图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,513
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,819
Video 1,368
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rênivîsa Peyva Kurmancî di Şêweya Ferhengî û Ristesazî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Berzo Mehmûd

Berzo Mehmûd
BIRRÊ YEKEM
layenekî tiyorî
Standarlirin û yekîtiya rênivîsa #Kurmancî# bi alîfbêya Latînî gaveke giring e, pêwîstî bi şîkirina #zimanvanî# heye ku li ser bingehên rêzimanê #Kurdî# rola xwe bibînê, herweha bi hişmendiya mêtodên analîza ziman riya xwe bibînê. Ev lêkolîn di bafîka bersivdana Weqfa Mesopotamya de hat, ya ku li 18ê heyva Adara 2017-an de nameyek bo min rêkiribû û têde daxwaz dikê ku ez herdû berhemên “Rêbera rastnivîsînê û “Termên rêzimanî” yên Komxebata kurmancîyê” bixwênim û nerînên xwe li ser bidim.
Despêkê, em spasiya wan kesên xwe êşandine bo ku kêşeyên rênivîsa Kurmancî li gor pêçêbûnên xwe pêşniyar bikin. Nivîsara min ji du birran(teweran) pêktê: birrê yekem aliyê tiyorî ye, ku pêwendî navbera astên analîza zimanvaniyê de heye û pevre rola xwe di danîna rênivîsê de dibînin, ji deng ta fonêm ta morfêm, di herdû binyatên ferhengî û ristesazî de. Di birrê duwem de min hindek giriftarên rênivîsa peyva Kurmanciya Latînî diyar kirin û nerîna xwe têde da.
Serepeyv: rênivîsa peyva Kurmancî, zimanvanî, dengsazî, morfolojî, ferhengî, ristesazî.
Berî ku ez nerînên xwe di hin kêşeyên rênivîsa Kurdî de bidim, dixwazim aliyê tiyorî yê vî babetî di zimanvaniyê de ronî bikim. Di vê peregrafê de dixwazim danîn û rênivîsa peyva Kurdî bi şîrovekirineke zimanvanî analîz bikim da ku bigihim hin qanûnên zimanî di kontrolkirina mîkanîzma zimanê Kurdî yê nivîskî de ku di çend astên zimanvanî de dibûrê ji deng despê dike ta fonêm û morfêm û paşê peyva ferhengî û ristesazî.[1]
Di dengsazî de sê têgeyên zimanî, deng û fonêm û tîp, tên şîrovekirin, û pêwendî navbera hersê têrmên zimanvanî di sîstima ziman de, çi axaftin û dengkirin, û çi xwendin û nivîsîn, tê diyarkirin. Helbet ev deng, yan ev fonêm, yan ev tîp, erk û wata wernagirê, eger her girûpek ji van tîpan, çi hindik û çi gelek, nekevê bin barê rêrew û sîstemeke sînordar de, ango komkirin û rêzkirina van tîpan yan ya van dengan li gor yasayên morfolojî û dengsazî û ristesazî birêve diçin, wilo jî bi rênûsa Kurdî, daneyekî watedar didê, ku dikarê roleke zimanî di axaftinê de bibînê, ev daneya watedar bi navê (peyvê) li nik hemî kesî tê naskirin, wek:
ba, ta, pî, ka, ar, ez
zar, ling, dest, çav
yek, do, sê, çar
maze, desmalk, xanî
serbest, diljar, destar
vexwarin, pêxwarin, dilketin, serhildan, berxwedan
Eger em li daneyên jor binêrin, emê bibînin ku her daneyek ji çend dengan, yan jî ji çend tîpan pêktê, wek:
ba (b + a)
zar (z + a + r)
maze (m + a + z + e)
serbest (s + e + r + b + e + s + t)
pêxwarin (p + ê + x + w + a + r + i + n)
Ev daneyên jorî, ku ji wan re dibêjin: peyv (wuşe, word). Lê pirsek di warê danîna peyvê de serê xwe hildidê, ew jî: Gelo, tevayiya peyvên ziman ji yek parçeyî pêktên, yan jî hin ji wan yek parçe ne, û hin ji wan du parçe ne, hin sê parçe ne? Mebesta me ji parçe, her ew daneyê bi tena xwe yan jî ligel daneyeke dîtir dikarê wata bidê.
Bi serincdanê di zimanê Kurdî de, wa derdikevê ku binyata peyvê bi şêweyeke hemecor diyar dibê, ku ew jî sê corên serekî têde hene:
Girûpa yekem: girûpa peyva sade:
Ew peyva ku ji yek parçe yan ji yek dane pêktê, wek:
ba, ban, dest, beşt, bask…
Girûpa duwem: girûpa peyva nesade:
Ev peyv pirtir ji yek parçeyî pêktê, wek:
banî, destar, destik, serdestî,
beştek, serban, bareş, bakurr…
Eger em peyvên girûpa yekê bixwênin û lê temaşe bikin, emê bibînin ku wek van peyvan nikarin parçe bibin, yan jî, ruwê duwem, ku wateye, dê winda bibê, jiber ku bêje, wekû Sosêr ronî dikê, ji du ruwan pêktê:
Ruwê yekem deng e.
Ruwê duwem wata ye.
Inca parçekirina peyva (ba) çi di morfolojî de, û çi di rênivîsê de, (b – a) her yek ji wan, çi (b) û çi (a) bi tena xwe wateya (ba) nadê. Herweha peyvên dîtir jî yên vî girûpî, wek:
(dest)
(d – est)
(de – st)
(des – t)
Ev parçekirina morfolojî, parçenekirinê di astê rênivîsê de bi xwe re tênê.
Belê, peyvên girûpa duwem dikevin ber şêweyeke wusa ku dikarin ligor yasayên morfolojî û watasazî parçe bibin, lê ev parçebûn tenê di warê lêkolînê de çêdibê. Dema yek bixwazê binekoka peyvê nas bikê, û bes, ango peyvên girûpa duwem, herçende ji do û sê û çar parçan ava dibê, lê nivîsîna peyvê wekû yek parçeyî, bi ser hev de tê nivîsandin, û nabê parçên peyvê di rênivîsê de ji hevdû dûr bikevin, jiber ku her parçeyek (yan her daneyek ji parçên peyvê bi tena xwe watayeke taybetî didê), û dûrketina wan parçeyan (peyva nû, peyva lêkdayî) ji hev dixê, û wataya wê jî têkdiçê, wek:
Ba (1) + reş (2) = bareş (3)
ba: navê hewayê ye
reş: rengê reş e
Parçê yekem: (ba) ye.
Parçê duwem: (reş) e.
Parçê sêyem: (bareş) e,
Inca, ev form di riya lihevdana parçê yekê û duwê bi hevre di çarçêweya rêjeya lêkdayî de tê, û weha jî peyvên nû drust dikê, wek: peyva destik: dest(1) + ik(2) = destik(3)
(1)- dest: navê endamekîye ji laşê mirov e.
(2)- ik: parçeyekî zimanî ye, bi tena xwe wata nadê, divê bi peyvekê re werê, ta ku wataya xwe bidê. Ji van parçeyên weha re (paşgir) dibêjin.
Em têne ser wê serincê ku (peyv), di rêziman û rênivîsê de, heye ku ji yekparçe bê, û heye ji çend parçe pêkwerê. Xwendin û zanîn di barê binyata peyvê de karê beşekî zanistiye, jêre dibêjin (morfolojî) ya ku li ser parçeyên peyvê dixebitê, û wata û rol û erkên ferhengî ji alîkî ve didê ronîkirin, herwusa rol û erkên ristesazî ji alîkî dîtir ve didê diyarkirin. Morfolojî wekû zanist li ser destê Ewrupiyan pêşket, û gelek nihêniyên peyvê di riya morfolojiya (morfêm=morpheme) de hatin ronîkirin. Wek çawe fonêm wekû biçûktirîn parçe (dane وحدة ) di beşê fonolojî de derdikevê û roleke giran di avakirina peyvên ziman de dibînê, wek peyvên (kir, kar); (bar, bir); (ker, kerr)ku di her cotepeyvekê de fonêmek bi tena xwe wata diguherênê.
Weha jî morfêm biçûktirîn parçeya watadarî zimanîye, û dibê bingeh jibo avakirina lêkolîna beşê morfolojiya peyvê, ya ku dibê bingeh jibo danîna rênivîsa zimanê Kurdî, eva han jî di vê nexşa jêrî de diyar dibê:
Piştî ku tîpên zimanê Kurdî li ser bingeha fonêm û tiyoriya fonolojî hatin naskirin, vê yekê encama xwe da ku çawe ew tîpên Kurdî bikevin şêweya peyvê de. Bo em bikevin nav baxê gulîstana peyvan de, darûbarê binyata peyvê bidin ber lêkolînê, pêwîst e em bi roniya morfolojî vê yekê şîrove bikin, ka çawe û çilo peyv saz dibê û ava dibê, çi wekû peyveke serbixwe, diyardeyekê nîşan dikê, ku di ferhengê de diyar dibê, û çi wekû peyveke ferhengî lê kirasê ristesazî wergirtiye, ango emê werin ser babeta herî dijwar ku çawe emê peyvê li ser du astên zimanvanî bidin ber lêkolînê, ji ber ku parçe û kertên peyvê, ne tenê fonême, lê belê daneya herî gring têde (morfêm) e. Peyv hîç şêweyeke serrast wernagirê, eger nekevê warê destnîşankirina kertên pêkhatina wê, ku ji van kert û parçeyan re (morfêm) dibêjin, wekû navlêkirineke zanistiyane, û di warê morfolojî de, du şêweyan werdigrê:
şêweya ferhengî.
şêweya ristesazî.
Berî ku em van herdû şêweyan: ferhengî û ristesazî, di warê rênivîsê de diyar bikin, me pêwîstî bi lêkolîneke morfolojî heye, ku danîna peyvê bi çend astên zimanvanî ve bend e, wek:
dengsazî.
morfosazî (morfolojî).
ristesazî.
watesazî.
rênivîs.
Bo diyarkirina peywestê (navbend)ê navbera wan astên zimanî de yên li jor hatine nivîsîn, emê hin nimûne risteyên Kurmancî berçav bikin:
Dilê min dixwazê te bibînê.
Keça min xwest te bibînê.
Ez dilxwazê te me.
Ez xwestiya Azad im.
Ev pî, piyê mêra ye, ne yê jina ye.
Nîşana izafe di her pênc risteyên jorî de bi çend şêweyên hemecor diyar dibê, ku ev jî encama yasayên dengsazî (v + v) û morfosazî ye (nêr û mê), wek:
(-ê) nîşana nêr dawiya peyvê dengdar e dilê min
(-a) nîşana mê keça min
Nîşaneyên îzafe (-ê) û (-a) dibine (yê) û (ya) dema ku peyv bi dengdêr dawî pêtê.
Herweha, eger peyv bi dengekî dengdêrî dirêj dawî pêtê, dema ku nîşana îzafe werdigirê, ew dengê dirêj kurt dibê, wek:
Xwestî + a = Ez xwestiya Azad im.
Pî + ê = Ev pî piyê mêra ye.
Di her sê risteyên jorî de, diyar e ku yasayên dengsazî û morfosazî kar di danîna peyvê de dikin, çi di barê ristesazî de, û çi di barê ferhengî de.
Ez Kurd im.
Ez tî me.
Ew Kurd e
Ew tî ye
A- Herdû şêweyên peyvê wek nimûne di vê fîgera jêrîn de dibê:
B- Bêjeya “xwest” peyveke yekmorfêm e (monomorpheme), dikevê nav girûpa forma sade de. Lê (xwestî) peyveke ferhengî ye di form û rêjeya navê berkar de hatiye, ku ev jî bi danîna karê rabirdû ligel paşgira (_î) drust dibê:
(xwest + î) = xwestî
(kuşt + î ) = kuştî
(veşart + î ) = veşartî
Di avakirina vê rêjeyê de du kertên zimanî, yan jî em dikarin bêjin du bêje, yan jî em bêjin du morfêm (xwest + î), (kuşt + î), (veşart + î ) bi hevre watayeke taybetî didin, lewre herdû bêje pevre, wekû yek parçe têne nivîsandin. Di vê şêweya peyvronanê de bêjeyên wek (xwest û kuşt, û veşart) dikarin bi du rola rabin:
1. Ristesazî wek karê buhêrkê (simple past),
2. Peyvronan wek peyveke dariştî
Herweha peyva (dilxwaz) ji nifşê lêkdayî ye ) مركبdil + xwaz), du morfêm in, lê di şêweya peyva sade û ya dariştî de tê nivîsîn, ango di rênivîsê de wekû yekparçe peyv tê jimartin: dil + xwaz = dilxwaz
Ev peyva lêkdayî ji berê nav û karê niha (present stem of the verb) pêkhatiye, lê peyva pêşî ji karê buhêrkê (past stem) bû. Her yek ji van herdû karan bi rol û watayeke taybetî radibê:
1. Karê nihokê bi barê navê kara radibê.
2. Karê buhêrkê bi barê navê berkar radibê.
Lê belê ev herdû morfêm (dil + xwaz) dema dikevin barê ristesazî de, şêwe tê guhartin, ango her morfêmek ligor danîna ristê serbixwe diyar dibê, ku weha dibê:
dil xwest
Eva han jî jiber hokarên morfo-ristesazî (morpho-syntactic) ku danîna ristê bi watayeke taybetî, hin morfêmên taybetî bo derbirrîna mebesta axêver di vî barî de, yan di wî barî de, werdigirê.
Encam
Di vê şîrovekirina jorî de, wa diyar bû ku astên lêkolîna zimanvanî, hemî bi hev re beşdariyê di danîna daneyên ziman de dikin, bigire ji peyva yek morfêm ta ya du morfêm û sê morfêm û çar morfêm, ango ji peyva sade, ta dariştî, ta lêkdayî, ta firaz, ta ristê bi hemî çeşnên xwe ve. Li gor vê analîzê em dikarin peyva Kurdî di şêweya ferhengî û ristesazî de bisînor bikin, bi awakî ku parçeyên peyvê çi sade û çi dariştî û çi lêkdayî bêne destnîşankirin.[1]
Berzo Mehmûd
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,110
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 24-08-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 21-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on21-09-2022
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):21-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,110
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.124 KB 21-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,513
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,819
Video 1,368
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!