zanîbû ku kuştina zarê Kurdî, kuştina neteweya #kurd# bi xwe ye. Kuştina kurdayetîyê bi xwe ye. Di dirêjahîya dîroka Kurdistanê de, dujmin ev ramyarî bi rê ve birîye.
Mijara sereke :
Bi rastî cîhana netewegelî li hin deveran fireşêwezar e , û li hin dever in din firezar e , ma gelo welatek ji welatên vê serdemê takşêwezar yan jî takzar heye , helbet bersiva me na tune , bi wateyeke din zarekî zal nebû , belam ji bo dirustkirina zarekî zal hingî pêdivî bi sazan çê dibe . dîroka gelan tekez dike ku her netewe ji komeleyan dest pê dike , û her komele şêwezarê xwe resen dibîne . li ser demên berê şêwezarê zal yê firenetewe bû û dibû zimanê alûgorîyê , danûstandinê û ariş vêrişê , dîsan jî rêz li şêwezarê komeleyên biçûk dihate girtin , ji lew re mirov têgehiştî bû , anku mirov pirzar û pirşêwezar bû , bi hêsanî fêrî zaran (zimanan ) dibû . Lê heger em bergeha vekolîna xwe firehtir bikin û li dîrok û cografîyayê binêrin, em dê bibînin ku di rastîyê de hemû şêwezar derfetên baş dîtinin û desthelatdarî kirine , anku di hin deman de alûgor û zal bûne , û li gorî nîrên dîrokî xwe parastine , yan jî ji deverekê koçber bûye devereke din , ji bo parastinê , ev liv û tevger ji cografîyayê hin kartêkerî di dengan (tîpên bibang) de kirî ye , lê wate wek xwe maye , nehatî ye kartêkirin ji ber ku guherîna pir di dengan de ye û nemaze deng di navan de , wek dengê nizim bilind bibe , yan jî dengê bilind nizim bibe , ev diyarde bi bîr û hizra min tiştekî siruştî ye .
Ez dê hewil bidim vê babetê li ser şengisteyên zanistî şirove bikim , nemaze mîna babetên weha ku bi dîrok , rewişt , tîtal û nasandina neteweya kurd ve girêdayî ye , zar (ziman , organê di devê mirov de cuda ye ji zar , anku language ) ji ne bûjenekî bêcan e , belam bûnewerekî zindî ye , di werara zarê (ziman) dê de û li hemû qûnaxên têperî de xwe wek kesayeta kurd li ber xwe da û li gorî şiyanên xwe , emzmûnên hestyar derbas kir , û her weha dîroka werara zimanê me ranaweste , ev roj şahnazîya me bi vî zarî mîna bawernameyekê di destê me de ye .
Zar (ziman) bi dengên ku ji dev, lêv, diran, qirik, ziman û bêvil dertên pêk tê. Her wesa bi van dengan zarê devikî ( axaftin, peyîvîn ) çêdibe. Lê ji bo zarê nivîskî her dengekî ku tê bihîstin liser kaxezê, bi nîşanekê tê naskirin. Ev nîşan jî, bi tîp (herf ) tê bi navkirin.
Pirsa heye ev e !
Gelo kurmancî , soranî , zazakî û lorî (lekî) her yek zarekî serbixwe ye , yan jî çend şêwezarên heman zarî ne û li gor çi merc û pîvanan ?
Şêwezar (accent ) ew devokên xwecihî ne , li hin navçeyan peyda dibin û li navçeyên din ji welat peyda nabin .
Di van çend salên bûrî de , zarê Kurdî (mebest hemû şêwezarên Kurdî) ev roj dibe zarekî rewandar li cîhanê û serbarî vê jî hewldan û xebatên baş dihêtin kirin ku bigehînin wê astê . Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zarên din in . helbet sedemên vê biryarê jî hene , ya sereke , zarekî zindî û têgehiştî ye , anku roj bi roj temîz û pak dibe û ji bo derbirîna hestan jî têra xwe heye , û her li Kurdistan pûtepêdan pirtir dibe , û karhênana zarê Kurdî di dezgehên ragehandinê de yên cûrecûr pirtir dibe , bê guman zarzanên (zimanzan)cîhanî yên paye bilind îroj bi bayex li ser zarê Kurdî dicivin û gotûbêjên berfireh di derbarê hemû şêwezarên Kurdî de dikin ,ji pêkanîna zimên bigirin heta guherîn û veguherînên ku bi demê re rûdane ; ji koka zar (reh û rîşên peyvê) bigirin heta awa , teşe , şêwe û çawanîya zar (zimên) ; ji danûstandinên di navbera zarên cîhanê de bigirin heta pêwendîya di navbera zar û zarzanan de , hemûyan dadihûrînin û berawirdî hev dikin û encamê der dixine holê . Di vê derbarê de pêwîst e, ku herkes çi dizane bide gelê xwe. Ji lew re ku pêdivîya zar ji bo Kurdan mîna xwarin û vexwarinê ye. Li ser vê mijarê em dikarin beşekî biçûk ji hewldanên xwe bînim li ber we raxim , ta ku em karibin vê jêkvebûnê di şêwezarên Kurdî de zelal bikin .
Bi rastî hemû tîpên bêbang (ev roj jê re dibêjin tîpên dengdar , ev jî şaştîyeke mezin e ) ku hejmara wan 20 (bîst in ) (8 + 3) ev kom ji tîpan bi awayekî fîzîkî û bi vêtin ji dev û organên dev der dikevin , lê derçûna wan ji devê mirov negengaz e bê dengan (tîpên bibang) , ji bo têgehiştinê , ez dikarim vê mînakê bidim : Pêlên electromagnetic di amûrên ragehandinê de dihête bikaranîn ku hemû wêne , deng û awaz li ser wan pêlan dihêtin veguhastin , ev nimûne jî bi heman şêweyê ji bo veguhastina tîpên bêbang baş e , û her wesan jî bihîstin ku ne ji pêla deng (anku tîpên bibang ) be , ne guh û ne organên guhê mirov dişê tu dengan bibihîze . ev jî rastîyeke zanistî ye .
Em dikarin paya bizava dengan di zarê Kurdîîde li ser du pileyan parve bikin , cihê bikin (cuda bikin) .
Pileya yekemîn : Ev pile xwe dispêre koma tîpên (Vowel letters ) , anku tîpên bibang ew tîpên ku ne ji dev û ne ji endamên devê mirov in , tu têkilî bi ziman , diran , lêv û şikevta dev ve nînin , tenha helçûna bi vêtin ji henasa pişkê ne , ku yekser ji gewrîya mirov heldiçin mîna bira tîpên dengdêr (bibang) , ji lew re mirov dikare bêje ku ev ne tîp in , ev deng in , cudahîya van tîpan ji dengên din (mîna helçûna qirikê û dengê zik ku ne bi vêtina mirov der dikevin) ew ku bi vîn û vêtina mirov der dikevin , ev jî ciyawazî ye ji dengên bê vêtin , yên ji xwe der dikevin bê vîn û wîsta mirovan .
Li ser rêjeya pêgehiştina deng em dikarin bi şêweyekî zanistî wan her heyşt tîpan parve bikin ser du parekan û ew jî evin :
Tîpên dengdêr ( bibang ) yên dirêj evin : a , o , ê , û , î
Tîpên dengdêr ( bibang ) yên kurt evin : e , u , i
Herdem tîpên dengdêr (bibang) yên dirêj bi hêztirîn û bilindtirîn deng û rêjeyê distînin , dema xwendevan pêrgî peyvekê dibe ku du tîpên dengdêr pey hev hatinin , helbet yek dirêj û ya din kurt be , hingê bayex bi tîpa dengdirêj dihête kirin , û heger tîpa navbir ya bêbang yek ji koma tîpên hevseng be , wê gavê terazûyek diyar dibe û wê cemê terazûyê ji tîpa dengdirêj re verêse .
Kurmancî Soranî Kurmancikî Lorî
Pê Pî Pa Pa
Mazî Mazo Mazêne Mazî
Berû Baro Belûye Belî
Bû Bû Bî Bî
Dûr Dor Dur Dîr
Poşîman Peşîman Pêşman Paşîman
Çilo Çilew Velg Çiro
Şêlî (Şêlo) Şêlû Şêlî Şelî
Tehl Tal Tahl Tel
Şeher Şar Şehre Şehr
Kehr Kar Kid , bizek , bizêk
Mehr Mar Mar Mar
Tehzî Tazî Tazî Zit
Spih Speh Spî Espê Espije
Stirû Stireh Estire Istrî Estrî
Guh Giwê Goş
Wek em dibînin ciyawazîyên di navbera van şêwezaran de xwe dispêrin dengan (anku tîpên bibang) û di heman peyvan de tîpên bêbang amade ne û weke xwe dimînin . li gorî ku min lêkolîn û pişkinînên hûr kirî ye , ev jî vedigere sedemên xaknîgarîyê , û bilindahîya wê xakê ji rûwê deryayê ev ji alîyekî ve , ji alîyê din şêweyê guzarîya mirovan ve girêdayî ye . li dawîya vê rastîya zanistî serencama wê , ez dibêjim : Mafir cudahî û ciyawazî dikeve ser dengan , tekez ( Kurmancî , Soranî , Kurmancikî , Lorî ) ji heman reh û binaxê ne , anku ev her çar komele ji netewekî ne , ji neteweya Kurdî ne !
Pileya duwemîn : (Semivowel letters ) , anku tîpên nîvdeng , yan jî tîpên mîna dengan , em dikarin bêjin tîpên hevseng (hevkêş) , mîna pareka tîpên bibang yên kurt , bi wateyeke din ev dengên hevseng ji encama helma ku ji pişka mirovan der dikevin , ji lew re ez nikarim bêjim ev tîp in , belam deng in , yan jî nîvdeng in , ev kom tenha ji sê tîpan pêk dihêt ( y , h , w ) . Ya herî girîng têgehiştina kar û kiryarên tîpên vê komê ye . mirov dikarê bi hêsanî ji van tîpan yekê bi ya din biguhêre heger em bi xwazin ji şêwezarekê herine ya din .
H: Ev deng ji qirika mirov bi hûkirinê dertê. Herwiha dev, lêv û diran vekirî dimînin .
W : Ev deng encama derkevtina helma dev e , di nav lêvan de livek biçûk peyda dibe , lê lêv vekirî dimîne .
Y : Ev deng ji nîvê pişta zimên peyda dibe. Nîvbang e .
Kurmancî Soranî Kurmancikî Lorî
Meyandin Mehandin Amên kerdene Amênnayîş Amênkerdiş Masene
Newal Nehal Newale
Mahîn Mayîn Mahîne Mehû(u)
Gîha Gîya Vaş
Siwar Siyar Siwar Espar Suwar – Suyar
Tehr Awa Tehr Şêwe Tewr
Wek em dibînin dîsan bêbang di peyvê de amade ne , lê nîvbang dihêtin guhertin , wek me got guhertin bi heman kêşê ye , anku bi heman sengê ye , ji lew re ev nabe guherînek ji koka peyvê .
Ji ber ku di rêdana rêzara kurdî de du tîpên dengdêr ( bibang) bi hev re nedihên (netên) bikarhanîn pêwîstî bi alîkarîya tîpên hevseng dihête dîtin .
Bira tîpên nîvdeng û tewra bişavtinê :
Bişavtin : Bişavtina dengan (dengdêran û nîvdengdêran) , dema ku di heman peyvê de dengek nizim bi nîvdengî re were , hingê pêdivîya me bi bişavtinê heye , û di heman peyvê de , ew dengê nizim û nîvdeng dibe dengekî bilind li gorî binemaya ku nizim xwe diguhere bi ya bilind ya ji heman şêweyê , mirov dikare ji wan bigire ew jî ev e ; dema ku ( ey = ê , eh = a , ih = î , wî = û , uh = o ) di peyvekê de werin em karin bi tîpek bibang ya dirêj biguherin , anku ( ey ) ji bo sivikbûnê (ê) bi lêv dikin bê ti bandoreke bêvilî. Lê dîsa jî gava ku em peyvên (stêr – Tal) di axiftina rojane de bi lêv dikin dê hêsantir be , lê di nivîsandinê de , ji bo winda nebe gereke wek xwe bimîne . Ev pêvajoya dengnasî taybetmendiyeke asayî ya bilêvkirina Kurdî ye . Tiştekî gelekî belav e ku ji aliyê dengnasîyê ve rêbaz wisan dikare bê nivîsîn; “ çi dengdêrê ku berî nîvdengdêrekî were, dikeve vê rewşê” di hin navçeyan de li ser heman rêbazê çûn lê bi şêweyekî berûvajî , nimûne ; peyva yek ku (ye = ê ) bûye êk , ev tiştekî nerewa û neyasayî ye .
Kurmancî
ey Steyr Stêr Li ser vê binemayê (rêbazê) jî , em dibînin ku li hin navçeyan , di heman peyvê de , tersî vê binemayê jî rast dibînin , nimûne , peyva yek , wesan bilêv dikin û dibêjin (êk)
Beyreq Bêreq
eh Tehl Tal
ih Spih Spî
uh Duh Do
wî Gwîz Gûz
wî Kwîr Kûr
Wek em dibînin , di van peyvan de zarê Kurdî di hunera nivîsandin (nûsîn) û dariştinê de ber bi kêmtir kîte ve diçe . ev diyarde li ser hemû şêwezaran diçespe û tewir û teneyên dawî werdigirin .
Zarê me zengîn, pak, ciwan û xweş xwe gehand îro, lê mixabin heta niha abc û rêzareke yekbûyî û hevgirtî ji bo wî peyde nebûye. Ev jî, ji rewşa bindestîya welat tê. Bi tenê ev daxwaz di nav welatekî serbibxwe û azad, ji hêla dezgeheke neteweyî ve pêk tê. Îro hoyên xweyî û babetî derfet û karînan didin ji bo birêvebirina vî karî. Bi rastî şêwezarên Kurmancî û Soranî xwe gehandî ne asta ku bibine zar ,lê şêwezarên Kurmanckî û Lorî hêj nekevtine biwarê standarbûnê ji ber ku hêj lêkolînên berfireh di peyvsazîyê de dirust nebûn , û ne jî di hevoksazîyê
Encama dawî , em karin bêjin ku mijara me dikev biwarê dengnasî û dengsazîyê , …. , ew nimûneyên jorîn tenê bi armanca diyarkirin û zelalkirina vekolînê ye . [1]
Ev babet 504 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
Gotarên Girêdayî: 1
Dîrok & bûyer
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 24-08-2021 (3 Sal)
Bajêr: Qamişlo
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Çapkiraw
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurmanciya Bakur
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 21-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 504 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.117 KB 21-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Kereftû

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,417
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Kereftû

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.906 çirke!