Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
ALFABÊTA KURDÎ
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zagrosê Haco

Zagrosê Haco
Armanc ji alfabêta zimanekî ew e, ko hemû dengên di wî zimanî de bi awakî nivîsandî wek tîpan (neqşan, sîmbolan) nîşanbike. Eger bi zimanekî matematîkî mirov bibêje, armanc ji alfabêtê ew e, ko:
Deng = Tîp.
Ev wekhevî ji bona alfabêteke îdeal rast e, lê mixabin ti alfabêt ji, yên li dinayayê tên bikaranîn vê wekheviya matematîkî pêknayênin. Tevlî wê jî piraniya alfabêtan kêm-bêhtir nêzîkî vê wekheviyê dikin, lê ev yek ne hesanî pêkhat. Riya dîrokî, ya pêşveçûna alfabêtan berî ko bigehine van formên xwe, yên dawî li cîhanê rêke dirêj û aloze bû. Hê berî 6-7 hezar salî bi awakî gekekî prîmîtîv dinivîsandin. Mirovên wan heyeman ji bona tiştên di xweristê de wêneyên nêzîkî rastiyê çêdikirin, wek ko çavên wan didît, dineqişandin. Bi vî awayî serincên xwe li ser latan û li ser dîwarên şkevtan dinivîsandin. Lê pir zor bû, da mirov karibe hayedarî û saloxdanan bi vî awayî binivîse. Nemaze ji ber ko hemû parçeyên axaftinê wek: Navên bernas (Alan, Reşo, Şêrîn, Mêdî û yên mayî), navên razber (raman, hiş, sewdan, biratî, hevatî û ym.), rengdêr (kesk, sor, zer, mezin, sar, xweşik û ym), cînav (ez, tu, ew, em, win û ym.), lêker (çûn, hatin, birin, firîn û ym), hoker (zû, dereng, hêdî û ym), daçek (bi, di, ji û ym) û gehandek (û, yê, ya, yên û ym.) di vê nivîsandina prîmîtîv de nebûn.
Di demeke derengtir de nêzîkî çar hezar salan BZ (Berî Zayînê) li welatê Sûmer (Kurdistana îro û Îraq) Sûmeran ew nivîsandina grafî gelekî bi pêş de birin. Pêşî wan neqiş (wêne, graf, tîp) hesankirin û piştre wateyên abstraktîv dan wan tîpan, wek:
Di dema nêzîkî 2500 salan Berî Zayînê dîse li Sûmer pêşveçûneke darîçav di awayê nivîsandinê de peydebû, ew jî di nivîsandinê de, bikaranîna forma kîteyî bû. Wan bêje didîtin wek, ko ji kîteyan biheketî bin. Bêjayên yekkîte wek: AN(stêr), ÛD (roj), Ê (xanî), ŞÛ (dest), XA (masî), ŞÊ (simbil), A (av) û ym. di bêjeyên pirkîte de bikartanîn bêyî, ko girêdana wan bi wateya wan, ya hîmî ve hebe; bi tenê wek dengan li wan dinerin. Wek nimûme bêjeya DÛMÛMÊŞ (zarok, kur) bi van kîteyan dinivîsin: DÛ-MÛ-MÊ-ÊŞ.
Tîpan (wêneyan, neqşan, grafan) hêdî hêdî dêmekî abstraktîv stand û hesanî bûn. Ji ber dêmê wan yê tûjkî (bi serê darikekî li ser kelpiçkan dinivîsandin) navê tîpên mîxî li wan hat kirin. Tîpên grafî bi vî awayî dêmên xwe diguhertin:
Ev helbet gaveke pêşketî bû di dîroka nivîsandinê de, lê hê gelek kotekî di vê nivîsandinê de hebûn. Di sala 2000 BZ nêzîkî 600 tîpên mîxî dihatin bikaranîn û bi ser de hin tîp di cihê gelek kîteyan de dihatin nivîsandin, bo nimûne ÛD (roj) dihat xwendin wek : ûd, ût, tû, tan, par, rîr, hal, hûd, lih, hîş û ym. Vê yekê xwendin gelekî zordikir û bû sedemek, ko hin bi hin nivîsandina bi forma kîteyî ji mêydanê rabe.
Li welatê Hêtîtan (Kurdistana îro û bakurê Sûrî) nêzîkî salên 1700-1190 BZ pêşveçûna bingenhî di nivîsandinê de pêkhat, dema ko alfabêteke nû hat danîn. Ew alfabêt bi tîpên mîxî dihat nivîsandin, lê tiştê hîmî tê de ew bû, ko ji bona her dengekî tîpek hatibû danîn, wek alfabêtên me, yên îro. Alfabêta Hêtîtan ji 29 tîpan bû û her bêje çawa dihat bilêvkirin, wilo dihat nivîsandin. Ev mêtoda nivîsandinê: Deng= Tîp bû ya serdest li dinyayê û şûna tîpên grafî (wêne, pîktogram) û hîerografî girt. Rast e li hin cihan wek Çînistanê û Japonê ta roja îro tîpên grafî tên bikaranîn, lê hînbûn û hînkirina nêzîkî 2000 tîpên grafî ne barekî sivik e, pir alozî tê de hene.
Tîpên mîxî hatin guhertin û ji jiyanê rabûn. alfabêtên nû peydebûn, wek yên yûnanî, krîlî, latînî, erebî û yên mayî, lê prînsîpê hatibû danîn: Deng= Tîp ma bingeha van hemû alfabêtan.
Helbet alfabêta Kurdî jî, ya ji 31 tîpan e, ko Celadet Bedirxan daniye ew jî li gor prînsîpê: Deng= Tîp e û vê wekheviyê pêktêne, tevlî ko hin kêmayî tê de hene. Ev kêmayî jî bûne sedema rexne û cêbûnan di nivîsandina #kurdî# de, ya bi tîpên latînî; ta ko nivîskarne kurd xwestin bi serê xwe çarekê bibînin û guhertinin êxistin alfabêta kurdî.
Rexna pêşî, ya li alfabêta kurdî dibe ew e, ko hemû deng, yên bi rastî ji bêjeyên kurdî derdikevin di alfabêtê de nînin. Ji bona dengên pir nêzîkî hev in, lê bêjeyan de nerm tên bilêvkirin û di yên din de bi awakî hişk û qebe tên bilêvkirin; yek tîp hatiye danîn. Ji wan dengan re dengên cêwî tê gotin, ew jî ev in: Ç, K, L, P û R. Wek nimûne dengên cêwî di van bêjeyan de nerm in: çil (40), ka (pûşê gêrekirî), ling, pişt, birîn (birîna tivingê) û ym, lê di van bêjeyan de hişk in û dive mirov devê xwe dagire: çil (teyrek e bi şev nêçîrê dike), kal (şebeşê negehayî), lewlew, piling, birîn (qutkirin), reng û ym. Wek ji hînkerên buhûrtî tê xwiykirin ko hinek cêbûn di nav bilêvkirina dengên cêwî de heye.
Rexna din, li alfabêta kurdî ew e, ko dengên li jêr û ym di alfabêtê de nînin:
Ḧ (ح), Ë (ع), Ẍ (غ), ¨S (ص), ¨D (ض), ¨T (ط), ¨Z (ظ)
Rexna sisiyan, ya ko mirov carina dibihîze, dibêje ko gerek e tîpa Q di alfabêtê de nebe.
Gelo ev rexne di cihê xwe de ne, yan na?
Berî mirov bersiva vê pirsê bide, dive pêşî bersiva çend pirsên din bide. Pirs jî ev in:
Belkoya peydebûna her dengekî ji dengên di zimanê kurdî de çiqas e?
Eger dengek, yan çend deng di zimanê kurdî de gelekî kêm peydedibin, hingî eger di alfabêtê de tîp ji bona wan dengan nebin jî ev ne kêmasiyeke mezin e.
Gelo di her dengekî kurdî de çiqas hayedarî (informasyon) heye?
Pirsa dawî êdî ji ber xwe tê bîra mirov, ew jî:
3. Ma bi kêmayî çend tîp di alfabêta kurdî de bes in, da bi ewledarî pevguhestina hayedarî û saloxdanan bi zimanê kurdî, yê nivîsandî bibe?
Ji bona bersivdana pirsa pêşî min hiljimarek (statistîkek) ji peydebûna dengan re (tîpan re) di zimanê kurdî de çêkir. Da encama hiljimarê (statistîkê) nêzîkî rastiyê be, divabû çend tekstên kurdî bi awakî korfelaqî (random, sidfe) bên danehev û ji wan komeke mezin deng (tîp) bên hiljimartin. Li gor teoriyê gerek e mirov hemû bêjeyên di zimanê kurdî de bide hev û ji koma hemû bêjeyên di zimên de hiljimara dengan (tîpan) çêke. Helbet karekî gelekî mezin ji vê re dive, yê bi hêviya institûtên kurdî ve dimêne. Hiljimareke wilo ji bona zimanê englîzî bi alikariya xwendekarên unîversîtan û teknîkên nû çêbû.
Tevlî kêmasiyan, lê dîse ev hiljimar gelekî nêzîkî rastiyê dike, ji ber wek min got tekst bi awakî korfelaqî hatibûn standin û çend hiljimarên cê min dane barahev, tev nêzîkî hev derketin. Encama vê hiljimarê (statistîkê) di tabloya (xişteya) numero 1. de ye û dyagramê li gor vê tabloyê di wêneyê numero 1. de ye.
Rêza dengan Deng Belkoya peydebûna Rêza dengan Deng Belkoya peydebûna
(tîpan) (tîp) dengan(tîpan) [%] (tîpan) (tîp) dengan(tîpan) [%]
1 A 8,40 17 N 9,02
2 B 3,20 18 O 1,55
3 C 0,43 19 P 0,98
4 Ç 0,85 20 Q 0,21
5 D 5,09 21 R 5,77
6 E 10,55 22 S 1,99
7 Ê 5,30 23 Ş 1,47
8 F 0,29 24 T 3,47
9 G 1,44 25 U 1,43
10 H 2,45 26 Û 2,74
11 I 10,26 27 V 2,02
12 Î 2,97 28 W 2,88
13 J 1,37 29 X 1,57
14 K 3,58 30 Y 2,27
15 L 2,70 31 Z 1,09
16 M 2,55
Tablo û dyagram xweş didin xwiyakirin, ka kîjan deng ji yên din bêhtir peydedibe.
Dengên: Ḧ (ح), Ë (ع), Ẍ (غ), ¨S (ص), ¨D (ض), ¨T (ط), ¨Z (ظ) û yên mayî di hiljimarê de peydenebûn û vê yekê ti kêmayî nexist têgehiştina tekstên kurdî. Mirov dikare bi pişrastî bibêje, ko hêbûna van dengên li jor nîşankirî di alfabêta kurdî de ne gerek e û rexneyên di vê bergehê de dibin ne di cihê xwe de ne.
Dengê (tîpa) Q ji hemû dengên (tîpên) din kêmtir peydedibe. Ev jî argumentekî xurt e di destê, yên dixwazin şûna tîpa Q tîpa K bikarbênin. Ez bi xwe ne bi vê yekê re me, ji ber ko ez gomandikim, ko ev deng ji zimanê kurdî yê kevnare tê, lê ti argumentên zanistî ji bona vê yekê di dest min de nînin. Hin dibêjin, ko dengê Q ne xweş e, lê xweşiya dengê tîpekê gerek e ne bi zimanên ewropî re were pîvandin. Her miletek gerek e xweşî û nexweşiya dengekî li gor karakter û hewcedariya xwe nasbike.
Ev xalên jêrîn dibe ne gelekî bi babetê me ve girêdayî bin, lê bi sûd e mirov wan li vir bibêje; tiştên balkêş di wan de hene.
1. Ji dyagramê di wêneyê numero 2. xwiyadike, ko belkoya peydebûna dengên (tîpên): E, I, A, R, D û K dike nêzîkî 50% ji hemûyên din. Ji ber vê yekê, eger rojekê me makînên nivîsandinê, yên kurdî çêkirin, gerek e ev tîpên buhûrtî nêzîkî tilehên daradumê (tileha navê) û fraxalîskê bin û tîpên kêm peydedibin: Q, F, C, Ç û yên din li aliyê tilehên qelîçkê û berqelîçkê bin, ji ber ew kêm tên bikaranîn û bi vê nivîsandin hesantir dibe.
2. Mirov dikare peydebûna dengan di zimanê kurdî de bide bara zimanên din û bi faktorên din re vî dyagramî jî wek argumentekî objektîv bikarbêne, ji bona xwiyakirina nêzîkbûn, yan jî dûrbûna zimanê kurdî ji zimanê din.
3. Îro li cîhanê di nav çend zimanan de bi alîkariya komputran gelekî nêzîkî wergerandina automatîkî kirine û di demeke ne pir dûr de ew wê bibe tiştekî rewan. Eger ev wergerandina automatîkî di nav zimanê kurdî û yên din de pêk were, êdî gelek kotekiyên di riya vejîna zimanê kurdî de tên şkandin. Lê ji bona wergerandina automatîkî gelek zanebûnên kûr divin, gelek faktorên zimên dive werin ronîkirin, gelek statistîkên fereh dive bên çêkirin û hiljimara di tabloya numero 1. nimûnekî piçûk e ji statistîka pêwist. Hê pirsa struktûra gramatîka zimanê kurdî, pirsa bêjeyên hevwate, hiljimara bêjeyên yekdeng, dudeng, sêdeng ûhd., hiljimara bêjeyên bi A destpêdikin bi B bi C ûhd., hiljimara peyhevhatina dengên: AB, AC, AÇ…,, ABA, ABC,…; BA, BC;… BAB, BAC,… ûhd. û ym. lê bên kolandin.
Em vegerin pirsa diduyan. Bersiva pirsê wê bide xwiyakirin, ka gelo pêwist e, em tîpên taybetî ji dengên cêwî re: Ç, K, L, P, R deynin, yan na.
Di zanistiyên teknîkî de şaxekî zaniyarî heye jê re dibêjin Teoriya informasyonê (Teoriya hayadariyê). Di vê teoriyê de li zimên wek navgîneke (wasite, mêdyum) pevguhestina hayadariyê dinerin. Elementên vê navgînê Deng (Tîp) in. Dema di axaftinê de (nivîsandinê de) deng (tîp) lipey hev diherikin, hingî her deng (tîp) bi xwe re hinek hayedariyê (informasyonê) dihilgire. Çiqasî hijmara dengan (tîpan) bêhtirbibe pê re kvantîta hayedariyê bêhtirdibe. Kvantîta hayedariyê ji bona zimanekî îdeal li gor vê destûra matematîkî pirdibe:
I= n2
herwekî
I- kvantîta informasyonê ye.
n- hijmara dengan (tîpan) e.
Li dyagramê numero 3. xêza 1. binere!
Wêne numero 3: Dyagramê kvantîta informasyonê
Yekîneya kvantîta informasyonê yek bît e. Bît gotineke inglîzî ye, wateya wê pitikek, piçikek, parçeyekî piçûk e. Da zimanek îdeal be ji bona pevguhestina hayediriyan, gerek e belkoya peydebûna hemû dengan (tîpan) wek hev be û kvantîta informasyonê jî ji bona wan wek hev be. Zimanê îdeal, yê xwediyê 31 dengan (tîpan) Belkoya peydebûna her dengekî (tîpeke) P wî dike:
P= 1/31 * 100 = 3.26 %.
Wek ji dyagramê numero 1. xwiyadike bi tenê dengê (tîpa) B nêzîkî vê numeroyê dike, yên din kêm-bêhtir jê dûr in. Helbet ne zimanê kurdî û ne ti zimanên din, yên xweristî îdeal in, ji ber ko çend faktor hene kvalîta informasyonê, ya her dengî (tîpê) kêmdikin û bihayê zimên jî wek navgîna pevguhestina hayedariyan kêmdikin, ew faktor jî ev in:
A-Faktorê pêşî belkoya peydebûna dengên (tîpên) kurdî û bendên lipeyhevhatina wan e. Wek nimûne nabe di zimanê kurdî de gelek dengên wek hev di bêjeyekê de lipey hev werin: aaa, bbb, ccc ûhd û zimanê kurdî xwe gelekî ji gehandina dengên (tîpên) dengdar diparêze, wek: ae, ai, aî,…, ea, eî,..ia.ao,…aei.aeo ûhd. Ev yek dihêle, ko herikandina informasyonê ne li gor hijmara dengan (tîpan) bêhtirbibe, ew hinekî kêmtir e. Li dyagramê numero 3. xêza 2. binere!
B- Faktorê diduyan vekîta (dîktata) zimanê kurdî ye, ew jî herikandina hayadariyan hê kêmtirdike, ji ber ko her bêjeyeke kurdî dive bi yek awayî were nivîsandin ew jî li gor destûrên nivîsandina zimanî kurdî. Li dyagramê numero 3. xêza 3. binere!
C- Faktorê din, yê herikandina hayedariyan kêmdike rêzimanê (gramatîka) zimanê kurdî ye. Her parçekî axaftinê cihekî xweyî taybetî di hevokê de dive bigire û eger bêje ne li cihê xweyî rast be, dibe ko wateya hevokê were guhertin û têgehiştina wê jî şaş be, wek nimûne: Nêçîrvan şêr girt, û Şêr nêçîrvan girt. Wayeta van hevokan ligor cihê nêçîrvan û şêr tê guhertin. Li dyagramê numero 3. xêza 4. binere!
Ç- Faktorê dawî, yê bendan li pêşiya herikandina hayedariyan dideyne bîrsayiya (logîka) durust e, ji ber ko hevokên bê bîrsayî informasyonên bi sûd nadin û wan bêhtir jî nakin. Wek nimûne: Şêr mirov e. Tevlî ko ev hevok ji aliyê vekîtî û rêzimanî ve ras e, lê ti informasyonên bi sûd neda û zanîna me bêhtir nekir. Li dyagramê numero 3. xêza 5. binere!
Ev faktorên buhûrtî hemû bi hev re bendan di pêşiya herikandina hayedariyan di zimanê kurdî de (bi gelemperî hemû zimanên xweristî) dideynin û dikin, ko kvantîta hayedariyê, ya ko her deng (tîp) dihilgire kêmtirdibe. Ji ber vê yekê dema mirov dixwaze nûçeyekê, yan ramenekê bigehêne mirovekî din, dive gelek dengan (tîpan), yan jî gelek bêjeyan, û yan jî gelek hevokan bibêje (binivîse), da ko bigehe armanca xwe. Eger mirov karîbûna bi zimanekî îdeal wê nûçeyê, yan ramanê bigehêne mirovê din wî bi gelek kêmtir deng (tîp), bêje û hevok armanca xwe pêk bêne.
Ev pir bûna dengan (tîpan), bêjeyan û hevokan, ko mirov bêçare di zimanê xwe de bikartêne di teoriya informasyonê de jê re dibêjin Redundance (bixwêne rêdundans!).
Da em nasbikin rêdundans çi ye, em dikarin bibêjin, ko ew weke gotina inflasyonê ye, ya di warê mewdanî de (malî). Lê ev inflasyona di zimên de ye. Da bêhtir em rêdundansa di zimên de nasbikin, fermo emê li vê serpêhatiya nimûneyî temaşekin:
Salarê Gernûs ji Tirbespiyê ye. Ew li Amedê kardike. Salar her heftî roja înê êvarî seet 17.00 bi trênê divegere mala xwe ya li Tirba Spiyê. Salar xwest telegramekê ji Bêrîvana kebaniya xwe re bişiyêne, da haya wê jê hebe, ko wê vegere malê. Wî di telegramê de nivîsand:
Bêrîvana min!
Ezê ji Amedê roja înê 27.7.1990 êvarî seet 17.00 bi trênê vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Lê wî dît û em jî dibînin, ko ev informasyon hemû ne gerek in di telegramê de werin nivîsandin. Rabû wî çend bêje jê avêtin, bêyî ko elegram bihayê hayadarî kêm bike, lê wê bihayê şiyandinê kêm kir. Pêşî Salar bêjeyên Bêrivana min, ji Amedê û roja înê avêtin, piştre dît, ko dikare bêjeyên êvarî û bi trênê jî hê bavêje. Telagram bû bi vî rengî:
Ezê 27.7.1990 seet 17.00 vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Eger ew hê bêjene din jî ji telegramê bavêje, wek malê, mêrê te û Gernûs dîse wê Bêrîvanê nasbike, ko çi wextî mêrê vê divegere malê.
Wek ji hînekerê buhûrtî hat xwiyakirin bi nebûna çend bêjeyan di tekst de bihayê wî, yê hayedarî kêmnebû. Ew jî ji ber hebûna rêdundansa di zimanê de ye. Vê gotinê jî em dikarin li ser dengên (tîpên) di zimên de bibêjin. Nebûna çend dengan (tîpan) di zimên de bihayê zimên wek navgîna pevguhestina hayariyan pir kêmnake, ji ber ko rêdundans di kevirê pêşî de jî, yê avaya zimên de di dengan de heye. Ev jî bersiva pirsa diduya ye. Ji bona dengên cêwî tîpên taybetî ne gerek in, navin û alfabêta kurdî, ya ji 31 tîpan, ko Celadet Bedirxan daniye gelekî durust e ji bona zimanê kurdî. Ji xwe gelek ji van dengên, ko danûstandin li ser çêdibe herêmî ne û ne li seranserî Kurdistanê tên bikaranîn. Wek nimûne li herêma bajarê Amûdê dibêjin: me’er, ne’el, h’inar, x’eyd, …ûhd., lê li herêma bajarê Tirba Spiyê ji wan bêjeyan bi xwe re dibêjin: mar, nal, hinar, xeyd,… ûhd. Ji alîkî din ve li herêma Tirba Spiyê dibêjin: beh’r, ttivir, dderew,…ûhd., lê li herêma Amûdê ji wan bêjeyan re dibêjin: par, tivir, derew,…ûhd. Bêgoman ev cêbûna dengan li herêmên din jî yên Kurdistanê heye, lê nabe mirov yek bêjeya kurdî bi çend awayan li gor zaravên herêmî binivîse û tîpên nû têxe alfabêta kurdî. Eger em vê yekê bikin, êdî ne 31, lê 41 tîp jî wê têra zimanê kurdî nekin.
Rêdundans di zimanê kurdî de çiqas e?
Min dixwest, ez ji we re bibêjim, ko li gor bêhvan instîtûta kurdî ew hevqas e, lê mixabin hê rêdundansa di zimanê kurdî de nehatiye hijmartin. Rêdundansa (boşbûn) zimanin din hatiye hijmartin, wek ya englîzî, ko dike 50% û zimanê çekî dike 32%.
Çawa tê xwiyakirin rêdundans di zimên de ne hindik e û gelek cih û wext digire û wek faktorekî negatîv dileyze, lê ji alîkî din ve ew dînamîka zimên mezintirdike, ev jî faktorekî pozetîv e, nemaze ji bona helbetsvanan, ko kesya wan çêtir li nivîsandinê tê.
Ji bersiva pirsa sisyan Alfabêteke ji çend tîpan besî zimanê kurdî ye? armanc ne ew e, da alfabêta Celadet Bedirxan were guhertin. Lê Kurd êdî gelek caran makînên modêrn, wek komputer û teleks bikartênin, yan jî telegraman ji hev re rêdikin û wek win dizanin di van makînên digîtal de alfabêteke standard tê bikaranîn. Ew alfabêt ji 32 tîp û nîşandekan e, lê di nav wan de tîpên kurdî Çç, Êê, Îî, Şş, Ûû nînin. Ez dixwazim bidim diyarkirin, ko bikaranîna vê alfabêta standardî navnetewî, ya makînên digîtal; dema pêwist be bes e ji bona nivîsandina bi kurdî û pê mirov dikare bê kotekî tekstên kurdî bixwêne û têbigehe. Ji ber ko rêdundans di zimên de heye, êdî dema çend tîp ji tekst bikevin jî dîse sewdanê mirov bi xwe wan tavêje nav tekst.
Da ev gotin bête diyarkirin min çend tekstên kurdî, yên cuda cuda, ko bi alfabêta standard hatibûn nivîsandin, da çend kesên Kurd, yên bi kurdî xweş dizanîbûn bixwênin. Wan hemûyan bê kotekiyeke mezin tekst rast xwendin û têgehiştin. Fermo win jî vî tekstê li jêr, yê Kamuran Bedirxan nivîsandî bixwênin:
Gunde me
Rojhelat e. Ezman hedi hedi bi rengen sor u zer dikene. Sivan bi pez u seye xwe ve ji gund derdikeve. Gavan ji dewer dide hev u bi cole ve dice. Deriyen xaniyan vedibin u gundi dicin zeviyen xwe. Zaro, ji ber dibistan girtiye ji xwe re digerin, derdikevin cole, be diguherin. Jin u kecen gund dest bi kare mala xwe dikin. Hin ji kaniye ave tenin, hin nane xwe dipejin u hinek ji berivaniye dikin. Hinek ji tesiye diresin, tevn u mafuran cedikin. Di gund de herkes bi dilxwesi dixebite. Gundi hemu hez ji hev dikin, ew dizanin, hemu birayen hev in u wek miroven hov berberiya hev udin nakin.
Eger we tekstê bihûrtî bi kurdiyeke rast xwend û win têgehiştin, êdî bersiv gelekî nêzîkî rastiyê dike. Dibe, ko cara pêşî mirov tekstê wilo bixwêne çetin be, lê ev tiştekî normal e. Ya giring ew e, ko makînên digîtal û alfabêta standard bikêrî zimanê kurdî tên.
Di dawiya vê gotarê de hê sê tişt hene gerek e werin gotin, ew jî ev in:
A- Gerek e her tîpa alfabêta kurdî cihekî xweyî taybetî di nav rêza tîpên din de bigire û gerek e ew cih ticarî newe guhertin, ne wek ko carina di ferhengên kurdî de bûye. Dive her tîp xwedî numroyekê be û wek numeroyan rêza tiştan nîşanbike, ew jî li gor vê nijinandinê:
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O
19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31
p Q R S Ş T U Û V W X Y Z
B- Di destpêka danîna alfabêta kurdî de bilêvkirina tîpên bêdeng nehatibû diyarkirin, êdî hema her yekî ew li gor xwe bilêvdikirin, wek nimûne tîpa B dihat xwendin: ba, bê, bî û yan ib. Ev neyekîtî di bilêvkirina tîpên din de jî hebû.
Pêşniyara min ew e, da ev neyekîtî nemêne, ko tîpên kurdî bi vî awayî bên bilêvkirin, nemaze, ko li welêt jî di kursên zimên de şagirt bi vî awayî hînbûne:
A B C Ç D E Ê F G H I
A bê cê çê dê e ê if gê ha i
Î J K L M N O P Q R
î jê kê il im in o pê qe rê
S Ş T U Û V W X Y Z
is iş tê u û vê we xê yê zêt
C- Gerek e, ji bona her tîpeke alfabêta kurdî navekî bernas hebe. Carina dive mirov bi awakî zelal tîpekê nîşanbike, hingî eger navek ji bona wê tîpê hebe, êdî ev yek pir hesanîdibe. Di kursên zimên de piraniya navên jêrîn hatine hînkirin û pêşniyariya min ew e, ko ev nav bibin, yên standard ji bona tîpên alfabêta kurdî. Nav jî ev in:
A Alan Î Îskan S Salar
B Bêrîvan J Jala Ş Şêrîn
C Canê K Kawa T Têlîcan
Ç Çeto L Leyla U U …
D Dara M Mêdya Û Ûsiv
E Êlîxan N Nazê V Welat
Ê Evîn O Oldar W Viyan
F Findê P Perî X Xecê
G Goran Q Qumrî Y Yezdanşêr
H Hêlîn R Rindê Z Zînê
I I …
Di vê gotarê de min xwest, ko ez çend pirsên alfabêta kurdî deynim ber xwendevanan û dîtinên xwe li ser bibêjim. Bêgoman pirsên alfabêta kurdî hê kûrtir in. Yek ji wan pirsan wek win dizanin ew e, ko em Kurd bi sê alfabêtan dinivîsin. Ev jî nexweşiyeke giran e û jê gelek nexweşiyên din dizin, ta çareyek jê re newe dîtin, em nikarin bibêjin, ko ev alfabêt, ya hemû Kurdan e.
Çavkaniyên wêjeyî:
1-Klima J. : Lidé Mezopotamie. ORBIS PRAHA 1976.
2-Cigerxwîn: Tarîxa Kurdistan 1. Stockholm 1985.
3-Kolektîv: Teorie informace. Skriptum.
4-Hibo A. : Tarîx we neş’t elkîtabe.
Serinc:
Belko= Probability; ev gotin di Dîwana Melayê Cizerî de bi wateya ihtîmal Miftî şirovekiriye.
Hiljimar= Statistics; ev gotin di ferhenga Estêrî Geş de hatiye.
Vekît= Dictation; di kovara Hawar de hatiye.
Biheketî= Consist of; di Hawar de hatiye.
Bîrsayî= Logic; ji ferhenga Estêrî Geş.
Rewan= Accostomed, usual; ji Dîwana Melayê Cizerî.
Xwerist= Xweza
Yekîneya = Unit.
Hiljmartina dengan ji bona zaravê kurmanciya jorîn re çêbûye û zaravên kurmanciya jêrîn û dumilî neketine nav hiljimarê û navên pirjimar bi ên tewadibûn, ne bi êt.[1]
Zagrosê Haco
Ev babet 453 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
Gotarên Girêdayî: 1
Dîrok & bûyer
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 24-08-2021 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurmanciya Bakur
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 21-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 453 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.118 KB 21-09-2022 Evîn TeyfûrE.T.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
KUBRA XUDO
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Viyan hesen

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
KUBRA XUDO
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Viyan hesen

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!